|
|
||
|
|
||
Nijadperestîya dijî Kurdan û Hz. MuhammedNîjadperestî ne hizrek nûh e. Bi serdema modern a milletan jî derneketîye. Nîjadperestî gellekî kevn e û bi awayên cuda cuda ketîye gellek pirtûkan.
Ev nîjadpersetîya li dijî Kurdan îro li rojhilata navîn gîhaþtîye merhelakî xeter. Ereb, Faris û Tirk di her firsetê de Kurdan biçûk dixin, heqaretê li mezin û rêberên Kurdan dikin. Di her firsetêde êriþ dibin ser Kurdan û bi awayekî hovane qetil dikin. Hema hinek bêje “ev kurd e! Terorîst e! “ Pirjimarîya endamên van netewan, Ereb, Tirk, Faris û destbirakên wan, dinya xera bibe jî, nayên ser hev, lê belê li dijî Kurdan bi hezaran kes bona lêdan û qetla Kurdan dirrijin kolanan. Wekî berî çend rojan li Sakarya ya Tirkîyê du xortên Kurd ji ber ku tîþortê bi wêneya hunermendê Kurd li xwe kiribûn, xwestin bên kuþtin. Di destpêkêde êriþkarên nîjadperest hew çend kes bûn. Bi qîrrîna wan, kî ev kes Kurd in, bi hezaran kes civîyan û li wan herdû xortên Kurd dan. Her dû xort bi zor û zehmet ji mirinê filitîn.
Sedan Kurd, zarok be, kal be, jin be ferq nake, li Îraqê ji ber Kurdbûna xwe tên kuþtin û laþên wan tên perçekirin.
Ev mînakana zehf in. Di dîroka me Kurdan de jî gellek mînakên qetlîaman hene, ku sebeba wan bes Kurdbûn bû. Ya balkêþ ev e, kî nîjadperestîya dijî Kurdan berî tevgerên netewî yên modern jî hebûn. Ango nîjadperestî ne fenomeneka bi pêkhatina netewetîya modern derketîye hole. Na xêr! Nîjadperestîya dijî Kurdan gellek kevn e.
Bi taybetî nîjadperestîya li dijî Kurdan li rojhilata navîn digihêja serdema berî îslamîyetê. Nunerên îslamîyetê dijminatîya dijî Kurdan gellek caran bi metelok û gotinên mezinên an pêþîyên xwe bi bingeh kirine. Her wisa ji pêxember Muhemmed û xelîfan gotin wergirtine, bona Kurdan biçuk bixin.
Min gellek metelok û pêkenînên Ereban li ser biçukxistina Kurdan bihîstibû. Lê ez rastî çavkanîyên nivîskî û bi taybetî yê serdema destpêa îsalmîyetê, nehatibum. Demek berê, min wergerandina Almanî ya pirtûkeka bi navê
“ HEVRÊYÊ BAWERMEND YÊ KESÊ TENÊ ”
ya nivîskar Abu Mansur Abdulmelik Ibn Muhammed ibn Ismail El-Çelebi ji Nîsabur bi dest xist.
Ev pirtuk li sala 1829an de li Vîenna paytexta nuha ya Austrîa ji hêla Gustav Flugel ahtîye weþandin.
Serrupela vê pirtukê ev e:
Abu Mansur Abdulmelik Ibn Muhammed ibn Ismail El-Çelebi ji Nîsabur nivîskarekî Ereb e û di sala 350 koçî, ango sala 961an zayinî de ji dayik bûye. Sala 429ê koçî, ango 1038 zayinî mirîye. Gellek gotinên pêþîya, axaftinên pêxemberê Îslamîyetê Muhemmed, yê Xelîfan û zanayên wê deme berev kirîyê. Ev pirtuk jî hem ji gotinên berê, hem jî ji metelokan û hwd. Pêk tê.
