Veysî Aydin
VeysiAydin@gmx.de

Di sedsala 12mîn de li Kurdistanê Cihû

Di pêvajoya lêkolînen xwe li ser dîroka Kurd û Kurdistanê berî dakirdgirina ji hêla erebên misilman, ez her dem rastî pirjimêrîya Cihuyan li Kurdistanê û hinek jêderên kevn dihatim. Dîroka Cihuyan li Kurdistanê gellek kevn e. Her çiqas hinek jêder pêdabûna Cihûyan li navçeyê dighêjînin Tiglat Pileserê Aþûrî, kî teqrîben sala 721 berî zayinê bi hezaran Cihû ji Êsraîla îro anîbû welatê Aþûr. Her wiha Salmanassar jî hem ji welatê Îsraîl gellek Cihû anî bû Aþûr hem jî ji derên din anî bû wir û gellek caran van Cihûyan di nav tixûbên Aþûr belav kiri bûn. Ez bi xwe di wê bawerîyêde me, ku Cihû wek ol, berî van bûyeran jî, ango berî niþtecîkirina Cihûyan bi destên fermandarên Aþûrîyan li navçêyê hebûn. Ezê di pêþerojêde encamên van lêkolînen xwe bi weþînim.


Yek ji jêderên gellek balkêþ rojnivîsa gerrokekî Cihû yê Espanî bi navê Benyamîn Bar Jona ye. Ew baþtir bi navê “Benyamînê Tudela” tê naskirin. Tudela bajarek li Espanya bû. Benyamînê Tudela di destpêka sedsala 12an hatiyê dinê û piþtî vegera xwe ji gerra rojhilatê di sala 1173an de ber bi dawîya heman sala 1173 mirîye. Benyamînê Tudela di gerra xwe da çûye gellek bajarên Kurdistanê û hem qala cihûyên wan bajarana û hem jî qala wan bajaran bi xwe dike. Min ji gerrnama Benyamînê Tudela gerra wî, ya bo bajarên Kurdistanê hinek cih wergerand Kurdî, da ku biraderên lêkolîner û xwendevan jî jê sûd bigrin.


Di wê demêde gorî jimarên Benyamînê Tudela dayê, li bajarên Kurdistanê, yên ew çûyê ji 110.000 Cihû zêdetir hebûne.


Divêt ez li vir têbînîyekê jî li ser jimara Cihûyên li bajarê Amedîye bi nirxînim. Benyamînê Tudela dibêje li wir 25.000 Cihû dijîn. Bona hin kesan dibekî ev jimar pir zêde xuyan bike. Lêbelê di wê demêde bajarê Amedîye bajarekî gellek giring bû û bajarên wek Zaxo, Dihok û.y.d. Wek bajarokên girêdayî wê bûn. Ji ber vê yekê jimara 25.000 li wê deverê jimareke mimkun e.


Benyamînê Tudela her çiqas li gellek bajarên Kurdistanê gerrîyaye jî, li tu dera rojnivîsa xwe de qala Kurdan nake. Ji welatên wan jî wek welate Med behsdike.


Her çikas avakerê emparatorîya Eyyubîyan Selahaddîn Eyyubî û birayên wî Kurd bin jî, Benjamînê Tuleda ji wan re dibêje qiralên “Togarmin”, ango gorî zimanê wi “Qiralê Tirkan”.


Piþtî bajarê Dimîn li Sûrî dighêje Helebê û dibêje:

“Ji wir (ji Dimîn) heta Helebê sefera 2 rojane. Vira Aram Tzova ye. Bajarê serdarîya Qiral Nûr-ad Dîn e. Di navika bajêr de qesra wî, ya bi dîwarên gellek qalind dorgirtîye, heye. Bajar pirr mezine. Lebê ne kanî, ne jî çem têde heye. Niþtecîyên wê ava baranê vedixwin. Ji ber vê yekê her malbat xwedî sarincekê ye. Di bajêr de 5000 hezar cihû dijîn. Rêberên wan Rabbî Mosche al Qustantînî û Rabbî Scheth in.


