Îsmaîl Beþîkçî hem dixwaze me fahm bike, hem jî kêmasîyên me tîne zimên
Îsmaîl Beþîkçî tirk e. Lêbelê xwe bi bersîvên serdestên civata xwe sînor nekirîye. Ew bi xwe pirsan dike, bersîvan dide. Ew mirovek e ku daye dû dilê xwe. Bi 10an salan e ew mêjîyê xwe ji bo kurdan bi kar tîne; hem dixwaze me fahm bike, hem kêmasîyên me tîne ziman, hem qedir û qîmeta me nîþanê me dide û hem jî þîreta li me dike ku em bi ser xwe werin û bigîhin azadîya xwe. Beþîkçî baþ fahm kiriye ku qedera kolonîyalîst û “kole” bi hevdû ve girêdayî ye û kolonyalîst tucar ne azad e.
Lê þûna pirranîya tirkên “spî” ku di bin þiûra xwe de ji vî geremolê acis in û ji ber wî ji kurdên “kole” nefretê dikin û bawer in ku çiqas êrîþê kurdan bikin û kurdan bi temamî ji ortê rakin ewê azad bibin, Beþîkçî xwedî zanistî û þiûrek zelal û kûr e, ji pirsgirêkê nareve û berpirsyarîya xwe ya mirovanî heta jê tê tîne cîh. Ew zane ku heta kurd bindest bin, tirk wê ne azad bin. Beþîkçî þerwanek Azadîyê ye, azadîya bi A ya mezin. Mehmet Gelturan ji bo rojnameya Ozgur Gundemê bi Îsmaîl Beþîkçî re hevpeyvînek kiriye. Hin dîtin û gotinên ku Beþîkçî di wî hevpeyvînê de tîne ziman li jêr in. Tercûmeya min ne yekoyek e û tevahîya nivisa Gelturan nîne.
Rojda Celîker
Îsmaîl Beþîkçî:
Tevî van pêþveçûnên dawî, helwesta Komara Tirkîyeyê ya li hember kurdan a asîmîlasyonê ye, ya kurdan ji ortê hildanê ye û ya wan tirkkirinê ye.
Sebeba ku zimanê kurdî îro li ber wendabûyînê ye ew e ku kurd, bi taybetî jî rewþenbîrên kurdan berpirsyarîyên xwe neanîne cîh.
Dewleta tirk ji bo xatirê ewrûpîyan û çavboyaxkirina wan mecbûr maye hin qanûnan biguherîne û yek-du qursên ziman vekirîye. Kurd divê tiþtek wisa qebûl nekin. Li Tirkîyeyê qursên zimanê tirkî hene ku bîyanî (çînî, ewrûpayî ûwd.) dikarin beþdar bibin û zimanê tirkî fêr bibin. Çima bîyanî na lê kurd beþdarê qursên kurdî bibin? Li kudera dinyayê hatîye dîtin ku mirovek perê xwe dide ji bo zimanê xwe fêr bibe? Divê kurd ji dewletê doza perwerdeya mecbûrî bikin.
Rewþenbîrên kurd berpirsyarîyên xwe yên li hember civata xwe bi cîh naynin. Ew qîmetê nadin ziman û çanda xwe. Dema rewþenbîrên fîlîstînî têdikoþin zimanê erebî bi kar tînin, ne zimanê îbranî. Rewþenbîrên kurd þûna kurdî de berhemên tirkî ava dikin. Rewþenbîrê kurd ji rewþenbîrê tirk bêtir bûye tirk. Rewþenbîrê kurd di nav gerdanek de ye ku divê rojek berya rojê ji wî gerdanê derê.
Rewþenbîrên kurd divê beþdarê bernameyên televîzyonên tirkî nebin. Ew bername, di þexsê beþdarvanan de tevahîya gelê kurd dipelçiqînin. Demek berê di bernameyek wisa de beþdarvanek tirk xwest rozetek li singa rewþenbîrek kurd bixe. Ka rezaletîyek wisa dibe? Ev rewþenbîr her çiqas zanin ku wê tiþtên wisa biqewin, dîsa jî beþdarê wan bernameyan dibin.
