Namzetên serbixwe û “kurdên din”

 

Haydar Diljen

 

Ev nêzî mehekê ye ku ez li Amedê me. Wek herkesî ez jî kampanyaya hilbijartinê diþopînim. Her roj li cade û kolanên Amedê dengê partî û kesên serbixwe yên ku dikevin hilbijartinê tê bihîstin. Bi hezaran afîþ hatine daleqandin. Bi sedan buro hatine vekirin, bi hezaran çalakvanên hilbijartinê þev û roj li kolan û malan digerin.

 

Her ku diçe dîtin û planên partî û þexsan zeleltir dibin. Heta niha du blok derketin holê. Yek ji wan ji CHP, MHP, DP, AKP, GENC PARTî û hemû partîyên din yên ku di warê nûnerîya îdolojîya resmî de bi hev re ketine qayiþê pêk tê; ya din jî ji DTP (PCD-Partîya Civaka Demokratîk), cemawera kurd ya welatperwer û beþek ji kes û partîyên tirk yên çepgir û demokrat pêk tê. Ango kampanya di navbera partîyên dewletê û bloka ku DTP serkêþîyê dike de dimeþe. Yên ku li qada hilbijartinê tune ne “kurdên din” in. Ez ê hewl bidim ku di vê nivîsê de behsa wan “kurdên din” bikim.

 

Pirsa sereke daxwaza çareserîyeka demokratîk a pirsa kurd e

 

DTP, li gel hemû daxwazin xwe yên din, bi awayekî demokratîk çareserîya pirsa kurdî wek pirseke sereke derdixe pêþ û namzetên “hezar hêvîyan” li her derê û di her firsetê de vê yekê tînin zimên. Min beþdarîya gelek çalakîyên namzetên serbixwe yên ku DTP destek dike, kir. Çi di axaftinên vekirina buroyan de çi di axaftinên mitîng, radyo û televizyonan de û çi jî di çapemenîye nivîskî de hemû binê vê yekê xêz dikin.

 

Her çendî di hin detayan de di nav partîyên dewletê de hin cihêtîyên biçûk hebin jî, di esasê pirsa kurdî de ni nav wan de cihêtî tune. Hele hele di navbera CHPê û MHPê de tu cihêtîyeka biçûk jî nemaye. Di navbera van herdû partîyan û AKPê de jî, ne di bingehê de lê di uslûbê de hin cihêtî hene.

 

Çareserîya Erdogan ya pirsa kurd: li Amedê alayeka 400 mertoyî

 

Dema ku Erdogan hat Amedê ez li wir bûm. Hin kurdên saf hêvî dikirin ku ew ê li ser çareserîya pirsa kurdî hin tiþtên “baþ” bêje. Lê camêrî carek din dubare kir ku pirsa kurdî tune, ev pirs pirsa”teror”ê ye û di mitînga xwe te aleka tirk ya 400 metroyî vekir û bi hezaran alên tirk yên biçûktir jî li zarokên kurd hatin belavkirin. Ev al, bû bersiva hêvîyên xam yên wan kurdên exmaq yên ku hin ji wan bi awayekî eþkere hin jî bi þermokî dibêjin “dengên xwe bidin AKP”. Di mitînga Amedê de carek din diyar bû ku çareserîya partîya Erdogan ya pirsa kurdî, hîn zêdekirina peywira polîs û leþkeran û li Kurdistanê hîn mezintirkirina ala Tirkîyê ye. Yên ku hîn pirtir copên polîsan û qundaxên tifingên leþkeran û alayên Tirkîyê yên hîn mezintir tixwazin, fermo dengên xwe bidin AKPê.

