Siddîq Bozarslan

Hilbijartina Tirkîyeyê û du rê jibo Kurdan

 

 

Li Tirkîyeyê di 22 yê Temûzê de dê hilbijartina giþtî çêbibe û Meclisa Tirkyîyeyê xwe nû bike. Wek tê zanîn di derbarê hilbijartina serokkomarê nû de lihevhatinek di navbeyna partîya hukûmatê û partîyên muxalefetê de çênebû û Meclisa Tirkîyeyê nikaribû serokkomarê nû hilbijêre û ji ber wê yekê ye ku hilbijartina giþtî dê çend meh zutir çêbe.

 

Piþtî vê hewildanê Meclisa Tirk çend carên din civînan pêkanîn û di hin warên cuda de biryaran sitandin. Van biryarên meclisê ger ji alîyê serokkomar ve were îmzakirin, dê ew bibin qethî û qanûn. Biryarek di derbarê hilbijartina serokkomar de ye ku dibêje bila serokkomar ji alîyê gel ve were hilbijartin. Biryarek din di derbarê namzetên serbixwe de ye ku dibêje lîsteya wan jî digel lîsteyên partîyan de li ser yek kaxezek dê were amadekirin. Li gorî Sazîya Hilbijartinê ya Bilind, ji nûha ve dirêjîya kaxezê lîsteyî 80 santîm e. Dema mureceet xilas bibin, ne ecêb e ku dirêjîya vî kaxezî dê ji mîtroyek dirêjtir be. Ev jî dê bibe sedemê tevlîhevîyeke mezin ji alîyê gel ve ku nikaribin bi hêsanî rayên xwe bidin namzetên xwe yên serbixwe. Balkêþ e ku ev biryar bi 430 dengan hatîye qebûlkirin û tenê 20 deng jî li dijê biryarê ray dane. Pirr vekirîye ku ev biryara Meclisa Tirk li hemberî Kurdan hatîye sitandin. Ji ber ku ev biryar rojek piþtî agahdarîya çapemenîya Serokê DTP Ahmet Tirk ku gotibû ew dê bi namzetên serbixwe têkevin hilbijartinê û dê karibin li meclisê grûb çêkin; li meclisa Tirk hat qebûlkirin. Meclisa Tirk ku di civîna xwe ya yekem de di derbarê hilbijartina serokkomarê nû de nikaribû lihevhatinek çêke û bi jimareya pêwist bi 367 dengan serokkomar hilbijêre; dema namzetên Kurd bûn mijara wan, yên ku dijminatî bi hevre dikirin û çîrê hev û du dikirin, di carekî de bûn yek û li hemberî Kurdan biryar sitandin.

 

Wer xûyaye ku partîyên Kurd ku serokatîyên wan A. Tirk, Þ. Elçî û S. Bucak dikin; di hilbijartinê de wek hev difikirin û dê bi namzetên serbixwe têkevin hilbijartinê. Lê balkêþ e ku van sê partîyan heta nûha li ser bingeheke neteweyî negihane tifaqek ku ev jibo Kurdan kêmasîyeke gelek mezin e. Ewil divê Kurd di nav xwe de tifaqek çêkin; paþê digel hêzên Tirk yên demokrat tifaqan pêkwerînin. Ger tifaqên weha çênebin, di warê qewîbûnê de sê serkeftineke dil dixwaze pêk neyê. Ev ji nûha ve zelal û vekirî ye. Wekî din, divê hilbijartinê de dê sîyaseta Kurdan çawa be ango pêwistî bi sîyaseteke çawa heye? Ez dixwazim piçek li ser van pirsan rawestim.

