Arþiv


Hernepêþ & Marþa Îstiklalê

Piþtî þikestina PKKyê û bûyera kirîza aborî, tesîreke xirab li ser þexsiyeta însanan bûye. Vemirandina þerî, nefesek daye xelkê. Kontrola polîs û eskeran kêm bûye, lê bi tirkî peyivandina kurdan bi pêþ de ketiye. HADEP, îqtidarê xirab bikar tîne û hêviya însên ji siyaseta kurdeyatiyê kêm bûye. Tiþtekî ku kêfa mirovî (li welêt) bîne heye, ew jî helwesta terefdarên Diyarbakir Sporê ye.

Terefdarên Diyarbakir Sporê Hernepêþ kirinin sembola biînad li dijî Marþa Îstiklalê derketinê. Teva ku ew bi awayekî dijwar li îhtirama xwe ya kurdayetiyê (welew ku bi nezanî be jî) bi xwedî derdikevin, bi eynî heyecanê li Gafar Okanî jî xwedî der dikevin. Gafar bûye xemla gelek mal û dikanên diyarbekiriyan. Li gelek pastexane, aþxane, berberxane û terzîxaneyên Diyarbekirê, posterê Gafar Okanî darda kiriye. Di her maça Diyarbakir Sporê de gava Marþa Îstiklalê tê xwendin û temaþevanên terefê din rûdinin, wê gavê terefdarên Diyarbakir Sporê dest pê dikin, Hernepêþê dibêjin û di lehê Gafarî de siloganan davêjin. Di esnaya maçê de jî gava raqîbên wan peyvên ku ew pê bi teenin bibêjin, ew dest pê dikin, "Kî ne em?" dibêjin. Yanî Hernepêþê dewsa Ey Raqîbê girtiye û ji bo her terefdarekî/ê Diyarbakir Sporê, Hernepêþ marþa netewa kurd e û li hemberî Marþa Îstiklalê ye. Yanî li dijî tirkan e.

Gafar Okan dema ku saxbû, ew ji maçeke Diyarbekirê jî nemaye û wî piþtgiriyeka bêqiyas daye taximê Diyarbekirê. Xelkê Diyarbekirê jî (nemaze piþtî kuþtina wî) gelekî jê hez dikin. Min ji gelek kesan pirsî, bê ji bo çi ew qasî ji Gafar Okanî tê hez kirin. Her hinekan bi awayekî þîrove dikir, lê ya herî balkêþ ew bû ku piþtî kuþtina wî, ji ber ku ahlên Diyarbekirê lêbixwedî derdikevin, ew di çavê dewletê de bûye wek mezinekî kurdan. Kurd lêbixwedî derdikevin û dewlet nikare dengê xwe bike. Heta di gelek maçên Diyarbekirê de (wexta di lîga dudan de bû), terefdarên wê û lîstikvanên wê fanêreyên ku rismê Gafarî li serbû, di binî de li xwe dikirin û gava piþtî maçê þer derdiket û polîsan cop li wan bilind dikirin, wan wê gavê qutikê xwe yê ser bilind dikirin û rismê wî nîþanî wan dida û digot, "Gafara uzanan eller kýrýlacaktýr!". Ew dihat wê maneyê ku polîs li wan bixe, wek li Gafar Okanî bixin. Ev metod bi kar anînin û vê taktîkê baþ pere kiriye. Heta ku Diyarbakir Spor derketiye lîga yekê...

Di destpêka ku HADEP li Diyarbekirê bûye îqtidar, terefdarên Diyarbakir Sporê ew tezahurata ku ji bona Gafar Okanî dikirin û ew awaza ku ji bona Hernepêþê derdixistin, her weha gava serokê belediyeya Diyarbekirê diçû maçan, ew nêzîkayî nîþanî wî jî danin. Xelkê bi deqîqeyan ji wî re, li ser lingan, li çepikan xistiye. Lê vê gavê, ne xelkê Diyarbekirê û ne jî terefdarên taximê wê, îhtirama serokê belediyeyê nagirin. Terefdarên Diyarbakir Sporê dîsa jî bi eynî tempoyê Hernepêþê dibêjin, lê çar kes jî ji bona Feridun Çelikî li çepikan naxin. Her weha ji bona tu serokên belediyeyên HADEPê jî li çepikan nayê xistin. Tu dev ji çepikan berdî, xelk ji wan xwîn verdiþin. Bi tenê ji bona serokê belediyeya Wêranþeharê çend tiþtên pozîtîf tên gotin... Helbet hêviya xelkê bi temamî ji wan neþikestiye. Hîna jî ew kesên ku li hêviya hin tiþtan in, hene. Yanî ne ew hêviya ku dê belediyeyên HADEPê mixalefeteke kurdewarî li dijî dewletê bike! Ew gihaþtinin wê qenetê ku HADEPiyan tivinga xwe ji dewletê re ser berjêr kiriye û tu mixalefeta bikin, tune ye. Hêviya wan ew e ku qandî Feridun Çelîkî û hin serokên dinê, tiþtên ji bona hemþehiriyên xwe û ji derûdora xwe re kiriye, qet nebe, ji sedî pêncê wê ji wan jî re bikin. Dibe ku bufeyek an quncikeke kêleka bedenê dest wan jî bikeve!

