Arþiv

 

DDKD naqede -2-

 

Enwer Karahan

enwerkarahan@hotmail.com

 

Berî hertiþtî divê ez bidim diyarkirin bê ji bona çi min navê vê nivîsê kir, “DDKD naqede -2-“. Gava min nivîsa Seît Aydogmûþî ya berî bi demekê ku bi navê “ DDKD naqede” xwend, ez pê hisiyam ku haya wî ji gotareke min ya bi vê sernivîsê tune ye. Ji ber ku min berê gotarek bi vê sernivîsê di ( 20-11-2000) de, di malpera www. Kurdinfo.comê de belav kiribû û lînka wê jî ev e: http://www.kurdinfo.com/enver/enver4.htm

 

Helbet ez nahesibînim ku kekê Seît ev mesele bi zaneyî weha kiriye, lê ji hêla lêbixwedîderketina sernivîsa xwe, ez xwe mecbûr dibînim ku vê yeka hanê eþkere bikim.

 

Heger em vegerin ser meseleya xwe...

 

Ev serê çend rojan e ku meseleya banga DDKDyê tê minaqeþe kirin. Çend kesan fikir, pêþniyar û temeniyên xwe bi nivîsên xwe anîn zimên. Bi gotina hevalekî ji wan kesan, malpera Kurdînfoyê bi vê minaqeþeyê piçekî balkêþtir bûye. Ez di her halûkariyê de qîmeteke mezin didim nivîsên wan kesên li ser vê mijarê dinivîsînin. Û ez sipasî Osman Aydin û M. Elî Yildirimî dikim ku ev minaqeþeya vekirine. Ya rastî, em piçekî jî minetarên wefata Îsmeîl Heqî Mitewelîzade ne û herweha xortên Grûpa Medyayê ku bi helwêsta xwe meziyeteke ciwanmêriyê nîþan da ku li bejna vê tradîsyonê bê.

 

Esas, qet nêta min tune bû ez li ser vê meseleyê tiþtekî bibêjim; lê piþtî ku min bala xwe dayê xwediyên meseleyê deng ji xwe neînin, ez mecbûr mam ku beþekî ji wê nivîsa xwe, careke din aktuel bikim da tev li vê minaqeþeyê bibim: “ Îsal bîst û sê saliya damezirandina DDKDyê bû û min xwest ez bi vê minasebetê nivîsekê li ser wê binivîsînim. Nivîseke ku qala rol û fonksiyona vê komeleyê bike ku wê di civata Kurd de lîstiye. Di roja damezirandina bîst û sê salêya wê de,(28.09.1977) hevalekî telefonî min kir û wî ew roja min pîroz kir. Li ser wê telefona wî, ez li xwe haybûm ku ez li ser DDKDyê tiþtekî binivîsim. Paþê ez piçekî li xwe û li der û dora xwe fikirîm û di wê gavê de min dev ji nivîsandinê berda. Ez bi xwe tu carî nebûme endamê komeleyeke DDKDyê û li der û dora ku ez tê de radibim û rûdinim, bi dehan rêvebir û kadroyên sereke yên DDKDyê henin. Ji serokê wê bigire heta bi sekreter û saymanê wê. Min li ba xwe digot ku heta dor bighêje ser min ku li ser vê meseleyê binivîsim, ew ê rojê here ava. Feqet min bala xwe dayê tu roja ku here ava tune ye.

Heger yekî ji wan hevalên di serokatiya vê camîayê de kar kirinê li ser wê binivîsiya, bêþik ew ê ji min baþtir û bitesîrtir binivîsandaya. Ji xwe yek jî ji wan meseleyên esasî yên kurdan ew e ku kesên erbabên karê xwe nin li karê xwe xwedî dernakevin û hin kesên din li xwe diqewimînin da wî karî bikin. Wê gavê jî tiþtên bi dilê mirov dernakevê meydanê

 

Ez îroj jî di vê baweriyê de me. Ji ber ku esas xwediyê meseleyê bêdeng in. Ew kesên ku divê tiþtekî di vî warî de bibêjin, dengê xwe nakin. Ez nizanim bê derdê wan çi ye!

 

Min do êvarê li ser agahdariyekê bîhîst ku di Paltalkê de, li ser meseleya banga komkirina DDKDyiyan tê minaqeþe kirin. Ez bi navekî dinê, bi derengî be jî çûm wê koçika ku minaqeþe lê dihate kirin. Min qederekî li minaqeþeyan guhdarî kir. Kesên ku tu eleqeya wan bi DDKDyê re tune bûn, li ser meseleyê minaqeþe dikir ku gotinên ji serê xwe mezintir dikirin. Piþtî ku min dît bê çi minaqeþeyeke bêmane û beradayî ye, ez derketim.

