|
|
||
|
|
||
Veysî Aydin
Bi mebesta Cejna Çarþema Sor
ÊZÎDÎ Û OLA ÊZÎDÎTÎ
Di çavkanîyên Ewrûpî yên sedsalên 17 ta 19 Ji hindek bêlge ji salên 1800 ta 1859 an
Gora Þêx Adî li Laliþ dora 1850
Min ev bêlgeyan ji hindek çavkanîyên sedsala 19an yên Ewrupî derxist. Yek ji van belgeyan di ensiklopedîyeka sala 1838an de çapkirî bu, lê bingeha vê nivîsê gellek gernameyên sedsala 17an ta despêka sedsala 19an û her wiha lêkolînên wê demê ne.
Wê demê hîn lêkolînen bingehîn li ser Êzdîyan nehatibun kirin û ola Êzdîtî hîn nenas bu. Pirranî bilî ji êzîdîyan zanyarîya li ser êzîdîtî peyda bikin, gellek gerrok û lêkolîner tiþtên ji Misilmanan dibihîstîn, dinivîsandin. Ji ber vê yekê, di vê bêlgêyê de û di yên din de jî gellek þaþî hene.
Min hindek bêje û gotinên hatine bikaranîn neguherrand, ji ber kû dîrokîya van bêlgeyan dê bihatana guherrtin. Ji ber vê yekê divêt heval û hogirên Êzîdî li min negrin. Min weþandin û þirovekirina van çavkanîyan bona xwendevan û lêkolîneran giring û pêwist dît. Lewra di bêlgeyan de gellek zanyarî yên ta niha nehatine çapkirin û hindek agahî li ser hoz û cihên êzîdîyan yên wê demê, jîyana û mîrxasîya Êzîdîyan, têkilîyên wan bi cînarên wan re hene.
Êdî werin em li ev nivîsa ensîklopedîya navborî û bêlgeyên din binerrin.
Ensîklopedîya navborî wisa destpêdike:
“Êzîdî civateka terîqeteka olî ye li Asya Osmanîyan de. Endamên wê wek Dawasîn jî tên bi navkirin.” Weke tê zanîn îro jî hindek hozên Êzîdî xwe ji hoza Dasinî dijmêrin. Ev hoz hozeke gellek kevn û hê di hindek çavaknîyên lid or sala 950an de li bakurê Kurdistanê li derdora Qers û Êrmenistanê jî derbas dib. Di nivîsek din de ezê qala vê hozê bikim. “Ji baþûrê Mêrdîn û ji rojavayê Musil ber bi rojavayê bakurê Bexdadê û ji bakurê rojhilata Serê Kanîyê çîyayên Sincar bilind dibin. Wek xetekê li piyê çemê Sincar, kî serbajarê vê deverê ye, dewam dike, da ku digihêje Raqqa. Bi çem û çemikên ji vî çîyayî diherrikin, ev dever di mehên adar û nisanê de wek giraveke kesk bi mêrg û þênahî dixemilin. Banîyê (serê) vî çîyayî deþte û ji hêla gellek çemanve tê avdan. Li van deþtan gellek ceh û garis tên çandin. Wek xweþîya sirûþtî mêwên wek trî, hijîr u.y.d. gellek bi tam û xweþ in. Lêbelê ev devera tirseke mezin dixe dilê hem gerrokên bi sere xwe û hem jî yê karwanan. Ev çîyana wek cih û warê serekî ya Êzîdîyan e, kî ne hew li nav çîyayên Mezopotamya, belkû (bîlakîs) li deverên din wek dora çemê Zab, Surî û Armenya jî dijîn, Ji nav hemu tarîqatan tarîqata êzîdî ji hêla Misilmanên Asya herî zêdetir tê nefretkirin û taqîbkirin.
“Dema mirov li dema reha (regez) wan û nave wan bipirse, gellek gerrok û zana nerînên cûda cûda pêþkeþî me dikin. Michel Febver di þanoyeka xwe ya sala 1682an da li Paris hem dîtinên bi çavên xwe hem jî bihîstinên ji zana û gerrokan bi kar anîye. Di þanoya xwe de carna peyv û metelokên bi zimanê Kurdî jî bi kar anîye.