Ji wir heta Balis sefera 2 rojan e. Ev der Pethora ye, li qiraxa (kêleka) Perat (çemê Ferat) e. Li vê derê birca Bilams heye, ku avakerê vê bircê kanî bû bi alîkarîya vê bircê demjimêrên (seetên) rojê tespît bi ke. Li vir desteyek Cihû dijîn.


Ji wir heta Qelat Cebbar, ango Sela, sefera nivrojê ye û bajar li çolê ye. Ev bajara hîn jî di destê Ereban de ye, her çi Togarmîm (Tirk) welatê wan dagir kir û wan sirgunî çolê jî kir. Li vî bajarî 2000 Cihû dijîn. Rêberên wan Rabbî Tzîdqîja, Rabbî Chîya (Çîya) û Rabbî Þelomo ne.


Ji wir ta Raqqa sefera du rojan e. Vira Salcha ye. Ev der hidûdê welatê Þinar e. Ev hidûd welatê Togarmîm û qiralîyeta Þinar (Abbasî) ji hev diqetîne. Li bajêr 700 Cihû dijîn. Rêberên wan Rabbî Sakkaî, Rabbî Nadîv, kî kor e, û Rabbî Yosef in. Li wir hawrayek heye, kî ji hêla Esra, yê ji Babil vedigerîya Yeruþîlîm, hatîye avakirin.


Ji wir ta bajarê kevn Harran sefera 2 rojan e. Li vir 20 Cihû dijîn. Li vir jî hawrayek ji hêla Esra hatîye avakirin. Li vir her wiha meydanek heye, kî tê de xanîyê Terachs û Îbrahîm avakirî bû. Li vê meydanê tu avahîyên din nîn in. Misliman qedrê vê derê digrin û bona îbadetê tên vir.


Ji vir heta Resl Aîn (Serê Kanîyê) sefera du rojan e. Çemê Xabûr ji vir derdikeve. Ev çem, çemê Chavor e. Paþê diherrike welatê Med. Dawîyê jî diherrike nav çemê li Gosanê ye, ango diherrike çemê Ferat. Li wir dora 200 Cihû dijîn.


Ji wir heta Nisêbîn sefera du rojan e. Ev bajarekî mezin e û li kêleka çeman avakirîye. Di virda 1000 Cihû dijîn.


Ji wir ta Cazîrat Ibn Umar (Cizîrê) sefera du rojan e. Cizîr li teniþta çemê Chideqqel (Dîcle) avakirîye. Heta cihê keþtîya Nuh sekinî ye 4 mîl ( 1mîl= teq. 1,5 KM) in. Feqet Omar ibn Chettab keþtîya Nuh ji çîyê anîye xwarê û pê bona Misilmanan mizgeftek avakirîye. Heta îro li kêleka keþtîyê hawra Esra heye. Her 9ê Av cihû bona îbadetê tên vira.Li bajarê Cizîrê bi xwe 4000 Cihû dijîn. Rêberên wan Rabbî Muvchar, Rabbî Yûsef û Rabbî Chîya (Çîya) ne.


Ji wir heta Musil sefera du rojan e. Ev bajarê Aþûr, ya mezin e. Li wir 7000 Cihû dijîn. Rêberên wan Rabbî Sakkaî ha-Nasî ji hoza (eþîreta) Dawîd, û Rabbî Yusef, bi navê wî yê din Burhan al-Falak, in. Ew stêrnasê (astrolog) qiral Saif ad-Dîn e. Saîf ad-Dîn birayê qiralê Dîmeþq (þam) Nûr ad-Dîn e.


