|
|
||
|
|
||
Li Ewrûpa pêþtirîn xebatên zanistî li ser
ÞEREFNAME
Þerefxanê Bedlîsî û Þerefname
Pêþekî
Þerefname, gorî ez zanim, kevintirîn belgedîroka Kurdan e, kî bi destê kurdekî hatîye nivîsandin. Þerefxanê Bedlîsê ev pirtuka dîrokî di sala 1597an de qedandîye, ango berî 510 salan.
Lê mixabin nivîskarê wê Mîr Þerefxanê Bedlîsê, vê berhema giranbiha bi Farisî nivîsandîye. Bê gûman hinek sebebên vê hene, wek bidurxistina bavê Þerefxan ji Kurdistanê bi destê Împaratorîya Osmanî, koçberbuna malbata wan bo Îrana Sefewî, jidayikbun û perwerdehîya Þerefxan li perwerdegehên Îrana Sefewî….u.y.d….
Lê ez bawer dikim, heke ev pirtûk, Þerefname , bi Kurdî hatiba nivîsandin, ne hew di warê dîrokê de, her wiha di warê zimannasî de jî wê biba jêdereka gellek giranbiha bo Kurdolocî.
Bê gûman her çend ev þahasera bi Farsî jî hatibe nivîsandin, ji qîmeta xwe tiþtekî winda nake.
Werger û çapkirinên Þerefname
Þerefname bo gellek zimanan hatîye wergerandin wek Îngîlîzî-1827-1830(?), Almanî-1858, Rusî-1860, Fransizî-1868, Erebî-1948, Tirkî (tîpê Latînî) - 1971 ...
Hem orîjînal hem jî jibernivîsên (kopyayên) Þerefname li gellek welatan belabûye.
Dostê Kurd û lêkolînerê hêja Îlhamî Yazgan di nivîsek xwe ya bi sernivîsa “ Kürt Tarihi Þerefnamenin Bati Serüveni ”, (Maceraya rojava a dîroka Kurd Þerefname) ji lêkolînerê naskirî yê Kurd Mehmet Bayrak têbînîyekê neqil dike. Nivîsa Mehmet Bayrak di kovara Deng de bi sernivîsa “ Türkiyede Kürdoloji Çal ý þmalarý (Xebatên Kurdolocî li Tirkîyê) çap buye.
Mehmet Bayrak di nivîsa xwe, ya di Kovara Deng de dibêje: “ Heta demek nêzîk dihat zanîn, kû 3 nusxayên destnivîskî ya Þerefname heye. Min çend sal berê li Pirtuxana Silêmanî lêkolîn dikir û li wir 5 nusxayên Þerefname yên destnivîsî hebun. Her çiqas yek ji van wek wergera Tirkî dihat nasîn, jî min famkir, kî ew nusxa jî bi Farisî ye. Bilî vê di Fatih Milli Kütüphanesi ( Pirtukxana Milli ya Fatîh ) ( liqê pirtukên Alî Emîrî ) û li Istanbul Þehir Kütüphanesi ( Pirtukxana Bajarê Îstanbul ) (Berhevkirinên Muallîm Cevdet) du nusxayên wergerîya Tirkî hene. (Þerefname) di sala 1669an de ji hêla Mehmet bin Ahmed Bey Mirza li ser bingeha eslî ya Farsî bo Tirkî hatîye wergerandin. Orîentalîstê navdar Babinger dibêje, wergeraka sala 1681 an ya ji hêla Þem`î hatîye kirin, li Belediye Kûtûphanesi (Pirtukxana Þaredarîyê) ye û wergereka Tirkî jî du nusxa li British Museum hene. Ev wergerandina Þerefname li ser daxwaza Atatürk ji hêla Süleyman Savci bo Tirkîya Latînî hatîye wergerandin. Nusxeka vê wergerê li Diyarbakir Umumi Kütüphanesi (Pirtukxana Giþtî ya Dîyarbekîrê) û yek jî li Tûrk Tarih Kurumu Kütüphanesi (Pirtûkxana Rexistina Dîroka Tirk) di nav berhemên wergerandî de ye.”
Gorî van agahîyan, Þerefname hîn di sala 1669an de cara yekem , sala 1681an de jî cara duwem , dora salên 1923-1930 cara sêhem û 1971an de ji hêla Mehmet Emîn Bozarslan cara çarem bo Tirkî hatîye wergerandin. Her dû wergerandinên pêþîn bi tîpê Erebî, lehça Osmanî, her dû yên paþîn jî bi tîpên Latînî û lehça Tirkî, ya nu hatine kirin.
Wergera Erebî jî di sala 1948an de li Qehîre/Misir ji hêla Muhammed Elî Ewnî hatîye kirin. Lê di sala 1958an de çap buye. Muhammed Elî Ewnî Beg, gorî agahdayina wergerê Tirkî Mehmet Emîn Bozarslan, Kurdekî “Îraq”ê ye. (Nayê bîra min li ku), lê min di pirtukekê de xwendibu, kî Muhammed Elî Ewnî Beg ji Sêwregê ye.
Xebat û lêkolînên li ser Þerefname
Li ser Þerefname gellek tiþt hatine nivîsandin.
Þerefname, bi dehan salane buye mijara bi sedan lêkolînên zanistî.
Þerefname, her wiha li Ewrûpa jî, bi destpêka sedsala 19an de bona zanyarên Ewrûpî buye mijara lêkolînên zanistî.
Þerefname, mûhtemelen di dawîya sedsala 18an, destpêka sedsala 19an de bi destê gerrok û lêkolînerên Ewrûpî gihîþtîye Ewrûpa.