 

Bi min piþtî ew qas sal vekirina minaqeþeyeke bi vî awayî, piçekî jî berpirsiyarî jê re divê. Heger ev banga hanê cidî be û ji bona DDKDyiyan be, çi îþê wê li Paltalkê û di nav kesên ku ne DDKDyî de heye ku ew li ser wê minaqeþe bikin? Du hevalan însiyatîvek wergirtine û ev tiþtekî xweþ e ku mirov piþtgiriya wê bike. Lê divê ew jî li gora hin prensîpan hereket bikin. Herdu jî xwedî tecrube ne û temenê wan ne ew temen e ku îhtiyaca wan ji þîretan hebe. Ez ê li jêr minaqeþeya vê bangê bikim, lê berî wê divê ev meseleya hanê nebe karê zarokan û xelk henekên xwe bi hewildayineke weha nekin. Piþtî 28 salan tê xwestin ku ev ciwanmêr li hev vehewin, berî hertiþtî divê bêta zanîn ku mijareke weha bi tenê vê tradîsyonê eleqeder dike, tu eleqeya wê bi kesên din tune ye ku di Paltalkê de minaqeþe bikin. Berpisiyarî û mesûlyeta vî karî di hustuyê wan hevalan de ye ku însiyatîv wergitine.

 

DDKDyî dikarin çi bikin?

 

Hey min dest bi nivîseke weha kiriye, ez ê bi du gotinan fikra xwe ya li ser vê bangê jî bibêjim.

 

Bi baweriya min, bangeke weha bi mane ye û kêfa mirovî tîne. Hewildayineke dilsozî ye, divê pêþtgiriya wê bête kirin.

 

 

DDKDyê mîrasek ji me re hiþtiye ku îroj jî em bikarin li ser bingeha têgîþtina wê tev bigerin û li gora çapa xwe rolekê di civatê de bilîzin. Di vê maneyê de, ”DDKD naqede!” Ez ê tiþtekî nuh di vî derheqî de nebêjim, bi tenê beþekî ji wê nivîsa xwe bînim vira ku sebebên “n eqedandina” wê bi awayê xwe rave bikim: DDKD naqede! Çima naqede? Ji ber ku ev bîst û sê sal in ji vî kîsî tê xwarin û hîn jî dawiya vê mîrasê nayê. Kadroyên ku ji vê tradîsyonê tê n, xwediyê baweriyeke xurt û têgîhiþtineke entelektuelî ne. Piraniya wan xwediyê fikreke hempar in. Mirovên xwende û bifêm in. Her çi qasî di warê siyasî de ji hev qetiya bin û perçe bûbin, dîsa jî ew xwedî mîraseke biqawet in. Ger mirov bîst sal berê kadroyekî/e vê tradîsiyonê li dereke danîbe û piþtî bîst salî gava mirov wî/wê bibîne, dê wek hev bifikirin. Ev þeklekî perwerdebûyin û têgihîþtinê ye.

Ew berxê koza xwe nin, ne li ser êm û alifên tu kesî nin. Ger bimrin jî dê di koza xwe de, li ser a xwe bimrin.

 

Ev rastiyeke me ye û em bi vê yeka hanê serbilind in. Komkirina endamên DDKDyê ji hêla hisî û mirovayî ve tiþtekî gelekî xweþ e. Heta mirov dikare ji vê potansiyelê tiþtekî ava bike ku karibe li mîrasa wê ya arþîv, dokument, foto û hwd yên DDKDyê bixwedî derkeve. Ev dikare weqifek yan jî komeleyeke di vê maneyê de be. Ev sazî dikare ji çend salan carekê civînên weha yan jî di þîn û þahiyên endamên xwe de tiþtekî wefadarî li dar bixe. Bi kinayî tiþtekî weha dikare bibe mijara minaqeþeya civîneke di vî warî de û beþdarên wê li ser rol û foksiyonên wê qerarê bidin. Nimûneyên bi vî rengî li gelek deveran hene. Li Tirkiyeyê bi navê 68 ler, 78 ler, TKP vakfî û hwd hene. Bi kinayî em jî dikarin weqfa DDKDyê ava bikin û li ser navê vê weqfê salê carekê xelateke edebî yan jî rewþenbîriyê û hwd bidin.

 

Lê ji derveyî wê, heger mirov ji kevneendamên DDKDyê hêviyeke siyasî yan jî encama rêxistineke bi vî rengî bike, ev tê wê maneyê ku ji dest pêkê de mesele têk çûye. Ji ber ku DDKDyê di wexta xwe de rola xwe lîst. Divibyabû ku wê li gora dema xwe ew tiþt bikirana û kir. Divê em wê bi hemû þaþî û rastiyên wê bispêrin bextê dîrokê. Wê jî wek gelek komele û saziyên dinê fonksiyonek lîst û çû.

 

Kesên ku dilê wan û partî û rêxistineke siyasî hene, divê di zemîneke dinê de hewil bidin. Ev zemîn ne museît e ku tiþtekî siyasî jê derkeve, lê dikare bibe zemîna wefadarî û lêbixwedîderketina hin hêjayiyên 28 salan ku ez nikarim nav lê bikim.

 

29-10-2005

 

 

 

Min ji hêla formulasyonê ve piçek guhertin tê de kir, lê naveroka wê wek xwe ye…

Niha bûye 28 sal