Beri nuha bi çend rojan, li
Tirkiyeyê ji bo damezirandina partiya komunîst miracateke nû hate kirin. Ev
mirecat, bê qebûl kirin ya neyê qebûl kirin, ev ne diyar e. Lê, li gor
qanûna partiyên siyasî ku îro li Tirkiyeyê derbas dibe, dê ev miracet neyê
qebûl kirin. Ji xwe ew kesên ku dameziranên vê partiyê ne, dizanin ku li
gorî qanûna heyî îmkanên ku partiyeke bi vî navî bête qebûl kirin tune ye.
Wê gavê armanca damezirînên vê partiya ku li gor qanûnên heyî îmkanên
avabûyina wê tuneye, çi ye? Bersiva vê pirsê ji terefê dameziranên vê
partiyê ve pir eþkere tê dayin, "Li Tiryiyeyê bi navê kominîstî
damezirandina partiyan qedexe ye. Armanca vê helwesta me li dijî vê
qedexebûyinê ye û xwedî li mafên huqûqî û demokratîk derketine" Bi vê
helwesta van camêran re, mirov careke din mecbûr dimîne ku li ser pirsa
minaqeþeyên di legalê de ku di derbarê partiya kurd de, bi salan e tên
kirin, lê di piratîkê de gavek bi cesaret nayê avêtin, rawest e. Li ser
fikra damezirandina partiyeke kurdî ya legal, ji destpêka salên nodî û vir
de, bi hin perspektîfên cûda, di gelek platforman de tê minaqeþekirin. Ev
fikir, di destpêkê de ji bo hin kesan wek silogan bû û bi armanca
propagandayê dihate bikaranîn. Roja ku diviyabû ev fikir têkeve jiyanê, hin
kesên ku mîmarên vê fikrê bûn, li vê fikrê xwedî derneketin.
Dibe ku ji bo hin kesan ev fikir hîn ne tam zelal be. Lê ew kesên ku ev
fikir ji bo wan zelal e û di baweriya ku divê gav bê avêtin de nin, piçekî
cesaret û piçekî rîska siyasî têra gaveke weha dike. Ger bi rastî kurdên di
mixalefetê de, dixwazin bi tundî midaxeleyî sahneya siyasetê bikin, ev
pirojeya partiya kurd ya legal sanseke dîrokî ye. Di midaxelekirina siyaseta
ku qedera miletan diyar dike de, hergav firsetên dîrokî nakeve destê mirovî.
Ger ew firset kete destê mirov û mirov nikaribe - an newêribe - wê sansê bi
kar bîne, mafê mirovî (dikare di siyasetê de serdest be, an xwedî îqtidar
be), namîne. Hin kes, di hin deman de xwestin gaveke weha bavêjin, (ez jî
yek ji wan kesan bûm) heta hin xebatên di çerçeweya bingehê kîtlewî de jî
hate kirin. Lê piþtî demekê wan jî pî ji ber vî karî dawsandin. Di
minaqeþeyên wê demê de jî, ji bona bikaranîna piratîka vê fikrê, li ser du
metodên cuda dihate minaqeþekirin. Yek ji wan ew bû ku ew fikra ku em pê re
rabûbûn, diviyabû ev partî ne bi tenê ji bo eylemê bihata damezirandin û ne
bi tenê partiyeke tabelayî bûya. Ya din jî, wek vê helwesta ku îro ew kesên
hewildana damezirandina partiyeke kominîst kirin, bû.
Bingehên fikra yekemîn ya ku em pê re rabûbûn hatibû amadekirin û li ser vî
esasî kadroyên wê jî derketibûn hole. Di wê demê de, fikra partiya kurd, ji
bo nekeve heyatê tu sedem nemabû. Lê mixabin! Îro jî sertên pêkanîna fikra
partiya kurd, ji hêla bikaranîna herdu metodên ku wê rojê me nikarîbû pêk
bianiya, heye. Ya rast û dikaribe bibe xwedî bingehekî xurt, li ser bingehê
xebateke kîtlewî û ji fikir û beþdariya gelek beþên civata kurd, pêk hatin
e. Ger îmkan û hêza mirov têra vê rastiyê neke, divê em kurdên xwedî
baweriya vê fikra partiya kurd ya legal, ji vê helwesta kominîstên tirk,
dersekê derxînin. Ev camêrên kominîst ji bona pêþerojê çi metod danine ber
xwe, em pê nizanin. Lê ya ku mirov texmîn dike, ger di derheqê partiya wan
de dawe bê vekirin, dê ev camêranan parastina fikir û armancên partiya xwe
bi awayekî eskere bikin. Teva ku îro ji bona Tirkiyeyê nav û fikra
kominîstiyê ne talûkeyeke mezin be jî, di qanûnên wan de bi vî navî
damezirandina partiyan qedexe ye. Ev gav dikare ji bona rewþa ku îro Tirkiye
têde ye, di pêvajoya mahkemeyê de jî bibe kelemekî. Yek ji wan rêyên
midexelekirina siyaseta ku dê qedera miletê kurd ji bo pêþerojê tayin bike,
ev fikra bi nav, program û destûr xwe, rêya gav avîtina fikra partiya kurd
e. Me kurdan, di tu meseleyên xwe yên lêbixwedîderketina mafên xwe ên milî
de, wek vê projeya ku di derbarê partiya kurd de, bitirsonekî û bi
bêcesaretî hereket nekiriye. Ew gavên bi cesaret ku di salên heftêyî de, me
di îlegalê de, di warê avakirina rêxistinên serbixwe de avêt û partiyên kurd
ava kirin, îro jî di legalê de ji kurdan tên hêvî kirin. Êdî ev fikir divê
ji merheleya mineqaþeyan derkeve û bibe gaveke piratîk. Xelkê bîlesebeb
negotiye, "av di golan de dimîne genî dibe". Dehsal berê jî zemîna gav
avêtina fikreke weha hebû, lê îro, êdî ev dikare bibe hamleyeke mezin. Ji
bona vê hamleyê jî, hin kesên ku bikaribin destê xwe li sînga xwe bixin
lazim in, jê wêdetir tu zanebûn an pisporiyek mezin ne pêwîst e. Di vir de,
ya girîng ew e ku ew kesên ji gaveke weha re amade ne, divê bi hevdû re
haziriya ekîbeke ku di vê sopê de berdewamiya dawê bikin, derxînin. Ew ekîba
ku xwe ji bo vî karî hazir bibîne, divê xwediyê baweriyeke xurt be. Vî karî
ji bo xatirê tu kesî nekin, bi tenê, li gor baweriyên xwe, li doza miletê
xwe û berjewendiyên fikrên xwe yên siyasî, xwedî derkevin. Ev rê jî, di
mahkemeyên tirkan re derbas dibe. Divê ew kesên ku xwe ji karekî weha re
amade bibînin, haziriya xwe û parastina fikrên vê partiyê di mahkemeyan de
bikin. Ev rêya têkoþîna demokratîk û huqûqî ya herî girîng e. Ev rê rêya
libixwedîderketin û legalîzekirina serê huquqî yê nasnameya
kurdan e. Ancax bi vî hawî meriv dikare dewleta Tirk li tahtê asê bike.
Dewleta Tirk li hemberî dinyayê tu parastina wê ya dikaribe bi doxa tu
kevçiyan bigire namîne. Divê kurd di mahkemeyên wê de jî, bi wî zimanê ku ew
înkar dike û nas nake xwe biparêzin.