|
|
||
|
|
||
Melle Alo û NewrozMelle Alo li serê koþê min didê rawestandin. -Xwarzîyê, çend roj sûn da Newroz e, ka hun ê çi bikin? -Wele ez nizanim, em dikarin çi bikin? -Çend tekerên ereban bi cîh bikin, derxin ser kelayê û agir pê xin. Bila çend hevalên we jî hinekî þekir tixin birîkên xwe û di qahwexaneyan da ji bo xelkê belav bikin. Wê gavê, xelkê ji we bipirsê ev çi seker e? Hûn ê agirên li ser kelayê niþan bidin û bibêjin, em cejna Newrozê pîroz dikin. Melle Alo, bi wan galgalên xwe agirê Newrozê di dilê min da vêdixîne. Em Xort in, xwîna me dikele, agirê dilê me têr nake, divê em wê agirê gur bikin, belav bikin.
Ez bawer dikim sala 1976 an bû, nufûsa Swêregê cardin bi texmînî dora 50 hezarî bû. Qahwexana xalê Huso li ser kuça Hurriyetê, li hember Partîya Adaletê bû. Pirr caran li pêþ qahwê, Melle Alo li ser kursiya xwe bi ezamet û heysiyet rûdiniþt, bi þal û sepikê xwe, bi çevîya serê xwe bal û meraqa herkesî diksand ser xwe. Car bi car em xortên þoreþger li doralîya wî rudiniþtin û guhdarîya wî dikirin. Behsa xeberên radyoya Kurdistanê dikir, behsa Berzanî dikir. Digot, min Berzanî bi çavên xwe dîtiyê û guhdarî kirîyê, ez di cemeata wî da beþdar bûmê. Bi kurdîya xwe yê delal çîrokên derheqê Melle Mistefa Berzanî ji me ra digot. Bi galgal û meseleyên wî, me çavên xwe li Gilalayê, Zaxoyê, Barzan û Mergasor vedikir.
Melle Alo, bi çi karî mijûl dibû, îdara xwe çawa dikir min tu cara fam nekir. Min meraq jî nedikir, yê bala min dikþand kurdperwerîya wî, sohbet û galgalên wî bû. Piþtî ez ketim hefsê me þopa hevdu wenda kir. Berî vê çend salan, me telefonê da bi hev ra qise kir. Li Almanyê bû.
Wê demê Komela Kulturperweran (Kultur Sevenler Dernegi) di destên me xortan da ye, munaqeseyên îdeolojîk henin lê belê grûbên sîyasî hîn þikil negirtibûn. Li ser gotina Melle Alo, em tekeran bi cîh dikin, êvara Newrozê grûbên ku me avakirinê tekeran derdixin ser Kela Swêregê, Li Basûr, Bakur, Rojhilat û Rojhavayê kelayê rêz dikin û gor seata ku me biryar dabû, agir bi tekera dixin.
Li çaralîyên Kela Swêregê, agirên Newrozê bilind dibê, grûbên li nav çarsîyê, li ber qahwexanan þekiran belav dikin. Gelek însan radibin ser pîyan û temaseyê agir dikin. Gava em þekir belav dikin, wekê Melle Alo gotibû, em ji xelkê ra dibêjin, ew agirê Newrozê ye. Hinek serên xwe li ba dikin, hinek ji bo þekiran spasîyên xwe dikin û dibêjin, cejna we pîroz be.
Hevalên ku agir bi tekeran dixin, dizivirin tên, dest û rûyên wan bi duxana tekeran reþ bûbû. Ya girîng kesek nehatibû girtin. Bê qeza û bela ji kelayê daketibûn jêr. Ez bawer dikim, polisan tiþtekî wisa hesab nekiribûn, ne istixbarat girtibûn û ne jî tiþtekî hîs kiribûn. Me wan nav cîya da girtibûn.
Hevalên ku wê êvarê di wê karê da cîh girtibûn û yên tê ji bîra min ev in: Uzeyir Al, Adnan Ozbingol, H.Hilmî Çokgezer, Nîhat Dengî, Ahmet Belet, rahmetî Zubeyir Mizrakli. Esil û efsaneya Newrozê çi bû? Di tarîxê da çawa cîyê xwe girtibû, ji bo kurda çi îfade dikir em deynin alîyekî . Wê êvarê me Newroz ji bo jîyanekî însanî û azadî bikar anîbû û em bi ser ketibûn. Bi hezeran însanên me yên bi nav û bê nav Newroz kirin cejna milletê kurd, kirin sembola azadiyê. Bi vê wesîlê Newroza hemû heval û hogiran pîroz dikim.
2006-03-20
|