Þakir Epözdemir
30 salvegera þehadeta Þefik [Ep]Özdemir
û Tevgera Demokratên Þoreþger
Min di “ Kurdinfo.com” de bi navê “Nameyek ji ciwanek Demokratê Þoreþger re” xwend.
Di van hersê makalan de diroka avakirina TKDPa Said Elçî, T- KDPa Dr. Þivan, Tekoþîna Þoreþger, Partîya Þoriþa Netewî a Kurdistanê, KIP, PPKK/ Pêþeng û DDKD tê derzkirin. Bi rastî min bi xwe jî gelek ders ji van makalan girt û hafiza min taze bû.
Bi xwendina van hersê maqaleyan kurê apê min Þefîq Ozdemir (Epözdemir) hate bîra
min. Ji vê yekê û bi taybet ji ber ku 30 salvegerîya bûyerê, min xwest ku bi vê mûnasebetê maqaleyek ji malpera “Kurdinfo ra biþeynim.
Þefîq Epozdemir 30 sal berê, roja 07 /12/ 1976ê di meþ û xwepêþandanek rewadar û insanî da li Amedê birîndar bû. Û piþtî sê rojan li nexweþxaneya dewletê ya Dîyarbekirê çû ser heqîya xwe.
Ev raperîna rawadar ji bona cenazeyê wê þoreþgerêk tirkê anadolê ku bi îþkence ji terefê dewletê ve hatîbûn kuþtin û malbata wi wê cenazeyê xwe bibirana welatê xwe li darket. Wê karesata dijwar û þahadeta rehmetîyê Þefiq, Þoreþgerên Kurd yên salên heftîyan baþ dizanin. Þefîq Epozdemîr, wê demê li Amedê zango dixwend, di fakûlteya fenê da di safa dûwemin da û serokê DYOKDyê bû.
Di van 30 salên derbazbûyî da malper û hemû weþanên DDKDyê hiç behsa þefiq nekirin. Û qala Þefîk kiribin jî ez rast nehatim e. Lê ez qenc dizanim di van sî salan da van rêkxistin, tanzim û hevalbendan bi yek carek pirsa hal û ehwalê dê û bavên Þefîq Epozdemîr û malbata wî nekirine. Ev rexne ne tenê bo tevgera DDKD û DDKDyî ya ne. Ev rexne ji bona hemû rêkxistin, fraqsîyon û dezgehên þoreþgerên ji xwe qayîlên Kurdistana bakûr bo temaman e. Di pêvajoya tevgera azadîxwaza Kurdistana bakûr da, hemû rêkxistin li ser esasê þoreþgerîyê avabûne. Wan bo xwe exlaqê þoreþgerî pejirandin e. Bi exlaqê bav û kalan, êl û eyalan va xwe newestandin e. Herçiqas ku hereketa DDKDyê gor ûrf, adet û toreyê Kurdan be jî, mixabin ku wan jî xwe ji exlaqên þoreþgerî ya stalinistî xilas nekirine.
Exlaqê þoreþgerî ne exlaqê þoriþa Gandhê, Nehro, Lûmûmba, Qazî Mihemmed û Mela Mistefa yê nemir e. Exlaqê þoreþgerîya þoreþgerên Kurdên bakûr Marksîst e, maoist e û ya kambaxtir stalinist e.
Tevgerên Kurdan ne milli ne, ew ji exlaqê Elîþêr, Seyid Riza, Xalid Begê Cibrî, Faiq Bûcaq, Celadet Bedirxan, Nûredîn Zaza, Qazî Mihemed û Mela Mistefa dûr ketine. Li gora exlaqê þoreþgerî û stalinistî “halka raxmen halk için” di salê heftêyan da weke ayetên mishefa reþ dihatin xwendin.
Ma wê çi bibî ku meriv gûndek çêke û yê din xira bike? Hemîn em Kurd, nikarin dû gûndan bi hev ra xilas bikin. Sed mixabin ku me Kurdên bakûr yek gundek li ser pêyan nehiþt. Me deþt û zozan jî serobin kir ji bona gell. Hûn hemî halê gel dibînin. Gazin pir in, lê ev der ne cîyê gotinê ye. Bila þehîdên me pê nehesin ka halên Kurdan çi qeder, kambax û dijwar e.
