Veysî Aydin
VeysiAydin@gmx.de

 

Di çavkanîyeka Almanî ya 1861 de li gorî agahîyên Îskender Munþî

 

 

KELA DIMDIM

 

 

 

Di malpera NETKURD da nivîsek birêz Tosinê Reþîd li ser KELA DIMDIM ê derket. Birêz Tosinê Reþîd giringîya berxwedana mêrxasên kela Dimdimê dike û bangewazî li Kurdan dike, kû li ser vê berxwedanê hîn xebatên berfirehtir bikin û sala 2008an bikin “Sala Eposa DIMDIM”.

 

Ez bawer dikim li ser sala berxwedana Emîr Xanê Lepzêrîn birêz Tosînê Reþîd wek çend çavkanîyên din yên li ser DIMDIM hatine nivîsandin, þaþ e. Lewra Îskender Munþî yê wê demê wek misteþarekî salnama Þah Ebbas nivîsandîye, bi xwe di dagirkirina KELA DIMDIM de amadebû û dibêje ev bûyer “di sala sehan (sala kûçikan) de ango sala 1610-1611an de” qewimîye.

 

Di ber destê min xebateka Prof. Dr. Franz von Erdmann ê Almanî li ser salnameyên Îskender Munþî heye, kî têda qala berxedana Emîr Xan , EMÎRÊ LEPZÊRÎN , dike. Ev nirxandina Prof. Erdmann li ser berhemên Îskender Munþî di kovareka Almanî ya sala 1861an de hatîye çapkirin. Navê kovarê

 

Zetschrift der Deutschen Morgenlaendischen Gesellschaft ” e.

 

Nivîsa Prof. Erdmann di cîlda 15.an de hatîye belavkirin.

 


Wêneya serrûpela kovara navborî

 

 

Dîyar e KELA DIMDIM hîn berî Îslamîyetê hatîye avakirin. Emîr Xan li ser hymen (temelên) vê kelê kela xwe ava dike. Ji ber ku nave wê kela kevn di nav Kurdan de hîn jî wek KELA DIMDIM tê naskirin, piþtî avakirina kela bi destê Emîr Xan nave wê kelê her wisa wek KELA DIMDIM dimîne

 

 

Berî kû ez dest bi bûyer û çîroka rastî ya DIMDIM bikim, dixwazim hinek agahî li ser nivîskarê çavkanîya xwe, Îskender Munþî, bidim xwendevanên hêja.

 

 

Îskender Munþî kî ye?

 

Îskender Munþî di sala 1561an de ji dayika xwe bûye. Muhtemelen cihê jidayikbûnê Munþ e û ji ber vê yekê jê re gotine Munþî. Mirovekî zana bû ye. Berî bibe misteþarê Þah Ebbas karê hisaban û malîyê (defterdarî) kiriye. Piþtî ku têkilîyên xwe li gel hinek karmendên þah pêþde dibe, bi alîkarîya wan dibe karmendê qesra (saltanata) Ebbas. Demek þûnde Îskender Munþî dibe misteþarê þahê Îranê Þah Ebbas..

Navê pirtûkên Îskender Munþî , ango „Tarîxê alem arayê Abbasî“ bûn û ji çend cîldan pêk dihat.. Van pirtûkan wek salname hatibûn nivîsandin.

 

Îskender Munþî di gellek bûyerên, kî ew qal dike, bi xwe amade bû. Her wisa di dagirkirina kela DIMDIM de jî amade bû.

 

Sala mirina wî ne dîyare, lê belê gorî nivîsa wî, di bidawîanîna salnama xwe de 70 salî bûye.

 

 

Pêþeçîrok

 

Berxwedana kela DIMDIM li sedsala 17an, dorî salnama Îskender Munþî li sla 1610an de, di demeka nakokî û þerrên di navbera Osmanî û Sefewîyan de derbas dibe. Di wê demê de, gellek caran hinek hêz an hoz, yên piþtgirê hêlekê bûn, kanî bûn, ji bona hinek nakokîyan an jî berjewendîyên xwe derbasî hêla din bûna û li dijî hêla, kî jê veqetyabû þerr dikirin.

