Veysî Aydin
VeysiAydin@gmx.de

 

hî, Kurd û Ereb

Di navbêra 1941 – 1952

- 1-

û xaleka piçuk ji helwesta

Þex Mehmudê Berzencî

 

 

Nivîskar: Mokî Zakên

Wergera bo Kurdî ya tîpê Erebî: Amîr Tahir

Wergera ji tîpên Erebî bo Latînî: Veysî Aydin

Çavkanî: Kovara Metîn - jimara 148

 

Di van rupelan de em dê li ser pêgehê Cihuyan di nav civaka Kurdan de u peywendîyên wan di gel Kurd u Ereban di navbera salên 1941 u 1952¨an de, ango di deh salên dawîyê da ji hebuna Cihuyan li Kurdistanê rawestin. Nebuna dokumentan li dor Cihuyên Kurdistanê wê delîvê nadete me, ku me dîtineka berfireh derbarê vê serbura Cihuyan hebît. Ewa du rudanên girîng bi xwe ve digrît: Kodtaya Reþîd el Geylanî li sala 1941ê u zincîreka rudanan her ji destpêka þerrê Felestînê li 1948ê ta damezirandina dewleta Îsraîlê, kî bune egerên koçberbuna bi kom a Cihuyan ji Îraqê berev Îsraîlê.

 

Heta destpêka þerrê du yê cîhanî peywendîyên Misilmanan u Cihuyan li Kurdistanê çi rudanên berçav bi xwe ve nedigirtin. Wan Cihuyên me zanyarî jê wergirtin, pewywendîyên xo u Misilmanan bi þêweyekî giþtî bi baþ dirnirxand. Pêgeha van Cihuyan u peywendîyên wan di gel cîranên wan li gundên Akrê u Zaxo ji deverên dî baþtir bun. Cihuyên Zaxo bi di axivin, dibêjin bîra wan dihêt, demên li rojên þembî bo þebetê diçune kinîsê di vegerrê neçar dibun di ber çayxana gerrekê ra biburin. Kurdên Misilmanên çayxanê ve ji bo rêzgirtina Cihuyan cigarêt xo divemirandin. Eve bîrhatinên qunaxeka kevnara jîyana Kurdistanê ne, ku tê da peywendîyên Misilmanan u Cihuyan hêþta gellek dibaþ bun.

 

Peydabuna bizava Sehyonî (Sîyonî) u nasyonalîzma Erebî çerxê bîstê pêgeha Cihuyan li welatên Erebî guherrî. Li hemî deran cihuyek diþya layangirî u piþtevanîya bizava sehyonî biket, beyî ku ji layê hevwelatîyên xo ve bi xayin bihête binavkirin. Lê li Îraqê desthilatdaran wekî bizaveka dij-ereb berê xo dida Sîyonîzmê u bo nasyonalîstekî Ereb Cihuyekî sehyonîst bi xayin dihate hejmartin.

 

Bi peydabuna dewleta Îsraîlê peywendîya Cihuyan di gel cîranên wan yên Misilman guherrîneka berçav bi xo ve dît. Polak, vê çendê bi guherrîna kulavên Cihuyan ve girê dide. Di vî maweyî da Cihuyan terbuþ hêla, ku kulavek bu di qonaxên dawîyê ji jîyana dewleta Osmanî da bikarhat. Pitirîta sîdar dikirine serê xwe, ko kulavek bu bi þiklê gemyê u ji mexmelê reþ bu u pitirîya nasyonalîstên nu tên Îraqî ji wî kulavi dikirin serê xwe. Ev hewla bo xwe wekhevkirinê di gel xelkê dî, girove bo nemana jbiroj jêdetira bawerîyê li dev Cihuyan. Di gel hindê jî ew rudanan ji hemîyan pitir jîyana Cihuyên Îraqê serewjêr kirî. Di navbêra þerrê cîhanê duyê da hate pêþ,ko di taya Reþîd El-Geylanî li sla 1941ê u ew koþtara bi navê “Ferhud” bu guv hatî, lerzek xiste gîyanê Cihuyên Îraqê u kawdanekê tazê anî gorê, ku hebuna wan li Îraqê dixiste metirsîyê.

