Paşa Uzun

 

 

 

Nameyek bêriyê

 

Xalê min ê delal, 28 salan berê tu ji nav me windabûyi.

 

Min wisa plan kiribû ku, îsal ez ê bi heval û hogirên te ra tev, bi Ruhsarê ve tev beþdarî bîranîna te bema. Kurteaxiftina* ku min amade kiribû min ê li ser mezelê te bixwenda. Kitaba ku min di der heqê te da nivisandibû jî min ê bi xwe ra banîya û li hevalên te belav bikira.


3-4 roj berê ku ez li teyarê siwar bim, min ji xwûnga xwe Miezo ra telefon kir û got, çend roj þûn da ez têm Dîyarbekirê. Deh deqîqan þûn da Miezo ji min ra telefon kir û got: "Keko! Tu ji bo çi tê Dîyarbekirê?" Min got, ez tim bîranîna xalo Ferîd. Ew kenîya û got:"Ma keko te xwe þaþ kirî yê! Bîranîna xalo 22 ê Çiriya Paþîn (November) e, tu ji bo çi 22 ê Çiriya Pêþîn(Oktober) da tê?" Telefon di nav destê min da, qasê hilmekê ez bêdeng dimînim, wecê min sorûmor dibe, ji xwe û ji sergêjîya xwe þerm dikim. Bi dengekê nizm dibêjim; ez ê planê xwe ne guherînim, 22 ê Ekimê da ez ê li wir bim.


20 Oktombrê da ez gihîþtim Dîyarbekirê. Sibetirê ez, diya min, xwûnga min Mîno, Miezo û mêrê wê Qadir em tev li seyarê siwar bûn û li dora seat dehan da em gîhiþtin ba te.


Barana ku bi þev barîbû, bihna herîya sor daxistibû ser bajêr. Kulîlkên ku min havînê danîbû ser mezelê te, li cîhê xwe hêþk bûbû. Xwûnga te Sadê, hema li kêleka te rûniþt û dest bi girî kir. Mîno got:"keçê megirî!" Min ji Mîno ra got; dev ji Sadê berde bila bi dilê xwe bigirî, hesreta brayê wekê Ferîd ne hêsa ye.


Doralîya du seatan em li nav we gerîyan, li ber mezelên heval, dost û mirovên me rawestyan, me behsa wan kir û ew anîn ji bîra xwe, geh em kelgirî bûn û geh jî em kenîyan.

Gava me ji te û ji yên din xatir xwest û ji wir veqetyan, ez bi dilekî sivik û razî meþîyam.


Ji ser mezel em çûn mala me, li ber dara hêcîrê em rûniþtin. Dimarîya min Aco pastixên pelokê çêkiribû, bes hîna hêþk ne bûbûn. Wê hinek çarþevên pastixan li ber tavê daliqandibû û hinek jî li erdê raxistibûn.


Min xeber þand pê xortekî delal yê cîranê me, ku tu jî wî nas dikî. Gava tu sax bûy ew pir piçûk bû, niha bûye peya, serê wî da jî gelek têþt hatîye. Ji me pir hez dikê, taþtêya xwe nîvçe berda û bazda hat. Min ji ra got, hal mesele wisa ye; ger li Swêregê kitapfiroþek nas hebe em dikarin çend kitabên Ferîd daînin wir, qet nebe mirovên ku dixwazin Ferîd nas bikin, dikarin wê kitabê ji wir bikirin. Lêwêk got:"Keko! Li Swêregê pênc kitapfiroþ henin û her pênc jî îslamcî nin. Ez bawer nakim ku ew bixwazin kitaba Ferîd bifroþin, bes cardin jî ger tu bixwazî ez dikarim bi wan ra biaxifim." Min ji wî ra got; berxwedar be, ne hewce ye.


Bes ez ji wê encama hanê pir xemgîn bûm. Swêrega ku tu li hatibûy dinê, Swêrega ku te li kuçeyên wê meþîya bûy, mezin bû bûy, kilamên xwe goti bûy, nikarîbû deh kitabên te beþer bike û du koþeyekî refan da cîh bide wan.


Herwiha me Aco jî bi xwe ra girt û em çûn Dîyarbekirê. Wê þevê em hemû li hev berhev bûn û me kilamên te guhdarî kirin.


