|
|
||
|
|
||
Veysî Aydin Di sedsala 12mîn de li Kurdistanê Cihû (2)Piþtî qalkirina gerra Benyamînê Tudela (Espanya) bo Kurdistanê di sedsala 12.mîn, vê carê jî dixwazim behsa gerra Rabbî Petachjayê Regensburg, hahamê Cihu yê ji Bajarê Regensburg bi kim. Rabbî Petachyayê Regensburg jî di sedsala 12.mîn de wek Rabbî Benyamînê Tudela lebê çend salek piþtî wi gerrek bo rojhilata navîn pêk anîye. Regensburg bajarekî Almanya baþur e. Rabbî Petachya li wir karê rabbî, ango hahamî, dikir. Yek ji kevntirîn gerrokê cihu ye, yê sefera rojhilata navîn kirîye. Di vê gerra xwe de çuye hinek bajarên Kurdistanê jî. Weke tê zanîn Sultan Sancarê Selçukî di sedsala 12.mîn de qismekî herêma Kurdan wek Kurdistan bi navkiribu. Lê belê navê Kurdistanê di nivîsa Rabbî Petachyayê Regensburg de derbas nabe. Her çiqas pirjimarîya niþtecîyên (runiþtevanên) bajarên Petachja çuyê Kurd bun jî, navê Kurdan jî wek gellekî niþtevanê van bajaran derbas nabe, Rabbî Petachya ne nivîsandîye, ka wî kînga dest bi gerra xwe kirîye u kînga vegerîyaye welate xwe. Mirov ji qalkirinên wî dikane bêje, di sala 1174/1175 dest bi gerra xwe kirîye u piþtî 5-6 salan, ango 1181/1182 vegerrîyaye welatê xwe. Ev dem dema desthilatîya Selîukan li hêlekê u desthilatîya Eyyubîyên ji hêlekê ye. Weke tê zanîn, di heman demêde Selahaddînê Eyyubî emparatorîya Eyyubîyan damezirandi bu. Hinek deverên Kurdistanê jî di bin desthilatdarîya wî de bun. Deverên din yê Kurditanê di bin hukmê Selçukîyande bu. Her çiqas Selahaddîn li Tiqrîtê hatiye dinê u ji hoza Kurd Rewadî ye, lê di desthiltdarîya xwe de li Kurdbuna xwe xwedî derneketî ye. Ji ber vê yekê gerrokên wek Benyamînê Tudela u Petachyayê Regensburg di hemdemîya serdarîya Kurdekî jî qet qala Kurdan nakin. Serdema Selaheddîn, serdema êrîþên xaçparêzîyên Ewropa ye. Giringtirîn þerrên wî li dijî hêzen Ewropî, yên dixwestin Yeruþelîm ji destê Misilmanan derxin, pêk hatîye. Bi dîlgirtina (esîrgirtin) Rîçardê Dilþêr nav u dengê wî mezintir bu ye. Di bawerîya min da, serdestîya Seleheddînê Eyyubî divêt wek serdestîya Ereban bête nirxandin.. Serkirdeyên wek Seleheddîn li Kurdîtîya xwe xwedî derketana, wê dîrok îro bi awayekî din bihata nivîsandin. Dîsan jî nivîsên gerrokan wek Benyamînê Tudela u Petachjayê Regensburg gellek zanyarîyên giranbiha li ser rewþa welatê me yê wê demê dighêjînin ber destên me. Rabbî Petachja ji ser Lehistan (Polonya), Uris u Qefqasyayê diçe Kurdistanê. Ji welatê Togarmam (Tirk) diçe welatê Ararat (Agirî). Li wir hildikþe ser çîyayê Agirî. Paþê diçe Nisêbîne u li ser wir dibêje: “ Li Nisêbînê civateka mezin a Cihuyan heye. Li wir hawrayên Rabbî Yehuda ben Beteras u du hawrayên ji hêla Esra ha-Sofer hatine avakirin hene. Di dîwarê hawrayekê de kevirekî sor, yê Esra li gel xwe anî bu, heye. Bi Nisêbînê welatê Aþur destpêdike”. Ji Nisêbîne bi sefera 8 rojan digihêje Nînovaya Nuh, ango Musil. “Çemê Chideqqel (Dîcle) ji hinda Nînova derbas dibe. Li hêla din ya çem bi firehbuna 3 rojan xirbeyên Nînovaya kevn heye. Hemu welatê Nînova weq qîrê reþ e. Cihê eslî yê bajarê Nînova hilweþîyaye. Ne gîha, ne darek li wir þîn tê. Nînovaya Nuh li hemberê wî, li hêla din ya çem e. Li Musil, Nînovaya Nuh, civateka mezin a Cihuyan heye. Ji 6.000 bêtir Cihu li wir dijîn. Du Nes¨îm, ango mîr, fermandarên wir in. Navê yekî Rabî Dawîd e, navê yê din Rabî Þemuel e. Her du pismamên hevdu ne u ji hoza qiral