 

Rengvedanên Ferhudê li herêmên Kurdî

Her ji naerasta salen 1930ê bizava nasyonalîsta Erebî u hestên dije brîtanî buyerê ramyarî u þeqamê Kurdî u Erebî dagîr kiri bu u hestê dijayetîya Cihuyan pitir lê dikir. Ben Zîyon Îsraêlî, ko ji Felestîn ji merema bidestanîna gîya u darxurmên Îraqî hati bu Îraqê serdana gelek revendên Cihu li bakurê Îraqê, anko li Kerkukê, li Hewlêrê, li Musilê, li Dihokê u Sindurê kiri bu. Wî zanyarî li dor wan revendan jî bi dest ve anî bu, ewên li Silêmanîyê, li Akrê, Koyî Senceq, Rewandîz u Amedîyê dijîyan u ew neþîya bu, serdana wan bike. Ew gellek belav bun. Vederbuna revendên Cuhî yê hêbetgirtî bu u bi vî awayî peywendîyên Cihuyên Kurdistanê bi welatê wan ve heldisengînît: Xerîbî li vira sed desta di tehltir u nexoþtirin. Cihu di serkutkirî ne. Êhana wa tê kirin u tên qutan. Bi taybetî dema Cihuyek yê bi tenê be, hêriþ lê dihat kirin. Lê ya ji hemîya nexoþtir bo wan tirsa berdewama cudabunê ye ji wan tiþtên wan a bi vî welatê Erebî ve girêdidin. Min ji niþkekê ve xwe dît di nav hinek revendên Cihu, ku çavrêyî mucîzeyekê bun, were wan ji xerîbîya welatê Ereban rizgar bike û xelk jî di navbera xwe da pê neaxivin. Hindekan ji wan divîya bi awayekê nehênî min bibîbin û hêvî ji min dikirin ji bo koçberbunê harîkarîya wan bikim. Kawdanên van revendan dixirabun û hîç hêvîyek ji bo baþtirbunê di gorê da nîne. “Em nikanin gazinda zordarîya xelkê li dev berpirsan bikin. Ew dê me bikujin. Harîkarîya me nakin.” Evana gotinên revendê li Musil bun. Xelkê Kerkukê jî dibêjin: “ Eger baranek ne bare û xelayek peyda bibe, ew dê fermana me rakin. Gellek ji wana dukandarin yan jî bazirganên gerrok in, ku mifayekê gellek caran aþopî bi þêwê deynên çi caran nedayî ji misilmanên vî welatî dikin. Hîç hêvîyek nîne kanibin deynê xwe û tenanet beþekê wan jî bistînin. Gellekan hez dikir, hinek pare kombikin, ku tenha kanibin pê koçber bibin.

 

Çûnkî gellek ji wana sermayekî berçav bidin li dev xelkê necihu heye u di heman dem da hinek pare berhev nîne ko kanibin pê koçber bibin... Lewma hizra firotina xanî û tiþtên xwe dikin. Lê ditirsin, eger xelk bi merama koîberbuna wan bihesin, neke hêcetek bikeva lepa ku wan pitir azar bidin yan keysê xwe lê bibînin. Armanca wan ya serekî peydakirina rêkekê ye ji bo koçberbuê..

 

Eve jî pênc serhatî ji wan rudanan ewên li navendên sivîlên cora û cora li Kurdistana Îraqê li jêr rejîma Reþîd Elî hatine pêþ.

 

Cihuyên Kerkukê

Moþê Dabas ji Kerkukê dibêje, ku fermandarê deverê mirovek bu, rêz li qanunê digirt û kerb ji Cihuyan nevedibun. Reveberê polîsan û hakim jî her wisa. Ev helwestê wan di wê rudana di vîva duyî sala 1941ê de hatîye pêþ, harîkarê Cihuyan bu.