 

Îskender Munþî qala serleþkerekî Osmanî bi navê „ Muhammed Paþa “, kî wek „Qalenderoglu“ jî tê naskirin, dike. Muhammed Paþa wek walîyê Hims tê tayinkirin. Lê belê navbera wî û walîyê berê têk diçe. Ji ber vê yekê tev hêzên mixalifên Osmanî, Celalîyan, dibe. Li gellek cihan êriþ dibe ser avahî û leþkerên Osmanî. Osmanî her çi leþker diþîne ser wî jî, ser nakeve. Di heman demê de li dora Heleb û Dîyarbekirê kesek bi navê Tîr Tawîl (1) li dijî Osmanîyan þer dikir. Hêzên wî gellek bûn. Muhammed Paþa bi wan re tifaqekê çêdike. Hemû hêzên Osmanî, yên êriþî wandikin, têkdiçin. Osmanî bêçare dimîne û wezîr û serleþkerê xwe Murad Paþa, yê li Austria di þerr de ye, bi þûnde tîne û dike serleþkerê dijî Kurdan û Celalîyan.

 

Murad Paþa berê li dijî hêzên Kurdên Canbuladzadeyan (2) , kî qasî 20.000 þerrvanên wan hebû, þerr dike. Canbulazadeyan nikanin dijî hêzên Murad Paþa bisekinin û xwe dikþînin kela Helebê. Lêbelê Murad Paþa bi artêþek mizin êriþî kela Helebê dike û zora Canbuladzadeyan dibe. Piþtî þikstina serhildana Canbuladzadeyan, Murad Paþa êriþî heêzên Celalî dike. Di vê navberê de Tîr Tawîl dimre. Birayê Tîr Tawîl Mihemmed Beg bi 2.000 ta 3.000 þerrvan tev hêzên Kalenderoglu dibe. Her wisa Seîdê Reþ jî tev hêzên Qalenderoglu dibe. Murad Paþa 17ê nîsana 1608an hêzên xwe li dijî Qalenderoglu tevdigere. Qalenderoglu jî bi emîr û serdarên xwe we Mihemmed Beg, birayê Tîr Tawîl, Seîdê Reþ (Kara Said), Kurd Haydar Agacan, Pîrê Kekec Mihemmed, Husên Begê Ernawut, Numal Elî û.y.d. li diji Murad Paþa radiwestîne. Her çiqas hêzen Kalanderoglu gellek caran zora hêzên Murad Paþa dibin, bi dek û dolaban, Murad Paþa artêþa Qalenderoglu ji hêz dixe. Celalî xwe ber bi Erzeromê ve paþde dikþînin.

Mizgefta Erzweromê dor sala 1840an

 

Murad Paþa emir diþîne Îbrahîm Paþa, kî rêya Celalîyan bigre. Îbrahîm Paþa bi 20.000 leþker êriþî Celalîyan dike. Celalî mecbûr dibin, derbasî Îranê dibin. Hêzên Osmanî derbasî xaka Îranê nabin, lêbelê walîyê Erîwanê, kî wê demê di bin îdara Osmanîyande bû, ji van bûyeran agahdar dikin. Qalenderogl demekê di nav xaka Osmanî de dimîne û piþtî derbasbûna hemû hêzên xwe ev jî derbasî Îranê dibe. Qalenderoglu, Husên Begê Ernawût wek nûnerê xwe diþîne gel þah û bi nivîsekê girêdayîya xwe bi þah re îlan dike. Þah Ebbas devera Celalî lê ne, ji wan re tahsîs dike û emîrekî wek nûnerê xwe bo Qalenderoglu bi rê dike. Navê vî nûnerî Îtîmaduddewle Hatim Beg bû. Þah Ebbas wî temî kiri bû, li rewþa Celalîyan temaþe bike, û tespît bike, ka bi rastî Celalî dê têkevin bin emrê þah Ebbas an na. Heke erê, berê Celalîyan li Adirbeycan bi cih bike û paþê pêþkêþî huzûra wî (Þah Ebbas) bike. Bi gellek pere û alav Îtîmaddûdewle li gel þandeke þah birê dikeve. Li çend cihan bi îtîbar tên pêþawazî kirin…

 

Ez dirêj nekim…

 

Ev þandeya þah Ebbas digihêje cem Celaîyan. Îskender Munþî lîsta þervanên Celalî derdixe. Gorî vê lîstê 12.605 Celalî hatibûn. 10.000 ji wan leþkerên sade bûn. Yên din serdar, serleþker û emîr bûn. Celalî daxwaz ji Îtîmadûddewle kirin, kî dixwazin derkevin hizûra þah. Îtîmaddûdewle dixwest berê wan bi cîh bike û ber bi biharê wan teqdîmî þah bike. Celalî ev pêþnîyar qebûl kirin. Celalîyên leþkerên sade di qiþleyan de, emîr, serdar û serleþker li avahîyên dewletêde hatin bi cîhkirin. Îskender Munþî bi xwe jî di van giftûgoyande amade bû. Li ser daxwazê Îskender Munþî emîrek bona desthilatdarên dewletê yên wê deverê bona bicîhanîna îhtîyacên Celalîyan nivîsand.