Prof. Dr. Barb û hatina Þerefname bo Ewrupa
Prof. Dr. Alfred Barb yek ji kevntirîn zanyar e li Ewrûpa, kî di sedsala 19an de li ser Kurdan û pirsa Kurdî nivîsên zanyarî nivîsandîye û li telarên zanistî gellek konferans daye.
Di destê min de hinek xebatên wî li ser hozên Kurdan, dîroka Kurdan, mîrþînîyên Kurdan wek mîrîya Bedlîsê u.y.d. heye.
Di pêþerojê de ezê hinek nivîsên vî Kurdologê Ewrupî yê sedsala 19an pêþkêþ bikim.
Yek ji xebatên Dr. Barb ya giranbiha wergerandina pirtûka Þerefxan “Þerefname” ye.
Ev pirtuk di wê demê de li Ewropa di bin navê “ Tarîch el Ekrad ” (Tarîx El Ekrad) dihat naskirin.
Prof. Barb her çiqas navê vê berhemê hîn di salên 1840an de bihîstibe jî, Þerefname gellek dereng dikeve destê wî.
Ber bi sala 1858an jî sê bergê (cîldê) wê wergerandîye zimanê Almanî û pêþkêþî Akademîya Zanistî ya Komarî ya Vîenna kirîye.
Kovara kû nivîsa Prof. Dr. Alfred Barb tê de çap buye Sal 1853, cih: Vîenna, cîld: 10
Prof. Alfred Barb berî wergerandina Þerefname, 23ê Sebata 1853an di runiþtineka vê akademîyê de konferansekê li ser bidestxistin û naveroka Þerefname dide endamên bijarte, yên vê akademîyê, kî pêk dihatin ji zanyarên Ewrûpî, yên wê serdemê.
Dr. Barb berî qedandina wergera Þerefname, hinek qismên wê diweþîne û van qisman di konferansên zanistî de pêþkêþî zanyaran dike.
Wergerandina Þerefnameyê li ser bingeha nusxa Farsî ya di destê wî de heye, dike, lê belê bi hinek nusxayên din jî dide ber hevdû. Di nîvîseka xwe ya 9ê Hezîrana sala 1858an de di kovara “ Sitzungsberichte der Kaiserlichen Akademie der Wissenschaften “ (Nûçeyên Runiþtinên Akademîya Keyserî (qiralîyet) ya Zanistî) – Vîenna-Awistrîya, jimara Hezîrana 1858an de dibêje, bi têkîlîya wezareta derve ya Komara Awustrîya nusxa Þerefname ya li Bibliotheque Imperial Paris bo li ser xebatê bidest xistîye û ew kêmasîyên di nusxa xwe de berteref kirîye.
Min wergera Prof. Barb bo Almanî da ber wergera bo Tirkî, ya sala 1971an ji hêla birêz Mehmet Emîn Bozarslan hatîye kirin.
Nusxa ber destê min Þerefname, wergera Tirkî Werger: Mehmet Emîn Bozarslan Weþanxana Yöntem, Istanbul - 1971
Bona ez bizanibim, ka wergera Prof. Dr. Barb gelo raste, an na, min her du werger, anko ya Tirkî u ya Almanî da ber hev. Wek lêkolîner, zimannas û werger dikanim bêjim, wergera Prof. Barb wergereka gellek delal û rast e. Prof. Barb Þerefname bi zimanekî gellek hêsan, lê bi zanistî wergerandîye Almanî.
Her çiqas bingeha wergerandina Dr. Barb nusxa Farsî û bingeha wergerandina Mehmet Emîn Bozarslan nusxa wergerandina Erebî be jî, her du werger gellek baþ hatine kirin û têgihîþtina her du wergeran jî hêsan e.
Ezê di vê nivîsa xwe de qala hatina Þerefname bo Ewrûpa bikim û li ser xebata Prof. Alfred Barb bo bidestxistina Þerefnameyê, þirova wî ya li ser Þerefnameyê û hinek têbînîyên wî li ser Kurdan û dîroka Kurdan binivîsînîm.
Þopajotinên Dr. Barb bo bidestxistina Þerefname
Prof. Barb salên 1846-1847an diçe Îranê. Piþtî navê “Tarich El Akrad dibihîse, gellek mijulî dibe bo bidestxistina vê pirtukê.
Di koferansa 23ê Sebata 1853an li Vîenna, (paytexta Awistrîyaya îro) de dibêje:
“Yek ji berhemên herî giringa ya gerra min a zanistî li Îranê di salên 1846-1847an de ev berhema kû ezê niha ji we re qal bikim, anko ya ji hêla gerrok û zanyarên Ewrûpî bi nave “ Tarîch El Akrad ”, anko “ Dîroka Kurdan ”, tê binavkirin. Ev berhem, ji hêla zanyaran wek jêdera dîroka gelê Kurd û welatê wî gelî, (anko Kurdistan), tê nasîn. Lê ev berheman wiqas kêm in, kî ev pirtûk bi nave xwe yê eslî nayê naskirin. Sebeba vê jî ewe, kû ev pirtuk gellek kême û ne hew li Îranê, her wisa li Kurdistanê jî bi gellek zehmetî bidest dikeve”
Li vir tiþtekî balkêþ heye, kî di wê demê de muhtemelen wergera Þerefname bo Erebî di bin nave “Tarîx El Akrad” berî nusxa orijinal a bi zimanê Farisî gîhaþtibe Ewrûpa. Ji ber vê yekê jî zanyarên Ewrupî pirtûka Þerefxan bi pirranî bi nave wergera Erebî, anko “Tarich El Akrad”, bikar tanîn. Ji ber vê jî Dr. Barb dibêje, ev pirtuk ne bi nave xwe yê eslî, anko Þerefname, lê di bin naê wergera Erebî “Tarîch El Ekrad” tê naskirin.
