|
|
||
|
|
||
"Divê em ji hev re tehmulkar bin"
Dîwana rêzdar, havalên berêz û hêja* Ez dixwazim di serê axivtina xwe de gotinek girîng ku berî 98 sal di rojnameya Rojhilat û Kurdistan hatîye çapkirin bi kar bînim.
‘Du belayê mezin hene ku heta iro Kurd maf kirine; yek jê dubendîya navxwe ye, ya din jî baþ belanebuna hindekarî (perwerde) û zanisttiye'
Ev herdû bela jî îroj ji rojevê derneketine. Îroj di nava Kurdan de dubendî, li hev godarî nekirin û li hev nekirin didomîne.
Ya din jî, dîsa di warê xwendinê û di warê nirixandina bûyeran de em di cîh de mane û qet pêþde neçûyine.
Ji ber wê yekê, di warê sîyasî de em Kurd giþ bi hev re xitimîne û em Kurd roj bi roj paþ de çûyine.
Nexweþîna me ya herî mezin û gotina me ya herî pêþîn, ger ev kes an jî ev grûba di nav tevgerê de hebe, ez tine me û ez bi wan kasan, an jî bi wan grûban re nikarim bimeþim. Nexweþîna me ya din jî, ez li pey tu kesî nameþim. Bila giþ li pey min bimeþin. Em heta vê felsefê an vê ramanê bi domînin, emê di cîyê xwe de bi mînin. Emê roj bi roj paþ de biçin.
Pêwîst e ku em dev ji EZÎTÎYÊ berdin. EMÎTÎYÊ biparêzin.
Bi piranî, em her kesê wekî wî qebûl nakin. Em dixwazin herkesê têxin wek xwe, em di serê xwe de hinak qaliban çê dikin. Em dixvazin ku giþan têxin hindirê van qaliban. Ev qalib dibe ku ji hinekan re teng, ji hinekan re fireh, ji hinekan re dirêj û ji hiniknan re jî kurt be. Heta ku em wusa bifikirin, emê li der û dora xwe tu kesî nebînin. Emê bi serê xwe bimînin. Dibe ku em dev ji van helwestan jî berdin. Em mecbûr in ku li herkesê bi rêbûwarî (xweþ) mêzekin. Her kesê wek wî qebûl bikin. Li tû kesî ji bo ku wek me bifikire zordariyê nekin. Dibe ku em nebêjin kesên wek me nafikir e dijmine me ye. Ger em li ser vê babetê bên cem hev, wê çaxê emê ji der û dorên xwe alîkaran bibînin. Em ê bi karibin yekîtî û hevkarîyan damezirînin.
Daxwazîya min ev e: divê ku em ji hev re tehmulkar bin. Em li hev guhdarî bikin. Em li hev ger û fenan nekin û bi hev re rast bin. Wê çaxê çareserkirina pirsgirêkan hêsa dibe.
Nexweþîneka me Kurdan ya din jî heye. Em bi pirani berjewendîyên xwe yên þexsî û grûbî li ser berjewendîyên netewî dibînin. Em dibêjin ku bila biçûk be, bila ji min re be . Dibe ku em dev ji wê egoîzmê jî berdin. Pêwîst e ku em vê xeletîya xwe jî çareser bikin. Û vê armancê bidin ber xwe. ‘' Bila mezin be, bila ji me giþa ra be .''
Hevalê rêzdar: Ez nikarim bibêjim kî ji me, ji serî de çi xeletî kiriye. Ew wezîfa min jî nîne. Pêwîst e ku em kumê xwe dayînin ber xwe, li pey xwe mezekin û bi fikirin. Gelo me çi xeletî kirin? Ji bo berjewendîyên xwe yên þexsî, me kîjan hevalên xwe êþand? Bi zanîn û bê zanîn me çi heqaret li hevalên xwe kir? Me pêweþk avêt ber çend hevalên xwe? Dibe ku em van pirsan ji xwe bikin û xwe bi xwe rexne bikin. Bi zanîn an ne zanîn me kîjan hevalên xwe êþandýbe, pêwîst e ku em ji wan bexþandina xwe bixwazin. Wê çaxê ewê xeyd û nebawerî ji nava me bête hilanin. Wê çaxê emê bikaribin piþta xwe bidin hev û bi hev re bimeþin.
Li gori bawerîyên min, ji van tiþtên ku min got pêþtir, pirsgirêkên me yên din jî hene:
Ji sala 1980 yî vir de, 26 sal debas bûye. Di nava wan 26 salan de, ramanên me, daxwazên me û dîtinên me yên sîyasî, aborî û civakî jî guhûrî ne. Di vî warî de jî, homojenîta me nemaye. Dive ku em vê babetê jî, binirixînin û li ser wê jî biaxivin. Gelo emê li ser kîjan prensîban bi karibin bi hev re bi xebitin? Dibe ku em wan jî tesbit bikin.
Li gorî bawerîya min, îroj em nikarin bi serê xwe partîyekî cûda damezirînin. Pêwîst e ku em li ser damezirandina partîyeke ber fireh bixebitin. Ji bo wê, pêwîst e ku em gazî kes, grup û partîyên din jî bikin. Bi van re rêxistinê çêkin.
Di dîroka me de baþî jî çêbûye, nebaþî û xata jî, bý serkeftin jî çê bûye, bi piranî jî têkçûn jî, dibe ku em wan binirixînin, lê belê em wan nexûrînin.
Di dîroka me de, bûyerên trajîk hene. Dibe ku em aqtorên we bûyerê, ji xwe re qîmet bibînin. Wan giþan jî ji xwe re þehîd bibînin. Dibe ku em di wê bûyerê de alî negirin. Divê em ji xwe re pûtên nûh icat nekin û tu pûtan neparêzin.
Di warê polîtîka derve de, berjewendîyên netewî bidin ber xwe. Ew dewleta ku berjewendîyên me yên netewî bi wê re digihîje hev kîjan dibe, bila bibe, bi wê dewletê re hevkarî, dostani kirin pêwist e. Dibe ku em bi wê re têkilî û dostanîyê xûrt bikin. Di wî warî de jî polîtîqeke zelal bidin ber xwe û wê polîtîqayê bi reweþeke xûrt bidomînin.
Divê bi baþûr re têkilîyên li ser bireyetî û dostanî bi kar bînin. Wan têkiliyan xûrttir bikin.
Ji ber ku we bi sebir li min guhdarî kir, silav û rêzên xwe ji we re pêþkêþ dikim.
* Axaftina Mazhar Zumrut a di civina Diyarbekir de ku di 2-3ê Îlonê de li Otela Class li dar ket
|