“Oldarek bi nave Hyde jî di nav nivîsên xwe yên sala 1675an li ser bingeha gerra Pere du Chinon (keþe Chinon) behsa êzîdîyan dike. Ev pirtuk di eslê xwe de wek dîroka Druzîyan e.
Febvre bi xwe 12 salan li rojhilata pêþ 12 salan maye û gellek ziman hîn buye.
Her wiha hemwelatîyê Alman Niebuhr sala 1766an çuye devera êzîdîyan. Dema kû Niebuhr dixwaze ji Erbil (Hewlêr) biçe Musil êzîdîyek ji gundê Abd-ul-Afis wî, Niebuhr, bi keleka xwe ji çemê Zab derbas dike.
Pirtukek din jî di sala 1802an bi nave “Notice sur les Yezidis” li Paris çap bu ye, ya me yek ji bingeha vê nivîsê bikar anîye. Ev pirtuk ji hêla keþîþ Mauricio Garzoni di sala 1787 li gel ferhengeka Kurdî-Îtalî hatîye nivîsandin.
Ferhenga Îtalî-Kurdî ya Mauricio Garzonî
Her wiha pirtukeka Garzoni li ser rêzmana Kurdî heye.
Rêzimana Kurdî ya Garzonî di sala 1787an li Roma çap kirîye
Garzoni wek misyonar 18 salan li Kurdistanê maye.
Ev her du pirtukên Garzonî, ango ferhenga Îtalî-Kurdî û rêzimana Kurdî wek kopi lib a min hene û ez hêvîdarim, di demeka nêzîkda wan pêþkêþî xwendevan û lêkolîneran bikim.
Pirtuka “ Kitab el-Tarifat ” êzîdîyan wek þagird an piþtevanên Yezîd bin Hanîfa bi nav dike.
Gorî Garzonî damezirnêrê êzdîyatî Þêx Yezîd e. Lê belê li ser wî qala tiþtekî din nake.
Niebuhr dibêje, “Þêx Adî ev ol nujenkirîye, ne afirandîye.” Lewra gorî wî peydabuna êzîdîtî li dor destpêka sedsala 8an e.
“ Êzîdî xwe wek dijminên piþtgirên Alî (Alewî) dibînin.”
Gora (qebra) Þêx Adî li devera Amedîye li Kurdistanê ye û di bin çavdêrîya þêxekî de ye.
Di kovara „ Ethnosie oder Ethnologie, Marburg-1854 “ de girîngîya Laliþ bona Êzîdîyan gellek bilind tê nirxandin û wisa tê gotin: „ Roma bona Katolîka çibe, Konstantînopel bona Yewnanan çibe, Eçmçyadzîn bona Êrmenîyan çibe, Koçhanes bona Nestorîyan çibe, Laliþ jî bona Êzîdîyan ewe.”
Di heman çavkanî de tê gotin: “Bo êzîdîyan xwendin û nivîsandin qedexeye. Ji ber vê jî nikanin li ser ola xwe binivîsînin. Her wiha zanayên misilman jî li ser wan pir tiþt nenivîsîne, bilî ji wan ra xeberên xirap û nelet bêjin.
„Ola êzîdî bi adet û devkî berdewam dike. Ola wan ji tevlihevîya ola Manî, Mohamedanî, ola Zend (zerduþtî) pêk tê. Lê ew ji misilmanan bêtir gellek qedr û qîmeta krîstîyanan digrin. Ji krîstîyanan re dibêjin „hemwelatî yên me“.
„Ji hêla gellek zanayan û gerrokan tê gotin, kû bawerîya xwe bi þeytan dihênin. Lê belê navê qet bi kar nînin, çi jî bi serî êzîdîyekî de were. Gotina „lenet“ jî bikar nînin. Lê belê Turk û niþtecîyên derûdorê, van gotinan an ji bo neheqî li wan bikin bikar dihênin, an jî dema li bazaran bixwazin tiþtên xwe bifroþin, bi van gotinan wisa tên tacîz kirin, kû bona van gotinan nebihîsin, tiþtên xwe berdin û birevin, bona kirrîdar van tiþtan ji xwe re bê pere bive.