Prof. Barb cara yekem di “ Herbelots Bibliotheque Oriantale ” de rastî nave “Tarîch El Akrad” tê. Bilî vî navî rastî nave sê pirtukên din yên li ser Kurdan tê:
Yek ji wan Dîroka Seleheddînê Eyubî ye.
Ya din li ser Malbata Selahaddînê Eyubî ye.
Ya sêhemîn jî her çiqas bi nave “ Tarchy Scheref Chan El Bîdlîsî ” (Diroka Þerefxanê Bedlîsî) hatibe bi navkirin jî, Dr. Barb gorî naveroka vê pirtukê dibêje, ev pirtuk jî li ser jîyana Selahaddînê Eyubî ye. Bi þaþî navêkî din hatîye lêkirin û di pirtuxanêde bi vî nave þaþ hatîye bi cihkirin.
Dr. Barb gellek lêkolînan bona bidestxistina Þerefnameyê dike.
Di pirtuka misyonêr Malcolm ya 1815an de bi navê “ Geschîchte von Persien ” (Dîroka Farsistanê) rastî navê Tarîch el Akrad (Þerefname) tê. Malcom di vê pirtuka xwe de ji Þerefname gellek caran agahîyan bi cih dike, lê belê nave nivîskarê wê bi þaþî wek Þerefeddîn dinivîsîne.
Gorî bawerîya Dr. Barb, Malcolm Ewrupîyê yekeme, kî ev pirtuk anîye Ewrupa. Lewra hevrêyê Malcolm, McDonald Kinneir, kî di seyahata Malcom de refaqatîya Malcolm dikir, di sala 1827ande behsa seyahata xwe ya sala 1810an bo Senne dike û dibêje “Malcolm ev pirtuk li bajarê Senne ji serokê eþîra Mohizzî (Mukrî ?) girtîye . Bi walîyê Senna re jî nusxayek hebuye. Lê di nusxa walî de hinek kêmasî hebune. Walî nusxa Malcolm jê girtîye, kî kêmasîya nusxaya xwe temam bike. Walîyê Senna dema kû nusxa Malcolm lê vedigerrîne, pirtukeka li ser dîroka Mîrîya Erdelan jî dide wî”. Malcolm bi vê dîyarîyê gellek kêfxweþ dibe.
Dr. Barb þopajotina xwe berdewam dike. Gi vê þopajotinê de rastî pirtuka Claudius James Rich tê.
Deh salan piþtî mirina Rich jinbîya/jinebîya Claudius James Rich di sala 1836an de pirtûka wî ya bi nave “ Narratives of a recidence in Koordistan “ diweþîne.
James Rich di niþtecîtîya (îqameta) xwe ya li Kurdistanê gellek lêkolînan dike û gellek belge berhev dike. Ew bi xwe jî bi þopa pirtûka Þerefxan “Þerefname” dikeve. Diçe bajarên wek Senna û Silêmanî. Gellek hevdîtin bi zanyar û serokhozên Kurdan re pêktîne. Li Silêmanî serokhoz Babanê Silêmanî alîkarîya wî dike. Gellek agahî li ser mîrîya Baban dide wî û belgeyên destnivîsî nîþanî Rich dide. Rich ji ber van destnivîsan agahî werdigre û dixe nav rupellên pirtûka xwe ya bi nave “ Narratives of a recidence in Koordistan” . Dawî bi dawî nusxak Þerefname, kî Rich jî wê bi “Tarich El Akrad” bi nav dike, dikeve destê wî.
Jinebîya Rîch di pêþkêþîya weþandina pirtûka Rich de dibêje, gellek pirtûk wek mîrat ji Rich maye. Yek ji van pirtukan jî “Tarich El Akrad” e. Jinebîya Rich, agahî dide, kî wê tev “Tarich El Akrad” (Þerefname) hemu pirtûkên Rich wek dîyarî daye British Museum (Muzexana Brîtanî). Ji ber kî jinebîya Rich tu agahgî li ser vê yekê, gelo Rich ev nusxe ji ku pêdekirîye, nade, Prof. Barb bawer dike, kî Rich ev nusxa Þerefnamê ji walîyê Senne girtîye.
Her çiqas Prof. Barb gellek caran serî li British Museum dide, kî vê nusxa Þerefnamê bo lêkolîn bidin ber destên wî, British Museum bersiveka erênî nade wî. Prof. Barb xemgînîya xwe tîne ziman û dibêje gellek mixabe, kî ta vê sale, ango 1853an, ev berhema dîrokî ya giranbiha bo bikarhênên zanistî nehatîye wergerandin.
Dr. Barb u dîroka Kurd u Kurdistanê
Berdewmîya gotinên xemgînîya xwe de Prof. Barb wiha dibêje:
“… Gellek caran cerribandinên lêkolînê li ser dîroka gelê Kurdistanê, kî hîn ji dema Xenephon xwe daye hiskirin, hatîye kirin. Ev gelê wê dema Xenephon bi mêrxasîya xwe gellek tirs xistibu dilê dehhezaran, îro jî bi hesten xwe yên serxebunê û þêlandinê, adetên xwe yên xav neguherrîne. Îro jî tirs dixe dilê koça tacîrên Faris û Tirk…
“Divêt em enteresa xwe ya dîrokê di vî warî de geþbikin. Lewra ev gel, (ango gelê Kurd/VA), milletekî pirr kevn e. Ev gel i ser erdên asurî-medî, li rojhilata navîn (Orient) her çiqas guherrtinên sîyasî û yên din jî pêk hatibin, bi awakî serdestî û serxwebuna xwe ya niþtimanî di bin serokatîya mîrên xwe de parastîye û serbilindin bi rehên xwe yên mîrî/qiralî…Ev serberzîya wan serdema Assur û Med tîne bîra mirov.”