Li vir welatê Farisan destpêdike. Musil bajerekî gellekî bi hêbet mezin û kevn e. Li kêleka çemê Chideqqel (Dîcle) ye. Di nabêna wê û Nînova, kî bûye xirbe, bes pirek heye. Lebê di nav xirbeyên Nînova gund û bajarên biçûk hene. Mezinîya bajarê Nînova mirov dikanê ji bingehên birca bajêr, kî heta bajarê Îrbîl (Hewlêr) 40 mîl dirêjin, texmîn bike. Bajarê Nînova li kêleka çemê Chideqqel e. Li bajarê Aþûr hawra Ovadja heye û ji hêla Jona ben Amîttai hatîye avakirin. Her wiha hawra Nachum ha-Elqoþî heye.


Ji wir heta bajarê Rahaba (Mayadîn), ku li teniþta çemê Perat (Ferat) e, sefera 3 rojan e. Li bajêr 2000 cihû dijîn. Rêberên wan Rabbî Chîsqîya, Rabbî Tahor û Rabbî Îshaq in. Bajar pirr xweþik e. Mezin e û bi zexm dorgirtî ye. Li dora wê jî bexçe û bîstan hene.


Ji wir heta Qarqissîye sefera rojek e. Vira Qarqemîþ (Carablus) e û li kêleka çemê Perat e. Li bajêr 500 Cihû dijîn. Rêberên wan Rabbî Îshaq û Rabbî Elchanan in.”


Piþtî vî bajarî Benjamînê Tudela diçe bajarên wek Al Anbar, Samarra, Baxdad û hin bajarên din. Piþtî qalkirina xweþikbûn û mezinahîya Bexdad û dewlemendîya xelîfeyên Ebbasî ji ser hinek bajaran derbasî Yemenê dibe û ji ser Besra vedigere dora Dîyala û didomîne:


“ Ji çemê Dîyala welatê Farisan destpêdike. Li vê deverê 1500 Cihû dijîn. Qebra Esra li wir e, ango nêzî Kurna ye. Esra ji Yerûþelîm vegerrîya bû û diçû ba qiral Ardeþîr. Lebê li vî cihî miri bû. Li pêþîya qebra wî hawrak mezin hatîye avakirin. Misilmama jî le kêleka wê mizgeftek avakiri bûn, ji ber ku wan ji Esra gellek hezdikirin. Ji sedema hezkirina Esra ew ji Cihûyan jî hezdikin. Misilman tên wir û îbadetên xwe dikin.


Ji wir heta Xuzistan sefera 4 rojan e, kî vira Elam e. Ev wilayeta bi tumî bê niþtecî ye. Hinek cihên wê hatine wêrankirin. Di navenda xirban bajarê bircan Þûþa heye. Vira qesra fermandarîya Axaþweroþ, ango Xerxes (Xusro) bû ye. Birca wir di dema xwe de avahîyek gellek giring û kevn bû ye. Li bajêr niha 7000 Cihû dijîn. Li wir 14 hawra hene. Li pêþîya yek ji van hawrayan qebra Danîyel heye, xuda rehma xwe lê bike. Çemê Karcha bajêr dike dû parçe. Qebra Danîyel li taxa bajêr e, ya ku Cihû têde dijîn. Berê li wir bazar jî hebûn. Cihû di bazarande tiþtên xwe difroþtin û bi firþtinê gihaþtibûn refah û dewlemendîyê. Li wê hêla pirê kesên feqîr dijîyan. Li hêla wan bazar nebû. Tenê baxçe û bîstanên mêwan hebûn. Ji ber vê yekê ew ji yên hêla din diqeheryan û digotin: ¨Hemû refah û dewlemendî di destên yên hêla din in, ji ber ku qebra pêxember Danîyel li wê hêla wan e.¨ Wekî din qet zanyarî nedidan. Ji vê sebebê gellek caran bi rojan bi hevra þerr dikirin. Di encama þerrê dijwarde ne kesek dikanîbû ji bajêr derkeve, ne jî bikeve nav bajêr, ta ku ji þerr biwestîyana û fikrekî maqûl biketa serê wan. Gorî vê fikrê tawîz didan hevdû. Gorî vê fikra lihevhatinê tabûta pêxember Danîyel dê salekê li wê hêla pirê û sala din li vê hêla pirê ba. Bi vî avayî jî meþandin û herdû hêl jî gîhaþtin refah û dewlemendîyê. Ta ku rojek ji rojan þehînþah Sancar, qiralê welatê Faris, yê 40 serdar di bin bandora wî bûn, hat wê derê. Bi Erebî dibêjin: ¨Sultan al Fars el Kebîr (Sultanê Faris, yê mezin)”. Ew ji çemê Dîyala heta Semerqandê, heta çemê Gosan (mihtemelen çemê Botan/li jor binere), bajarên Medan û çîyayên Chafton (Zagros) û bajarên Tîbet, kî di daristanên wê de hinek ajel (heywan) dijîn, yên moþus îstîhsal dikin, hikum dike. Firehîya emparatorîya wî sefera çar mehan e.