Li rûpelên 274 û 275 an yê eslê pirtûkê de qala Kurdan tê kirin. Rûpelên eslî yê pirtuke ev in:
Kurdîya wê:
“Li gorî ji pêxember tê qalkirin (behskirin), pêxember gotîye: “Kurd cînên kifþ bûne. Navê wan ji vê sebebê tê: Dema Sulêman Beg ajotîye ser Hînd (Hîndustan/VA) ji wan (Hîndan/VA) heþtê keçik wek hêsîr (esîr) girtîye. Wan (keçikan) li giravekê niþtecî kirîye. Demek þunda ev cîn ji behrê derketine. Bi (zewaca wan) çil keçik çêbune. Dema agahî dighêje Sulêman, emir dide, wan ji giravê derxin û li welatê Fars ( Farsistan ) bi cîh bikin. (Piþtî li bicîhkirina wan/VA) ji wan çil lawik (kurr) çêbûn. Dema ku ew (kurran) mezin bûn, dest bi ziraradayinê kirin. Þeqqam (cadde) û kuçe rehet nehiþtin . Li gel Sulêman gilîyê wan hat kirin. (Sulêman) emir da: Wan (akraduhum) biqewitînin nav çîyan. Ji vir pê de navê wan Kurd e.“ Niha mirov dikare bêje, „ma metelokek wisa, an nêzî vê, di pirtuka Þerefxanê Bêdlîsê „Þerefname“ de jî heye. Ev nîv rastîyek e. Lewra her çi afirandina Kurdan ji cînan di Þerefnamede hebe jî, biçukxistina wan wek diz, zirardar nîn e. Nêzîkî 600-700 sal berî Þerefxan, ereb ji devê pêxemberê xwe Kurdan wek qewmekî zirardar binav dikin. Ya balkêþ û giring ev e.
Bê guman ez ne nîjadperest im, û li dijî heman þiklên nîjadperestîyê me. Piþtî dîtina vê nivîsa berî 1000 salan ya bi awayekî vekirî dijminatîya qewmê Kurd dike, bi min tade hat. Her çiqas li ba min gellek nivîsên xirap yên kevn hebin jî, min bi kar neanî.
Gotinek me Kurdan heye, dibêje
„Gurrî dibêje, „ kumê min li serê te, navê min li te“ „
Niha bûye mesela Ereban. Kumê xwe didin serê me û navê xwe li me dikin.Koçer û konniþtecîyên Ereban bi sedan sale ji hêla gellek gerrok, dîroknivîs û.hwd. wek pêxwas, þêlker/þêlevan, durû tên naskirin û binavkirin. Lêbelê bi devê pêxemberê xwe, navê xwe li me Kurdan dikin.
Bi nivîseka Îbn-Xaldun li ser qerektera Ereban dixwazim bersiva wan gotinên jor bidim:
„Hemû sirûþtîya (tebîeta) Ereban cihguherrandin û xweguherrtin e. Ango tersê rehetî û huzurê ye. Bona rehetî çand/kultur pêwist e. Mesela quna xwe bi keviran paqij dikin. Dema kevir nebin, xanîyan hildiweþînin, jê keviran diþkînin û derdixin, ku xwe pê paqij bikin. Siruþta wan li dijî çandina zewîyê ye. Çandin bingeha kulturê ye. Bidestxistina xurekê li ser serê tîrên wan e. (Yanî bi dizî kirin û bi þêlevanî xurekê (xwarina) xwe bidestdixin/VA). Þêlekarîya wan, tixuban nas nake. Çi têkeve ber lepên wan, diþêlînin û didizin. Bona berjewendîya xwe, sebebên genî dibînin. Bona pere peyda bikin, mirovên di bin serdarîya wan de dijîn, di rewþeke gellek xerab de didin jîyandin“ (Ibn-Xaldun)
Ê de were û qala „TIFFAQA HEZAR SALAN“ bike!
Veysi AYDIN
Têbînî: Nav parantêzan û yên bi VA hatine nîþankrin, bona têgihîþtinê ji hêla min lê hatine zêdekirin.
|