 

Leþker û serdarên Celalîyan li deverên cuda cuda hatin belav kirin. Qismek ji van Celalîyan li deverên Kurdan hatin niþtecîkirin.

 

Hindek hozên Kurdan di dema þah Tahmaspê yekem di bin serokatîya Qeretac, kî paþan bi navê EMÎR XAN, hat naskirin, li dijî Osmanîyan þerrkiri bû, û xwe dabû bin desthilatdarîya Sefewîyan. Sefewîyan jî, wî wek emîr naskiribûn û devera Urmîye wek mulk dabûn wî. Piþtî mirina Þah Tahmasp, Osmanî xwestin Adirbeycan têxin bin desthilatdarîya xwe. Serokekî (emîrekî) hoza Biradost bi navê Mihemmed Beg di vî þerrîde piþtgirîya Osmanîyan kir. Ser vê yekê paþayê Osmanî Mihemmed Begê Biradostî kir Emîrê hoza Biradost û sancaqa devera wî. Emîr Xan serokatîya Mihemmed Beg qebûl nekir. Demekê di bin serokatîya emîrekî Kurdan de ma. Demekê jî di bin emrê walîyê Nehrewan Osman Paþa de ma.

 

Emîr Xan hem li dijî Osmanîyan û hem li dijî gellek hozên Kurd û hêzên din yên deverê þerr kirîye. Di þerrekîde destekî Emîr Xan jê bibû. Ji ber vê jî navê wî pir caran wek EMÎR ÇOLAQ dihat bikaranîn. Gelo di kîjan þerrî de destê Emîr Xan jê bûyê, di salnama Îskender Munþî de ne dîyar e.

 

Dema Þah Ebbas êriþ bir ser Aderbeycan, Naxîçewan û Erîwan, ji bona ji destê Osmanîyan derxe, Emîr Xan xwe gîhand Þah Ebbas û desthilatdarîya wî naskir. Li ser vê yekê Þah Ebbas emîrtîya hoza Biradost da wî bi rutba Xan. Urmîye bo navenda îdare û xantî û devera Uþnu wek mulk da Emîr Xan.

 

Þah Ebbas pê zanî bû, kî destê Emîr Xan di þerrde hatîye jêkirin. Emir da zêrevanen xwe, da kû destekî zêrîn û bi aqût û amas xemilandî ji Emîr Xanre çêkin. Ji vê demê pêde Emîr Xan wek „LEPZÊRÎN“ jî hat bi nav kirin.

 

Emîr Xan bi edalet û jîrîya xwe gellek nav û deng bi xwe xist. Hinek hozên Kurd yên di bin desthilatdarîya Osmanî de bûn, xist bin emrê xwe. Bi vî awayî devera desthilatdarîya xwe jî fireh kir. Gorî Îskender Munþî, Emîr Xan di dema xwe de yek ji navdartirîn Emîrên Kurdistanê bû. Ji ber nav û dengbûna Emîr Xan gellek hoz û malbatên mezin yên Kurdan xwe bi Emîr Xanve girtin nû ketin bin emrê wî. Gorî Îskender Munþî, Emir Xan bi vê rûmeta xwe hindek pozbilind bû. Bi qawt û rûmeta xwe ya nuh diçe Selmas ba Þah Ebbas. Þah Ebbas jî, deverên Emîr Xan xistibû bin destê xwe, wek mûlk texsîsî Emîr Xan kir.

 

Munþî dibêje, Emîr Xan piþtî vegerra xwe bi hozên qizilbaþre ket tîcareta sînor. Ji bin re Emîr Xan dixwest serxwebûna xwe bidest xe. Bona vê yekê, gorî Munþî, Emîr Xan dawa ji Þah Ebbas kir, da destûrê bidê, bo parastinas xwe û piþtevanên xwe li cihekî din kelakê ava bike, ji ber kû kela wî ya niha kevne û têra îhtiyacên wî nake. Þah Ebbas ev destûr da Emîr Xan. Cihê kelê 3 parasang (3) dûrî Urmîye bû Emîr Xan li serê girekî/çîyayekî dest bi avakirina vê kelê kir. Ev ciha nêzîkî îdarexana Emîr Xanê Lepzêrîn bû.