Wek hate gotin: Rojek ji rojan sultan Sancar, qiralê mezin ê Farisan, hati bû û dîti bû, kî tabûta Danîyêl ji hêlek pirê dibin hêla din û Cihû, Misilman û yên nejêkirî (Mesîhî) ji pirê derbasî hêla din dibin. Di prise, ka ev çî vate ye? Li ser vê yekê hemû çîrok jêre tê gotin. Wî jî bersif daye: ¨Ev ne heq e, ku li pêxember bêrêzdarîyek wisa tê girtin. Ji ber vê ez ferman didim we, pirê ji herdû hêla bipîvin û navenda wê tespît bikin. Paþê tabûta Danîyel bigrin û têxin nav tabûteka ji cam, bi wî awayî, kî tabûta text di nav tabûta camde bête xuyanîkirin. Tabûtê bi zincîrên hesînî di binê pirêde dardekin. Her li texma wê li ser pirê hawrakê ava bikin bo hemû mirovên dinyayê. Kî di xwaze, bila were û îbadeta xwe bike, çi Cihû, çi Necihû.¨ Heta îro tabût li wir di binya pirêde dardekirî ye. Her wisa qiral ferman derxist, mîlek ji vî alîyê pirê û mîlek ji wî alîyê pirê rawa masîyan (seyd, neçir) qedexe ye.


Ji wir heta Rudbar (?) sefera 3 rojan e. Li wir 20.000 Cihû dijîn. Di nav wan de gellek kesên xwende, zanyar û dewlemend hene. Lebê ew li wir di bin zordestîyek mezin dijîn.


Ji wir heta çemê Hulwan sefera du rojan e. Li vê deverê 4.000 Cihû dijîn.

Ji wir heta welatê Mulechet (Mulahîd) sefera 4 rojan e. Ev jî gelekî bawerîya xwe bi ola Misilmanan nîne. Li çîyayên bilind dijîn. Bawerîya xwe bi ¨Pîremêr¨ yê ji welatê Haþîþîm tînin. (Benyamîn Tudela di gerra xwe ya welatê Libnan rastî gelekî tê, kî bi navê Haþîþîm tê naskirin. Ji ber ku haþîþ dikþînin. Wan kesan gorî bihîstinên xwe wek ¨þeytanperest¨ bi nav dike. Bi ¨pîremêr¨ Benyamîn di bawerîya min da qesda Þex Adî û bi gelê ¨Haþîþîm¨ yên çîyayên bilind qesda Êzîdîyan dike. Weke tê zanîn Þêx Adî ji devera Baalbeka Libnanê ye û teqrîben heta çend salên berî hatina Benyamînê Tuleda bo navçeyê, 1162¨yan çûye ser heqîye xwe). Li welatê wan 4 civatên Cihû hene. Lebê bi wan re di þerr de ne. Haþîþîm ne di bin fermandarîya qiralê Farisan de ne. Li ser çîyayên bilind dijîn. Ji wir dadikevin bona dizî û þêlandinê. Piþtrê dîsan vedikiþin çîyayên xwe û kesek nikane di þerr de zora wan bibe. Di nav Cihûyên li welatê wan dijîn gellek xwende û zanyar hene û di bin rêberîya Reþ Galutha yê Babîl ê de ne.


