Bi rastî gava ku min di vê sîteyê de
dest bi nivîsandinê kir û min navê quncika xwe kir ”Dobra Dobra”, di
serê min de derbas nebûbû ku ez ê rojekê
pêwîstiyê bibînim da di vê derheqê de binivîsînim. Ez berê jî li hin
kesan rast
hatimim ku di derheqa navê quncika xwe de nivîsandinin. Heta nimûneyeke
herî nêzîk jî birêz Helîm Can e u berî bi demekê bi navê ”Neynika me
çawa me
diteysîne?” maqaleyek nivîsand.
Belê! Çima ”Dobra Dobra” û ne tiþtekî dinê? Dobrabûn ne di bin tapûya
tu kesî de û ne girêdayî mijarekê tenê ye. Mirov dikare di gelek waran
de dobratiyê bike û ev xusûsiyeteke gotinê an fikirên xwe, bi awayekî
raste rast, bê çiv û dolab gotin e. Ev jî metodeke vegotina mexsed û
ramanan e. Her kesek, qest û mebesta xwe bi awayekî tîne zimên. Ev di
siyasetê de jî weha ye û di edebiyatê de jî weha ye û di hemû fikrên di
derheqê civatê de û îdeayên guherandina pêvajoyan de jî weha ye. Her
weha, ez bi vî awayê nivîsandinê ji xwe re weke xusûsiyeteke mezin ya jî
payeyekê jê der naxim. Gelek kesên din hene ku ji min hîn dobratir û
dîrektir fikrên xwe dinivîsînin û ji
min bêtir xwedî perspektîfên fireh û dikarin bi fikir û helwestên xwe
tesîrê li
vê civata me ye ku serûbin bûye bikin. Yê min jî ez dixwazim ku di vê
seheyê
de bi kujekî bigirim ku siyasetkirin û hêjahêyên bi pêþdexistina civata
kurd, bi
kurdî bê kirin. Ez di warê fikir û rêberiyê de ne xwedî îdeayeke mezin
im, lê ez
dixwazim bi awayekî dijwar li hêjayî û hiqûqa ku para min û
berpirsiyariya min
tê de hebe, xwedî derkevim.
Yek jî ji wan xusûsiyetên ku bi
awayekî dobra nivîsandinê ew e ku ez bi navê xwe dinivîsînim. Bila þaþ
nê fahm kirin ku ez dibêjim, ez bi navê xwe dinivîsînim û ez wan kesên
bi navên cihê dinivîsînin tewanbar, ya biçûk dibînim. Nimûneya vêya, him
li dinyayê û him jî li Kurdistanê bi awayekî eþkera henin û bikaranîna
vê metodê, metodeke bi heq e. Meseleya min ne ew e ku mirov bi navê xwe
ya jî bi navekî cûda binivîsîne. Min bi xwe jî ji xêndî navê xwe yê
eslî, di hin deman de, di hin kovar û rojnameyan de bi navên cûda
nivîsandiye.
Mexseda bi navên cûda nivîsandin ew e;
gava mirov bixwaze xwe bi navê xwe îfade bike û hin astengî hebin, mirov
wî navî wek wesîle bi kar tîne û bi wî awayî fikir û mebesta xwe
digîhîne civate xwe. Gelek serok û rêvebir û nivîskarên dinyayê û yên
kurdan ev metod bi kar anîne û ev metod ji bo hin deman ne metodeke þaþ
e. Lê tiþtek heye ku divê mirov ji bîra neke, bi navekî din nivîsandin
ne ew e ku mirov xwe di paþ wî navî de veþêre û ji xelkê û alamê re
çêran bike û heqaretê li þexsiyeta mirovî bike. Bi navên sexte
nivîsandin, ne ew e ku mirov xwe di paþ wî navî de veþêre û ji xelkê
daweya mêrxasiyê bike da ew di hin meseleyan de provaktîf be. Gava mirov
daweya hin tiþtan li wan kesên ku bi navên xwe dinivîsînin kir û ger
mirov bixwaze, dikare kutuka deh bavên wan û navê dêya wan û yê pîrika
wan ji daîreya nifûsê der bixîne û mirov fortan bike û daweya mêraniyê
li wan bike, wê gavê divê mirov iniya xwe bide iniya mêran. Ger mirov di
derheqa þexsiyeta merivekî de tiþtek got û meriv xwe di paþ navên sexte
de veþart, wê gavê tu cîhê vêya di qada mêranî û merdiyê de tune ye.