 

Îskender Munþî dibêje, „Gorî agahîyên Kurdan, berî hatina îslamîyetê li heman cih kelek bi navê DIMDIM hebû.“ Ev tê vê wateyê, kî kela Dimdim berî sedasala 7an, ango belabûna îslamîyetê hatîye avakirin. Îskender Munþî di vî derbarîde tiþtekî din nabêje. Lêbelê ji vê agahîya Kurdan dîyare, kî ev kela berî Îslamîyetê ji hêla Kurdan ava bûye. Di hindek çavkanîyên erdnîgarên Ereb û Faris wek Ebulfeda, Îþtaxrî û.y.d. qala hozên Kurd li Adirbeycan, Urmîye û cihên din hatîye kirin.

 

 

Emîr Xan û êriþa artêþa Þah Ebbas ser kela DIMDIM

 

Emîr Xan li ser hîmên vê kela kevna Kurdan bi kela xwe ava dike. Navê kela wî jî di nav Kurdan de wek navê kela kevn a Kurdan DIMDIM dimîne.

 

Walîyê Tewrêz (Tebrîz) Pîr Budak Xan, neyarê Emîr Xan bû. Gellek fesadîya Emîr xan li gel Þah Ebbas dikir. Pîr Budak Xan ji Ebbas re goti bû, Emîr Xan vê kelê ava dike, kî li dijî þah þerr bike û serxwebûna xwe îlan bike. Li ser vê derewê, Þah ebbas emir da Pîr Pudak, kî kesekî biþîne ba Emîr Xan û fermana qedexekirina avakirina kelê pêþkêþ bike. Pîr budak hem xeber diþîne Emîr Xan û hem jî gefan lê dixwe. Emîr Xan guh nade Pîr Budak û avakirina kelê xelas dike. Emîr Xan ji hêlek din gellek emîrên Kurdan ji dora Urmîye tîne li nav kelê niþtecî dike û çek (sîleh) dide wan. Yek ji wan kesan Xelîl Ebdal Megrî, neyarekî naskirî yê Ebbas bû.

 

Munþî dibêje, Emîr Xan, bona xapandina Þah Ebbas, çend caran rûmeta xwe nîþanî þah daye, lêbelê di bin re, amadekarîya xwe yê bergirîyê kiriye. Munjî di berdewamê de dinivîse, kî Emîr Xan ji bal xwe glîyê Pîr Budak li gel Þah Ebbas kirîye.Þah bawerî bi agahîyên Emîr Xan tîne. Þah Ebbas di bersiveka nîvîskî de bo Emîr Xan beyan dike, kî wî, Þah Ebbas, Pîr Budak Xan ji walîtîya Tewrêzê girtîye û þandîye deverek din. Þah Ebbas dibêje „Min Hesen Xan kir þûna Pîr Budak“. Di heman nivîsê de Þah Ebbas ji Emîr Xan daxwaz dike, „êdî bi vî walîyê nuhre, ango Hesen Xan, di aþîtîyêde bijî.“ Heke pirsgirêken Emîr Xan hebe, divet ya ew bi xwe, an kurrekî xwe bi 200-300 suwarîyan biþîne gel wî, kî „pirsgirêk kanibin bi giftûgo bêtin çareserkirin.“

 

Munþî dibêje, her çi Þah Ebbas beramberî Emîr Xan efûdar û bi rehm bû jî, „Emîr Xan dev ji lîstikên xwe berneda“. Îskender Munþî dewam dike: „ Dema Hesen Xan û emîrên din yên qizilbaþ bi Mihemmed Xan û Celalîyên dinre ber bi cihê niþtecîbûna Celalîyan bi rê ketin, (Emîr Xan) du hesp wek dîyarî þand. Hespek ji bo Hesen Xan û yê din ji bo Mihemmed Xan. (Emîr Xan) ji ber nehatina xwe dawa lêborinê kir û da nasîn, kî 7000-8000 Celalîyên bawerpênayê di nav civata Hesen Xan de heye û ji ber vê yekê nehatîye.“ Lê ewê paþan bi civatek leþker li pê wan were. Hesen Xan di bersiveka nivîskî de bo Emîr Xan dibêje, kî ewê zaten ji Urmîye derbasbin û dê þevekê nezîkî Emîr Xan bimîne. Wê þevê her du dê kanibin rû bi rû li ser vê mijarê jî biaxivin.