Sibetirê ez û xwarzîyê min, lawê Mîno Þîyar ve tev em çûn cem Mehemed. Mehemed li Swêdê nexweþ ketibû, Doxtirên wir, çawa ji te ra gotibûn: "birayê xwe Mehemed bibe mal, tiþtê ku em bikin tune, wî bibin mal, bila jîyana xwe di nav zarokên xwe da xelas bike." Ji Mehemedê apê Remo ra jî wisa dibêjin. tarîx dubare dibe. Mehemed ji min ra got: "Paþa! Min li nav çavên wê nihert û ji wê re got, ez ê dest ji jîyanê ber nedim lê belê ez ê biçim welatê xwe. Û roja ku ez bûm sax û rabûm ser pîyan, ez ê werim vir, tufîyê ser wecê te bikim û þermaqekê jî li sifetê te xim!"


Ez û Þîyar rastanrast çûn ber derî û me li zingilê xist. Meta Aso derî vekir, Mehemed razabû, got: "Paþayê min tu bi xêr hatî, werin derbasî hundur bin. Zîyaretçiyên Mehemed yên ji Qiziltepê a niha çûn, Mehemed xwe dirêj kirîyê, bîskî dinê wê ji xew rabe." Gava em ketin hundur meta Aso xwarin amade dikir, bîskî þûn da min got; meta Aso tu herê karê xwe bidomîne, em xerîb ninin, em ê xwe ra rûnin.


Nîvseatek þûn da Mehemed rabû hat ba me. Renga wî pir xweþ bû, bê pizirikên li ser sifetê wî renga wî xweþ xwuya dikir. Çavên wî diçirûsî, digot:"Paþa! Ez bi ser ketim, doxtorên me û xelkê me ez li jîyana vegerandim. Laþê min hemû fonksîyonên xwe tîne cîh, bê kemoterapî tu dermanekî bikar naynim, ji alîyê xwarin û vexwarinê astengîyekê tune, sê kîlo min li xwe zêde kirîye, îro ez ê 150 gav bimeþim, her roj dimeþim, roj bi roj ez ê meþa xwe dirêj bikim." Bi serketina wî ez dilxweþ bûm. Min ji ra got; xwe sist meke.


Bîskî þûn da doxtorê wî yê ji Wan ê, bi xanima xwe tev hatin û halê wî pirsîn. Pismamê te Mihê jî hat wir, zatî mala Mihê û Mehemed ji hev ne dûr in. Dr. Selçûq jî hat, dibe ku tu Selçûq nas nakî bes bavê wî Nedîm Xoce tu baþ nas dikî. Dibistana Þaîr Îbrahîmê da berî mudûrê te bû dû ra jî bû mudûrê min. Vî havînê min ew jî dît, em li hev piçikîn, pêþî em herdu kelgirî bûn û dû ra jî em kêfxweþ bûn. Selçûq lawê Nedîm Xoce ye, doxtorek jîr, pak û nefspiçûk e, ger te ew nas bikira kêfa te yê ji wî ra pirr bihata.


Qasî du seatan me ji xwe ra suhbet kir þûn da min xatirê xwe xwest û ez ji meta Aso û Mehemed veqetyam.

Piþtî serdana Mehemed ez zêde li Dîyarbekirê ne mam, zatî wexta min jî tune bû, ji ber wê yekê min ji hevalan kes nedît. Bi deng çûm û bi deng hatim.


22 Qasimê da hevalên te wê li dora te berhev bibin, bes ez ê nikaribim carekê din werim wir. Ji bona ku tu min efû bikî, dixwazim bi vê nivîsarê beþdarî bîrhatina te bibim.


28 salan berê tu ji nav me windabûyi. Ji wê rojê heta niha mecmeleyên bêhejmar bi serê me da hatin û tên. Ez ê ji te ra piçekî behsa xeberên xweþ û ne xweþan bikim ku tu bi rewþa me haydar bî, encamê me kurdan niha çawa ye fahm bikî. Dibe ku ji ber hinek xeberan tu xemgîn bibî, bes xeberên ku te pê kêfxweþ û dilþad bibe jî heye.

Tê ji bîra te? Di helbesta xwe yê "Kevokên Spî" da, te gotibû:"Xarîtên kevn xarîtên kevn bê çîrandin, kevokên sipî, kevokên sipî bê firandin."


Wisa jî bû; Li Balqan, li Asyayê, li Rojhilatanavîn xarîtayên kevn hatin çîrandin, miletên bindest bûn xwedîyê ala xwe, sinor û azadîya xwe. Di nav wan da em kurd jî henin, perçeyek ji welatê me, Kurdîstana Baþûr, niha bi her têþtê xwe weke dewlet e, leþkerên wan, ala wan, tanq û topên wan, telewîzyonên wan û hwd heye, tenê serxwebûna xwe îlan ne kirine, ha îro ha sibe wê serxwebûna xwe jî îlan bikin, ger nekin jî her têþt berbê wê alîyê dimeþê, rêya serxwebûne roj bi roj nêzîk dibe.


