Paşa Uzun

 

 


”Me xaniyek divê, lê…….”

Divê berî her tiþtî ez spasîyên xwe ji we re pêþkêþ bikim. Ji zûva ye min dev

ji sîyaseta bi rêxistinî berdaye, lê cardin jî we ji min re xeber þand, we xwest

ez beþdarî vê civînê bibim. Bi gotinek din we qîmet û rûmet ji min ra nîþan

da. Ger ez nehatibam civînê, dibe ku wekê pozbilindî bihata famkirin. Ji

bona ku rê dedim xeletîyek wisa ez hatim.

 

Ez ê li huzura we fikir û ditînên xwe bi kurtasî pêþkêþ bikim. Hûn çiqas bi

wan dîtinên min qayil bin yan jî nebin ez nizanim. Gotin ji negotinê baþtir

e.

Yê milleta me ber bi azadîyê û serfiraziyê bibe kar û barê sîyasî ye, di vê

Noxtê de ez zelal im. Ji ber wê yekê, qîmet û qedirê her hevalê ku di kar û

barên sîyasî da beþdar dibe, li ba min mezin e. Loma ez ji nuha de

serkeftina we dixwazim.

 

Hereketa Kurd nuha di nav pêvajokî taybetî da derbas dibe, di tevayiya dinê de

hêzên kevn û nû di nav teþqeleyekî mezin da li ber hev didin, her hêzekî ji

bo menfeatên xwe yên sîyasî û aborîyê li dû mewzîyên nûh baz didin. Di nav

vê teþqeleyan da xarîtayên kevn hatin guhertin û tên guherandin. Ji bo kurdan

noxtaya herî girîng ev e.

 

Di vê encamê de rewþa me kurda çi ye? Em çi dixwazin?

Gelek însanên me yên zane û sîyasetmedar dikarin bersîvên wan pirsan dûr û

dirêj binivisînin. Bersîva min pirr kurt e, ger ji min bête pirskirin ez ê

wisa bersîv bidim: ”Ji me ra xanîyek divê”

 

Gava serma û seqema zivistanê destpêdike , yan jî gava erd û ezman bi tava

havînê diqijilê em bikaribim têkevin mala xwe, xwe ji serma û germê

biparêzin, xwe ji mar û miþkan hemet bikin. Þivanên ber pez û dewaran jî qet

nebe xwedîyê kulavên xwe nin. Bes, em wek kurd ne xwedîyê kulavekî ne û

ne jî xwedîyê xanîyekî ne, serma û seqema zivistanan li ser milletê me kêm

nabe. Zarokên milleta me di bin berf û baranê de þil dibin, diqefilin,

nexweþ dikevin û dimirin, gava em bi nexweþî nemirin bi derbên dagirkeran

dimirin. Ji ber vê yekê, em xanîyekî dixwazin, xanîyekî ku milletê me bi zarokên xwe

bikarin di nav da bijîn, pîr bin û wefat bikin. Di vê rewþê de renga xanîyê

me, xerc û kevirên wê çawa dibe bila bibe, kî alîkar dibe bila bibe, bes

bila xanîyekî me hebe.

 

Ger sîyasetmedarên me baqil bin, di nav dubendî û ferqiyetên xwe da

nefetisin, xwe cangiran nekin, kar û barên xwe di wext û seata xwe da birêkin

û herî girîng daxwazîya me yê bingehîn ji bîr nekin, îhtimala ku em xwedî

xanî bin wê zêde be.

 

Nuha ez vedigerim mesela DDKDê

DDKD wekê rêxistinên din navgînek demokratîk bû, bi wê navgînê di warê

demokrasîyê de me kar û barên demokratîk meþand, bi hezaran însan me serwext

û mobîlîze kir. Bi xebata xwe ve me ji her grûbên civatê muxalefetekî xurt û

fire û serwext ava kir. 12 Ilonê demokrasî ji holê rakir, rêxistinên wekê

DDKD jî qeyrî-qanûnî îlan kir û em avêtin paþ dîwarên hefsan.

 

Nuha, 25-26 sal þûn de hevalên DDKDê dixwazin çê bikin û çawa bikin?

