DDKDyiyan got: Serxwebûn doza me ye
Di sala 1978an de grûbek li ser navê TKPyê çûbûn Kubayê û ji kontejana TKPyê çar endamên DDKDyê jî beþdarî wê festîvala bûbûn. Ew ê bê bîra gelek kesan ku di wê demê de gotinek bûbû pizika serê zimanê gelek kesan ku digot, ”DDKD Kuba da”, yanî ”DDKD li Kubayê”.
Ez bi xwe nizanim bê ji ber kîjan sebebê bû lê ew kesên ku çûbûn Kubayê, piþtî demeke kin ji DDKDyê veqetiyan.
***

Ji demekê û vir de ye ku gotina dê DDKDyiyên berê li hevdu bicivin di rojevê de ye û nîhayet di 26ê gulana 2006an de ev civîna hanê li Beilefelda Almanyayê pêk hat. Civînê sê rojan dewam kir û di encamê de daxwiyaniyeke gelekî maqûl û mitewazî derket.
Divê ez îtirafekê bikim ku gava di destpêkê de qala vê civînê bû, min zêde îtibar pê nekir, lê piþtî demeke kin diyar bû ku gelek kesan eleqeyeke mezin nîþan da û ev banga ku ji aliyê du kesan ve hatibû kirin, bû mîna bombeyeke atomî û tesîra xwe li her terefê Ewrûpa û Tirkiyeyê kir.
Ew tirsa ku berî civînê ji bona gelek kesan bûbû kabûsekê, pêk nehat. Di prosesa bangkirina civînê de, gelek kesan bawer dikir ku dê di vê civînê de minaqeþeyên mezin bên kirin û gelek kes dê têkevin nav hesab û kîtabên berê. Hin kesan jî weha bawer dikir ku dê ev civîn ji ber hesabpirsîn û rexneyên bêperwa dê bi ser nekeve. Ya rastî, gelek ji beþdarên civînê jî di bin bandora wê tirsê de beþdarî civînê bûbûn. Helbet gelek kes bi heq bûn ku weha bifikirin, ji ber ku zir partiyeke ku di tekoþîna Kurdistana bakur de xwedî rol û fonksiyoneke mezin, ji ber gelek sedemên diyar û ne diyar têkçûbû û heta roja îroj mihasebeyeke bi rêkûpêk nehatibû/ye kirin. Sedemên têkçûyin yan jî biserneketina vê hereketa KÎP/DDKDyê heta bi niha jî bi awayekî berfireh nehatiye kirin.
Lê tirsa herkesî þaþ derket û her beþdarên civînê ew mihasebeya ku divê bê kirin hewaleyî demeke din ya dîrokê kir. Ev helwêsta herî rast bû ku diviya bû bihataya danîn. Ji ber ku; heger di vê civîna hanê de hin kesan rê li ber vê minaqeþeyê vekiraya dê tu kes nikarîbûya ji bin wî barî rabûya. Ji ber wê jî hemû beþdaran bi mesûliyet û berpirsiyarî hereket kir û ji ber wê aqilkemaliyê jî encama civînê bi serketin bi dawî bû.
Ji hêla beþdariya minaqeþeyan û sewiyeya dayinûsitendinê ve, mirov dikare bibêje ku misteweya civînê gelekî bilind bû û nêzî ji sedî pênciyê beþdaran tev li minaqaþeyan bûn.
Li ser hev nêzî nod kesî beþdar bûbûn û ji vana pênc kes jin bûn, lê mixabin ku yek jî ji jinan nepeyivî.
Du mêvan ji Tirkiyeyê beþdar bûbûn.
Zimanê civînê xwerû bi kurdî bû, ji bilî sê kesan, hemû beþdar bi kurdî axifîn û lihevkirineke xwezayî çêbû ku hemû civînên pêþerojê bi vî rengî, yanî bi kurdî bi rê ve biçin.
Gelek kesên ku dixwestin kar werbigrin hebûn, lê þeþ kes li ser navê welatan ketin komîteya birêvebir û pênc kes jî di encama hilbijarinê de hatin hilbijartin. Vê yeka hanê jî hêvî da mirovî ku talîbê xebatê dê ji bona pêþerojê jî pir bin.
