Di van demên dawîyê de, xwendevanên vê sîteyê du sosretên ecêb dîtin. Yek
jê nivîsa birêz Abid Dundar bû û ya din jî bi navê “Kurt Demokratik Birlik
Platformu deklarasyonu” bû. Nivîsa Abid, bi zora her DDKDyî yê/ya kevin
çû, lê mixatabê bersivdayina wê nivîsê ne ez im. Pêwîstî pê hebe, bila
berpirsiyarên DDKDyê bi xwe bersivê bidin. Heger tiþtekî ji derbasbûyina
vê mîrasê bê fedîkirin hebe, em hemû DDKDyî hemparê wê nin. Yê min bi xwe,
heta nuha tiþtekî ku ez jê fedî bikim çênebûye, bilekis, ez bi vê mîrasê
serbilind im. Lê ez xwe mixatabê wê nivîsa “KDBP deklarasyonu” dibînim ku
bi sosret û bobelatan ve dagirtiye. Ciwanmêrên ku ji demekê û vir de ye
tên ba
hevdu û di serê dawiyê de, navê KDBPyê li xwe kiriye, di meseleya vî navî
de, neheqî him li xwe kiriye û him jî li hêjayiyên vê tradisyonê yê demekê
kiriye. Berî ku ez sedema neheqiya wan eþkere bikim, divê ez berê xwe
bidim wan hevalên ku bûnin þirîkê
gunehê vê bobelatê.
Hin hevalên ku
ji destpêkê de beþdarî ve xebatê bûne û anuha jî di komîteya vê platformê
ya birêvebir de cîh sitendinin, dizanin ku di çerçoveya vî navî de, berê
xebatek hatiye kirin û ev nav hatiye bikaranîn. Lê ji bo wan kesên ku
nizanibin divê ez piçekî qala meseleyê bikim.
Gelek ji wan beþdarên vê platformê, bi salan
e ku qala partiyeke bi nasnameya kurdî dikin. Her çi qas îmkanên ku em
bikaribin partiyeke weha ava bikin çênebûn jî me di her zemînê de, ev
fikir parastiye. Piþtî ku di hundirê HADEPê de zemîna xebata me nema, me
dest bi xebatên avakirina partiyeke kurd kir. Me bi qasî 4-5 mehan li
Kurdistanê û li Tirkiyeyê xebata avakirina bingehê vê partiyê kir û li ser
zemîna vê xebatê, di destpêka sala 1997an de, me li Stenbolê civînek
çêkir. Nêzîkî 120 kesî beþdarî vê civînê bûbûn û gelek ji wan beþdaran,
anuha di nav vê xebatê de nin jî. Di wê civîna li Stenbolê de, ev navê ku
anuha tê bikaranîn, hat qebûlkirin û komîteyek li ser wî navî hat
hilbijartin. Bêyî ku ez têkevim nav sedeman bê çima ew xebat bi ser neket
û ew nav nehat îlankirin, ez dixwazim hin tiþtên ku ji bo me miqedes bûn,
di bîra wan hevalan de bînim û daweya hiqûqa wan hêjayiyên ku me dixwest
em ava bikin, li wan bikim. Ev metodên navên ku berê hatinin bikaranîn, ne
metodên vê tradîsyonê nin. Ew metodên kê nin, herkes dizane...
Helbet mijara vê
nivîsê, ne bi tenê meseleya nav e. Nav, yek ji wan meseleyên pirensîpî ye.
Loma min xwest ku ez di bîra wan ciwanmêran de bînim. Esas, sosreta herî
mezin, ew tiþt in ku van ciwanmêran danin ber xwe û dixwazin li ser navê
tradîsyonekê bikin. Ew tiþtên
ku me dixwest em di bin vî navî de bikin û ev tiþtên ku van ciwanmêran
danin ber xwe, ji sedî sed dûrî hevdu nin. Bi baweriya min, kesên ku
dixwest di wê demê de, di bingehê vî (KDBP) navî de, hêjayiyan ava bikin û
fikrên anuha dane ber xwe, gelekî ji hev dûr in û eleqeya wan bi hev re
tune ye.