 

Bi ya min di vê hilbijartinê de tenê du rê li pêþîya Kurdan hene: Rîya yekê ev e ku Kurd bi giþtî hilbijartinê protesto û boykot bikin. Ji ber ku 87 sal e dewleta Tirk, hukûmatên Tirk û hemû sazîyên wan Kurdan temsîl nekirine û li ser înkar û qedexekirina gelê Kurd polîtîkayeke hov û faþîst domandine. Bingehê vê polîtîkayê li vê meclisê avabûye û ev meclis xwedanê vê polîtîkayê ye. Ev polîtîka hovane ku ji polîtîka nejadperestîyê (Aparthaid) gelek xerabtir e; hin jî berdewam dike. Rîya duyemîn jî ev e ku wek meyla van partîyên me jî eþkera bûne; bi namzetîn serbixwe herin hilbijartinê û li meclisê bibin grûbeke Kurdî. Lê li vir pirsa herî girîng ev e ku dê grûba Kurd li ser namûsa xwe li pêþberî ”Milletê Tirk yê Mezin” sonda parlamanîyê (made 81) bixwin û xwe wek Tirk qebûl bikin û yekîtîya dewlet û miletê Tirk biparêzin, an na. Ji alîyê partîyên Kurd ve ev ne zelal e. Bi ya min divê partîyên Kurd berîya ku têkevin hilbijartinê û namzetên xwe hilbijêrin; li ser vê polîtîkayê rawestin û li gorî wê namzetên xwe eþkera bikin û pêþkêþî Sazîya Bilind ya Hilbijartinê bikin. Polîtîka dewleta Tirk ya hovane li ortê ye û li gorî vê polîtîkayê divê Kurd helwesteke neteweyî û dîrokî bigrin û sonda Tirkbûnê qebûl nekin. Bi hewildanke weha ew dikarin bibin dengê gelê Kurd û destûra Tirkan a înkar û qedexekirinê pûç bikin û her weha bi vê hewildanê ew dê bikaribin piþtgirîya raya cîhanê jî bigrin. Ji ber ku hewildanek û daxwazeke weha, daxwazeke demokratîk û mirovî ye. Ger ev daxwaz ji alîyê meclisê ve neyê qebûlkirin; bila ev grûb berê xwe bide bajarê Amedê û li wir xwe wek nûnerên Kurdan êlan bikin. Ango ev grûb berî ku herin meclisê li Amedê mureceatê meclisê bikin û vê daxwaza xwe bi resmû bixwazin û vê xwesteke bi civûneka çapemenîyê jî ji raya giþtî ya Kurd, Tirk û cûhanê re bidin xûyakirinê. Wek di 91 ê de hat dîtinê tenê L. Zana û H. Dîcle çend gotin li metna sondxwarinê zêde kirin, lê paþê paþve gav avêtin. Li wir divê hemû parlamanên Kurd di nav hewildaneke hevbeþ de bibûna, digel hev wê sondê qet nexwendana ango bi hindikayî bidana xûyakirinê ku ev metn, metneke faþîst e û înkara gelê Kurd dike, lewre lê zêdekirin hewce ye. Lê van hevalan digel Leyle û Xetûb neketin nav hewildaneke miþterek û van her du hevalan bi serê xwe man û li hemberî protestoyên nejadperestî û faþîstîyê paþve gav avêtin û ji nû ve sond xwarin. Digel vê þaþî û kêmasîya dîrokî jî sîstema faþîst tehemilê wan nekir û piþtî demeke wan avêtin zindanê. Encam li ortê ye. Hin parlaman ketin zindanê û 15 sal cezayê giran xwarin û hinên din jî revîyan derve û bûn mehkûmê jîyana penaberîyê.