Þefîq Epozdemîr di sehera sibê da ku roj di ser çîyan va tîrêjên xwe belav dikira, li navçeya Bayîkan mekteba navendî dixwenda. Bavê wî apê min yê piçûk Mehmed Can û dîya wî Gûlinaz e. Her dû jî hê sax in û eva 30 salin xem û hesreta sê kûrên xwe yên xwendevan dikiþînin. Yekî ji wan xwe gîhan de Ûniwersîteyê û li Amedê þehîd bû. Yê bindestî Necmeddîn li bajarê Sêrtê lise dixwenda, di þevekî tarî da di derenceyên otêlê da tera bû çû heqîya xwe û di eynî vê salê da, di sala 1976ê da Necmedîn baharê çû, Þefîq di xilasîya salê da þehid bû û xwedê kûrek da dîya Þefîq… Navê vî piçûkî jî danîn e Þefîq. Evî Þefîqî jî li welatê xerîbîyê mekteba navendî dixwend û bayê þoreþê wî bir bi serê çîyan xist. Hêja jî çavên Mamê canê weke Yaqûb Pêxember li rê ye.
Li navçeya Bayîkan Mamê Canê bekkal bû. Ji sibê heya êvarê xelqên vê navçeyê jê ra digotin; “Kû te zarokên xwe neþîyanda mektebê ev yeka ha nedihat serê wan.”
Mamê Mehmed Can li Bayîkan tebat nekir, Koçber bû çû Mersînê û li ser ereba destan bi fêkî firotinê kom û kufletên xwe xwedîkir. Rezdar Þerefedîn Elçî birayeke Þefîq li Mêrsînê xiste îþ. Me jî bi malbatî weke hemû malbatên Kurda qenc xirab, wan nehiþte bi tenê. Rojek ji rojan di dawîya 1979yî da ez li Mersînê li Yilmaz Çamlibel qesidîm. Kekê Yýlmaz pir eleqe þanî min da û got; “Ez dixwazim apê te yê babê Þefîq zîyaret bikim.”. Wê demê Yilmaz Çamlibel Bölge Müdürîyê Karayollarî (Mûdûrê rê û rêgayê herêma Mêrsînê) bû.
Min go; “Kekê Yilmaz ezê çawa cenabê te bibime dor û berê hala sebze, ev ji bo te baþ nîn e.” Belê Yilmaz beg hiç teke meke nekir da xwe rabû, li Texsîya xwe sûwar bû em bi hev ra çûn ba Mamê Mehmed Can. Yilmaz Beg gelek moralê wî xweþ kir û soz da ku di bahara 1980yan da wê birayê Þefîq -kû navê wî Faiq e- bixe þol û xwedî îþ… Lê mixabin piþtî çendekî hûn hemî dizanin ku çi hate serê Yilmaz Çamlibel û hûkûmeta Ecevit jî ji iqtidarê ket…Yýlmaz Çamlibel 7 salan dý binê eþkencê da lý zîndana Diraybekir raza.
Min vê minakê bo wefadarî û insanetîyê anî ziman… Mamê Canê ne Þerefedîn Elçî û ne jî Yilmaz Çamlibel ji bîr nekirîyê û jibîr nake!
Sala 1969an di dawîya heyva sibatê da ez û sekreterê PDKT Said Elçî, Derwêþ Akgûl, Emer Tûrhan û Þefiq Ýsi ji hepsa Antalyayê hatin berdan. Roja 28ê sibatê ez li Bayikan bûme mêvanê Mamê Canê. Eyda hacîyan, cejna qûrbanê bû. Gava ku ez ketime mal, Þefiq, Necmedîn, Yaþar, Faiq û bi xwîþkên xwe yên piçûk va hemûyan xwe avêtin hembêza min û li dora min kom bûn. Wan piçûkan wûsa kêf dan û þah bûn ku dîya wan jinmama Gûlînaz pirsî ka ev çi hîkmete ku ev zarok weha kêfxweþ in? Min go; “ Jinmam ev hemî eskerên min in.” Zarokên Kurdan di wan salan da bê hed û hesab hêþyar dibûn. Hikimetêkê xweda bû. Sed heyf û xenimet û mixabin ku dijmin me xapand, xwelîya mirîyan li me reþand, wê heyecana milli bi carek sarkir, tefand û anî vê sêrê.
