Veysî Aydin
VeysiAydin@gmx.de

CUHÎ, KURD EREB

Di navbêra 1941 – 1952

- 2-

Wergera ji tîpên Erebî bo Latînî: Veysî Aydin

Nivîskar: Motî Zakên

Wergera bo Kurdî ya tîpê Erebî: Amîr Tahir

Çavkanî: Kovara Metîn - jimara 148

Hejarî û belengazîya Cuhîyan li gund û bajarên Kurdistanê

Yusiv Gamlyêlî ji Dihokê dibêje, ku bi dirêjîya kodtaya El Geylanî di mawê vê qonaxa Hîtlerî da wekî ew bi xwe na lêdidanît, Cihuyên Kurdistanê keftine ber rehma rêjimeka neyar û eþîretan da, ku bê sebrana li hîvê bun mivayî ji vê delîva bênvedana deselatê bibînin. Daxwaz ji revenda Cihu li Dihokê hatibu kirin, ku bihayê 100 lîrên zêrî bacê bidin û tirsa koþtarekê di dilê Cihuyan da bu. Babê Gamlyêlî, ku serhaxam bu, çubu Seîd Axayî bibîne.

 

Wana gotubuyê, ku divêt Cihu 100 lîrên zêrî bînin. Cihuyan pare nebun. Hejar (feqîr) bun. Hinekan kanîbun bacê bidin. Lê behra pitir ji % 90 nikanîbun. Pêdivî bu her yek ji me 100 lîre dabana. Eger na, Cihu têne kuþtin. Her wê þevê eþîret hatin û divîya hêriþê bikin û Cihuyan talan bikin.

 

Sason Neum ji Dihokê di gel Dawud Selman û haxam Þêtov ji wan nuneran bun, ku ji layê qeymeqam ve di mawê kêþa Reþîd Elî da hatibune bingeheþtkirin. Nadî Hurmez yê qeymeqam gotubuyê ku „fermanek ji Bexdad hatîye, her Cihuyek divêt kêmîyeka zêran bide. Wî maweyî (mihleta) sê ta çar rojan dabuyê, kî vî birrê zêran xirvekin. Wana hemî revend agahdar kiribun û civata piyayên ayînî dest bi nivêj û rojîyan kiribu, da ferman bihête ladan. Xoþbextane du sê rojan piþtî hingê Reþîd Elî hatibu labirin.

Yusiv Gamlyêlî dinivîse, ku wisa diyarbu, ku beþekî eþîreta Doskî ya Seîd Axa û hinek endamên eþîreta Ferhan Axayê Reþîd Axa û Mistefa Bêsivkî (Babê Selîmê Mistê) hez dikirin, hêriþ bibine ser Dihokê û Sindurê. Yusiv Gamlyêlî dibêje, ku wan divîya mifa ji vê seruberên li serdemê ji hikumeta Reþîd Elî peyda buyî, werbigrin û Cihuyan bikujin û talan bikin. Babê Yusiv Gamlyêlî bo Seîd Axayî gellek pare weku bexþîþ di gel xwe de bir. Û Axa wê þevê nehêla çi xirabî bighête Cihuyan. Babê Yusiv Gamlyêlî êvara cejna þavuyotê her bi wî awayî çubu qeymeqam bibîne. Wê þevê tu rudan nehatibun pêþ.

 

„Her çende, roja paþtir qeymeqam gazî babê min kir.“, da bibêjê, ku „ Reþîd El Geylanî yê hatîye kuþtin û rejîmeka Birîtanî hatîye damzirandin. Hun nabe êdî bitirsin.“ Eve bo Cihuyan cihê dilgermîyê bu. Babê min kefîyek di destê da hat û kire hawar: „ Gelî Cihuyan, Êdî netirsin!„ Paþê çu kinîsê, cihê ku hemîyan cejna þavutoyê pîroz dikirin. Bi rastî cejn bu roja þadî yê, dilgermîyê û kameranî yê.

 

Zaxo

Di mawê desthilatdarîya Reþîd El Geylanî da hikumetê daxwaza birrek mezinê zêran ji Cihuyên Zaxo kiribu. Mialim (mamoste) Îbrahîm ji Zaxo bîranîna xwe wisa vedigre: „ Du heyva piþtî cejna qîyametê kodtayek hate kirin û bangewazîya Cihuyan hate kirin. Babê min endamê þandeke Cihuyan bu. Gotê „hezar misqalên zêrî bînin.“ (Her misqalek 4,05 giramin). Cihuyan panzdeh roj bo xirfekirina vî zêrî hebun.