Keça Yaqob Lîvî yê birîkarê kompanya Ford di hewþa mala xwe da cilk bi ristkê ve di hilawistin. Hinek xerapkaran divîya çav li rudanîn Bexdad bikin, kir hawar kû ew keç ya îþareta dide firokên Brîtanî . Polîsa bi lez qesta mala wan kir þ keîik birin senterê polîsan, da wê û mala wan ji hêriþan biparêzin. Revendê dem li dest helwêst wergirt û nunerên pêkeve çun dev muteserrif (fermandarê giþtî). Fermadarî keçik piþtî du demjimêran azad kir û belkî xirapkar jî siza dabin û yan bi kêmî ve gef lê kiribin, ku êdî bi kiryarên wisa ranebin. Pitirîya xelkê Kurd qi dijatî di gel Cihuyan nebu ye.

 

Dengubasên kuþtara Bexdad em gellek perîþan kiribun û em ji bo tabnhîya Cihuyên vira gellek ditirîyan. Lê demê me zanî ku Cemîl El Midfe¨î hikumetek pêkanîye, me zanî ku metirsî bi dawî hatin.

 

Li tebaxa 1942ê serbazakî Cihu, kû di nav rêzên supayê Brîtanî da xizmet dikir, wisa vêgerraye kû li dema kodtaya Reþît Elî Cihuyan ji tirsa ciranên xwe de, xwe bo dema heyvekê di gerrekên xwe de asê kiribun.

 

Min lawekî Cihu dinasî (ez hevalê birayê wî yê mezin bum, herduyan li kompanya nefta Rafîdeyn kardikirin), û tenha kes bu di wêra piþtî wan rudanan ji malê derkeve. Birayê wî mawekê li Bexdad di nav rêzên supayê Îraqê da xizmet dikir. Lê dema dît kû seruber yê têkdiçe (berpirsê wî yê leþkerî ew bi hindê tawanbar dikir, kû îþareta dide firokên Birîtanî) þansê xwe taqî kir û revî. Piþtî serkutkirina serhildanê bi rêka kirrîna xelkê xwe ji xizmeta leþkerî qurtal kir. Herdu bira bi nihênî guti bun min, kû di mawê serhildan Reþd Elî de hemî karmendên Birîtanê yên kompanya nefta Îraqê û kompanya nefta Rafîdeyn hatibun zînadî kirin. Dema firokevanên Elmanî di bajêrî da hatin û çun dikirin (bo mawê sê hefteyan li wêderê mabun) û Cihu di metirsîyeka mezin de bun. Haxam baþî yê bajêrî pêkul kirin peywendîyê di gel muteserifî bajêrî û deverê (kû Kurdekî hevalê Birîtanî bu) bikin. Piþtî muteserif bertîla 3000 Dînarê Îraqê sitand, ferman da polîsan rêke li hember her hêriþeka li Cihuyan bête kirin, bigrin. Piþtî serkotkirina serhildanê pila wî muteserifî li Bexdad hat bilindkirin.

Ben Zîyon Îsraîl dinivîse, kû li jêr hukmê Reþîd Elî gellek Cihuyên Kerkûkê dabu zanîn, kû bo xwe tiveng kirrîne û rêke nadin wekî peî berev serjêgehê bêne rewandkirin. Her wisa dinivîsîne kû, piþtî hatina Reþîd Elî bo ser hukmî, hinek destekên biçuk ên Cihuyan ji gundan berev bajêran koçber bibun.

 