 

Numûneyeke balkêþ jî di destpêka avakirina Meclisa Tirk û Komara Tirk de xwe þanê me daye ku wer xûyaye sîyasetmedarên Kurdan hê jî naxwazin vê numûneyê bînin bîra xwe ango jê dersan bistînin. Wek tê zanîn di damezrandina Meclisa Tirk de M. Kemal û Î. Înûnû bi 73 Kurdan kaxiz dan îmzekirin ku tê de gotibûn Meclisa Tirk, ji Tirk û Kurdan pêk hatîye û van gelan temsîl dike. Hukûmata Înûnû wek wesîqe vê kaxizê îmzekirî di platformên navnetewî de da qebûlkirin û di polîtîka xwe ya xapandinê de bi ser ket. Divê em sîyasetmedarên Kurd vê polîtîka Tirk careke din bînin bîra xwe ku di nav wan xwedî îmzayan de Hesen Xeyrî û Dîyab Axa jî hebûne û eqîbeta ku hatîye serê wan jî carek be jî bînin ber çavên xwe.

 

Divê li vir em du xalên girîng ji bîr nekin. Dewleta Tirk a kolonyalîst-faþîst ku 87 sal e li Kurdan badaye û li ser hîmê înkar û qedexekirinê afirandina yek millet, yek ziman ji xwe re kirine hedef û heta nûha ji vê hedefa xwe jî derneketine. Em hemû berdewamkirina vê polîtîka hovane qebêl dikin. Lê xaleke girîng heye ku gelek sîyasetmedarên Kurd wê qebûl nakin ku ev jî pirazeya Kurdan bixwe ye. Yên ku heta nûha li ser navê Kurdayetîye çûne Meclisa Tirk û di parlamana wan de mane; ewana bûne helqeyeke vê sîstema gemarî. Nîyeta tek u tek mirovan çi dibe bila bibe, rewþa berbiçav li ortê ye. Divê em êdî qebûl bikin ku sûyasetmedarên Kurd yên ku diçin meclisê, ji roja ewil ve dema sonda Tirkbûnê dixwînin û virve; ew êdî Tirk in û perçeyeke sîstema Tirkbûnê temsîl dikin. Ewana bi vî haletî jî di çerçeweya navnetewî de dibin alîkarê domandina vê sîstema hovane. Sîyasetmedarên Kurd êdî divê derzîyê dixwe de kin ku bikaribin þûjinê di yên dervayê xwe de bikin. Ta ku em vê rastîyê nebînin, mixabin em dê avê bikêþînin aþa dijminên xwe. Bi vê mebestê ger em careke din Meclisa Tirk wek navenda polîtîka înkar û qedexekirinê bigrin ber çavên xwe; dê girîngîya parlamanên Kurd jibo Meclisa Tirk hin zêdetir derkeve holê.

 

Namzetên Kurd divê xaleke girîng jî timî bînin ber çavên xwe ku muxtireya e e-maîl ya Serekjerkanîya Tirkîyeyê ya 27 ê Nîsanê; hedefa sereke jibo Tirkîyeyê Kurdan destnîþan kiriye. Li wir dibêje ku ”yên prensîba Atatirk ku dibje çi bextewarî ji wan re ku ji xwe re dibêjin ew Tirk in, qebûl nekin, ewana xaînê welat in û dê xaîn bimînin…” Hedefeka din ya milîtarîzmê jî hukûmata Erdoxan e ku ewana li dijî Kemalîzmê ne. Lê divê qet neyê ji bîrkirin ku Erdoxan heta nûha gelek caran daxwazên eskeran qebûl kiribû û ji niha pêve jî dê bikeve bin emrê wan. Lê jibo hemûyan hedefa miþterek gelê Kurd e û lewre destkeftîyên li Baþûrê Kurdistanê ji xwe re xetereke mezin dibînin û di van rojan de dîsa tehdîdan li Baþûr dikin ku dixwazin operasyonek li ser Baþûr bikin. Bi minasebeta hilbijartinan divê sûyasetmedarên Kurd pirralî bifikirin û vê polîtîka gemarî derxin pêþberî raya giþtî û li hemberî xeterên dewleta Tirk a milîtarîst gelê xwe hiþyar bikin û vê fersendê bikin platformeke neteweyî.

 

24.06.2007