Endamên komîtê dest bi danustendinên xwe kiri bun. Lê ne dizanî vî barê giranî ji niþkekê ve bi çi awayî li ser hevdu parvekin. Nêzîkî cejna þawutoya Cihuyan , qaymeqamî gazî wan kiri bu û ji ber vêknekirina wan û pêçênebuna wan di komkirina zêrê daxwazkirî da mawê wan bo hefteyeka dî kiribu. Mawekî kêm piþtî þikestina kodtayê Reþîd Elî revî bu û peyamek hatibu hinartin bi nav u nîþanên „Alxa“. Haya Gavîþ çar serhatên Cihuyên Zaxo li dor tirsa vê qonaxê vedigerrin. Bîra Mordexayî Sado yî tê, ko dema daxwaz ji Cihuyan hatîye kirin, kêmîyeka mezina zêrî (du ya deh kîlo) bidin, ew di nav xwe de bi þerdef çubun. Bîra Haya Gabê tê, ko ji wan hati bu xwestin, nêzîkî þeþ kîloyan zêr di mawê sê rojan de bînin yan jî Cihu tên kuþtin. Cihuyan divîya zêrên jinên xwe jê bistînin. Wan fermana rojîyeka giþtî bo maweyî sê rojan da bu û li dawîya rojîyê Reþîd Elî þikesti bu u fermana sitandina zêrê jî hati bu vegerrandin. Bîra Salih Quluyî tê, kî daxwaza nezîkî hezar giramên zêr hatibu kirin. Her di wî demî da wan mezinên civatê kirine zîndanê, ji wana jî Moþê Gabayê muxtar heta birra pare hatîye dayin. Gorî bîrhatinên Selam Gaba daxwazîya nêzîkî 2000 giram zêr hatibu kirin. Ew gellek dakokîyê li ser wê çendê dike, ku reftara qeymeqamî gellek di gel babê wî Moþê Gabayê muxtar baþ buye û wî mawekî bo xirfekirina pare bidê. Çunkî du wê bawerî dabu, ku kodta dê têk biçe.

 

Rûdanên naverasta sala 1941ê hestê êmnahîya Cihuyan hejand. Gavîþ Haya, ku hevdîtin di gel komeka Cihuyên Zaxo kiri bu, ragîhandibu, ku tevnekê civakî û navxweyî yê bi dirêjîya çendîn cîlan dihate vehandin bo cara yekê u çendîn salan hate birrîn. Her wisa raporteka beþê koçberîya xortan ya ajansa Cihuyan li Bexdad li serê meha nîsana sala 1942an dibêje: „ Min wisa didît, ku Cihu ketibune metirsîyeka mezin da û di hoþyarîyê da hiþyar bun. Wan çi bawerî bi hevalên xwe yên Îraqî û heta Birîtanî jî nema bu. Ew gellek reþbîn bun. Çunkî çi berpirsekê Îraqî xwe lê nekiribu xwedî yan ji wê çenda di koþtarê da bi serê wan hatî, kesê daxwaza lêborînê jê nekiribu û kesê bêzarîya xwe dernebirrî bu.

 

Koysancaq

Wesa dîyare, ku 600 Cihu li sala 1947an li Koysancaq dijîyan. Li sala 1950yê jî li bajarê Koysancaq 50 malbat dijîyan. Li sala 1941ê li dema kotdaya Reþêd Elî Geylanî nêzîkî 3000 Misilmanan çardora malên Cihuyan dagîr kiribun. Cihuyan dukanên xwe girtibun û di malên hevdu da xirvebibun. Îsraîl Þomêr ji Koysancaq wisa vedigre, ku polîsan nikanîbu di hewaran Cihuyan de were. Lê hevalekî wî yê Misilman berev mala Þêx Mella Xwêzî bezya bu, da wî rewþa xiraba hevalên xwe hinartibun, da li hember koma xelkê berevanîyê ji mala Îsraîl Þomêrî bikin. Îsraîl Þomêr wisa vedigre, ku 18 zilam hatibune mala wî û li ber pencera mala wî û çardorên xanîyê wî rawestabun. Çekên xwe sîyarkiri bun, ku kesekî ji xelkê kevirek bavêjta, dihat kuþtin. Sason Ha dibêje, ku cêgirê rêvebirê polîsan hezdikir, harîkarîya Cihuyan bike. Lê kesê xwe nekiribu di gel wî. Ew kesên di hawara Cihuyan de hatin, Kake Zîyad u Mela Xwêz bun. Wan zilamên xwe hinartibun dev cîranên xwe yên Cihu, û hinek ji wana li ber derazînka malên Cihuyan rawestabun û agahdarîya koma xelkê kiribun, ku çi azarê negihênin Cihuyan.