Ger yek ji min bipirsê ez ê bibêjim, êdî hûn her çi dikin û çawa dikin

Serbest in, lê divê berî her tistî analîzekî li ser DDKD ê û îrada sîyasî çi

bikin, kêmasî, xeletî û sasîyên xwe derxin holê, bi dilsozî û dilpakî wan

qebûl bikin, neheqîyên ku we li heval û hogirên xwe, li xelkê xwe

kirîyê bi dengekî bilind eþkere bikin. Helwesteka wisa dibe sedem ku rê li

ber gelek xeletîyên pêþrojê bigre, þert û þirûtên xeletîkirinê teng bike.

Meydan ji bo însanên serwext, zane, dilxwaz û xebatkar fire dibe, însiyatîf

û fantazîyên wan zêde dibe.

 

Qasî ku ez dizanim heya nuha analîzekî wisa çê nebûye û wê kengê çibe jî
kes nizane. Ji bo çi heya nuha analîzekî wisa çi nebûye?

 

Gava dukandarekî îflas dike, kêm zêde li ser sedemên îflaskirina xwe

difikire û gor xwe hinek netîceyan derdixe. Carekî din, gava ew dukanekî nu

vedikê, hewl dide xwe ku xeletîyên xwe yên kevn tekrar neke.

Hebûna dukandarekî þamik û îsotên wî yê, hebûna rêxistina însan in,

ewladên dayik û bava nin . Gava rêxistinekî xeletîyan dike, yê fatûra wê

xeletîyan dide, yê zerarê dibînê însan e. Ji bo wan xeletîyan tên kuþtin,

dikevin zîndanan, birîndar dibin, þkence dibînin, jîyana wan, jîyana mal û

malbata wan ser û bin dibe.

 

Mesela kurd, êdî di merhela teorîyê de nîne yê ku di rêxistinekê de cîh

digre, di qahwexaneyan da rûnê û li dora qedehekî çaya bi dem meseleyên

teorîk minaqese bike êdî ev dem derbas bû.

 

Nuha gava ev hevalên ku dixwazin li ser mîrasa DDKDê, yan jî li doralîya

navê DDKDê hinek tiþt ava bikin, divê baþ bizanibin ku li dora wan hinek

însan wê bicivin, mobilîze bin. Û cardin hinek însan ji ber tekrara

xeletîyên kevn dikarin bên kuþtin, bên girtin û bedelekî mezin bidin.

 

Wê gavê em ê çi bibêjin? Ji dayik û bavan ra em ê bersîvekî çawa bidin?

”Dara azadiyê bi xwîn ve hêþin dibe” , ”Hevalekî me þehîd bû” ”Ahmed namir e”

Ihtimale ku bi van bersîvan em nivsên kevn îkna bikin. Lê ez îkna nabim.

Her cara ku li serê kurdperwerekî de tistekî diqewime, divê em bizanibim ku

di wê hadîsê de çi xeletî çêbûne, sîyaset û þexsiyetên di wan xeletîyan de

cîh girtinin çi ye û kî ne?

 

Belê, em hemû azadî û serfirazî dixwazin, jiyanek demokratîk û însanî

dixwazin, ji ber wê yekê jî divê em, qîmeta can û hebûna însanên xwe bilind

bikin, wan ji sîyaset û rêxistinên çewt û maceraperest dûr bixînin. Gava

rêxistinekê bi sîyasetek xelet, bi zanetî yan jî nezantî bi sedan însanên

me dibe mirinê, tunebûna wê rêxistinê, ji hebûna wê baþtir e. Di vê noxtê de

divê em zelal bin, yê ku ewladên vî milletê ji xumara xwe ra dike sermaye

yan jî dixwaze bike sermaye, bête rawestandin. Dibe ku cardin jî mirov

nikaribe rê li wan bigre, lê mirov dikarê binivisînê, wan analîz û teþhîr

bikê.

 

Herî pêþîn divê, hûn li tarixa xwe binêrin, tistên rast û çewt çi bûn derxin

ronahîyê.