Pirsegirêk, astengî, dijhevî û dijminên wan pirr in, lê çawa tevgera pêþmergeyên 1974 an ji te ra û ji hezaran ra dibû îlham û hêvî, îro roj jî hebûna kurdîstanekî azad, ala kurdistanê, ziman û kilamên wan yên azad wekê tîrêjên tava buharê bi ser me da tê, dilê me hemûyan germ, xweþ û dilgeþ dike.


Bes hinek sîyasetmendar û ronakbîrên baþûrî di warê kurmancî da; kurmancîya ku te pê helbest û kilamên xwe dinivisand, kurmanciya ku piranîya kurdan di axiftin û nivisarên xwe da bikar tînin, ya bi zanetî yan jî bi nezantî sergêjîyekî gran nîþan didin.


Gava dibînim û guhdar dibim ku hinek ji soranan dixwazin kurmancî di nav soranî da bihelînin, bi vê hawayê zaravê soranî xurt û zaravê kurmancî qels bikin. Dixwazim bibêjim; me ji ber kurdperweriya xwe, ji ber serkeftin û azadîya xwe, me azadîya we xwest û dixwazin, azadîya we bi hawayekê azadîya me ye jî, loma me ji we ra alîkariya xwe pêþkêþ kir, ji wêranþarê heta Þirnaxê, Cizîrê, Ûluderê bêhejmar heval û dost, þevûroj hemalîya we kir, xwarina xwe bi peþmergeyen we ra parve kirin, ji bo karên we ji serîyekî welit bazdan serîyekî din. Cardin bi hezaran kurmancên Kurdîstana bakur, bi salan ji melle Mistefa ra hizmet kirin, ji pêþmergeyan ra erzaq þandin, ew li malên xwe hewandin û bi wan ra tev li hember dagirkeran þer kirin. Ne wisa?


Mam Celal û kek Mesûd! Gava hemwelatîyên we, kurmancîya ku me pê çavên xwe li dinê vekirîye, dixwazin ji holê rakin û hûn jî li hember vê bûyerê, ji ber sedemên sîyasî, yan jî ji ber menfeatên rojanî, bêdengî û neþîyarê nîþan didin, ez bi ber dikevim û xemgîn dibim. Ger hûn me, wekê hemwelatîyên xwe dibînin û dihesibînin, wê gavê divê hûn hewl bidin mîjû û zimanên xwe û ji me ra gotin û fikrên xwe pêþkêþ bikin ku, ka em bibînin, hûn çawa li zaravê kurmancî dinêrin û çawa difikirin, ji bo pêþveçûyina wê zaravê çi plan û programên we heye, em fahm bikin û tê bigîhîjin.


Di warê sîyasetê da rewþa Kurdîstana bakur qet ne baþ e. Yên li te gulle barandin nuha bi generalan ra dest danin destên hev, bi dahke û dolaban dixwazin me bikin bekçîyên Lozanê. Hinek sîyesetmendarên niha bi nifþa te û sîyasetmendarên wexta te qet naþibin. Her roj tiþtekî difikirin, her roj tiþtekî dibêjin û her roj tevgerek nîþan didin. Piranîya wan hîn jî bi zimanê tirkî diaxifin û dinivisînin. Bi tirkîya xwe yê qulopanî ji sibê heta êvarê welat û kurdan xelas dikin. Bes heta ew welat xelas bikin, kurdîaxiftin jî dikare xelas be. Ji ber ku þerê 15 salan bê gotina "heval" tiþtek li zimanê kurdî zêde nekir. Bi bihaneya þer, dagirkeran bi hezeran gund vala kirin, gundî, cotkar, þivan û palê li bajaran bûn mihacîr, zarok û nevîyên wan li nav bajaran tirkî diaxifin. Ger ev rewþa hanê dom bike, gava kal û pîr, dê û bavên ku kurdî diaxifin emrê xwe temam bikin û dest ji jîyanê berdin û þûna wan bi nifþên ku tirkî diaxifin bê dagirtin mala me difirite. Berî ku mala me bifirite, divê em ji xwe ra li rê û çareyan bigerin, divê bi hawayekê em vê têkçûyinê rawestînin.