Dawîd in. Her kesek salê bo serê kesekî zêrek bace didin. Bacên ji Cihuyan tên girtin, bi nêvî diçin ji Sultan re, u nêvî jî diçe bo her du Nes¨îm, mîran. Ev kesan xwedî erd u baxçe ne. Li van welatan chasanîm, wek îmam, nîn in. Lebê gellek qutabîyên van mîran hene. Her carê yek ji wan duayan pêþkêþ dike. Mîr xwedî girtigehekê ye. Kesên tawanbar dixe vê girtigehê. Her çi Cihu, her çi necihu be jî, kesên suc kirine, dixin girtigehê. Sucdar Misilman be jî, dixin girtigehê. Dîyare di eê demê de li welatê Petachja fîl tune bu. Dibe ku hew navê fîl bihîstu bu. Ema Petacja fîlê di bîne, gellek ecêb dimîne u wiha dibêje: “ Li Nînova/Musil fîlek heye. Serê wî ji derva nayê xuyakirin. Ew pirr mezin e u her carê du balya ka dixwe. Devê wî di cihekî veþartî de ye. Dema bixwaze bixwe, zimanê xwe yê teqrîben 200 elle (pîvanek dema kevne, teqrîben 1 elle = 75 santîm e) dirêj dike, li balya ka digerrîne u radipellikîne devê xwe. Heke kesesek ji hêla Sultan ve wek mêrkuj bête qebulkirin, wî kesî tînin ba fîl u ji fîl re dibêjin ¨Ev kes mêrkuj e.¨ Wê gavê fîl bi zimanê xwe wî kesî hildigre, dipengizîne u bi vî awayî dikuje. Tiþtê mirov bi destê xwe dike, ew bi zimanê xwe dike. Li dora wê xaniye kî wek bircê lêkirî ye. 12 leþker li ser vê bircê li ber fîlê ne. Fîl zimanê xwe derdixe u dike wek pirekê u leþker siwarî wê dibin u jê peya dibin.” Petachja qala stêrnasên Cihu yên li wê navçeyê dijîn dike u wisa didomîne: “Li Musilê stêrnasek dijî. Navê wî Rabî Þelomo ye. Li Musil u hemu welatê Aþur stêrnasekî ji wî baþtir nîne. “ Rabbî Petachja li Musil nexweþ dikeve. Piziþkên (doktorên) qirêl dibêjin, “ew xelas nabe”. Di wan deman de, adet e ku nêvîyê mîrata Cihuyê li wê deverê mêvan be, u li wir bimre, bo sultan tê dayin. Ji ber ku Petachja kincên qenc li xwe kiri bu, digotin, qey Petachja mirovekî gellekî dewlemend e. Ji ber vê yekê nivîskarên sultan hati bun ku nêvîyê perê wî ji bo Sultan jê bigrin, heke Petachja bimre. Petachja her çi nexweþ be jî, qebul nake, u dibêje: “ Min bibin hêla din ya çemê Chideqqel (Dîcle).” Lê mirov nikane bi kêþtî derbasî hêla din bibe. Çem gellekî firehe u ava wê bi tezyîq diherrike. Ev tezyîq dikane kêþtîyan biqulupîne. Ji ber vê yekê xelk ji qurmên daran sedirekê çedikin. Nexwþ an mal u tiþtên xwe bi sediran derbasî hêla din ya çem dikin. Ava çem aveke saxker e. Petachja jî bi vê avê ji nexweþîya xwe saxlem dibe.... Gorî nivîsa Petachja ji Musil pê de li gellek gund u bajaran civatên cihu hene. Rabbî Petachja piþtî ji Musil vediqete, dighêje baxçekî. Ev baxçe pirr mezin bu ye. Ev baxçe yê rêberê Cihuyên Yeþîva bu ye. Petachja le ser baxçeyî wiha dibeje: “Tê de hemu cinsên mêwe hebun. Hinek ji wan sêvê evînî bun, kî þiklê wan wek serçavê mirovan bu. Her wisa gellek cinsên gîha u þênahî hebun. “ Rabbî Petachya ji wir diçe Bexdad. Sefera xwe bi suwarîya hoþtir, hesp u keran didomîne, ji ber ku çemê Dicle bi aveka tezyîq diherrike u çuyina bi kêþtî ne mimkune. Bi dur u dirêjî behsa bajarê Bexdad u niþtecîyên wê u bi taybetî Cihuyên wir dike. Petachya bi giranî li ser rewþa Cihuyên navçeyê nivîsîye. Dibêje Cihuyên welatê Med wek Cihuyên welatê Aþur u Babîl hemu 24 pirtukên Tewratê nasdikin. Rabbî Þemu¨el wek rêberê Cihuyên Yeþuwa bo dadwerîyê selahîyet daye hinek Cihuyan u ev dad li ser navê Þamu¨el u bi mohra wî kanî bun hukmên fermî bidin. Ev mohra li hemu derê, li Îsraîlê jî