 

Îskender Munþî bi vê mebestê jî li Emîr Xan digre ûd dibêje, Emîr Xan vê rûmeta Hesen Xan jî paþguh kirîye. Lewra dem hêzên pêþeng yên Hesen Xan ji nêzîka kela Emîr Xan derbas dibin, hindek endamên hoza Biradost ji kelê dibezin û êriþî van leþkeran, kî piranîya wan Celalî ne, dikin. Di vî þerrî de 2 Celalî tên kuþtin û çendên din birîndar dibin. Dema Hesen Xan agahdarî þerr dibe, emr dike, kî þerr bê rawestandin. Konên xwe bona bêhnvedanê jî bi qasî nîv parasang dûrî kelê danî. Munþî wek dengê xwedîyê xwe dinivîsîne, kî Kurdan ji gellek hêlan konên Hesen Xan û civata wî bi top û tiving gullebaran kirine. Li swr pirsîyara Hesen Xan, gelo Emîr Xan bo çi wisa dike, Emîr Xan dawa lêborînên „vala“ (Munþî) dike. Fermana Kurdan derdikeve. Îskender Munþî dibêje „Li ser van êriþan þerr her çû geþ bû û Mihemed Xan, serokê Celalîyan li ser bingeha fermana hemû Kurdan serî hilda û Ûrmîye xist destê xwe.“

 

 

Wêneyek þerrvanên Kurd li dor sala 1820an

 

 

Li ser raporta Hesen Xan, Þah Ebbas Îtîmadudewle Hatim Beg diþîne Urmîye. Ji wî re dibêje, „lêkolînekê bike, gello ev mesela der dora Emîr Xan çi ye? Heke zehmetî dernekeve, gorî tecrûbeyên xwe Emîr Xan ceza bike. Kela wî hilweþîne û bi erdêve bike yek. Dever û mulkên Emîr Xan di nav Celalîyan de parve bike. Lêbelê bi þertekî, kû hemû Kurd bên qirrkirin “ Þah Ebbas di temîkirina xwe de dewam dike:“ Heke tu bi vî awayî bi ser neketî, (ango te nikanîbû Kurd qirrbikira), li rîya þermezarkirina Emîr Xan bigerre, da ku Emîr Xan dþsan li min rûmet bigre. Heke rûmet girt, wê demê Celalîyan biþîne cihên wanî zivistanî û li wir niþtecî bike”. Þah Ebbas birrek pere û çek û tiþtên din dide Hatim Beg û Îskender Munþî jî wek bûyernivîs, an karmendê nivîsê dide bin emrê Îtuatuddewle Hatim Beg. Bi vi þiklî Îskender Munþî dibe þahidê dagirkirin û hilweþandina Kela Dimdim û qetilkirina Kurdan,

 

Îtimatuldewle Hatim Beg hin li ser rîya Urmîye þevekê dimre. Laþê wî diþînin Tewrêz. Di heman þevê de Mihemed Beg Bigdelî Samelû dikeve þûna Hatim Beg û serdarîya êriþa ser kela Dimdim dike.

 

Îskender Munþî nivîsa xwe ya ser hilweþandina kela Dimdim bi van rêzan bi dawî tine:

“ Ev hemû bi þikestina Emîr Xan û destbirayên wî bi dawî hat. Ev bûyer sala sehan 1019 (1610-1611) qewimîye.”

 

Îskender Munþî gellek helbest jî nivîsandîye. Yek ji wan helbestan li ser „Kela zeptkirina wê nemimkun, Kela Dimdim“ e.

 

Min li ser berxwedana Emîr Xanê Lepzêrin, „Efsana DIMDIM“ pirr nenivîsandan. Lêbelê hêvîdarim min bi belavkirina berhema Îskender Munþî li ser pêþeçîroka þerrê dijî Emîr Xan û Dimdim bona xwendevan û lêkolîneran xizmetek biçûk kir.

5.06.2007

 

Têbînî :

•  Tîr Tawîl mihtemelen Kurde û li devera Heleb û Dîyarbekir di salên 1600an de li dijî Osmanîyan þerr kirîye.

•  Canboladzadeyan îro wek Canpolat tên naskirin, û niha li bakurê Libnanê niþtecîne.

•  Parasang teqrîben 4 KM ye.