Divê ez ji te ra behsa tevgerên çep jî bikim. Wekê tê ji bîra te em hemû kurdperwerên çep bûn. Lê niha piranîya hevalên ji nifþa te û ê yê min bûnin kurdperwer. Ez jî ji wan yek im. Xwedê heq ez ne ji zengîna, ne ji axayan û ne jî ji eþîr û eþîretiyê hez dikim. Lê belê gava ji wan yek yan jî hinek ji wan ji bo azadîya welat rabe ser xwe û divê rabe ser xwe, ser seran ser çavan. Em bixwazin nexwazin wê di nav tevgera kurd da pirparêzî û pirdengî wê hebe û divê bibe jî, ev husûsiyetên cîvatekî modern e, husûsiyetên wisa rê li nexweþîyên sîyasî digrin û civatê pêþ da dibin.


Xebera te tune ye, ez bibêjim; hevalê me yê kevn Sowyet çû ber golikan, hevalê we yê Arnawit jî her wisa, Almanya Rojhilat, Romanya, Bulgarîstan jî têk çûn. Çîna Mao jî di nav guheritinên gran da, bi zîqzaqên di navbera sosyalîzm û kapîtalizm da berxwe dide.

Gelek tevger, serok û rewþenbîrên çep jî, di halûhazirda, li her derê dinyayê ya bûne faþîst, nîjadperest, rasîst yan jî naþyonalîst.


Ew Qastro yê ku me pê dilê xwe þad dikir; gava Saddam li Helebçeyê bi hezaran kurd da ber gazê û qir kir, bi hezaran jî berê xwe dan çîyayan û revîyan, NY an xwest midaxeleyekê însanî bike ku kal û pîr, zar û zêçên li ser çîyayan, ji serma û birçîbûnê ne mirin. Sê heb dewletan daxwaza NY an a midaxele kirinê red kirin, ji wan yek Kubaya a Castro bû. Kuba got: "ger NY an bo alîkariya însanî têkeve nav Iraqê çê nabe, tevgerekê wisa îhlalkirina serxwebûna a Iraqê ye."


Û ez bawer dikim hîna jî Castro dilê xwe bi Saddam diþewitîne. Rast min ji bîra kir, wekê te di helbesta xwe da gotibû, mala Saddam jî hilweþandin, Saddam revîya û çû ket qulika miþkan, bes li wir jî beþer nebû, zarokan ew ji qulikê derxistin û avitin paþ dîwaran. Berî vê du rojan, 5 ê Qasimê da ceza wî birîn: Gor biryara mahkemê divê Saddam bi daraxacîyê ve bi daliqandin, evqas.


Çepên tirkan yê wexta te da digotin: "divê kurd rêxistinên xwe çi nekin û daxwazîya azadîya kurdan nekin, ger ew wisa bikin, ew dibin "millîyetçî" û cudaxwaz." niha jî, wan û eskeran eþkere eþkere piþta xwe danin hev û li hember kurdan nîjadperestî dikin. Ji bo peymana Lozanê û dijî peymana Sewrê meþ û mitîngan çê dikin, bi sloganên nîjadperwerî qîrînûqarînê dikin û xwe diçîrînin.


Ger tu ji min bipirsî ev tevrê wan ji bo me baþ e. Tu yê bibêjî, ji bo çi baþ e? Baþ e, ji ber ku, kurdên me yên ku bi tirkîya xwe yê qulopanî li dû qûna tirkan dimeþin, dixwazin xwe bikin berdest û hevalbendên wan, dikevin nav tengasîyê, fahm dikin û dibînin ku ew bi ava zemzemê jî xwe biþon, tirk wan ji xwe nahesibînin, ji wan ra qîmet û rûmet nadin. Wê gavê mejbûr û mahkûm dibin ku li kurdiyeta xwe bizivirin.


Plan û programên hinek sîyasetmendarên kurd yên dixwazin mesela kurd ji bo menfeat û hîsabên xwe bikar bînin û erzan bifroþin jî dikevin nav astengîyê, ji ber vê nîjadperestîyê êdî nikarin li nav çavên xelkê kurd binêrin û ji wan ra bibêjin; ev cumhuriyeta a kurd û tirkan e, divê em bi hevra bijîn.