Ji bo bibîrbînim ez çend noxteyan li vir pêþkêþ dikim:

 

  • Îrada Sîyasî, ji destpêka xwe de heya nuha encamekî çawa nîþan da?
    Beriya û piþtî 12 Îlonê çawa xebetîn, çi analîz kirin, çi perspektif li ber tevgera kurd vekirin?
  • Li hember grûbên din ê kurdperwer tewrên wan çawa bû li ser me xortan çawa tesîr kirin?
  • Li hember tevgera Barzanî çawa fikirîn û çawa hereket kirin?
  • Li hember veqetandina min, Necmettîn Buyukkaya, Mahmûd Çikman, Mehmet Oruç, Sevinç Îscanli û hevalên din çawa hereket kirin?
  • Hilbijartina Beledîya Swêreg û Dîyarbekirê de ji bo çi nûnerên xwe pêþkêþ nekirin?
  • Di hefsa Pêncemîn de hevalê DDKDê û îrada sîyasî ji bo çi parastineka sîyasî nekirin?
  • Serekê îrada sîyasî ji bo çi ji mahkemê re bû alîkar?
  • Îrada sîyasî, piþtî 12 Îlonê plan û programekî çawa dan ber xwe û gor wê plan û programê çi kar û bar kirin?

Ez dikarim gelek tiþtên din li noxteyên jorîn zêde bikim, lê ne hewce ye, yê

ez dixwazim heval fam bikin ev e:

 

Em mecbûr in ku ji xwe re mêjûyekî tarîxî ava bikin. Gava mesele a þexsî be

mirov dikara ji hev re bibêje, nuha ne hewceye tu li paþ xwe binêrî, divê tu

li pêþ xwe binêrî. Lê di warê sîyasî de em nikarin ji ser tarîx û

derbasbuyina xwe gav bikin. Hevalên ku xwe herî zêde gurr dikin di her

nivisarê xwe da pesnên DDKDê didin, bi gotinekî din ji tarîxa xwe ra xwedî

derdikevin, bes alîyên ku ji wan ra xweþ tê digrin, qala alîyên din ê tirþ û

tahl nakin, ku ew noxteyên jorîn dikevin nav vê qismê.

 

Ji tarixa xwe metirsin, neynika tarixê bidin ber çavên xwe, xwe nas bikin,

alîyên xwe yên xweþ temaþe bikin, lê qusûr û kêmasîyên xwe jî qebul bikin ku

hûn di rojên pêþ da wan tekrar û heval û hogirên xwe, zarokên milletê çarçûr

nekin.

 

Belê em hemû ji DDKD ê tên, em bixwazin an nexwazin jî DDKD ji tarîxa me

Perçekî ye, salên me yên herî xweþ, hêvî û evînên me di nav wê perçeyê de

ye. Lê, zeman me dugeherine û em jî zemanê digeherînin.

 

Hevîya min hemû kurdên ku dixwazin ji bo milletê xwe jîyanekî serfiraz û

demokratîk ava bikin, bicivîyana ser hev, programekî zelal û projeyên

mezinan bidana ber xwe.

 

Di warê demokrasîyê da, di serdema IT ê da îmkanên bêsinor, xebatên cur be cur
li ber me nin. Ger kurd bikaribin ji xwe re bingehekî ava bikin,

hêz û îmkanin xwe yek bikin, alet û edawatên ku wan bigîhinin hezaran bi afirînin,
hevîya însanên me wê xurt û zexm bibe.

 

Lê gava herkes bi bîr û bawerîyên xwe kevn, ji bo reorganîzasoyona dukanên

xwe yên kevn enerjî û hêzên xwe bikar bînin êdî wê gavê em îflah nabin.

Hevalên li vir û li wir ger xwe nexin nav astengîyekî wisa, dikarin tiþtên

pêþ biafirînin, mezîyetên wan, tecrube û qapasîteyên wan heye.

 

Ez bawer nakim ku ez ê di siyasetekî rêxistinî de cîh bigrim, lê hûn çawa

bikin jî em dost û hevalên hev in. Qedera me bi hawayekî ketiye nav hev, em

ji hevdu xelas nabin. Li hember we dilê min pak û delal e û ez hêvî dikim

dilê we jî li hember min wisa be.

Serkeftina we hêvî dikim.

 

Hevalê we Paþa Uzun

 

11 Adar 2006

 

Axaftina Paþa Uzun ku di 11.03.2006ê de di civîna DDKDyiyên li Swêdê de pêþkêþ kir.