 

Dijberîya AKPê û artêþê ne li ser pirsa kurd e

 

Rast e, di navbera AKPê û leþkeran de dijberîyek heye, lê ev dijberî ne li ser pirsa kurdî ye, li ser sîstema dewletê ye. Sîstema ku AKP û partîyên wek wê diparêzin ji ya heyî ya kemalîst baþtir nîne. Nimûneyên vê sîstemê li hin welatên cîranên me hene. Loma þîyara “ne kemalîzim ne þerîhet” di cihê xwe de ye. Artêþa Tirkîyê serkêþîya hêzên esasî yên ku li dijî çareserîya pirsa kurdî ne dike. Ev rastîyek e. Lewma divê tevgera kurd ji dijberîyên di navbera AKP û artêþê de sûdê werbigire, lê ev yek nayê wê wateyê ku mirov dengên xwe bide AKPê. Hele hele ku mirov bi awayekî samîmî kurdekî/a welatperwer be, dema ku alternatîfek wek DTPê hebe, ku mirov kor nebe, çima mirov dê dengê xwe bide AKP?

 

Namzetên DTPê kurdan temsîl dikin

 

Li Amedê û li seranserê Kurdistanê di vê kampanyayê de hêza herî çalak hêza DTPê ye. Kî çi dibêje bila bêje, di vê hilbijartinê de bi tenê ev hêz nûnerîya kurdan dike. Kêmasî û þaþîyên heyî yên derdora DTPê ya jî hin namzetên wê rastiyê nagore. Kurdên din ên welatperwer, demokrat û dostên kurdan bi piþtgirîya xwe û dijminên doza kurdan jî bi êrîþên xwe vê yekê weha dibînin.

 

“Kurdên din” di vê hilbijartinê de tune ne

 

“Kurdên din”, ango kurdên ku xwe li derveyî DTPê wek hêz û “alternatîf” dibînin di vê hilbijartinê de tune ne. Bi tenê di qincik û çayxaneyan de li hember DTPê kîn û hesûdîya 30 salan vediriþin û hesabên kêmkirina dengên namzetên DTPê dikin ku piþtî hilbijartinê bêjin “DTP û kevneþopîya wê ya siyasî dihelê.” Bi vê performansê qaþo siyasetê dikin. Tu çalakîyeka wan tune. Ji wan hinek jî di ber ekranên komputera xwe de hin dîtinên berî 30 salan tînin zimên û kîna xwe ya li dijî DTPê û namzetên DTPê vediriþin û wek alternatîf, hin bi awayekî eþkere hin jî bi þermokî, propagandaya AKPê dikin. Xwedêgiravî AKP li dijî artêþê ye. Hevalekî min yê ku beþdarî gelek civînên vê derdorê bûye û vê derdorê baþ nas dike ji min re got, “Ev derdor her çiqas navê çend rêxistinan li xwe bike jî hejmara wan li derdora 300î ye. Zarok û jinên wan jî guh nadin wan.”

 

 

Çima kurd ewqas ji dijminên xwe hez dikin!”

 

Van “partî” û “grûbên din” heta niha bi awayekî eþkere bi tu rengî deklere nekirine ku dê di hilbijartinê de çi bikin. Min daxuyanî û belavokên gelekan xwendin. Di daxuyanîyên wan de hevokên gelek “muxlak” hene. Lê endamên, heval û hogirên wan heta niha gelek nivîs nivîsîne. Di van nivîsan de bi awayekî skere diyar dikin ku ew li dijî DTPê û namzetên wê ne. Li gor wan ferqa DTPê û CHP, MHP, DP û yên din tune. Hetta DTP ji wan xirabtir e! Wek ku dostê min Zinarê Xamo dibêje, “ez fêm nakim ev kurd çima ewqas ji dijminên xwe hez dikin!”

 

Li dijî DTPê îtîfaqek berfireh û pirrengîn

 

Di vir de dîtin û pratîka wan û ya partîyên dewletê û “korucu”yan digihêje hev. Çawa? Dewletê û partîyên wê ji bo ku kurd di parlamana Tirkîyê de neyên temsîlkirin bend danîn. Dîtin ku kurd, ango DTP bi namzetên serbixwe dikeve hilbijartinê, hemû partîyên sîstemê yên ku polîtîkaya xwe li ser înkar û tunekirina kurdan ava kirine, di nav saetekê de helwesta xwe kirin yek û di qanûna hilbijartinê de guhertin çêkirin ku namzetên serbixwe jî di pûsûlayên hilbijartinê de bên nivîsîn. Ji ber çi? Ji ber ku kurd nikaribin dengên bi hêsanî bidin. Li gor wan kurd nezan û bêaqil in. Ev kurdên ku îro hin nivîsên namzeteka serbixwe ya DTPê, Aysel Tugluk, ji xwe re dikin hacet û pê propagandaya AKP dikin di hilbijartinên berê de jî digotin, “HADEP naxwaze kurd têkevin parlamanê, loma namzetên serbixwe nîþan nade.” Niha jî hacetên din nîþan didin.