Divê berî hertiþtî
bê zanîn ku tu eleqeya programa ku vê platformê daye ber xwe, bi pirensîp
û perspektîfên tradisyona me re tune ye. Hûn bala xwe bidinê, wexta ku ew
qala partiyên legal û domokratîk dikin û li pê wê, qalarewþa xwe ya “þexsên azad” dikin, kenê guran pê tê. Ji ber ku yek
ji wan astengên herî mezin ew bû ku HADEPê daweya “þexsîbûyin”ê li me
dikir û wan dixwest ku em ji nasnameya xwe ya siyasî bi dûr bikevin, loma
ew yeka bû sebeb ku em nema bikarîbin di HADEPê de bixebitin. Wan ji me re
digot ku “Divê herkes wek þexis di nav HADEPê de bimînin û em tu kesî wek
hêlên siyasî di nav xwe de qebûl nakin.” Di ava kirina DKPyê de jî hin
tiþtên bi vî rengî hate zixt kirin. Anuha jî ev ciwanmêr van þertan pêþ
de didin û
wek yek jî ji wan tu carî di îlegalîteyê de nexebitîbin, ya jî tu carî
nebûbin xwedî fikirên îdeolojîk û polîtîk û wek haya wan ji deverinan
hebin, weha bi rehetî “fikrên” xwe rêz dikin. Bila
þaþ nê fahm
kirin, kes nabêje bila destê îlegelîtê di nav tevgereke weha de be. Ew
kesên ku Xwedêgiravî bi hêjayiyên xwe yên bi salan hereket dikin, di hin
meseleyan de, hemû hêjayiyên xwe didin bin lingan. Ger bi rastî jî bi van
gotinan, dê çirûskeke çareseriyê hebe û haya me jê tune be, bila ev
hevalên ha me jî li berxîne, da em jî hebekî “biaqil” bibin. Lê heger bi
van gotin û perspektîfan rêyeke “çareseriya” pirsa kurd hal bûbûya, ji xwe
PKKê û HADEPiyan ava wê derxistiye. Û li gora vê rewþê,
hewcedariya ku em ji HADEPê vekiþîyana tune bû. Dibe ku em jî anuha serokê
belediyeyekê bûna.
Ev fikir û daxwazên
ku van hevalna danin ber xwe, ji fikrên hemû tevger û partiyên heyî, bi
þûndetir in. Ji HADEPê bigrin heta bi DKPyê û heta bi ÖDP û CHPyê jî ji
wan bi pêþdetir in. Heger Ez bi xwe, siyaseta legal bikim û mexseda min
ketina parlamentoyê be, ji dêvila ez bi deklerasyoneke weha re hereket
bikim, ez naçim bi HADEPê û yên din jî re hereket nakim, ez ê herim bi
ANAPê re hereket bikim, dîsa jî ji van fikirna maqûltir e. Qe nebe wê
gavê, rêya parlementeriyê rehettir vedibe. Na, heger mexsed ew be ku mirov
di sehaya siyaseta kurd de bibe xwedî giraniyekê û cîhê baweriyê, wê gavê
divê mirov siyaseteke li ser esasê cûdabûyinê û li dijî dewletê be,
biafirîne. Ji bona wê jî ya herî rast û maqûl, fikra damezirandina
partiyeke kurd e.
Ez bi xwe, yek ji
wan kesan bûm ku berî ev deklerasyona hanê derkeve, min bi awayekî
xweþbînî li vê tevgerê dinêrî û hêviyeke piçûk bi min re çêbûbû. Lê piþtî
vê bobelata hanê hate weþandin, qudûmê min ji binî de þikest. Hêviya me ya
bi salan a ji bo avakirina partiyeke kurd ku ji van hevalna hebû, ji binî
de fisiya. Bi gotina me kurdan, “firî firî, çûn ser qotê gurî”
Helbet hin gotinên
me dê ne bi dilê hin hevalan bin, lê yê me, gazinda me ji wan hevalan heye
ku me ji bo hin armancan bext dabû hevdu. Ger ew hevalna jî gîhaþtibin vê
qeneetê ku ev tiþtên wan dane ber xwe rast e û ew jî bi vê yeka hanê bawer
in, wê gavê fikrên me yên di vî warî de, hêdî hêdî ji hev cuda dibin û
divê xwediyên wan baweriyan (fikra partiya kurd) ji nuh de, daw û delingên
xwe hil bikin.
Bi baweriya min,
ji dêvila ku mirov bibêje, hema çi dibe bila bibe, bes bila livandinek
hebe, (hema wek vê deklerasyonê be jî) mirov here li mala xwe “bi
efendîtî” rûne çêtir e.
Piþtî vê bobelatê careke din jî hate diyar
kirin ku me kurdên mixalif xwe bi tu awayî ji gerîneka siyaseta PKKyê
xelas nekiriye û bi vî mejiyî ne mimkun e ku em bikaribin xwe xelas bikin.
Min di nivîsên xwe yên berê de jî dabû diyar kirin, her pîspîska ku PKK
lêbixîne, bi tempoyên cuda be jî hemû kurdên mixalif li dû xwe dikiþîne.
Ger ew anuha dev ji fikrên “cumhûriyeta demokratîk” berdin û ji nuh de
dest bi þerê çekdarî bikin, em ê jî li þertên wê bigerin, da em herin li
Kurdistana Baþûr meqeran ava bikin. Lê ew ê dîsa bigihêjin mexseda xwe û
em ê jî pêþmergeyên ku em perwerde bikin, bera kuçeyan bidin û wan mahkûmî
li parqan û li kuçeyan raketinê bikin.
Ji bo ev hemû tiþt
dîsa dubare nebin, divê em helwestên xwe yên mixalefetkirinê di ber çavan
re derbas bikin û bi awayekî din bifikirin û rêyeke din peyda bikin, da me
ji vê gerîneka sîyasî xelas bibin.
Bi hêvîya ku
sîyaset li ser bingehê bawerî û hêjayîyan û bi prensîpên xwe bê kirin...