|
|
||
|
|
||
Veysel Çamlýbel
Axa Welat / Mehemedê Dirêj
Memed Uzun çu ser dilovanîya xwe. Gelé Kurd, insanekî xwe yé bi rumet , roman nivîskarekî héja bi dilek xemgîn rêvîkir. Kurdé me yé bi qedir û kiymet, Dîyarbekirîyan him dema nexwaþî yé, him jî pey mirina wî lé xweyî derketin.Ev jî nîþan dide ku Kurd bi nasnav a xwe, bi ziman û edebîyat a xwe, paþeroja xwe xweyî derdikevin, wé derkevin.
Siwed li ku , Kurdistan li ku!... Jîyana wé dere û ya me!... Çawa bu ku tû pey ziman é me yé béxweyî ketî , ser xebat a edebî ketî, bi taybetî ser roman an sekînî ? Bakur a welat bi kurdî roman nivîs ? Barke qeder a dû sal bere li bajaré Mersiné me muhbetekî li ser hevdu zedekirî bu. Ser sîyaset û edebîyaté , ser ziman me û edebî ya Kurdî.
Walaté xerîb, dîyasporayé da ji gel/ ji jîyana gel dur sîyasetvanî bi gorî gotina wî ne mumkun, ne rasyonel bu. Vaké din jî ji boy îmkan û alîkarî ya a xebat a çandî û edebî ve Walat é Siwedé ji gelekî walaté Avrupî péþtatir bu.Ji boy wê yeké, ji siyaseté, sîyaseté ku li ser partî û réxistinan té meþandin ji wen dur sekinîm. Usa digo Mehemedé me yé direj.Bi dengek nermik, bi bawerîek zelal, bi wî qirarî þilovekir û axivî.
Meydana sîyaseté… Û ya çand û edebîyaté… Him neziké hev in , Him jî duré hev…
Meydana sîyaseté Meydané husumeté , her caran ya ricim kiriné , lédané , kuþtine.. Gotin a ku dibéjin ‘' ez û ez !..'' hema bi taybetî xercé sîyasetvana ye. Wek té zanîn li vé meydané da dostî û neyarî ne dayîmî ye. Réya sîyaseté caran berjéré , lé gelekî caran jî hevraz. Kutasî ya peyva dikarî béjî ku ‘' ké mir kém ma!...''
Em Kurd péda , tekmîl , seranser siyasetvanin. Sîyaset a ku em dikin giranî ya wé li ser dubendî yé ye , pevçuyiné ye. Em li zimané xwe yé delal hetta vî dawî yé xweyî derneketine. Edebîyat a me yé devkî vekî gulekî çirmisîye. Me ji boy ziman , çand û edebîyat a xwe yé nivîsî karekî taybetî nekirî ye…
Dîrok a me bîyanîn nivîsîne. Pésîra me desté gura, hurça , rovî ya maye. Nava reþeþevekî da ber bi ronayî yé dimeþe gelé Kurd. Berbang dibe ku nézik nebe , dur bikþîne…
Mehemedé direj sed heyf ku tu emrekî direj nejîya yî. Lé te ked u merîfet a xwe ji boy gelé xwe rijand. Pirtukén gelekî bi qiymet nivîsî… Jîyanekî bi rumet derbaskir. Birangé Mehemed bi ez û bez léda çu… Nav sing beré Mezopotam ya delal da cî var bu. Çu ser dilovanî ya xwe.
Seré malbata wî saxbe. Ya heval û hogiré wî Seré gelé Kurd saxbe. Seré rewþenbiré kurda , Ya edebîyathiza sax be…
Belgé darék dewlemend waþya. Mehemedé me yé direj çu gihîþte rewþenbir é me yé bin av û deng.. Çu gihîþte Celadet Bedirxan, Menduh Selim , Cîgerxwîn , Osman Sebrî….. Û navdar é din…
Ziman , edebiyata û çanda kurda ji herkesî péþta emaneté keç û xorté kurda ye.. Her usa dîrok a me jî emaneté wenin.. Péþeroja me jî…
Kivþe, devran ne devran a beré ye… Ba li ser bédar a me zivirîye. Mehemedé bira tu arxayîn be. Nav sing beré welat da bi kef be. Xort û keçé me yé héja tu car gel rûreþ dernaxin.
Veysel Çamlýbel 16.10.2007
|