Hîn deme ku ez li welêt bûm, ev kampanyaya, "Ez zimanê xwe û nasnameya xwe dixwazim" dest pê kiribû. Ji derveyî terefdarên HADEPê haya tu kurdî ji vê "kampanyaya" hanê tune bû. Qeneeta ku li însên hasil ew bû ku; ger bi rastî jî tirk gîhaþtibin wê nuxteya ku di vî warî de gavinan biavêje û "çav" li kurdan dike da kurd daxwazên xwe yên di vî warî de bi pêþ de derxînin, heta bi derekê mirov dikare fahm bike. Lê mexsed û plan ne ew e. Ev jî wek hemû tiþtên wan ê berê nin. Mexsed dejenekirina ziman û nasnameya kurdî ye û angajekirina kurdan ya sewiyeya herî nizm e. Kesek jî ji wan ne di wê baweriyê de ye ku bi zimanê xwe bipeyivin û nasnameya kurdî bi dest bixin. Ji ber ku piraniya wan bi kurdî napeyivin û di malên xwe de, bi zarokên xwe re bi tirkî dipeyivin. Ew kesna vazîfeyên xwe yên mirîdiyê bi cîh tînin û ev berdewamiya siyaseta teslîmiyetê ye. Eynî ew kesna, dikarin sibehê ji bona qedexekirina zimanê kurdî dest bi kampanyayan bikin.

***

Ew mirovên salên heftêyî bê bîra wan dizanin. Di sewiyeya komeleyan de me qala perwedebûna bi zimanê bav û kalan dikir, a ev kesana tiþtên ku bi serê me de dianîn... Bê lome be! Geh ji me re digot, "reformîst" geh digot, "revîzyonîst" geh digot "cahþ", ma çi ne digotin! Heta ji bona ku me ev tiþtinan daxwaz dikirin, li dijî me sîleh bikar dianîn û em dikuþtin. A eynî ev HADEP a hanê, (di 1995an de) me di meclîsa partiyê de daw kir ku em kampanyayekê vekin da navên gund û zarokên kurdan bikin bi kurdî, wan em bi "ew dixwazin partiyê reformîze bikin" îtham kirin. Em þemokî rakirin... Ew tiþtên ku me di salên heftêyî de, di sewiyeya komeleyekê de daxwaz dikirin, îroj lawê bavan wek hedefên siyasî dane ber xwe û dixwazin kurdan angajeyî vê prosesa têkçûyinê bikin. Meseleyeke kurdan heye ku dibêjin, "Firî firî, çû ser qotê gurî". Ger îroj li her terefê welêt bi tirkî tê peyivandin, bi qasî dewletê, tiliya PKKyê û alîgirên wê jî tê de heye. Ji ber ku wan tu carî bi kurdî kurdayetî nekirinin û dê nekin jî.

Rewþa ku îroj kurdên Bakur tê de ye (ji hêla têgçûyina þexsiyeta siyasî, ziman û adetan) ne kêmî rewþa piþtî darbeya 12yê îlona 1980an e. Wê gavê siyaseteke dewletê ya asîmlasyonê bi dijwarî hebû, lê îroj teva ku dewlet di warê asîmlasyonê de siyaseteke bi teybetî nameþîne jî herkes bi tirkî dipeyive û zarokên xwe bi marîfeta tirkî prwerde dikin. Pêþengiya bitirkîpeyivandinê jî ew derûdorên PKKyê dikin. Dîsa yên piçekî di vî warî de liberxwe didin, malbatên ji eþîran in (ne bi zaneyî be jî) û kurdên bi dilsozî kurdayetiyê dikin û vî zimanî weke îhtirama xwe ya mirovatiyê dibînin.

Lê tiþtekî ecêb heye ku piþtî ew qas hawe, hîna jî xelk li pê vê meseleyê deherin. Di vir de, divê mirov li xwe bifikire û ji xwe sewal bike. Gelo çima? Çima hîna jî kurdên li derveyî wan dixwazin biþibe wan. Bi salan kurdên li derveyî PKKyê xwestin biþibe wê, lê di netîceyê de bi ser neketin. Wan bi kîjan awayî rojeva kurdan îþxal kir, herkesî li gora wê hereket kir. Îro jî bi awayekî cûda, lê bi taktîkên berê dixwazin kurdên mixalif li dû xwe bikiþînin. Çawa ku kurdan di îlegalê de xwest biþibe PKKyê, îroj jî dixwazin di legalê de biþibin HADEPê.

Teva ku hêviya milet ji siyaseta kurdayetiyê þikestiye (Ji ber siyaseta PKKyê û îdereya HADEPê ya xirab) jî di binî re qirqilandinekê piçûk heye. Di sewiyeyeke nizim jî de be, lêgerîneke alternatîfbûyinê heye. Qet nebe (bi dizî be jî) ji nuha de, li namzetên belediyeyan tê gerandin ku karibe bibin alternatîfên wê îdareya xirab. HADEPê qrêdiya kurdan a xweîdarekirinê ya ji bo pêþerojê bi howardatî bikar aniye. Teva ku vê qrêdiya îdarî xirab bi kar tînin, ji hêla hêjayiyên kurdayetiyê jî tu tiþtekî bi kêr were, nekirinin û nêta wan a ku bikin jî tune ye. Her belediyeyek di bunyeya xwe de rojnameyekê derdixe û di van rojnameyan de mirov nikare herfeke kurdî jî bibîne. Madem ku zimanê xwe dixwazin, çima di rojnameyên xwe de bi kurdî nanivîsînin? Bila kampanyayê ji xwe de dest pê bikin! Navê cade û parqekê jî ne kirinin bi kurdî. Ji dêvila navên navdarên kurdan li deveran bikin, wan navên kaymakam, midûrê emniyetan û navdarên nivîskarên tirkan lê kirinin. Tu armancek û programeke wan di warê bipêþdexistina çand û zimanê kurdî de, tune ye.

17-01-2002