Prof Barb giringîya rola Kurdan piþtî belavbuna Îslamê di nirxîne û dibêje, “pareka Kurdan giring heye li ser avabuna dewletan li rojhilata navîn”.
Lewra “Weke tê zanîn Kurdan piþtî belavbuna Îslamê li rojhilata navîn gellek dewlet û mîrî yên bi hêz ava kiribun.”
“Rola Kurdan di þerrên navbera Faris û Osmanîyan de jî gellek mezine. Hoz û eþîrên Kurdan gorî berjewendîyên xwe car û car li gel Osmanîyan, car û car li gel Farisan tiffaq datanin. Ev yek jî bona serkirdên împoratorîyên Osmanî û Farisan dibu sebebên balgirtina helwesta Kurdan di þerrên her du dewletan de. “
Prof. Dr. Barb di wê bawerîyê de ye, kî ev berçavgirtina helwesta Kurdan di serdema Roma û Sasanîyan de jî rolekî giring lîstîye. Gerek Roma gerek Sasanî di þerrên xwe de mecbur mane, gorî helwesta Kurdan sîyaseta xwe ya þerr li dijî dijmin sazbikin.
Prof. Barb: „ Di nîvçeya duhema sedsala borî de (sedsala 18an) Kerîm Xanê Zend ji hoza Zend bi mîrîtîya Kurdan derdikeve ser textê Farsistanê. Lê mixabin ev mîrîtî piþtî 40 salan serkirdayetî ji hêla Kaçaranve hat hilweþandin. Lêbelê ev serkeftina bona Kurdan buye remzek (sembolek) die serbilindîya niþtimanîya Kurdan de. Kurd ji ber regez û rehên xwe yên mêrxasî bi maf îddîa li ser text û taca Farsistanê dikin…
„Welatê Kurdan heta berî demekê wek welatekî nenas, terra incognita , bu. Lê di vê navberê de gellek lêkolîn hatin kirin. Gellek gerrok û zanyarên Ewrupî çun wir. Lêkolînên xwe an jî gerrnameyên xwe weþandin. Dîsan jî hîn mijek/dukelek li ser dîroka vî gelî heye. Min ji xwe re kir armanc, bi lêkolînên di vê berhemê de (Þerefname) vê mijê/dukelê ji hole rakim “.
Bi van gotinan Dr. Barb meyîla xwe ya pêþeroja xwe û karê lêkolîna xwe ya li ser dîroka Kurdan dide xuyakirin.
Bi rastî jî piþtî van salan Dr. Barb gellek nivîsên zanistî diweþîne û konferansan li telarên akademîyên zanistî dide.
Prof. Barb xwe gellek bextewar û þad dibîne, kî wek zanyar wê rojê, anko 23ê sebata 1853 an, li berdem vê akademîya zanistî de vê axaftinê dike.
Vê xebata xwe jî wek xizmeteka xwe ya niþtimanî beramber welatê xwe dinirxîne.
Konferansa Prof. Dr. Barb Dr. Barb di konferansê de, anko 23ê sebata 1853 , piþtî vê gotara pêþkêþîyê dest bi danasîna Þerefname dike. Lê dixwazê berî naveroka Þerefnameyê, nivîskarê vê pirtûkê, anko Þerefxanê Mîrê Bedlîsê bide nasandin.
Nasandina Þerefxan
Prof. Barb wisa dibêje:
„Nivîskarê vê berhemê di pirtuka IV.emîn de behsa/qala xwe dike. Gorî vê nasnameyê, navê nivîskar Þeref e. Nebîyê mîrîtîya kevn a Bedlîsê ye. Kurrê Þemseddîn e. Þemseddîn di sala 941an / koçî de wek mîr ketîye þuna bavê xwe. Sal û nivekê piþtî serkirdayetîyê xwe Ulema Osmanî zordarî lê kirîye û mecbru kirîye, mîrþînîya xwe bi walîtîya Meletî biguherre. Li dijî vê derdikeve. Piþta xwe bi soza girseyên hoza xwe û bi Sûlêman Beg, mîrê Sason, girê dide. Lê belê (ev kesan/VA) bi wî re xayin derdikevin. Dîwana Osmanî gellek darbeyan lê dixe. Ji ber vê yekê, mecbur dimîne, koçberîyê qebul dike. Bi hinek mirovên xwe re diçe ba Þahê Îranê Þah Tahmasb . Þah Tahmasb pêþewazîyek germ lê dike û wî bi ritba „Xan“ di xemilîne. Wek mal u milk gellek erd jî dide wî…