 

Rengvedanên damezirandina dewleta Îsraîl

Kawadnên Cihuyan li Îraqê piþtî damezirandina dewleta Îsraîlê 14 gulana 1948an xirabtir dibe. Girjî di navbera Misilmanan û Cihuyan de zêdetir dibe. Di wê demê de ku Erebên Îraqê û yên welatên din xwe yekkiribun, da þerrê Cihuyan li Felestîn bikin. Li tebaxa 1948an perlamana Îraqê “Sehyonîzm” li ser benda 51 ji yasa sizadanê jêlkir. Mil bi milê komunîzmê di lîsta wan bizav û îdolojîyan de dana, ku emnahîya Îraqê dixiste metirsîyê. Sizayê wê digihîþte sêdaredanê jî. Leþkerê Îraqê dest bi hinek guherrînan kir ku bi baþî rengvedana wê qonaxa taybet bun. Serbazên Cihu divîyan ji serbazên dî yên Îraqê bihête cudakirin, divîya çekê xwe danaba û çunaba kempên kar. Desthilatdarên berpirs û pledarên leþkerî û polisên binyat Cihu kirn der. Di nav xelkêde bo Felestînîyan bêþ dihat kirin û Cihuyan jî pare didan. Belkî ji bo ku xwe ji gumanên berbelavên xelkê di rasta xwe de vedizin.

 

Cihuyên Kurd peywendîyên xwe di gel cîranên xwe yên Misilman heta berî tundbuna girjîyan di navbera Ereb û Cihuyan li ser Felestînê û þerrê 1948an peydabuna dewleta Îsraîlê bi baþ dihat helsingandin. Haya Gavîþ pirsîyar ji 12 Cihuyn kirîye, ku wisa vedigrin: Peywendîyên Cihu û Misilmanan heta dawîya þerrê duwemîn ya cîhanê baþ bun. Jêderên Cihuyan du rudanên serekî weku girîngtirîn egerên têkçuna van peywendîyan nîþan dikin. Mecîd û Hêrtêl Gab, ku xêzanên wan li Akrê gellek navdar û cihê rêzgirtinê bun, dibêjin, hebuna nazîyên Elmanî li Îraqê di mawê þerrê duhemîna cîhanê de egerê guherrîna reftara xelkê di gel Cihuyan bu. Damezirandina dewleta Îsraîlê werçerxaneka din di serederîya rasta Cihuyan de kir. Ew jî dema neyarên Cihuyan li Kurdistanê dijî Cihuyên nav xwe rabune ser xwe. Sason Ne¨um ji Dihokê piþtrast dike, ku peywendî di navbera civatan berî peydabuna kêþa Felestînê baþ bun. Ew behsa kerb û gefan, tawanbarkirinên bê bingeh û vêkolînên polîsî di rasta Cihuyên sivîl de dike. Yusiv Gamlyêlî ji Dihokê dibêje, ku piþtî damezirandina dewleta Îsraîlê tirs û nîgeranên Cihuyan û þayanên Misilmanan di êþandina wan da zêde bibun. Berev Dihokê koçber bibun. Ew dibêje, “peywendî di gel Kurdên Misilman heta berî navnivîsînê ji bo koçberîyê berev Îsraîlê û paþgezbuna ji regeznama Îraqê jî baþ bu. Piþtî hingê wan dijatî ya me kir. “ Bi dîtina Ne¨um û Harun Ne¨um ji Zaxo, ku berev Bexdad koç kiribun, kêþe di gel Misilmanan di gel peydabuna kêþa Felestînê hatine guherrandin. Mordexaî Sa¨do ji Zaxo jî dibêje: “ Peywendî di gel Kardan gellek baþ bu. Heta berî damezirandina dewleta Îsraîlê em wekî bira bun. Piþtî hindê xendekek ket navbera me. Kesek ji me ne dikanî behsa dewleta Îsraîlê bike. Çunkî wê me bi Seyhonîzmê tawanbar bikirana.

