|
|
|||
|
|
|||
Derbe û kitêb *
Pablo Nerûda di xatiratên xwe de qala sindoqa pîra xwe dike. Dibê: “Ez zarokekî pênç þeþ salî bûm û min meraq dikir bê ka gelo sindoqa pîra min çi têde heye. Rojekê wextê min qapaxa wê bilind kir û xwe bi ser de xwar kir, ez di hindurê wê de werbûm. Min bala xwe dayê ku sindoka pîra min tije kitêb in.”
Gava min ev xatira Nerûda xwend, sindoqa pîra min hate bîra min. Hema lazim nelazim di devre tije pelû potbû û kalê min di binê wan potan de debança xwe vediþart. Wextê eskeran digirtin ser mala me, pîra min bazdida sindoqê û kalê min jî kitêbên min diavêt sobê. Min xwe çend dikir destê kalê xwe û: “Kalo, ew kitêbên min î mektebênin!” Min jê re digot. Kalê min wextê karê xwe yê þewitandinê diqedand, destê xwe di serê min dýda: “Kurê min, ne tu nizane,” digot. “Heta ku fam bikin kitêbên mektebêne wê me di Enqerê re derxînin…”
Wê çaxê ez hê zarokbûm û min nizanîbû ‘Enqere' çi ye.
Wextê esker diçûn kalê min bi destê min digirt, ez dibirim dikana Garebêtê qirtasiyevan ji min re kitêbên nuh dikirîn. Garebêt henek bi kalê min dikir: “Kirîb, ma salê çend cara tu kitêba distîn e?” Digot û dikeniya. Kalê min diqeherî: “Tu li karê xwe binêre!” Jê re digot û di bin çavan re li Garebêt dinêrî.
Em xwendevan wextê carinan tên ba hev, gazinê ‘kurd naxwînin' bi hevdu dikin. Gelo bira kurd ji xwendinê hez nakin, an ji ber ku tu rê û mikûnê wan yê xwendinê tune loma naxwî nin? Li welatekî ku ji her deh sala carekê esker derbeyan çêdikin, xwendin çiqasî mimkun e?
Di derbeya eskerî ya yekemîn de (1960) ez heft salîbûm. Di zaroktiya xwe de min li çarçiya qezayê gelek car eskerên siwarî dîtibûn lê min wek wê rojê kusanayî pir û bi xezeb nedîtibûn. Herkesî dikanê xwe digirtin û baz didan. Zilam li ber nigên hespa diketin û radibûn. Eskerên siwarî bi qamçiyan li ser û piþta wan didan.
Di derbeya eskerî ya duyemîn de (1970) min di lîsê de dixwend, huvde salîbûm û êdî min zanîbû ‘Enqere' çi ye. Di wî deh salê di nabeyna herdu derbeyan de þeþ kitêbên me yên xortên qezayê hebûn. Elfabeya Kurdî ya M. E. Borzaslan, Dîroka Kurd Þerefname, Birîna Reþ, Di Dîroka Kurdistanê de Dêrsim, Dîwaneke Cegerxwîn û kitebeke Îsmaîl Beþîkçî. Wê sibeha derbeyê ji ber ku kalê min û pîra min êdî ne saxbûn, diya min ber bi sindoqê bazda û bavê min jî ber bi sobeyê… Bavê min her ku kitêbek diavêt êgir kire kir ji navê dihat û çavên xwe ji min direvand. Wextê dor hat Þerefnamê sekinî. Destê wî lê nedigeriya. Min Þerefname ji destê bavê xwe girt û ‘gunehê' wî sivik kir.
Derbeya eskerî ya sêyemîn (1980) çî me hebû da berxwe û bir; qaset, plaq, kovar, kitêb carek din hatin þewitandin; komele, weþanxane û kitêbxane hatin girtin. Wek kulîlkên xapyayî ku zîpik lêxê em yek bi dara xwe ve neman. Berî ku em xwe bidin alî an bêne girtin, rismên ku me hevalan bi hevre kiþandibûn me tev þewitandin. Em hevalên wê çaxê niha her yek li derekêne û rismekî me li ba hev tune. Me wecê hev ji bîrkir. Zarokên me hevalên bavê xwe nasnakin.
Bi van his û fikran di sala 1997 an de li Stenbûlê min Kitêbxaneya Medya yê vekir. Wê çaxê sê çar weþanxane yên kurdan î ku li ser kurdan bi kurdî û tirkî kitêb û kovar derdixistin hebûn, lê kitêbxaneyeke van berhemana bistîne û bigihîne xelkê tunebû. Kitêbxaneya Medyayê bi vê hewcedariyê vebû. Niha li kitêbxaneya Medyayê du hezar kitêbên li ser kurdan hene, jê pênsed heb bi zimanê kurdî û yên din bi tirkî ne; li dor pênsed heb jî qaset û CD yên kurdî hene.
Orhan Pamuk wextê bawûla bavê xwe vedike mere pasaport, qelem, defter, hubir û kitêban tê de dibîne, lê wextê Hiner Selîm ber bi zaroktiya xwe dihere mere li wan çiyan, li ser piþta hespekî zilamekî bi tifing dibîne. Daxwaza me em ji zaro û torinên xwe re ne debançe û tiving, di bawûlan de qelem, defter û di sindoqan de risim û kitêban bihêlin.
Selahattin Bulut Xwediyê Kitêbxaneya Medyayê Stenbûl
* Ev nivîs ji boyî Konferansa Bedirxaniyan ya Çaran hatiye nivîsandin.
|