„Þeref di koçberîya zordarî/sirgûnê de ji dayika xwe dibe. Heft sal piþtî sirgûnîya bavê xwe 20ê meha zilkad a sala 949an/koçî li bajarê Kerehrud ji dayik dibe. Di qesra Þah Tahmasb li ber destê Þêx Emîr Bilbasî perwerdeyeka gellekî dewlemend û kûr werdigre…. Îdara gellek deveran dike. Sala 948an/koçî ji hêla Þah Îsmaîl Mîrza li qesra þah wek Emîr El Omra bo hemu Kurdan (wek serdarê hemu Kurdan/VA) tê bi wazîfe kirin. Lê piþtî demeka kurt dilnexwazên wî fesadîya wî li gel Þah Îsmaîl Mîrza dikin. Xwedê giravî, Þerefxan piþtgirîya serhildana Sultan Hûsên Mîrza , pismamekî Þah Îsmaîl Mirza, dike bona hilweþandina þahîya Þah Îsmaîl Mîrza. Þah Îsmaîl Mîrza bawerîya xwe bi fesadîya van kesan dike û Þerefxan diþîne Naxîçewan. Li wir sal û nîvekê wek walî dimîne. Li sala 986an/koçî bi alîkarîya Mîrê Mîran Xusrew Paþa , Zeynel Begê Hekkarî, Hesen Begê serokhêzê hoza Mehmudî li gel Sultan Muradê IIIemê Osmanî vedigerrê ser mîratê bav û bapîrên xwe. Sala 1005an/koçî dest ji kar vedikþîne û lawê wî Þemseddîn dikeve þûna wî“
Danasîna Naveroka Þerefname Piþtî vê nasandina Þerefxan a dirêj, Dr. Barb dest bi danasîna naveroka Þerefname dike û wisa neqil dike:
„ Di destpêkê de Þerefxan qala vegerrandina xwe ya ser mulkê xwe, perwerdeya xwe, enteresa xwe bo dîrokê, û sebebên nivîsandina xwe li ser dîroka Kurdan û Mîrên Kurdan dike.“
„ Þerefxan agahî li ser çavkanîyên bona vê berhemê bikaranîye dike. Dr. Barb ev yek wisa dinirxîne: Þerefxan „ berhemên dîrokî yên Farisî, gotarên pîrêmêrên zanyar, mirovên bawermend, tecrubeyên þahîdan“ bo nivîsandina vê pirtûkê bikar anîye.
„ Ji xwendevanên vê pirtukê jî daxwaz dike, bawerîya xwe bi rastîya naveroka vê pirtukê bînin“.
Þerefxan, berhema xwe bi çar pirtukan û paþgotinekê dide nasandin.
Pellek ji nusxa Þerefname ya bi zamanê Farisî. Ev nusxa buye bingeha wergera Prof. Dr. Barb bo zimanê Almanî – 1853-1858 - Vîenna (Min ev wêne ji nivîsa Îlhamî Yazgan wergirt)
Dr. Barb wisa dinivîse:
„Pêþekî/pêþgotin agahîyên giþtî li ser rehên Kurdan û erdnasîya welatê wan, zimanên wan yên cuda cuda, li ser hoz, eþîr û tayfeyên Kurdan, jîyana wan ya civakî û aborî dide. „
„ Çar pirtuk behsa/qala mîrên Kurdan heta sala 1005an/koçî dike….“
„Nivîsara paþekî/paþgotin qala dîroka serdarên Osmanî, Îranî û Turanîyan heta sala 1005an/koçî dike… Ev berga ne bergek pirr giring e. Bes qala mijarên nas li ser dîroka Farisan u. y. d. dike…. Çend tiþtên hurik wek nenas tê de derbasdibin….“
Prof. Barb ji vir pê de dest bi axaftina xwe ya li ser naveroka Þerefname dike.
Bi wergereka kurt di bin hinek sernivîsande naveroka Þerefname pêþkeþî beþdarên konferansê dike.
Prof. Barb di vê konferansê de wergera xwe gellek kurt bi vî awayî dide nasandin:
„Nivîskarê pirtukê reha Kurdan bi sê agahîyên nakokî beyan dike.“ Dr. Barb qala ev her sê yan, afirandina Kurdan ji zarokên ji zilma Dehaq xelasbune, ji pêkhatina cînan û zewaca hut (dêw) û însanan, dike û dibêje, Þerefxan Kurdan wek gelekî tevlihev (melez) dide nasandin, û (Þerefxan) dibêje lêbelê tenê xuda zanê, Kurd ji çi afirîne.“ Dr. Barb. vaya wek efsaneyên nedîyar/pêkenok ( curiosa ) bi nav dike.
Di berdewamîya axaftina xwe de Dr. Barb naveroka Þerefname bi vê rêzê pêþkêþ dike:
(1-) „ Belabuna erdnasî (coxrafi) :
Gorî wî, Þerefxan, Kurdistan, anko welatê Kurdan bi xetek serrast ji kendava Faris heta Mereþ û Meletî, ji Fars ber bi bakûr, anko ji Îraqa Faris, ber bi Aderbeycan û Ermenîya mezin û biçuk, ber bi baþûr hêla Îraqa Ereb, anko Musil û Dîyarbekir digre nav xwe. Lê hoz û eþîrên Kurdan li rojilata dur û rojavayê dur jî hene.
(2-) „ Belavkirina gorî zimanên cuda cuda û adetan :
Kurd ji çar beþ ên gelî pêk tên, kû ji hêla ziman û adetan de ji hev gellek cudane. Yên herî pirrtirîn Kurmanc in. Piþt re Lor, piþtre Kelhor û paþan jî Goran tên.…
(3-) „ Grupên gorî Hoz û Cih (þûnewaran):
Mîran navên xwe an ji navê hoz û eþîrên xwe, an jî ji cihên, kû lê dijîn, werdigrin. … Mîrên wekî Hekarî, Soran, Baban û Erdelan navên xwe ji navên eþîrên xwe girtine. Mîrên wek Hesenkêf, Bedlîs, Xazo û Egîl navên xwe ji cihên jîyana xwe dimeþînin wergirtine….