„Vê bawerîya xwe bi vî awayî diparêzin: Mafê qet mirovekî nîne, xeberên xirap li ser evdekî xuda bike, her çendê ew li dij xuda rabu be jî. Divêt em çêya wî bixwazin, lewra ew dikane rojekê rehma xuda werbigre. Bilî vê, pêwistîya xuda bi alîkarîya me nîne bo sizadana evdekî. Divêt em li ber xuda þerm bikin, eger em xeberên xirap ji melekekî wî ra bikin.Divêt em jê biqerrin, kî em jî ji rehma xuda nebin.
„Hindek buyerên dadî (yasayî) yên Tirkan, hene, kî êzîdî, dema di navbera efubun û sizabunê de hilbilbijêre, diçe sêdaredanê di þuna, kî gotinên xerap li ser þeytên bike, bona bête efukirin.
„Êzîdî jê re dibêjin „Þêxê mezin“. Gellek caran dibêjin „Yê, kû hun nasdikin“, an jî „ Çelebî “. Çelebî wek xuda nanasin. Bawerîya xwe bi yek xudayî tînin. Lêbelê tê gotin, kî dema tîrêjên tavê bikeve nav konên wan, hemu radibin, diçin ser çogan, destên xwe bihev girêdidin û duayên xwe dikin. Ji ber vê yekê demek dirêj dihat bawerkirin, kû êzîdî bawerîya xwe bi tavê tînin û ji ber vê jî ne bawermendin. Dema hindek kes li gel wan bin, bi alenî van îbadetan nakin. Her wisa îbadetên wek nimêj nakin û rojî jî nagrin. Dibêjîn „Yezîd evan îbadetan heta dawîya dinyayê bo me kirîye“.
Gorî Niebuhr hew cejnekê pîroz dikin. Ev jî 10ê tebaxê (augustos) ye. Hemu kes wê rojê tên dora tirba Þêx Adî û cejnekê pîroz dikin. Ev cejn 5-6 rojan didome. Hem di çend roj berî hatina beþdaran û hem jî çend roj piþtî cejnê Kurdistan û derûdora Musilê dikeve metirsîyekê ji ber þêlandina bi destê êzîdîyan. Van rojan karwan qet bi rê de naçin, ji bona êzîdî wan neþêlînin.
„Jinên êzîdî yên zewîcî jî beþdarî vê cejnê dibin.
Jinên êzîdî dora sala 1800
„Êzîdî di vê cejnê de qedr û qîmetek mezin raberî þêxê xwe dikin. Bona wan bextewarîyek mezine, heke kanibin, qemîsekî (gomlek) þêx, an parçekê jê bona xwe bi dest xin. Carna þêx bi xwe qemîsê xwe dike dîyarî. Vî parçeyî dixin nav kefenê mirî yên xwe, kî li wê dinyayê cihekî baþ bo wan bête terxankirin.
Garzoni dibêje, þêxê mezin her dem kesekî bi navê koçek li gel xwe digerrîne. „Þêx bê þêwirmendîya wî tiþtek nake. Koçek wek devok û neynika þêx tê hesibandin. Di meselyên neçareserkirî þêwra wî tê girtin. Bo vî karê wî, mirov hindek pere dide wî. Berî, kû þêwra xwe bêje, radikeve, an jî xwe li xew dixe û radibe, ibjêe, „dê hunê wisa an wisa bikin. Ev paldan dikane du an sê roj bidome, da kû koçek, di xwena xwe de çareyekê bona pirsgirêke bibîne. Tê gotin: Berî 70 salan, koçekekî di xewna xwe de dîtîye, kî pîrekên êzîdî qemîsên þîn li xwe kirine bona kêm sabun bikar bînîn. Koçek roja din çuye ba þêxê mezin û gotîyê, rengê çîn îþareta neþaîyê ye, divê, ji îro pêde êzîdî rengê þîn li xwe nekin. Þêx jî fermana qedexebuna rengê þîn ji bona cil û bergan derxistîye.
„Heta îro jî heke were, û êzîdîyek bibe mêvanê Turkekî an krîstîyanekî û jêre lihefek þîn bê danîn, her zivistanek gellek sar be jî, wê lihefê navêje ser xwe, dê nenixumandî rakeve.
