Arþiv


PADEK Û KADEK

Her çi qas berî ku ew xwe îlan bike û hin kesan bi nivîsên xwe, ew bi navê "PAG"ê îlan kir jî; di 16yê Nîsana 2002an de PKKyê bi civîneke çapemeniyê ragehand ku navê xwe kir KADEK. Wer xuya ye ku heger bi navê PADEKê partiyeke siyasî tune bûya, wan dê navê xwe bikiraya PADEK. Ya jî ne ji "fedî"ya dinyayê bûya.

Weka tê zanîn ji sala 1998an û vir de ye ku bi navê PADEKê partiyeke mîratxur û berdewamiya (KIP-PKK)yê heye. Her çi qas ev partî ji terefê xelkê ve nayê zanîn jî li derûdorên kurdan û li platformên siyasî tê nas kirin. Helbet ev partî ne bitenê mîratxura KIP-PKKyê tenê ye. Her weha ew mîratxura DDKDyê ye û paþê jî ya PPKK, YEKBÛN û PYSKyê jî ye. Teva ku di nav derûdorên kurdan de zêde nayê zanîn jî tu armanceke wê ya berbiçav tune ye ku ew xwe bi xelkê bide nas kirin. Ew jî wek hemû partiyên kurdan ji çendeyekî carekê civînekê çê dike û belavokekê belav dike.

Gelo PKKyê navê xwe bikira PADEK, kê dikarîbû bigota çi? Çend rojan li derûdorên siyasî dê bihata gotin ku ev bêehlaqî û çavsorî ye, paþê jî diqediya diçû. Bi rastî PKKyê çawa ev yeka hanê nekir, ez tê nagihêjim. Ji ber ku PKK ne xerîbê van tiþtan e. Ew di vî warî de xwedî çavsoriyeke mezin e. Nemaze, ew navên ku tradîsyona DDKDyê bikar tîne, PKK xwe lê dike bela û piþtî demekê lêbixwedî derdikeve. Weke tê zanîn navê PKKyê ne navê Apociyan bû, ew nav, navê wê hereketê bu ku ew li piþt DDKDyê bû. Apociyan ew nav li xwe kir û lêbixwedî derketin, kesekî jî dengê xwe nekir. Her weha, ne bi tenê li navê wê bixwedî derket, li program û hin perspektîvên wê jî bixwedî derketin. Ji xêndî navê PKKyê jî ew li navê Medya, Roj û Brûskê jî bixwedî derketin. Anuha jî navê xwe kir KADEK. Ji xwe PADEK zêde di nav xelkê de nayê nas kirin û piþtî demeke kin, kesek nema herdu navan ji hev derdixe û çi tiþtên ku bi navê PADEKê bên kirin, dê ji KADEKê re bibe mal. Ji xwe hew herfa "P"yê ye. Eynî wek wan eylemên ku di Newroza 1995an û yên li du wê bi navê "Brûsk"ê hate kirin, çawa ji xaneya PKKyê re hate nivîsandin û bedelên wê jî YEKBÛNê dan, dê ji nuha û pê ve jî weha bibe.

PKKyê navê xwe, yên ala xwe, ordiya xwe, yên jinên xwe, cepheya xwe guhertin û dixwaze bi rûyekî nuh derkeve rûkana siyasetê. Yanî bi kinahî wê xwe ji sedîsed "guhert". Di binî re ew dewlet bi hev re li ser qedera kurdan biryaran didin. Wê li hemberî hêzên dewletê kevirê xwe bera ber xwe daye û ji bona kurdan kirasan çêdike. Di kongreya xwe ya dawiyê de jî hin biryarên nuh dane. Gelek ji wan biryaran heye ku hemû kurdên li çar perçeyan jî eleqeder dike. Hêviyeke mirov ya piçûk hebû ku ew di encama vê kongreyê de, izra xwe ji gelê Kurdistanê bixwaze. Feqet mêrik derketin û got ku "APO kurd ji nav çiravê derxistine û ew ji nuh de xuliqandine." Ji ber ku hevalbendiya PKKyê û dewletê stratejîk e û berfireh e, tiþtekî ji rastiya wan hatiye guhertin tune ye. Ew xwe di ava Kewserê de jî dakin, ew nikarin xwîna kurdan ku li destên wan e, paqij bikin.

Yek ji wan biryarên kongreya wan jî ew e ku ji bona qoriciyan "efû" derxistiye. Û yeke din jî meseleya ziman û nasnameyê ye. Qet nebe ew qoriciyên ku PKK îro dixwaze bi awayekî berfireh rola wan bilîze, di dema ku wan li hemberî PKKyê þer dik jî ew bi zimanê xwe dipeyivîn. Ew wê wextê jî kurd bûn û bi kurdî axiftin, îro jî li ser axa xwe nin û dîsa bi zimanê xwe dipeyivin. Lê gava gerîlayên PKKyê ku zaro û zêçên wan (ji ber ku "hevalbendiya dewletê" dikir) bi ser hev de dikelixandin û pez û dewar û axurên wan didan ber êgir, bi tirkî dipeyinîn û ew kirinên xwe bi tirkî dikirin. Îro jî ew kesên pêþengiya van tiþtan dikin, dîsa ew mantiq e û dîsa bi tirkî dikin.

Helbet tiþtên ku wan bi serê kurdan de anine di tu tûr û têran de hilnayê û li gora beþera ku xuya ye, hîna dawî dûr e. Ji xwe kirinên wan ên xerab ne mijara vê nivîsê ye û bi baran jî li ser bê nivîsandin, dê dawî neyin. Her çiqsî PKKyê qilifê xwe guherandibe jî ew mahrê di tûr de ye. Heta ku ew izra xwe ji kurdan nexwaze û sersebebên xwîna kurdan dernekevin, divê kurd baweriya xwe pê nînin û piþtgiriya wê nekin.

Apociyan navê PKKyê xesp kir û bi salan destên xwe ji xwîna kurdan dernexistin. Her çi qasî ev nav dê di nav rûpelên dîrokê de bi qirêjî bê bibîranîn jî; bi tenê di maneya bi paþ de sitendinê de be jî; pêþniyara min ew e ku PADEK, (ya jî kî xwe mîratxurê KIP-PKKyê dibîne) li navê PKKyê bixwedî derkeve. Ji xwe, KIP-PKK ji hêla hiqûqî ve jî partiyeke berdewam e. Wê xwe ne fesih kiriye û ne jî nekiriye.

17ê Nîsana 2002an