Pir normal e ku mirov bi navekî
din fikrên hin kesên din minaqaþe bike. Ger ev minaqaþe bi awayekî
bisewiye be û li gor lîteratura siyasetê be, qet xem nake. Heta, ger di
vî warî de bi awayekî fikrî heqaret jî bê kirin, mirov dikare wê di
qalibekî re derbas bike. Lê bikaranîna navekî sexte, sirf ji bo ji xelkê
re çêran bike be, necamêrî û tirsonekî ye.
Di civata me de ser û biniyeke
ku mirov nikaribe nav lê bike heye. Nemaze ew kesên polîtîze bûnin û bi
salan ”ked û tahb” danin karê kurdayetiyê, lê mixabin di netîceyê de
biser neketinin pir in. Vî þeklê pîskolojiya biserneketinê jî gelek
caran tesîreke negatîf li ser însanan dihêle. Lê ew kesna tu carî
naxwazin qebûl bikin ku ew jî însanên normal in û dikarin rojekê zeîf
bikevin ya jî îhtiyaca wan jî ji alîkariyê çêbibin. Ew her xwe mirovên
pir xurt û biîrade dihesibînin. Lê di rastiya jiyanê de (Ger bi rastî ew
li xwe mikur bên) ew ne weha xurt û xwedî îradeyeke mezin in. Bi rastî
jî ev tiþtekî normal e û însanî ye. Lê hin tîp henin ku “nexweþ” in.
Erê, resmen nexweþ in, tu navekî dinê yê ku lê bê kirin tune ye. Lê
mixabin! Ew kesên nexweþ naxwazin ku nexweþiya xwe qebûl bikin û bileksê
wê dikin. Ew dikevin þûna dixtoran û li metodan digerin ku civatê tedawî
bikin. Ger ev þeklê însanan nexweþiya xwe bibînin û li rêya xwe
tedawîkirinê bigerin, wê gavê qenciya herî mezin bi xwe jî û bi wê
civata ku ew dixwazin ”tedawî” jî bikin, dikin. Lê dîsa jî mixabin...
Car heye ku mirovên tu herî pir
bi serê wî son dixwî û tu dibêjî ku ev camêr dikare civatekê îdare bikî
û mimkune ku problemên xelkê çêdibin xwe li wan digrin, wext tê û tu
bala xwe didê ku ew camêr ji her kesî bêtir bi problem e. Ev celabên
însanan jî xusûsiyeteke wan heye ku dikarin xwe pir bi rehetî veþêrin û
xwe wek pîskologên civatê nîþan bidin. Tu kesekî ku ew bikaribin pê re
samîmî bibin û derdê xwe ji wan re bibêje tune ye. Ji ber ku tu kesekî
nêzî wan tune ye û ew jî her xwe di ser sewiyeya civatê de dibînin, roj
tê ew celeb mirov dibin pîsîkopat û wê pîsîkopatiya xwe bi awayekî sînsî
dide der. Ew ji ber rewþa ku tê de nin, nikarin eþkera berê xwe bidin tu
kesî, vê ca bi awayên pîsik û bi fisgenîkî dijminatiya însanan dikin.
Ev celab ”însan”, celabê herî tirsonek û bêkir in. Eynî wek paþmêlkên ku newêribin
ji reþayê derkevin ber ronkahiyê nin.