Di nav kurdan de ji Ehmedê Xanî hesastir mirovek derneketîye. Kurd divê li ser vî yekê baþ bisekinin. Ziman pirsa mirin û mayînê ye û gelek ku qîmetê nade zimanê xwe wê herdem xwedîyê birînek be ku xweyn jê tê. Bikaranîna ziman wê rê li ber asîmîlasyona kurdan bigre. Ehmedê Xanî rewþenbîrek pêþverû bû û berhema wî ya Mem û Zînê di nav berhemên sereke ya cîhanê de ye. Mixabin kurdan hin vîya baþ fahm nekirine.
Kurdên baþûr zimanê kurdî ji kurdên bakûr bêtir di hindirê xwe de dijîn; cil û kirasên wan, çanda wan û jiyana wan a rojane li ser zimanê kurdî ava bûye. Divê kurdên bakûr baþ biþopînin ka gelo çima ew qasî kurdên baþûr zimanê xwe nikaribûne pêþ ve bibin.
Çendekî berê min li televîzyona Kurdîstanê de nûçeyek dûr û dirêj li ser zîyareta wezîrê parêzî ya amerîkî ya li cem Berzanî temaþe kir. Lê berya ku wezîr were cem Berzanî, wî serokkomarê Iraqê Telabanî jî dîtibû. Ew jî kurd e. Lê tevê wî di televîzyona Berzanî de gotinek li ser hevdîtina wezîrê amerîkî û Telabanî nehat îfadekirin. Mirov bi vîya diêþê.
Orhan Pamûk got ku yek mîlyon ermenî û 30 hezar kurd hatin kuþtin. Dema hun bêjin ”yek mîlyon ermenî hatin kuþtin”, hun qetla ermenîyan ya di sala 1915an bi bîr tînin. Lê dema hun bêjin ”30 hezar kurd hatin kuþtin”, hun tenê ev 20 salên dawî didin ber çavan. Ma kurdên ku ev 80 sal e hatine kuþtin wê çi bin? Orhan Pamûk xweyna hewqas mirovî ku di serhildanan de hatine kuþtin bi bîr nayne.
Neteweperestîya tirkan 80 sal e li ser hikum e. Neteweperestî li Tirkîyeyê bi awayek rast nayê minaqeþekirin. Divêjin ”neteweperestîya kurd û tirkan”. Nêrînek wisa ne ilmî ye. Neteweperestîya tirkan 80 sal e li ser hikum e û evulîsyona xwe ya civakî, aborî û sîyasî temam kiriye. Neteweperestîya tirkan ya serdest e, kurdan înkar dike û dehdayîyê li wan dike. Lê dema neteweperestîya kurdan daxwazkirina mafên xwe yên mirovanî be û li dij derketina zilma li ser kurdan be, divê mirov vîya normal bivîne. Dema kurd dengê xwe li dij zordarîyê bilind dikin ev çima dibe neteweperestî?
Rewþenbîrê tirk ji avakirina Komara Tirkîyeyê heta îro di nav hewildanek de ye ku bibe perçeyek sîstema resmî û wekî berdevkê wî sîstemê dixebite. Pîvana herî mezin a li ber rewþenbîrê tirk pirsgirêka kurdî ye. Rewþenbîrê tirk li hember vî pirsgirêkê ji helwestek rast û ilmî bêpar e û ev yek wî diqedîne. Rewþenbîrê tirk bi dîskûrs* û îdeolojîya resmî re tevlêhev dijî.
*Min gotina ”dîskurs” ji ”discourse” a îngilizî stendîye, ku bi awayek basît tê maneya danûstendina bi devkî û niviskî. Tirkîya wî ”söylem” e. Bi taybetî di postmodernîzmê de ”Discourse analysis”, yanî analîza gotin û dîtinan cîyek mezin distîne. Bi analîzek wisa mirov dikare bivîne ku gotinên wekî ”biratîya tirk û kurdan”, ”Tirkîyeyîbûyîn”, ”zewacên din navbera kurd û tirkan”, gotinên îdeolojîk in û bi naveroka xwe berdewamîya înkarkirina nasmaeya kurdan in.