meta http-equiv="Content-Type" content="text/html; charset=iso-8859-9"> KÜRT DEMOKRATÝK BÝRLÝK PLATFORMU  DEKLARASYONU

Çareserî, di naskirina hebûna gelê Kurd de ye!

 

Pistî ku maf û azadiyên gelê kurd li basûrê Kurdistanê di resnivîsa qanûna bîngehîn ya Iraqê de hate misogerkirin, serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyib Erdogan kêseya kurdî bi navê wê bi nav kir. Lê tenê bilêvkirina pirsê têr nake û ne çareserîye jî.

 

Di van demên dawî de ”Dewleta kûr” li Tirkîyeyê û Kurdistanê projeyên xwe yên gemarî xistîye rojevê û dest bi provakasyonan kirîye û gelê kurd û tirk anîne hemberî hev.

 

Ji ber sedema nêzikbûna 3ê Cotmehê ya ku tarîxa destpêkirina guftûgoyan di navbera Tirkiyeyê û YE ê dest pê dike û ji dervayî xeta Îmralîyê ango ya “Komara Demokratîk ” , hemû partî, rêxistin û sîyasetmedarên kurd ku îroj bi dengekî bilind û bi eskere çareserîya Pirsa Kurd di qebûlkirina hebûna Gelê Kurd û Kurdistanê de dibînin û ji bo vê jî di lêgerînan de nin, ji bo gellek dezhegên ‘'dewleta kûr'' bûye ‘'sedem'' ku ketine nav hewildan û provakasiyonan ku çawa vê prosesê û van hewildanên kurdan solî bikin.

 

Mixabin di vê kampanyaya li dijî gelê kurd de çep û rast û liberal û muhafezekarên Tirkiyeyê bûn yek deng û yek hêz. Hin partiyên pasverû û fasîst bangî dewletê kirin ku, ” bila wezîfeya xwe bikin yan na ew ê dakevin kolanan û dunyayê ji kurdan re teng bikin!”.

Herweha rojnamevan û nivîskarên wan jî bi awayên û kampanyayên cuda besdarî tehdît kirina kurdan bûn.

 

Hin rêxistinên tirk jî bi navê çepitiyê kampanyayeka wusa destpêkirin ku, xwedîgiravî kurd Tirkîyeyê dagir dikin û loma jî bangî xelqê dikin ku ew ” ji dikanên kurdan bazara xwe nekin, li mînîbusên kurdan suwar nebin û neçin restorangên kurdan.”

 

Cîhê daxêye ku, Partiya ku bi ser navê kurdan ‘'sîyasetê'' dike û herweha îdeolojîya Kemalizmê diparêze û ”Komara Demokratîk” ji xwe re kirîye konsept ku kurdan ber bi asîmîlasyon û entegrasyonê ve dibe, bi hin kiryarên xwe rê dide van provaksiyonan.

Em bangî gelê tirk û rêxistin û partiyên wan dikin ku ew bi aqlî selîm hereket bikin û tehamûlê ji hebûna kurdan bikin. Çawa ku ew maf û azadiyê ji xwe re rewa dibînin, divê wan mafana ji bo gelê kurd jî rewa bibînin. Gelê kurd jî weka hemû gelên Cîhanê xwediyê mafê xwe yên Neteweyî û demokratîk e.

Em careka din dibêjin ku, em li dijî hemû kiryarên dirindane û hovane ya Komara Tirkiyeyê ne. Herweha em li dijî sîyaseta ‘'dewleta kûr'' ku dixwaze gelê kurd û tirk bînin hemberî hev. Divê hemû mirov û rêxistinên ku li dijî sîddetê ne, di vî warî de siyar bin û rê nedin leyistik û provakasyonên dewletê ku têkosîn û doza me ya mesrû terorîze û dejenere bike!

Divê em careka din bidin dîyarkirin ku, em li dijî siyaseta Komara Tirkiyeyê ya ku mafên me yên Demokratîk û Neteweyî xespkiriye û rê li ber me digrin ku em li ser Nav û Nasnameya xwe dakevin qada siyasetê û fikrên xwe bi serbest bêjin û rêxsitinên xwe bi eskere û azad damezirînin.

Qebûlkirina hebûna Gelê Kurd, pêsîlêgirtina provakasyonan e û destpêka çareserkirina Pirsa Kurd û Kurdistanê ye.

15.09.2005

PKE - PLATFORM

Platforma Kurdên li Ewrûpayê