 

Nivîsên Aysel Tugluk

 

Ez bi awayekî pir vekirî li dijî dîtinên Aysel Tugluk yên ku di nivîsên xwe yên di Radîkalê de nivîsî ne, me . Ne ez tenê, hetta niha, hemû kesên ku dengên xwe didin namzetên serbixwe, endam û rêvebirên DTPê yên ku ez bi wan re peyivîme kes dîtinên Aysel Tuglukê naparêze. Herweha hemû kesên ku ez bi wan re peyivîm her tiþtî, bi kêmasî bi qasî wan kesên ku li derveyî tevgera kurd in û li Ewropayê li ber komputerên xwe û li welêt jî li ber maseyên “okey” peyvên mezin dikin, dibînin û dizanin. Lê ew dibêjin “Em di bin êrîþên giran de ne. Hebûn û tunebûna kurdan di rojevê de ye. Dem ne dema munaqeþekirina dîtinên hin namzetan e. Dem dema hevgirtin û yekitîya têkoþînê ye.” Bi ya min jî, ku mirov bixwaze di tekoþîna xwe de bigihê encamekê, ev helwest helwesteka rast e. Divê mirov xwe li ser esasê pirsa kurdî konsentre bike ne li ser hevokên (cumle) hin nivîsên hin kesan. Lê mixabin “kurdên din” heta niha “sîyaset”a xwe li ser hevokên kesan yan jî þaþîyên PKKê ava kirine. Her roj dua dikin ku þaþîyeka PKKê li derekê çêbe! Çi welatperwerîyeke sosret!

 

Hin kurdên siyasetmedar yên kevn

 

Lê li Amedê hejmarek kurdên din yên welatparêz û demokrat jî hene. Ev kurd berî salên 80î bi siyasetê ve mijûlbûne, di nav hin rêxistinan de cih girtine, lê niha ne rasterast di nav DTPê de ne, ne jî hêvîya wan bi “kurdên din” heye. Ango bi awayekî aktîf siyasetê nakin. Ez ji wan hinekan re peyivîm. Her çendî li ser destnîþankirina hin namzetan rexneyên wan hebin jî dibêjin, “em ê dengên xwe bidin namzetên DTPê.” Bê namzetên DTPê tu partî yan namzetên din di rojeva wan de nînin.

 

 

Enîya þer û xwînê û enîya çareserîya pirsa kurd

 

Îro di vê hilbijartinê de bi awayekî eþkere du enî hene. Yek ji partî, dezgeh û kesên ku hemû helwestên xwe li ser înkarkirin û ji holê rakirina kurdan ava kirina; ya din bi awayekî eþkere çareserîyeke demokratîk ya pirsa kurd kirîye bingeha helwest û polîtîkaya xwe. Di her firsetê de dibêje “em ê vê pirsê wek pirseke pêþikî di rojeva xwe ya xebata parlamentoyê de bi cih bikin.” Enîyek, ji CHP, DP, MHP, AKP, GP û hwd pêk tê û pirtir xwîn, êþ, înkara kurdan dixwaze; ya din çareserîyeke aþtîane ya pirsa kurdî, rakirina qedexeyên li ser ziman û çanda kurdî, aþtî, demokrasî, wekhevîya jin û mêran, ji bo kedkaran jiyaneka baþtir, dawîlêanîna opereasyonan, bi Baþûrê Kurdistanê re peywendîyên birayane dixwaze. Bi gotina Hatîb Dîcle, çi mafên tirkan hene divê yên kurdan jî bi qasî yên wan bin. Ev enî, ango enîya ku DTP serkêþîyê dike, li her bajarê ku namzetên xwe hene, bi þev û roj, bi kurdî û tirkî propagandaya hedefên siyaseta xwe dike. Enîya din, ango enîya li dijî kurdan jî bi heyecanek bi heman dereceyê li dijî kurdan propagandaya þer û xwînê dike.