(4-) „ Xûyên (qereqterên) (Kurdan) :
Kurd bi pirranî mêrxas in. Camêr in û serbilin in... Pirr caran diz û þêlevan in, ji ber kû li xwe danîn, her çend hejar/feqîr bin jî, parsekî nakin û destên xwe li ber kesekî venagirin. Ji ber vî xûyê xwe jî gellek qehreman û mêrxas ji nav wan derketîye….
(5-) „ Qehreman û mirovên navdarên gelê Kurd :
Rustemê dîroka Faris, kî wek Rustemê Zebulî jî tê naskirin, (ji ber, kû li Zebulistanê ji dayika xwe buye), bi regez Kurd e. Ji hêla Fîrdewsî jî bi „ Rustemî gurd (an Kurd , wek Yewnan dibêjin Kurdoi û Gardavia) tê bi nav kirin.
Rustemê gurd/Kurd di pirtuka Fîrdewsî de
„Behremê Çubîn , serleþkerê navdar e di qesra Hormuz de, kî li Turkîstan û Xorasanê qehremanîyên mezin yên leþkerî nîþan daye. Behremê Çubîn nebîyê malbata mîrên Kert û Gur e.… Ev malbata 4000 salan li Lor serdarî kirine, li ser navê xwe pere çapkirine û xutbe dane xwendin…“ Hal û wextê wan di serdema Þerefxan de pirr baþ bu ye.
Lê Dr. Barb dinivîse, piþtî temambuna pirtuka Þerefxan, di sala 1008an/koçî de Þah Ebbasê Mezin êriþ dibe ser devera van çîyan û serdarîya vê mîrîtîyê, anko Loran, bi dawî tîne.
„Li gel ev qehremanên Kurd navên qehemanên din jî navê gelê Kurd dixemilînin wek Mewlana Taceddîn El Kurdî .“ Mewlana Taceddîn berê li Bursa mamostetî dike, paþê di bin îdara Orhan de buye wezîrê mezin. Di dema Sultanê Osmanî Orhan de navê wî buye Taceddîn, anko “tacê dîn”.
“ Peykar ê qesra Xusrew Perwîz, Ferhad , wisa bi nav û deng bu, kî Nîzamî navê wî kirîye mijara sitran û helbestên xwe… Ferhad kurdekî Kelhor bu… “
Dr. Barb bi çend rêzikan dîsa qala xuyên (qerekterên) Kurdan dike û li ser bingeha agahîyên Þerefname olên Kurdan dide nasandin.
(6-) Dr. Barb: “ Ol :
“Pirranîya hozan/eþîran bawermendên Îslamê ne. Þafiî ne. … Hinek eþîrên dora Musil, Surî wek Tasenî (Dasinî/VA), Chaledî (Xaltî/Xaldî/VA), Besnan, û qismek Mahmudî, Bochtî (Botî/VA), Dumbalî (Dimilî/Dimbelî/VA) Êzidî ne. Dibêjin, “em mûrîdên Þêx Adî yê ji malbata Merwanî ne.”..
“Gora Þêx Adî li devera Musil, li çîyayê Laliþ e. (Êzidî) dibêjin, Þêx Adî rojî û nimêja wan girtîye ser xwe. Ji ber vê yekê, dê roja qîyametê bê siza û dadgehkirin derbasî bihûþtê bibin..”
Li ser bingeha naveroka Þerefname, Dr. Barb li ser çand/kultura Kurdan jî wiha dinivîsîne:
(7-) “Çand (Kultur) :
“Her çiqas ji zanyaran qet hez nekin jî li Kurdistanê, bi taybetî li devera Amadîa (Amêdî) gellek zana û mirovên perwerde hene, kî bi zanistîyên wek dîrok, mafnasî (huquq), olnasî (îlahîyat) rêzimanî, syntaks, stylistik, mentîq, û beþên din mijulin. Di gellek beþên zanistîde berhemên giranbiha pêkanîne… Li gel serkirdayetîyan, mîran pirr bi rêz in û qedrê wan tê girtin…. “
Dîmenek ji bajarê Bedlîsê – Sala 1681 Çavkanîya wêne: Gravûrlerle Kûrtler / Bi Gravuran Kurd Mehmet Bayrak – Ankara 2002
Li ser rewþa sîyasî ya serdema Þerefxan Dr. Barb bi vî þiklî ji Þerefname neqil dike:
(8-) “ Rewþa sîyasî :
“ Eþîrên Kurden hevdu nagrin. Yek naxwaze têkeve bin emrê yê din. Mewlana Sadeddîn jî di pirtuka xwe ya “ Dîroka Împaratorîya Osmanî ” bi zimanê Tirkî wisa dibêje: “ Hestên wan hestê jihevveqetanê ye. Erkên wan serxwebuna wane. Di nava wan de bê peyva xuda qet bendekî din nîne. Di wî warî de tê gotin, kî dema ( Hz. ) Muhammed ola xwe dide nasandin, mîrên hemu dinyayê tên ba Hz. Muhammed, kî beramberî wî, rêz û naskirina xwe nîþan bidin. Oguz Xan, kî wê serdemê serdarê Turkîstanê bu, mezinekî Kurdan ji Bexdadê bi navê Zamîn diþîne ba pêxember. Ev Zamîn mirovekî ewqas girs, çavtûj, esmer û bi hêbet bu, kî dema çavê pêxember bi wî dikeve, ditirse û ji Zamîn dipirse, ka ew (Zamîn) ji çi milletî ye. Zamîn dibêje “Ez Kurd im”. Li ser vê yekê pêxember dua û tika (rica) ji xuda dike, dijminekî wisa bi xof nehêle yekîtîya xwe dayne. Ji ber vê yeke jî her dem ji hev cuda ne û ji hev parçe parçe ne.”