Cihuyên Silêmanî û helwestek Þex Mehmudê Berzencî

Meha nîsana sala 1941ê Silêmanîyê ya tena bu û hþç tiþtekî jîyana Cihiyên bajêrî têknedabu. Þalom Þalom raspêrtîyê nihênîyê civata Cihuyên Felestînê li Silêmanîyê bu. Wekî vedigerre, li roja du yê cejna “Þavyotê” di demekî da kû em li kinîsê bun, dengekî mezin hate me. Komeka xirapkaran nêzîkî þeqama (cadda) Cihuyan bubun. Divîya bi zorê biçine malên me. Îmamê bajêr Mihemed Gulanî pêzanî, kû jimareka xirapkaran divêt hûriþî bibine ser Cihuyan. Berev cihê rudanê bezî û daxwaz ji wan kir, xwe nêzîkî wî bikin. Wî ev axaftina ji wan ra got: “ Min divêt yek ji we heye, bersiva pirsîyara min bide?” Xirapkarekî xwe nêzîkî wî kir u gotê: “ Belê seyda, ezê bersiva te bidim.” . Îmam gotê: “ We qi înyate?” Xirapker gotê: “ Me zanî, kû li Bexdad hêriþyan dikin ser Cihuyan. Malên wan talan dikin û jinên wan wekpîrek bo xwe dibin. Me jî divêt wa bikin.” Îmam: “ Kê ev fermana daye? Musa? Îsa yan Mihemmed?” . Bersiva xirapkar eve bu: “ Kesê ne. Cihu xayinin u me divêt tola xwe lê vekin.” Îmamî pirsîyarî kir: “ Kê ji we re gotîye, kû Cihu xayinin? Me ya zanî, hun dibêjin. Nuke guhên xwe bidin min. Ewê ji we re gotîye, Cihu xayin, ew bi xwe xayinin. Ew xelkê li Bexdad talan dikin. Tawanbarin. Wan ne bawerî bi xudê heye, ne bi peyama wî. Cihuyên li ser bextê me û em divêt wan biparêzin. Her kesê xirabêyê li hevpaymanê xwe bike, diçe cehennemê. Nuke we divêt çi bikin?” Hemîyan bersiv da: “ Ey Îmam, dê fermanên te bi cih tînin.” Îmamî gotê: “ Ca herrin malên xwe û bi rojî bin, da xudê ji ber guneha wê xirabîya we divîya li Cihuyan bikin li we biburin. Heke hinek din hatibin xirabîyê lê bikin, hun ê çi bikin? Hun nedihatin berêvanîyê jê bikin? De bibezin malên xwe û tewbe ji gunehên xwe bikin. “ Hemîyan serê xwe çemand û destê îmam maçî kirin û çune malên xwe.

 

Serbazekî Cihu yê hezên Birîtanî bi navê Þalom Raspa behsa Þex Mehmudê Berzencî di mawê serhildana Reþîd Elî dike. Dema ew li Bexda ye, Reþîd Elî û Yunis Seb¨ayî daxwazê jê dikin, bangewazîya Kurdan bike, dest bidin çek û beþdarîyê di serhildanê de bikin. Þex Mehmudê Berzencî , kû layangirîya Brîtanî dikir, pêþnîyar kir, kû karekî karîgertir ji hinartina peyamekê bête kirin, kû ew bi xwe berev Silêmanêyê bikeve rê. Dem li dest hinek leþkerî ji Kurdan ji bo piþtevanîkirina bi hêza serhildanê pêkbîne. Reþîd Elî ev pîlana pesnd kir. Þêx Mehmudê Berzencî kefte rê. Dema ji Bexdad derdikeve, peywendî bi Major Lyon re (kargerê ramyarîyê Birîtanya li devera Kerkûkê) girêda û bi hevra çun nav gellek civatên devera Silêmanîyê. Daxwaz jê kir Kurd kû behra pitir li jêr karîgerîya wî bun, bi hîç awayekî piþtevanîya vê serhildanê nekin. Eve wekî xizmeteka mezina di rasta Birîtanî da hatibu hijmartin.

Longrîk dibêje, kû hîç axayekî pê xwe bi yê Reþîd Elî ve girê neda. Þêx Mehmudî pêkûl kir ji bo piþtevanîya Birîtanîyan hêzên xwe bixine kar. Her qend bîyografîya nuh ya Lyonî behsa Þêx Mehmudî dike, lê amajê bi vê rudanê nake.

 

Robîn Baramon ji Silêmanêyê dibêje, kû wî heta berî hengê hîç peywendîyek di gel xaka Îsraîl nebun. Piþtî rudanên li destpêka salên çilan de hatine pêþ, reben /rabbî Yomtov Baramon serokê revenda Silêmanêyê koçberî Îsraîl buye.

....dumahik heye