 

Kawdanên Cihuyan xirabtir dibin

Pênc salên dawîyê ji hebuna Cihuyan li Kurdistanê vir de salên xwenîþandanên dijî dewleta Îsraîlê û biryara têkdana seruberê Cihu yên navxweyî bun. Yek ji dirûþmên xwenîþanderan “Bimre Cihu” bu. Rojekê berî ragîhandina dewleta Îsraîlê li 14 gulana 1948an hikumeta Îraqê barê qanuna urfî li seranserê Îraqê ragihand û her core xirfebunek yan helgirtineka çekan bo Cihuyan qedexe kir. Eve qonaxeka girjîyê bu. Her çende Goyê wisa dibîne, ku girjî li cihên din yên Îraqê zal dibun, ji bilî Kurdistanê, ku xelkê wê hevdilîya xwe beramberê Cihuyan derdibirrî. Mêîr dibêje, ku ji edgarên vê qonaxê nemana bawerîyê bu li dev Cihuyan û tirsa hinekan ew bu, ku neke rudanên sala 1941ê dubare bibana yan jî ji wê jî xirabtir lê bihata. Cihuyên Zaxo dibêjin, ku peywendîyên baþ di gel Kurdan hebun. Kurdan rêz li wan digirt. Lê Gabîyel Lanyado dibêje: “ Piþtî damezirandina dewleta Îsraîlê jîyan gellek dijwar bu û Cihuyan berev Bexdad barkirin. Ji wê derê alîyetek peyda dikirin, ko pê bi qaçaxî derbasî Îranê û ji wir jî derbasî Îsraîlê bibin...

 

Wekî li serî dîyar buye, behra pitir þahidên Cihu amaje bi wê çendê dikin, ku damezirandina dewleta Îsraîlê hokarekê serekê guherrandinê di peywendîyên wan da di gel cîranên yên Kurd bun. U egerên din jî bi taybetî zîyan gîhandine têkilîyên Misilmanan û Cihuyan li Kurdistanê. Ya yekê hatina penaberên Felestînê bo Îraqê û Kurdistanê, ku hestê giþtî yê xelkê dijî Cihuyan azirand. Wekî mamoste Îbrahîm ji Zaxo dibêje: “Rojekê Felestînîyek, hecîyek û mûftîyek hatin Zaxo û dest bi heweka dijî Cihuyan kirin û digotin ka çawa Cihuyan Felstînê dikuþtin.”

 

Ne¨um Ne¨um ji Zaxo digot, berev sala 1940an du sê tundrewên Feslestînîyên aware hinek jurên Cihuyan kirê kiribun. Yek ji wan Felestînîyan li dev bavê Ne¨um akincî bibu. Li ser wan bu, her roj xwe nîþanî rêvebirîya polîsan daba. Lê rojekê yek ji wan berze bu. Bi duv bayê zarokînîya xwe ve, Ne¨um çubu jura kabirayê Felestînî û wenegireka nu dîtibu u dest dabuyê. Lê babê wî ferman dabu yê ku wênegirê dîne wî cihê jê rakirî. Polîsan lêkolîn di gel Cihuyên kirêçî kiribun, da bizanin, ka ew awareyên Felestînî ku ve çûne.

 

Egera duhemîn ya tundbuna dijwarîyên dijî Cihuyan beþdarîya supayê Îraqê di þerrê Ereb û Cihuyan de li sala 1948an li Felestînê bu. Yusiv Gamyêlî ji Dihokê dibêje: “Beþdarîya supayê Îraqê di þerrî da û encamên wê yên xirab bo Îraqîyan tundî û fiþar li ser Cihuyên Îraqê zêdetir kiribu.