Þefîq di sala 1957ê de li Minar hatîyê dûnyayê. Gûndê Minar navenda nehya Zirkan e û bi Bayikan ve girêdayî ye. 1963-1968ê da mekteba sereta ya merkeza Bayîkan û nawendîya pêþîn li Bayîkan xwendî ye. 1971ê û di sala 1975ê mekteba mamosteyan ya bajarê Sêrtê qedandîye û di wê salê da li Dîyarbekir di Fakûlteya Fenê da qeyda xwe çêkirî ye. 1976ê gava ku þehîd bû di zangoya Dîyarbekir Fakûlteya Fenê da sefa dûwemin dixwend û serokê kûtabîyên mektebên Dîyarbekir yê bilind bû ku evî navî distan da: “DYOKD” (Komala Xwendekarên Xwendegahên Bilind a Kûltûrê).
Havîna 1975an rahmetîyê Þefîq hate Tatvan û çend caran bi min ra dûr û dirêj sohbetkir. Ev ne weke gencekî þermok e, lê weke mêrxaseke bi bîr û bawer dipeyîvî ya. Pirs û xeberdanên wî di cîh da bûn . Wî roja ku xatir ji min xwest, pirsekî kûr ji min kir û weha go; “Mamo me çiqas xwendibî jî em mûhtacê tecrûbeyên we ne. Ez dixwazim ku pirsekî sirrî ji te bikim. Tevgerekî þoreþger teklifa xebatê li min dike. Ez dixwazim di nava wê rêxistinê de cîh bigrim. Min divê ku tû destûr bidî min”. Ez kenîyam û bi qabîlîyeta wî, bi rêk û pêkîya wî û bi helwêsta wî gelek þabûm. Min go; “Þefîq!.. Ma çi hedê min e ku ez îzna þoreþgerîyê bidime te!.. Te bi irada xwe û ramana xwe rêkek piroz daye ber xwe. Xwûda alîkarê te bî û serkeftin para te û benda te bî. Ez ê tembîyeke li te bikim. Ji qeweta xwe zêde bar hilnegire. Nekeve binê barên ji teqata xwe der. Bo ku em bigêhêjin armancê, divê ku em xwe ji hemû teþqeleyan biparêzin. Lê ez dixwazim tû iþaretekî bidi min ka tû bi kîjan tevgerî ra yî?”
Þefîq tiþtê ji min ra got û min fêm kir ev rêbaz bi Þivancîyan û þoreþgerên demoqrat tevgerekî welatparêz bû.
Sala 1976ê di heyva çirîyapêþin (ekim) da li bajarê Wanê û li navçeyên Mûradîyê û Çaldýranê da erdhejênek çê bû. Rehmetîyê Þefîq û bi hevalên xwe va ji Amedê çûbûn hawara Kurdên perîþan. Di wan rojan da malîya min Medîne Xanim nexweþ ket, doxtoran wê hewaleyê Amedê kirin. Gava ku ez di Bayîkan da borîm, Mamê Canê ji min ra got; “Ku te Þefîq dît þîretan lê bike. Me Necmedîn winda kir, dîya wî pir xemgîn e. Nûha sûmestir tatilî ye. Bila bê çend rojan li ba dayîka xwe bimîne!. Þefîq ji Mûradîyê hat, þevekî li malê raneza û cilikên xwe neþûþt, bi wî halî xatir ji malê xwest û çû Amedê.”