“Êzîdî di xwarina xwe de azade. Dikane goþtê berêz bixwe û þîrab vexwe. Lê belê xwarina xas û kundir qedexe ye.
“Gellek caran diçin dêrên krîstanan jî.
“Maçkirina destê þêxê mezin bona wan rêzgirtinek giringe. Garzonî dibêje, êzîdî piþtî 8 rojan ji dayikbunê tên sunetkirin. Heta ji wan were por û simêl û ruyên xwe jê nakin. Bawer dikin, kû Tewrat, Încîl û Quran ji asman daketine.
Êzîdî „Pîrekên (jinên) xwe nikanin berdin (nikanin telaq bavêjin). Hew dema, kû destên xwe ji dinyê biþon û têkevin rêya olî, wê demê dikanin telaq bevêjin. Pîrekên zîna bikin, an ji hêla bavê an jî birayê xwe tên kuþtin.
„Zilamên zîna bikin, divêt an bihaya sê jinan bidin, an pere nedin, an jî nikanibin pere bidin, tên kûþtin. Dema laþê kesekî ji ber zîna kþêtî di nav xênî de be, kesên diçin ser mirî an þûr an jî kêra xwe di laþ re radikin.
„Sondên wan, yan bi serê wan e, yan li ser ala yezîd e, yan jî li ser eba reþ e. Rengê reþ wek rengê þêxan e û ezîz e. Dema þêx hevdu silav bikin, pîyê hevdu maçdikin. Mûrîd hew kincên þêx maçdikin. Mûrîd kincên sipî li xwe dikin.
„Êzîdîyekî ne ji çîna þêx be, û bi xwaze bikeve çîna þêxtîyê, divêt çend rojan li gel pêþewayên êzîdî derbas bike. Piþtre hemu kincên xwe bilî derpî ji xwe dike. Du kesên amade bi guhên wî digrin û dibin nik þêx. Þêx kincên reþ li wî dike û jê re dibêje:“Biçe nav agir, da ku tu bizanî ji vir þunda tu þagirdekî Yezîd e. Ji bona qedrê xuda dê tu gellek neheqî û nexoþî bibînî. Ev kinc dên nefret û nehezî ya netewan li dij te bi xwe re bînin. Li gel xûda lêbelê tû dê gellek hezkirî be.“ Di ber van axaftinan de þêx kincê reþ li wî dike û kesên amade jî dest bi duayan dikin. Þêx wî bi her du pîyên xwe himbêz dike û milên wî maç dike. Bi heman awayî hemû amadeyên kincreþ pîyê wî maç dikin. Ew jî pîyê amadeyan maç dike û ji vî þunda dibe koçek an mûrîd wek hînvan an þagird. Piþtî vê merasîmê bi kesên amade û hevalan xurekek xweþ tê xwarin. Kincreþ jî dikanin hemu cinsê goþt bixwin, lê bi xwe ser jê nakin. Serjêkirin karê kincsipîyan e. Bawermendên eslî heta ji wan were, pê li kêzikan û ajelên biçuk nakin, kî nebin kujerê ajelan. Lewra di wê bawerîyê d ne, kî rojek dê bê, ev ajel (heywan) ruhê mirovekî di xwe de biparêze.
„Nelihevbunek hebe, yê neheq divêt bi amadebuna þêx lêborîna xwe bixwaze û ji ber helwesta xwe ya xirap berdêlek wek pezek û kodek þîrap bide wî kesê neheqî lê buyî. Li hevhatin di reþek serxoþî ya piþtî vexwarina þîrabê pêk tê.
„Êzîdî bawer dikin, kû piþtî mirinê cihekî rehetîyê bo wan terxankirîye. Ev ich gorî helwesta mirî dikane biçuk an mezin be. Bimrin jî dê têkevin xewna heval û merivên xwe û xwestekên xwe bo wan pêþkêþ bikin. Li roja qîyametê bo ketina nav bihûþtê jî bi çekên xwe di dest da dê pêþewazî bikin. Veþartina mirîyan sade ye. Bes kesên qedirgiran bi stran û kilaman bo gora wan tên bi rê kirin. Ji ber kû yên kincreþ bi her awayî dê biçin bihûþtê, piþtî mirina wan, girî, durik, gilî û xemînî li pey wan qedexe ye.