Gava sîyasetmendar û generalên tirkan ji sibê heta êvarê di televîzyon û rojnameyan da li nav çavên xelkê kurd dinêrin û nîjadperestîyê dikin, di eslê xwe da ji þîyarbûn û miletbûyina kurdan ra alîkar dibin. Bi gotinek din ji kurdan ra dibêjin: "em dijminên we nin, heta ixtidar di destê me da be, ne tenê li Tirkîyê, li hemû perçeyên Kurdîstanê em ê li serê wexin, em ê we bi pelixînin û bi perçiqînin, em nahilin hûn serî hildin û azad bibin." Xelkê me van gotinan guhdar dikin û pê dihesin, xelkên perçeyên din jî vê tewrê hanê taqîb dikin û dibînin. Ev tewra, xelkên çar parçeyan nêzîkî hev dike, wan dihêjîne û þîyar dike, perçebûyina Kurdîstanê di nav mijûyên însanê me da ji holê radibe, Kurdîstana yekgirtî û bi serxwe di mijûyan da hêdî hêdî þikil digre.


Welhasil buhar buhara kurdan e, kurd dibin millet û berbê azadiyê dimeþin, meþa kurdan erd û ezman dihêjîne, bi vê hêjandinê hîsab û kitabên dizan li nav hev dikeve, agir bi wan dikeve, þev û roj li pêþ me kemînan datînin, lê fêde nake. Yaxa dizan ketîye destê me, heta malê xwe ji wan nestînin em yaxa wan ber nadin.


Te jîyana xwe yê ciwan ji bo me feda kir. Hurmet û hezkirina xwe ji te ra pêþkêþ dikim û çavên te maç dikim.


Xwarzîyê te Paþa

.......................................................................................


* Berî vê 28 sal, li ser rêya Dîyarbekirê, bi gullebarandinê jîyana Ferîd xelas kirin.

Ferîdê delal, perwerde û serwext ji ber çavên me winda kirin.

Di nav wan salan da, hesret û hezkirina dilê min li hember wî roj bi roj zêde bû. Di nav þev û rojên bêhejmar da ez li wî gerîyam, min birîya wî kir.


Yê yan jî yên fermana gullebarandinê dabûn, bi kuþtina Ferîd xwestin tarîxa me rawestînin û me ji tarîxa xwe ra mecbûr bikin. Heta cîyekê bi ser jî ketin, ji panzdeh salan zêtêr teqîn û reqînek koranî, bê mane û bê armanc li her derê welatê me bi rêve birin. Destpêka wê reqîn û teqînê, kirin destpêka tarîxa kurdan. Tarîxa kurdan yê hezar salan ji carekê ve hat înkar kirin. "Hamê Haman" got tarîx bi min ve dest pê dike û bi min ve xelas dibe. Û bêhejmar, sîyasetmendar, rewþenbîr, serok, abûqat, duxtor, mamoste, zimanzane, parlementer li huzûra wî destên xwe li hev girêdan û serê xwe hêjandin û gotin, belê serok! Wilo ye serok! Xwedê heq tu rast dibêjî serok!


Milleta me yê reben û belengaz ji hev da ket, ser û bin bû, cîran li cîran, law li bav, bira li bira bûn dijmin. Bi sedan gund vala bûn, bi hezaran însan erdê bav û kalan terk kirin û li welatê êlê bûn macîr. Zimanê me, çanda me qels bû. Zimanê kurmancî, zimanê ku Ferîd pê kilam û helbestên xwe dinivisand û digot, di bin gef û xeterên gran da berxwe dide.


Kesekî nikarê tarîxa milletekê bi xwe ve dest pê bike û bi xwe ve xelas bike. Her kes kêm zêde, rind xirab, çewt rast gor wexta xwe, gor mezîyetên xwe, gor bîr û baweriyên xwe beþdarî tarîxê dibin, gor encam, îmkan û fersendan di tarîxa xwe yê malbatî, herimî yan jî netewî da pêwestîyên xwe pêktînin û dû ra jî bi hawayekê ji holê winda dibin. Hinek piþtî çend rojan, hinek piþtî çend salan tên ji bîr kirin. Û hinek jî ji ber sedemên taybetî, piþtî salên bêhejmar û bêxelas nayê ji bîr kirin. Hesreta wan li gel heval û hogiran, nas û dostan zêde dibe, xurt dibe.

Ferîd ji wan yek e, gulleyên bêbext ew ji jîyanê girt, lê dilpakîya wî, serwextî û serbilindiya wî, stranên wî, helbest û kilamên wî dijîn. Yê herî girîng armanc û daxwazîya wî yê azadîyê dijî.


Em bi jîyana te kêfxweþ, dilþad û serbilind dibin.

Paþa

22.11.2006