 

“ Piþtî þerrê 1948an yê ku Îraqî beþdarî tê de kiribun û hatibun kuþtin, em keftin bin guvaþtineka tund û tîreka kujek. Bi rastî, em hemî dema di bin guvaþtinê de bun. Lê berî þerr azadîya me ya axaftinê pitir bu. Em bi þev li çayxanan kom di bun. Lê piþtî þerr her di gel tarîbuna asmanî li dewrên demjimêr 20.00 yan 21.00 me dudu-dudu yan sisê-sisê û bi lez qesta malên xwe dikir. Kes nediwêra bi tenê were û biçe. Kawdan bi rastî ne xoþ bibun. Piþtî þerrê sala 1948an li bazaran xeber digotine Cihuyan û tîvlên þitî di pîremêrên Cihu werdikirin.”

 

Yazî, jina mamoste Îbrahîm e û li dema çavpêkeftinê di gel wî ya berhev bu. Bîra wê li kesekî Zaxoyî dihêt, ko beþdarî di þerrê Felestînê de kiribu: “ Hecî Medo yek ji cîranên mamê min Morax bu. Piledarekî supayê Îraqê bu. Gotibu dayika xwe: ¨Jinên Îsraîlê beþdarî di þerr de kir. Lewma hêza me ya bergîrîyê lawaz bun.¨ Ji jinmama min jî gotibuyê: ¨ Dê bila we du ji wana (bo cihêlên me) di gel xwe anîbana...

 

Dayik u bab hewla kêmkirina tirsa zarokên xwe didin

Jêderên zardevkî û nivîsî kokin li ser tirsa li dev Cihuyên Kurdistanê ji belayeka gengaz peyda buyî. Ew tirs bo wan gotgotkên li ser çarenivîsa wan dihat belavkirin, pitir lê dihat, serhatîya bihê her wekî yên berê ji navendên sivîlên Kurdên curewcure hatiye wergirtin û wê tirsê bo me dinexþîne li dev Cihuyan ji cîranên wan ji hikumetê peyda buyî. Vîktor Baroxî ji Hewlêrê serhatîya gavên tirseka mezin li dev revendên Cihu li bakurê Îraqê vegerraye.

 

Ew roja me biryar daye koçberî Îsraîlê bibin. Dema damezirandina dewleta Îsraîlê hat ragîhandin, Ereb û xelkê Necihu reftara xwe di rastîya me da guhertin. “Hun bo çi diçine Îsraîlê? Heke wisa be, emê we bikujin.” Rojekê li dora malan zîvirrîn û fermana dernekeftina ji malê ragîhandin. Kirin gazî: “ Her kesekî mala bi cih bihêle, dê were kuþtin.” Em li malê bun û digirîyan. Wan digotin, ji demjimêrekê ta du demjimêran dê me hemîyan bikujin. Em digirîyan û me zad nedixwar. Me rojî digirt. Ma me pê çi dibu? Dayik û babê min di xema yên piçuktir, yên salên wan di navbera du ta çar salan, de bun. Me li qatê yekê saxobek (sindoqa nan) hebu. Babê min ez û birayê min kire tê da. Wî me di saxobê de veþart û nan danî ser me. Got me : « Eger wan me kuþtin û çun, hun derkevin û berev cihekî hun kani bin, biçin û xwe qurtal kin. Eger em bimrin, divêt hun sax bimînin. Em di xema we da ne. » Em digirîyan. Em di van rudanan de hîç nedigihîþtin. Wan me veþart u gotin :  « Ne axivin.Dema hatin me bikujin, girî nekin. Hîç tiþtekî nekin û bêdeng bimînin. Ew we li vir nabînin. » Wan digot :  « Hun divêt bimînine sax. Belkî hinek mirovên me jî sax bimînin. Hun divêt biçin dev wana.” Lê tiþtek nebu. Xwedê li me hat rehmê. Ew nehatin me bikujin. Dayik û babê me, me ji saxobê anî der û dilþad bun. Em bextewar bun. Em hemî li dor hev xirfe bun. Gotin me:“ Wan me nekuþtin. Wan Cihu nekuþtin û paþxistin. Lê em nizanin heta kînga. Em dilþad bun û me sipasîya xwedê dikir, kî me ji mirinê rizgar kir.” Tirsa revendên Cihu li gundan gellek mezin bu.

.... Dumahik heye