Qewalên Êzîdî dora sala 1850
Di çavkanîyeka sala 1857 an („ Bulletin historic-philologique “) li ser mirî yên êzîdî wisa hatîye nivîsandin: „ Dema spardina xakê parçek nan, hindek pere û çoyek dixin nav gora wî. Mebesta xistina van tiþtan bo nav gorê eve: Gorî bawerîya êzîdîyan du melek îavdêrîya derîyê bihûþtê dikin. Navê melekekî Munkîr yê din Nekir e. Ev her du melek pirsan ji ruhê mirî dike, berî kû ew kes têkeve bihûþte. Heke ev melekan wî kesî layiqî bihûþtê nebîne, ew kes dikane bi nan û pere wan melekan bertîl bike. Ev jî fêde neke, dikane bi çoyê (darê) xwe yê mirovî kirine qebra wî, li melekan xe û bi zora ço têkeve bihûþtê“ . „Êzîdî hemî yan li gundan yan di xanuçkeyan yan jî di konan de niþtecîne (rudinin). Dema ji hêla dijminan bên tehdîtkirin, diçin nav çîyan û yan jî di nav tehtên (çîyayên) gîhaþtina wan zehmet da yan jî di þikeftên tarî de dijîn, bona xwe ji dijminan bi parêzin. Konên wan piranî reþîn û ji muyên bizanan hatine honandin. Dora konan bi gîha û dirrîyan tê girtin. Kon yan dirêjin yan jî çarqozî ne. Ajelên (heywanên) xwe di navenda kon de bi cîh dikin.
„Serjimêra êzîdîyan hîn di sedsala borî de, ango di sedasala 17an, bi 200.000 mirov dihat texmînkirin. Di civatek navxweyî de dijîyan. Dikanîbun û niha jî dikanin ta 30.000 þerrvan derxin holê. Di nav xwe de bi hoz û eþîrên serbixwe parve dibin. Serokatîyek giþtî yê hemuyan nîne“ bilî Mîrê olî.. „Lê belê di demên nelihevbunê þêxê mezin navberî dike û nelihevbunê ji holê radike. Hemu hoz divêt bi ya þêxê mezin bikin.
„Êzîdî bi pirranî li deverên Culemergê, Cizîrê, çîyayên dora Dîyarbekirê û li derdora Amedîyê dijîn. Yên li derdora Amedîyê dijîn, yên herî naskirî û rumetdî ne. Navê hoza wan Þêxan e. Navê serokê wan Mîr e. Ev mîr di heman dem da parêzvanê gora Þêx Adî ye. Hoza, herî tirs û xof dixe dilan, hoza di navbera Musil u çemê Xabur li çîyayê sincar akincî ye. Hindek ji vê hozê serdarîya eþîrên rojava û hindek jî serdarîya eþîrên baþur dikin. Ev hoz bi tenê 6.000 þerrvanên bi tifing amade dikin. Bilî yên tifing gellek þerrvanên wan yên bi tîr jî hene. Her wisa çekên wan yên wek þûr ên xwar, kavkanî .y. d. hene. Bi kavkanîyan sekvanên (nîþandarên) gellek baþ in. Her çiqas di nav çîyan de bidest nakevin, li berrîyan jî þerrvanin gellek mêrxas in. Tirs û xof naxin hew dilê karwanan, her wisa paþayên Musil û Bexdad jî hefza xwe ji wan dikin. Þerrek derkeve, pi pirranî bi saya pere tê bidawîkirin.
„Dema þêlandina karwanan bes dest didin ser mal û tiþtên wan, lê gellek caran hemû karwanan jî dikujin. Bi taybetî ew kesên bi rutbeyên wek Þerîf li ser navê Tirkan karwanîyê dikin, bi xederîyeke bê hempa tên kuþtin.