Li Amedê nexweþxana taybet ya Dîcleyê, min Medîne Xanim razand û da emelîyatkirin. Rehmetîyê Þefîq heroj bi teyip û kasetên kûrmancî dihata ba jinmama xwe. Oda me xisûsî bû. Min gilî û gazinên babê wî jê re got, þiretan lê kir û xwest ku hema sibê biçi ba dayîka xwe ya xemgîn û birindar. Þefîq bi wê bênfirehî û helwêsta xwe ya nefspiçûk û çavên bi ken û bi þefqet baþ gûh da min û got: “Mamo tû pir heqlîyî. Lê ez heya heftê mehê nikarim herim. Roja heftê mehê xwepêþandanek heye, piþtî wê meþê ez ê biçim …” Min go; “Baþ e birayê min, hê deh roj heye ji xwepêþandanê ra. Bi hezaran wê beþdar hebin. Bila tû ji wan kêm bî. Ma tê çi xisar bide vê çalekîyê. Þefîq go: “ Mamo ez berpirsîyar im. Ez serokê yekitîya qûtabîyan im. Ji ber wê berpirsîyarîyê ez nikarim biçim…
Roja heftê meha dûwanzdeyan ku li ser sloganên “Sosyal- emperyalist” mûnaqeþe çêbû, liser banê mûnibûsê megafonê ji destên hev gijgijandin, Þefîq ji ser banê minûbûsê dikeve û bê hiþ radikin Nexweþxaneya Dewletê.
Xebera wî ya dijwar nîvê þevê se'at di 12.00an de Feqî Hûsêyn Saxnîçê rehmetî bi telefonê da min. Ez li bajarê Wanê li otêlê bûm. Di wê þevê da min xwe gîhan de Amedê. Þefîq di qomayê da sê rojan ma û roja 10.12. 1976ê me wî cengawêrê hêja wenda kir.
Hevalên Þefîq, gelek bi rêz û rûmet cenazeyên Þefîq ji morgê deranîn û bi me ra hatin heya Sûltan Weysel Qeranî. Me Þefîq li piþta Gûmbeta Weysel Qeranî û li teniþta birayê wî Necmedîn weþart. Hevalekî Þefîq bi rengek þoreþgerî û bi Kurdî gotarek xwend û bona þehîdên rêya azadîyê rêz hate girtin. Min wan xortan nasnekir û nûha jî ez nizanim ku kî bûn. Ji wê rojê û heya nûha yek ferdekî DDKDyî ne Þefîq anîye bîra xwe û ne li xwe danîne ku Þefîq yek jî wan e. Ev helwêst li xweþê min nayê.
Ez dîsa jî dibêjim û diþidînim ku van 30 - 40 salên dawîyê ku malbat û eqrebayên þehîdan yên hepsî û benaderên sîyasî hay ji hev nemaran û li benda rêxistinan bimaran, nûha kevir li ser kevirî nemabû. Rastîya þoreþgerên Kurdên bakûr eve û rastî tal e.
Malbatî, eþîrtî, hemþerîtî ûrf adet û Kurdayetî hezar car çêtir e ji þoreþgerîya stalinistîya bê þefqet û merhamet.
Min divê ku dost û hevalên Þefîq rîya xwe bî Weysel Qeranî bixîn û serek bidin gora wî ya pîroz. Divê em þehîdên xwe jîbîr nekin. Em hemû bi çavên xwe dibînin ku serokê herêma dewleta Kurdistana Baþûr bi çi rûmet û þefqetê þehîd û þervanên rêbaza azadîya Kurdistanê tîne ziman.
Divê ku jin û zarokên þehîdan, bav û dayîkên þehîdan, xwiþk û birayên þehîdan û malbatên þehîdan neyên ihmalkirin. Þefîq Epozdemir, kedkar û himdarekê tevgera DDKDyê ye. Divê ku Þefîq Epozdemîr, Heqî Ûzar û mêrxasên mîna wan neyên jibîr kirin.
Hêvîdarim ku 30 salvegera þahadeta Þefîq bibe fereca xêrê û þoreþgerên demoqrat, li ser esasê mîllî û berjewendîyên welatperwerîyê gavên berkeftî û serkefti yên rast û dûrist bavêjin.
Piþtî 30 salan be jî, xweþhalim ku min wî mêrxasî anî ziman. Kêmasîyên min ku hebin li min biborin. Di derheqê Þefîq da gotinên we, bîrhatinên we hebin ji kerema xwe binivîsînin! Bê gûman hevalên Þefîq yên ku jîyana wan berdewame gelekin, dikarin biranînên ku bi Þefîq va girêdayî bo vê malperê binivisînin. Damezrenêrên DDKDyê bi giþtî hevalên Þefîq in. 30 sal di ser wan rojên dijwar de borîn. Divê ku hevalên Þefîq; Þefîq binivîsinin. Ev deynê hevaltîyê ye. Ez weka Kurdperwerekî kal ji Methîye Xan, Paþa Ûzûn, Þefiq Oncû, Vildan Tanrýkûlû û hevalên din daxwaz dikim ku bîrhatinên xwe yên di derheqê rehmetîyê Þefîq da ji vê malperê ra binivisînin.