(9-) “ Rewþa civakî :
“ Ji ber kû kesekî xwedî erk û serokekî wan yê miþterek nîne, kuþtin û xwînrêjî di rojeva wan de ye. Caran dikanin bona tiþtên bê qîmet xwînrêjîyeka hov pêk bînin….Xwîna mirovekî bi berdêldana keçekê, hespekî an jî bi çend heywanên din bête paqijkirin.... Kurd gellek zarokan çêdikin. Heke hevdu nekuþtana, ewê jimara wan hewqas pirr ba, kî ne hew Farsîstan, her wiha hemî dunya dê biketa xeterkaa birçîbun û xela yê….”
(10-) “ Rewþa jîyana maddî :
“Ji ber kû Kurdistan û Loristan welatekî xwedî çîyayên asê û daristanan e, û pirr zewî û çandinî lê nîne, gelê vê derê bi pirranî jîyaneka tunebunî û xela dimeþînin. Pirrê wan nanê garis û pelûla garisan dixwin. Hewqas serbilindin, kî bona baþkirina rewþa xwe an bona xwarina nanê genimî û xurekên baþtir, tu caran xulamtîya kesekî nakin…
“Serdarên dirawse (derudor/cîran) tu caran helwesta dagîrkirina giþtî ya welatê wan negirtine. Lê dîyarî girtine, bace wergirtine, alîkarî xwestine û wergirtine. Zatan dagirkirin bi xwestana jî, dê nikanîbana bi temamî zora wê/wan bibana. Her çiqas dem u dem zora hinek mîran biribin jî, mecbur mane, u demek bi þunda mal û milkên wan bi þunde li wan vegerrandine….
Piþtî van agahîyan Dr. Barb dibêje, di nusxa berdestê wî de, nusxa Farisî ya destnivîsî, hinek cihên kêm hene û ji ber þaþîyên wergeran hinek nakokî hene derbarê dîroka hinek mîrên Kurdan de. Yek ji van nakokîyan eve, kî di nusxayekê de qet qala mîrîya Zerzan u Ruþenî û Sumanî nayê kirin.
Dr. Barb hêvî dike, kî nusxaya Malcolm têkeve destê wî, da kanibe vê nakokîyê bi alîkarîya nusxa Malcolm ji holê rake.
Dîroka Mîrên Kurdan
Dr. Barb derbasî pêþkêþkirina dîroka taybetî ya mîrên Kurdistanê dibe.
Dr. Barb wergera xweya kurt wisa berdewam dike:
“ Pirtuka yekem di pênc berg an de qala mîrên Kurdistan dike, yên serdarî û serxwebunî xistine destên xwe, kî ji hêla dîroknasan ve jî wek mîrên serbixwe tên bi navkirin.
“ Berga yekem qala mîrên Dîyarbekir û Cizîrê dike.
“ Berga duhem qala a) dîroka mîrên Dînewer, kî bi navê Hesenewî tên naskirin; b) dîroka mîrên Þehrezor (bi sala 500î /koçî bi dawî tê) dike;
“ Berga sêhem qala dîroka mîrên Loristana Mezin , kî bi navê Fezlewî tên naskirin (bi sala 827an bi dawî tê) dike;
“ Berga çarem qala dîroka mîrên Loristan Biçuk dike (bi sala 1005an/koçî bi dawî tê);
“Berga pêncem qala dîroka Sultanên Misir û Surî , yên di bin navê Eyyubî tên naskirin, dike.”
“ Pirtuka duhem di pênc berg an de qala mîrên Kurdan dike, yên kû herçiqas ne serbixwe bun, lêbelê li ser navê xwe pere çapdikirin û xutbe didan xwendin.
“ Berga yekem dîroka mîrên Erdelan e. Bi sala 1005an/koçî bi dawî tê;
Berga duhem qala dîroka mîrên Hekkarî , kî bi navê Þembo tên naskirin, dike û bi sala 1005an bi dawî tê;
Berga sêhem qala dîroka mîrên Amêdî bi navê Badînan dikeû bi salla 1005an/koçî bi dawî tê;
Berga çarem qala mîrên Cizîrê , kî di bin navê Botî nasdarin, dike, ev jî pê tên ji sê serdarîyê:
1) Mîrên Cizîrê,
2) Mîrên Gurgilê,
3) Mîrên Fenek
bi sala 1005an/koçî bi dawî tê. “
Berga pêncem qala dîroka mîrên Heskêfê , ki bi navê Melçîkan tên naskirin, dike u bi sala 1005an/koçî bi dawî tê.”
“ Pirtuka sêhem di sê qism an de qala dîroka van mîrên Kurdistanê yên din dike bi îstîsna mîrên Bêdlîsê.
Ev mîrên Kurdistanê yên din jî ev in:
Di qismê yekem de dîroka mîrên Çemîþgezek , bi serdarîya
Mîrên Mecengerd,
Mîrên Pertek
Mîrên segman (ta sala 1005an/koçî)
tê pêþkeêkirin.
Di qismê duhem da qala dîroka mîrên Mirdasî bi serdarîya
Mîrên Egîl,
Mîrên Palu,
Mîrên Carnuk (Çêrmug) dike.