„Kêm êzîdî yên di gundên her du alîyên Zab de dijîn, di halê xwe de ne û þêlandina karwanan nakin. Pir caran kesên dixwazin derbasî hêla din ya Zab bibib, bi kelekên xwe derbas dikin. Jîyana û debara xwe pirranî bi zewî û xwedîkirina ajelan diborînin. „
Her çiqas tê gotin, kî êzîdî di þerr de muameleka gellek xirap bi Tirkan dikin, Garzonî dibêje, gorî yasanasên Tirkan, êzîdî sonda “Xuda yeke û Mihemed pêxemberê wî ye“ dixwin, û ji ber vê jî wek xwedî ol tên naskirin.
„Mîrên Kurdan, kî her du hel jî heman zimanî, ango Kurdî diaxivin, gellek qedr û qîmetê êzîdîyan digrin. Ji ber kû þerrvanên êzîdî gellek jîr û mêrxasin, mîrên Kurdan hevaltîya bi êzîdîyan re gellek giranbiha dibînin. Lewra di þerrê xwe yê bona serxwebuna xwe ya li dijî mîrên din, piþtgirî ji wan dibînin, ji hêla din jî gundî û xulamên li dij wan rabin, mîr bi alîkarîya van þervanan di tewîne.
„Dema þerr her du hêl jî, Tirkên Mihemedî û Êzîdî, bawer dikin, kî bi mirina xwe dê bibin þehîd“ û biçin bihûþtê.
„Gorî tê gotin, zarokên di þerr de bi dest keftine (wek hêsîr), difroþin. Tirkên sunnî û Farisên Þîî, yên bawerîya xwe bi Elî tînin, wek wezifa xwe dizanin, bermayîyan perwerde bikin. Parastina pîrek û zarokên Tirkan ji ber xencerên wan nîne. Lê dema Tirk pîrek û zarokan wek dîl bigrin, wan yan wek kole/xulam difroþin, yan jî li cem xwe dihêlin.
„Di danûstendinên xwe yên bi Tirk û Ereban re, zimanê Tirkî an Erebî, qasî kanîbun fêrbin, bikar tînin. Ew bi xwe nikanibin, yekî hindek van zimanan dizanin, dikin navber.
„Þêxên Êzîdî pere û heq dide wan kesên, kû ji wan re name an fermanên ji paþê hatine, werdigerrînin, dixwînin, an ji paþa re nivîsekî dinivîsînin „
Di hindek jêderên din yên sedsala 19 an de behsa têkilîyên Kurdên mesîhî û Kurdên êzîdî tên kirin. Hindek lêkolîner mesîhîyên Kurdistanê wek Nesturî û Yaqubî bi regez Kurd nîþan didin. Bi taybetî mesîhîyên Nesturî bi hoz û zimanê Kurdî di têkîlîyên xwe yên gelêrî de bikar tînin. Ayînên xwe lêbelê bi zimanê Surî (Aramî) dikin. Di dan û standinên di navbera Mesîhî û Êzîdîyan de ola êzîdî tesîrek mezin li ser mesîhîyan kirîye.
Di kovara „ Ethnosie oder Ethnologie, Marburg-1854 “ ev yek bi vî awayî hatîye nivîsandin:
„ Ola wan tevlihevîyek bawermendîya þeytanî ya nerrîna Magîyan, ya Îslamî û Krîstîyanî ye. Lewra ew jî rêza tavê digrin wek remza Îsa. Waftîz li gel wan heye û (zarokên xwe jî) sûnnet dikin. Mirov dikanê bêje ew wek Druzên Torosê ne. Wekî din îbadetên wan yên vekirî nînin.
„ Urmîye, Tebarma kevn, goya cihê ji dayikbuna Zerdeþt e. Ev der cihekî Med bu. Lêbelê ji bona þeytan îbadetê nakin û divêt wek Êzîdî neyên dîtin. Ew jî dibêjin, divêt mirov neheqî li þeytan neke. Rojek dê were, xûda dê rehma xwe lê bîne.“
Bi vê mebestê cejna Çarþema Sor li xûþk û birayên Êzîdî û hemu gelên Kurdistanê pîroz dikim.
Veysî Aydin
Çavkanî : Allgemeine Encyklopädie der Wissenschaften und Künste - Leipzig - 1838 Ethnosie oder Ethnologie – Marburg - 1854 Melange Asiatiques – St. Petersburg - 1859 Wêne: Kovara Globus û arþîva min
|