 

Çima DTPê bi “kurdên din” re hevkarî nekir?

 

Hin dibêjin DTPê çima bi “kurdên din” re hevkarî nekir. Bi rastî berê min jî gelek dixwast ku DTPê bi ”kurdên din” re îtîfaqek bikira û bi hev re têketana hilbijartinê. Lê îro ez wisa nafikirim. Çima? Ji ber ku bi awayekî eþkere diyarbû ku “kurdên din” ne di siyaseta rastî (reel) de hene ne jî potensîyeleka wan ya dengan heye. Mirovê çima bi kesên ya rêxistinên bêsiyaset û bê alîgir re hevkerîyê bike û wan li piþta xwe ke û bîne cihekî ku ne layiqê ne? Ku ew hebûna, qe nebe dê li bajarekî namzetek nîþan bidana. Ev yek jî diyar dike ku ne niyet ne jî taqeta wan ya siyasetê heye. Her çendî peyvên mezin yên wek “federsyon”, “serxwebûn”, “boykota hilbijartinê”, “ne meþrûbûna dewlet û parlamena Tirkîyê” dikin jî nikarin vê rastîyê veþêrin. Ji bo ku mirov bikaribe heqberê van peyvan derkeve divê mirov performansek ji ya DTPê bilindtir nîþan bide. Ku mirov nikaribe hilbijartina mixtarekî organîze bike mirov dê çawa heqberê van peyvan were? Ango sedema hevkarînekirina DTPê ya bi “kurdên din” re ne tenê DTP ye, “kurdên din jî ji vê yekê re ne amade ne. Belav belav in û ji wan her yekî/ê çend deng derdikevin.

 

Pirsên civaka kurd ne di rojeva “kurdên din” de ne

 

Berî ku ez vê nivîsê binivîsim, min di nav malperên înternetê de gerek pêk anî. Ev derdorên ku min li jorê behsa wan kir, heman benîþtî di înternetê de jî dicûn. Hetta hin ji wan hin nivîsên hin rayedarên AKPê, ku pê DTPê û namzetên wê “rexne” dikin werdigerînin kurdî û pê êrîþê DTPê dikin, ango dîrek berdevkîya AKP û partîyên din dikin. Her roj þehîdbûna keç û kurên ciwan, þewata li Çiyayê Cûdî û Çiyayê Gabarê, êrîþên lîncwarî yên li hember kurdên masûm, bi deh hezaran zarokên kolanan yên birçî, bi hezaran kurdên zîndankirî û malbatên wan, her roj li ser navê namûsa bi awayekî bênamûs kuþtina keçên ciwan xema wan nîne. Çend nivîsên hin ronakbîrên kurd ne tê de, piranîya yên din li ser nivîseka Aysel Tugluk qiyametê radikin. Aysel Tugluk, PKK, HPG, DTP, namzetên serbixwe, bi deh hezaran þehîd û malbatên wan hemûyan dikin beroþekê û tev didin û tev didin. Çi siyaseteka “lîberal” û kurdistanî!!!

 

 

Ku dengekî min hebe ez ê bi kêfxweþî bidim namzetên DTPê

 

Bi kurtî, kampanyaya hilbijartinê di navbera hêza kurd ya ku ji bo mafê gelê kurd têdikoþe û hêzên dewletê, çi partî çi yên din, de ye. Divê her kes cihê xwe diyar bike. Helbet ev hilbijartin dê bi serê xwe çareserîya pirsa kurd bi xwe re neyne. Lê temsîla kurdan ya di parlamana Tirkîyê de, dê hem di qada navneteweyî hem jî di qada neteweyî de, hin delîveyên nû ji bo tevgera kurd bi xwe re bîne. Li ber hindê ev hilbijartin girîng in. Cihê min bi awayekî vekirî û bêþik li ba kurdên welatperwer û hêzên demokrat ên dostên kurdan e. Lewma ku dengekî min hebe ez ê bi kêfxweþî bidim namzetên DTPê yên serbixwe.

 

 

Amed-13.07.2007

diljen@hotmail.com