Dîroka vana jî ta sala 1005an/koçî hatîye nivîsandin.
Qismê sêhem qala dîroka mîrên Sasonê dike ta sala 1005an/koçî;
Qismê çarem qala dîroka mîrên Xîzan ta sala 1005an/koçî dike, kî pê tên ji serdarîya
Mîrên Xîzan,
Mîrên Meks,
Mîrên Asbajerd
Qisemê pêncem qala dîroka mîrên Kilîsê ta sala 1005an/koçî dike;
Qismê þeþem qala dîroka mîrên Þîrwan dike, kî pêk tên
Mîrên Kufra,
Mîrên Irwan (Eruh),
Mîrên Kernî/Kurnê (Kurtê)
ta sala 1005an/koçî
Qismê heftem qala dîroka mîrên Zarxî / Zirkan ta sala 1005an/koçî dike bi serdarîya
Mîrên Dasinî,
Mîrên Kardekan/Girdikan,
Mîrên Atak (Hetax),
Mîrên Tarcîl /Tercîl
Qismê heþtem qala dîroka Sojdî / Siwêdî/Sivîdî dike.
Qismê nehem qala dîroka mîrên Silêmanî/Silîvanî dike, kî pêktên ji serdarîya
Mîrên Kalb (Qulp/Pasur),
Mîrên Meyaferqîn (ta sala 1005an/koçî)
Hew wisa di berdewamê de bi deh qisman qala mîrên Kurdistanê yên mayî dike.
Qismê yekem qala dîroka mîrên Soran ta sala 1005an/koçî dike.
Qismê duhem behsa dîroka mîrên Baban dike ta sala 1005an/koçî
Qismê çarem qala dîroka mîrên Biradost ta sala 1005an/koçî dike, kî pêk tên ji serdarîya
Mîrên Sumacî/Somay,
Mîrên Tarkur/Îþno
Qismê pêncem dîroka mîrên Mehmudî ta sala 1005an/koçî pêþkêþ dike,
Qismê þeþem dîroka mîrên Dunbelî ta sala 1005an/koçî dike,
Qismê heftem qala dîroka mîrên Kelhor , kî pêk tên ji
Mîrên Pilingan,
Mîrên derteng û Darna,
Mîrên Mahîdeþt ta sala 1005an/koçî dike,
Qismê heþtem dîroka mîrên Bane ta sala 1005an/koçî dide berçav.
Berga sêhem ji çar qisman pêk tê. Li vir dîroka Kurdên Îranê, anko Goran hatîye nivîsandin.
Di qismê yekem da dîroka mîrên Sîyahmensur,
Di qismê duhêm da dîroka mîrên Çekenî,
Di qismê sêhem de dîroka mîrên Zengene û
Di qismê çarem da dîroka mîrên Pazûgî hatîye qalkirin.
Pirtuka IV.em qala dîroka mîrên Bêdlîsê ta sala 1005an/koçî dike. Þerefxan li vir dîroka Bedlîsê, avahîyên þunewarî û hoza herî kevntirîn ya wê deverê dide nasandin.“
Paþekî û encam
Wekî li jor jî min nivîsand, Prof. Dr. Alfred Barb li ser Kurdan cure cure nivîsên zanistî afirandîye.
Bi van xebatên xwe Dr. Barb yek ji zanyarên Ewrupî ye, di sedsala 19an de xizmeteka baþ bona Kurdolocîyê kirîye.
Xebata wî ya wergerandina Þerefname yek ji xebatên wî ya herî firehtire.
Pirtuka IV . emîn ya Þerefnameyê li ser mîrnîþînîya Bedlîsê jî wek nivîseka taybet bi þirove weþandîye û dîsa di koferanseka zanîstî da pêþkêþî zanyarên serdema xwe kirîye.
Bilî xebata li ser Þerefnameyê Dr. Barb hin xebatên û nivîsên wî li ser hoz û eþîrên Kurd û Kurdistana wê demê heye wek „ Eþîrên Kurd li bakurê Kurdistanê “
Min dê di pêþerojê de nivîsa wî ya bi þirove li ser mîrnîþîya Bedlîsê bi nusxa wergera Erebî bo Tirkî bidim ber hev u þirove bikim.
Her wisa ezê xebata wî ya li ser eþîr û hozên bakurê Kurdistanê di sedsala 19an de bi þirovekê pêþkêþ bikim
Hinek têbînî :
Min hinek nav û bêjeyen di nivîsa Dr. Barb de wek orijinala nivîsê wergirt û tê de tu guherrandin nekir. Bes li hinek cihan navên hinek eþîran an bi þiklê nivîsandina nusxa Tirkî an jî cih û navên eþîran bi þiklê gotina di Kurdî de lê zêde kir u bi (VA = Veysî Aydin) nîþan kir.
Ji ber kû ne mijara vê nivîsa min ne naveroka Þerefname bi xwe ye, û di nivîsa Dr. Barb hinek þaþî jî hebin, min dest ne da naveroka nivîsa Dr. Barb û van þaþîyan serrast nekir.
Þerefname wek berhemek bi xwe mijareka giring a lêkolîneka zanistîye. Mebesta nivîsa min ne Þerefname bi xwe ye. Mebesta nivîsa min eve, kû dîroka gîhaþtina Þerefname bo Erûpa bidim ber çav û nivîsa yek ji kurdologên Ewrupî yê sedsala 19an pêþkêþ û þirove bikim.
Di hinek cihan de min bona têgihîþtina (famkirina) baþtir hinek bêje li nivîsa Prof. Dr. Barb zêde kir.
|