DDKD ango Demoqratên Þoreþger
Her weke ku we di nameyên xwe de ifade kirîye, eva 35 salên min qedîya ku bi rêkxistinî min sîyaset nekirî ye. Lê ez li gora xwe Kurdekî xwedan bîr, bawerî û raman im. Tenê xêra Kurdan dixwazim. Hêvîya min eve ku milletê Kurd jî li ser axa xwe qedera xwe bi ray û îrada xwe bimeþîn e. Di vê navê da naxwazim ku Kurd bibine hevalên zaliman..
Rîya serkeftinê berî hert tiþtî di yekîtîyê da dibore. Dermanê yekitîyê fedakarî ye. Fedekarîtî, merdîtî û mêranî, þêrejinî û camêrî divê ku ji alîyê hêzên xûrt va bên pêkanîn.
Navê we demoqrat û þoreþger e. Li gora wî navî hûn dikarin hêzên xwe bixin binê xîmê yekitîya hemî þoreþger û demoqrat û welatperwerên Kurdên bakûr. Berîya her tiþtî bo ku rêbaza azadîxwaza vî milletî xûrt bibî û ûmûdek, bawerîyek bide milletê Kurd, divê herkes bibîne ku rêkxistinên salên heftîyan hemî bi hevranin û ji bo yekitîyê fedakarîyê dikin. Ev bang û daxwaza min, ne ji we tenê ra ye, ev bang ji bo hemû hêz û rêkxistin, misyon, eþîr û malbatan e.
Divê ku hûn li partîyê nû negerin. Partîyên mevcûd bikin yek ango giranîya xwe bidin rexekî. Bi qadroyên xwe yên kevin nemînin. Bikevin gûnd û bajaran, nava keç û xortan. Heyecanekî bixin nava gel û wî bayê salên 1960-1970îyan di nava xwendevanan da daweþînin.
Roj roja me ye!
Sedsala 21an sedsala miletê Kurd e!
Sedsala 21ê paþîya diktator, zalim û zordestan e!
Firsendekî hezar sale hatîye ber derê me!
Em 40 milyonin û bi milyonan welatperwer û xwendevanên me yên xwedan bîr û
bawerî û raman henin. Kurd ne kêmî kesîn e. Kurd ne Kurdên berêne û ne bêxwedîne. Welat li benda tecrûbeyên we ronakbîrên DDKD, DHKD, KAWA, Rizgarî û KDPyîyan e.
Bi rêz û hûrmet!
21 /12 /2006
Ji Kurdinfo.com /Medeni Marþil
Em bi nivîsa Kek Þakir xemgîn bûn. Me bir salên 70yî. Sipas Kek Þakir.
Rast e û rastiyek tahl e ku wek ku diviyabû em xwedî li þehîdên xwe derneketin. Miheqeq gelek sebebên wê hene.
Lê divê em diyar bikin ku li gorî îmkanan her gav me Þefîk û hevalên din yên þehîd bi bîr anine. Di salên 80yî û 90î de di rûpelên Armanc û Pêþengê de di derheqê þehîdan de nivîs û îlan hatine belav kirin. Ji xwe kek Þakir jî dide zanîn ku dibe haya wî jê tunebe.
Malpera me di 10ê Desemberê de ji bona 30. salvegera bîranîna Þefik Ozdemir îlanek Demokratên Þoreþger çap kir. Ev îlan hin jî di dosyaya Þehîd/Bîranîn de cî digre.!
Helbet ev îlan têr nakin. Wek kek Þakir jî dibêje em jî dubare dikin hevalên ku Þefîk Ozdemir nasdikin divê bîranîn xwe di derheqê wî de û derheqê þehîdên din de binivsînin. Malpera me ji nivîsên weha re vekirîye.