dihat qebulkirin. Li ser Cihuyên welatê Ararat jî wiha dibêje: “ Li welatê Ararat bajarên mezin hene. Feqet kêm Cihu di van bajaran de dijîn. Di demên berê gellek Cihu di wan bajaran de hebun. Lebê bi hev ra þerr dikirin u ji ber wê jî ji hev veqetîyan. Hinekên wan çun bajarên Babîl, hinekên wan çun bajarên Farisan u hinekên wan jî çun bajarên Medan. Gorî wîi welatê Babîl u Kuþ ji 600.000 bêtir Cihu dijîn. Hewqas jî li welatê Farisan dijîn. Lêbelê yên li welatê Farisan dijîn, di bindestîyek dijwar de ne. Gellek dext li ser wan heye. “ Petachja dîsa jî diçe bajarê Þuþa (Susa). Li wir 2 cihu he bun. Her du jî karê boyaxê dikirin. Van Cihuyan Petachja dibin ser tabuta Danîel, ya di binê pira çemê bajarê Þuþa dardekirî bu. Ji ber cihê tabutê di nava gel de þerr derdiket. Cihê tabut lê bu bazar çêdibu u xelkê wê dewlemend bu. Her du hêlê çem dixwestin tabut li hêla wan be. Ji ber vê yekê jî þerr dikirin. Ta ku mirovekî pêþnîyara dardekirina tabutê di nîvrêya pirê de kir. Tabut ji sifirê (paqir) çêkirî bu u ji durve dibiriqî. (Gerrok Rabbî Benyamînê Tudela jî qala vê tabutê kiri bu, lebê goti bu, tabut xistine tabuteke cam u ev pêþnîyar jî, pêþnîyara qirêl bu). Petachja piþtî sefera Þuþa vedigerre Bexdad. Dema ew li Bexdadêye nunerên Magogan, kî ev nav wê demê li Tirk u Moxolan dikirin, li Bexdad bune. Welatê Magogan li paþîya “çîyayên tarî” ye. I wir jî Cihuyên kurê Jonadan ben Rechav dijîyan. Gorî Petachja çîyayên Agirî sefera 5 rojan ji Bexdadê dur e. “Ev çîyana yek ji yê din bilindtir e. Di nav van þaxên çîyê de 4 çîya pirr bilindin, u her du çîya ruberî hev in. Kêþtîya Nuh di nav van çîyan de asê maye u nikanî bu jê derketa. Ev kêþtî heta niha jî nehatî dîtin. Êdî kêþtîya Nuh arxê nemayê. Lewra rizyaye. Çîya bi gîha u darên nizm xemîlîne. Xinava gîha u þênayîyê bi tîna roja zu dukel dibe. Xelk serê sibehê zu diçin gîhayên xwarinê beredikin. Ev li wir adetek e. Xelk gezo dide hec, hur hur jêdikin li gel pel u darikên wê. Evan sert u tal in. Toxumên wê spî ne wek berfê. Piþtî gezo bi pell tê kelandin þêrîn dibe wek hinguv. Heke gezo bê pell bête kelandin, canê mirovê ku wê bixwe nerm dike. Di devê mirov de dihelle u pirr þêrîn e. „ Petachja ji ser Musil diçe Nisêbînê. Dibêje, li Nisêbîne hawrayek heye, ji hêla Esra hatîye avakirin. Li ser kevirekî vê hawrayê wiha nivîsandî ye: „Esra ha-Sofer“ (Esra yê nivîser)“. Li Nisêbîne 800 Cihu hebune. Petachja piþtre rîya xwe bi Hamat (?), Harran u Aram Naharayîm (Cizîrê) dixe. Serî li bîra avê ya Îbrahîm li Harran dixe. Dibêje: „ 40 mirov kanin kevîrê serê bîrê digre jê rake. Bîr teqrîben 300 elle (1 elle=teq. 75 sentîm) kur e. Êdî av tê de nema ye.“ Rabbî Petachja paþê diçe Helebê. Li ser Helebê wisa dibêje: „ Bo çi navê vira Heleb e? Ji ber ku pez u dewarên bavê me Îbrahîm li ser çîyayê vir hatine çêrandin. Çêlekan þîr (heleb) daye. Pêlikek ji çîyê dadikeve xwarê. Wî, Îbrahîm, þîr li xelkê hejar (feqîr) belav kirî ye.” Ji ber vê jî xwedêgiravî navê wir bu ye Heleb. Petachja ji Helebê diçe Dîmeþqê u dibêje, Dîmeþq (Þam) di bin desthilatîya Qiralê Misrê de ye. Weke tê zanîn wê demê navenda desthaltdarîya Eyyubîyan li Misrê bu. Li Dîmeþqê 10.000 Cihu hebune. Þam yek ji navenda rewþenbîrên Cihuyan bu ye. Piþtî serdana welatê Îsraîl vedigerre Regensburg. Werger û têbînî: Ji Almanî Jüdische Reisen im Mittelalter" "(Gerrên/Seyahetê n Cihû di qirnê navîn de" |