Ji wir heta Amedîye sefera 5 rojan e. Li wir 25.000 Cihû dijîn. Ev civata yekemîn e, ya li çîyayê Chafton (Zagros) dijî. Li vir welatê Med destpêdike. Ev Cihûna nebîyên sirgunkirîyên pêþemîn in. Ew ji hêla qiral Salmanassar hatine sirgunkirin. Ew zimanê Targum (Aramî) dipeyivin. Di nav wan de kesên zanyar hene. Ew dinavbera wîlayeta Amedîye û wîlayeta Gîlan dijîn. Dûrbûna van wîlayetan ji hev sefera 25 rojan e. Û ji sînorê Farisan e. Ew di bin fermandarîya qiralên Farisan de ne. Parêzerek (walîyek) li ser navê wî bacê berevdike. Baca ku salê didin goldamarî (?) ye, qasî 1 1/3 goldmaravedî (?) ye.


Li wir, ango li Amedîye, berî deh salan peyayek bi navê Dawîd al-Roî yê Amedî rabû pê. Wî li gel Chîsdaî, Reþ Galutha û rêber Jeþîva Gaon Yaqob li Bexdad xwendi bû. Li ser Talmud, Tewrata Îsraîlî, Halaca û hemû zanistîyên Misilmanan û her wiha pirtûkên ne Încîlî û her wisa li ser nivîsên Magî û sihrî zana bû. Wî biryar gurti bû, kî destê xwe li dijî qiralê Farisan bilind bi ke, Cihûyên li Zagros dijîyan kombike, li dijî yên necihû þerr bike, ber bi Yerûþalîm bimeþe û wê bi destxe Bi qaþo hinek keramtan îþaret da Cihûyan û got:¨Yê muqaddes min þand bona bi destxistina Yerûþalîm û azadkirina we ji bindestîya Necihuyan.¨ Cihûyan bawerîya xwe pê anîn û wî wek ¨Mesîhê me¨ bi nav kirin. Qiralê Farisan ev yek bihîst û þand pê wî, da were, ku qiral pê re biaxive. Bê tirs çû cem wî. Dema ku hevdû dîtin, qirêl jê pirsî:¨Tu ye qiralê Cihûyan?¨ Wî bersiv da: ¨Belê, ez im.¨ Qiral bi hêrs ket û ferman da, wî bigrin û têxin girtîgeha bajarê Taberîstan, kî girtîyan tê de heta mirina xwe têde dimînin. Piþtî sê rojan qiral li gel wezîrên xwe rûniþt, kî li ser pirsgirêka Cihûyên li dijî wî dest rakirine, biþêwire. Ji niþkave Dawîd li ber wan derket, kî xwe ji girtigehê azad kiribû, bêyî kesek destûr bide wî. Dema qiral wî dît, jê pirsî: ¨Kê te anî vira? Ma kê te serbest berda?¨. Wî bersiv da: ¨Biaqilî û zîrekîya xwe. Lewra ez ne ji te, ne jî ji xulamen te ditirsim!¨ Qiral derhal ferman da xulamên xwe û got: ¨Wî bigrin!¨. Lebê xulamên wî bersiv dan û gotin: ¨Her çî guhên me dengekî dibihîsin jî, em kesekî nabînin. Bi carekê qiral û wezîrên wî ecêb man li ser zîrekîya wî. Wî bo qirêl got: ¨Ezê êdî bi rîya xwe de herrim.¨ Û çû. Qiral bi pê wî ket, wezîr û xulamên wî jî pê qirêl ketin ta ku gîhaþtin çem. Wî (Dawîd) destmala xwe ya xodanê girt, li ser avê raxist û li ser meþîya û derbasî hêla din bû. Dema xulaman wî dîtin, kî li ser destmala xwe li ser avê dimeþe û derbasî hêla din dibe, ew jî ketîn keþtîkên xwe, bona wî bi þûnde bînin. Lebê bi serneketin û gotin: ¨Li hemû dinyayê sihêrbazekî wek vîya nîne.¨ Ew bi xwe (Dawîd) bi sefera deh rojan di rojekê de bi alîkarîya xuda pîyatî gîhaþt bajarê Amedîye. Tiþtên hati bûn serê wî bo Cihûyan qalkir. Hemû li zîrekîya wî ecêb ma bûn.


