meta http-equiv="Content-Type" content="text/html; charset=iso-8859-9"> KÜRT DEMOKRATÝK BÝRLÝK PLATFORMU  DEKLARASYONU

BIKARANÎNA SÎDDETÊ XIZMETÊ JI DOZA KURDISTANÊ NAKE !

 

Ji destpêka damezrandina xwe heta îro, Kongreya Gel-PKK berê xwe daye Rêxistinên Kurdistanî û li hemberî wan sîddetê bikaranîye.

 

Bingeha siyaseta û armanca damezrandina Kongreya Gel-PKK ê eve bû ku, hemû Rêxistinên Kurdistanî ji holê rake, gelê kurd “întegreyî” Komara Tirkîyeyê(KT) bike û siyaset û îdeolojîya Kemalîstan li Kurdistanê serdest bike.

 

Kongreya Gel-PKK li hemberî endam û dilsozên ku ji wan veqetîyane jî sîddetê bikar anîye. Kustina Hîkmet Fîdan yek ji nimûneyên herî dawî ye. Bi vê mebestê em ji vê Rêxistinê dipirsin;

Gelo hûn bi rastî ji bo Astî û Azadîya gelê kurd dixebitin an jî berevaca wê, hûn ji bo pêsîlêgirtina Azadîya gelê kurd dixebitin?

Gelo hûn çima ”Demokrasî, Astî û Bratîyê” ji bo kurdan û navbêra rêxistinên kurdan naxwazin û ji dêvla wê Sîddet û Kustinan li hemberî welatperwerên kurdan bi kar tînin?

Divê em ji destkeftîyên gelê kurd li Basûrê Kurdistanê û ji xebat û têkosîna wan sûd werbigrin. Em bi çavê xwe dibînin ku ev qonaxa li Basûrê welatê me çawa dagirkerên Kurdistanê bêtir har û êrîsker dikin.

Lê belê em nikarin sîddeta ku kurd li hemberî kurdan bikar tîne qebûl bikin

 

Em wek PKE – PLATFORM ji Komara Tirkîyeyê û bi taybetî ji Kongreya Gel-PKK ê re dibêjin ku, hûnê bi van metodên sîddetê û bi vê siyaseta qirêj BISERNEKEVIN !

 

Bi vê mebestê em bangî KG-PKK ê dikin û dibêjin Kustina kurdên welatperwer û sîddeta li hemberî Gelê Kurd, tenê û tenê xizmeta Komara Tirkîyeyê ye.

 

Bes e, êdî xwîna kurdan nerjînin !

 

2005.07.10

 

Platforma Kurdên Li Ewrûpayê - PKE