Piþtî vê bûyerê qiralê Farisan kesek þand ba Amîr al-Mumîn, serokê Misilmanan, kî li Bexdad rûdiniþt, ku ew zorê bide Reþ Galutha û Yeþîva Gaon Yakob, da ku Dawîd dev ji pîlana xwe berde. Her wiha gefa xwe kir, û got: ¨Heke Dawîd ji pîlana xwe venegerre, ezê hemû Cihûyên di qiralîyeta min dijîn, bikujim¨. Hemû civatên Cihû, yên li welatê Farisam dijîyan, ditirsyan. Resch Gulatha û Yeþîva Gaon Yakob þandin pê Dawîd û gotinê: ¨ Bizanibe, dema axîretê nehatîye. Çimkî me ta niha qet îþaretên wê nedîtine. Bi zordarîye jî kesek bisernakeve. Daxwaza me ji te eve, ku tu dev ji pîlana xwe berde. Heke na, tê ji hemû civatên Cihû bête avêjtin.¨ Her wiha xeber þandin Sakkaî ha-Nasî li welatê Aþûr û Rabî Yusef Burhan al-Falak, kî ew nameyekê ji wî (Dawîd) re biþînin û wî îqaz bikin. Wan bi xwe jî nameyek nivîsandin. Feqet wî îqaz berçav nekir, ta kî qiralek bi navê Saî ad-Dîn, ango qiralê Togarmîm (Tirkan) wek fermandarekî di bin bandora qiralê Farisan rabû û xenzûrê Dawîd al-Roî bi dehhezar zêr bertîl kir, kî Dawîd bi dizî bikuje. Li ser vê yekê ev kes çû mala wî û wî dema di nav nivînade di xewde bû kuþt. Bi vî awayî pîlana wî pûç bû. Piþtre qiralê Farisan þerr li dijî Cihûyên li çiyan dijîyan destpêkir. Lebê wan serî dan Reþ Gulatha, kî ew midaxele û alîkarî bike, kî bi qirêl re li hev werin. Bi sed talen zêr qiral qayilî lihevhatinê bû. Piþtre li welêt dîsan aramî û aþîtî pêkhat.


Ji van çîyan heta Hemedan sefera 20 rojan dajo. Hemedan bajarî gellekî mezine li Medîa. Li wir 30.000 Cihû dijîn. Li wir li ber hawrayekê qebrên Mordechaî û Ester hene.“


Piþtî Hemeden Benyamîn Tuleda diçe Taberîstan û bajarên wek Îsfahan, Þîraz û Ghasna û heta Tîbet û Hindustanê jî diçe. Hinek hozên Cihû yên li wan hêlan wek hozên Sebulun, Aþer, Neftalî bi destê Salmanassar li „Xelec û Xabûr, derdora çemê Gosan û li bajarên Med hatine niþtecîkirin.“ Di vê navberêda qala þerrê qiralê Farisan li dijî „Kuffarat at-Turk“, ku li çola Asya navîn dijîn, dike.


Paþan vedigere Xuzistanê û li kendavê diçe hinek giravan û qala Cihûyên wan deveran dike.


Rîya xwe bi Çîn, Hindustan, Yemen, Etopya, Misir, Îtalya, Almanya û Firansa dixe û vedigerre welatê xwe Esfarat (Êspanya).


20.12.2006


Werger û têbînî: Ji almanî

Jüdische Reisen im Mittelalter" "(Gerrên/Seyahetên Cihû di qirnê navîn de"