Heger mirov qala negatîviyekê bike, ew jî kêmaniya komisiyona ku ji bona pêþniyar û biryaran hatibû hilbijartin bû ku karê xwe yê ji bona belavoka encamê baþ nekiribû, loma jî ew bû sedem ku di destpêka roja sisiyan de hin minaqeþeyên bîlaheq çêbibin. Ji derveyî wê, kêmaniyake ku mirov bikare destnîþan bike, tune bû.
Divê mirov mahzûbaniya Sîracedînî ji bîra neke ku wî qisûr tê de nehiþtibû, ez sipasî wî dikim.
***
Piþtî 29 salan hatina ba hevdu ji bona gelek kesan ne hêsan bû. Heger mirov lê bikole, belkî li dinyayê nimûneyên bi vî rengî gelekî kêm bin. Min bi xwe ji zû ve plan dikir ku tiþtekî bi vî rengî, yanî wek senaryoyekê binivîsim. Ev fikra min ji ber gotina mamosteyê min ê dibistana destpêkê bû ku wî xwestibû piþtî qediandina dibistanê bi 25 salan em li heman sinifê bicivin, lê berî bi 4-5 salan min fîlmekî bi vî rengî di sînemaya swêdiyan de dît ku navê wî ”Klas Festen” bû. Ew senariyoya ku min di serê xwe de çêkiribû û ew fîlm, hema hema eynî tiþt bûn, loma jî ew projeya hanê li ba min têk çûbû; lê piþtî vê civîna DDKDyê, dîsa ew senaryoya hanê di havizaya min de nuh bû. Ji ber ku gelek kesan ji 25-30 salî û vir de hevdu nedîbûn, bi xêra vê civînê hevdu dît û li porên hevdu yên sipî û li mezinbûna zikên hevdu, li qermîçankên serçavên hevdu û li weþandina porên hevdu hay bûn; li tarîbûna çavên hevdu, li qermîçokên serçavan, xulbûna piþtan û bawîbûna lingan hay bûn. Piþtî ew qas sal, li dijayetiyên xortaniyê, li hesûsiya navsereyiyê û li aqilkemaliya yextiyariyê hay bûn. Piþtî ew qas sal, li ferqayetî û berjewendiyên þexsî û neteweyî, li qûrbannekirina perçeyî ya ji bona tevahiyê û li yekdengiya dil û mejiyî hay bûn. Û di netîceyê de diyar bû ku gupîna ser dilê hemûyan ji yek deng û çar herfan pêk tê ku navê wan ji heman perdeyê ye; ew ne li ser êm û alifên tu kesî ne, ew berxê koza xwe ne!
Her kesî hesab û kîtab û dijayetiyên xwe texîr kirin û li ba dilê xwe efûyek giþtî îlan kir.
Hemû beþdarên civînê gîhan wê qeneetê ku divê ew tiþtên ku ji wan tên xwestin û miletê wan li hêviyê ye da ew bi wê rolê ve rabin û bi yekdengî gopalê xwe li defa îxanetê xistin. Bi wê þiyarê re hemû guneh û qisûrên xwe rijand ser rûpelekî sipîboz û soz da hevdu da yeklibên kurmik û kêzikên ku di hûr û rêvîyan de mane jî dê li hemberî wan têbikoþin; bê fîtne û fesadî, berê xwe bidin bext, bawerî û heqiyê.
Her ku yek ji wan diçû ser mîkrofonê, hemû beþdaran bi meraq û baldarî lê guhdarî dikir û dixwest tê bighîje bê piþtî ew qas sal çi guherîn di wî/wê kesî/ê û fikrên wî/wê de çêbûne; bê ew terbiye û edeba sîh salî li cîhê xwe maye yan na; bê di çavên wî/wê de sextekarî, derew, bêbextî û buxtan hene yan na?
Tu sond bixwî ku hemû ji zerdika yek hêkê û ji mîsala berxê li ber yek makê bûn. Her çi qasî hin kes hebûn ku di demekê de bi vir de û wêde çûbûn jî ji hebûna wan a li wira diyar dibû ku berxê meriv di koza xelkê de mezin nabe û ji helwêstên wan eþkere dibû ku ew kesên ji vê tradîsyonê ne û vê gavê di kozên xelkê de dimarin jî dê rojekê vegerin koza xwe.
***
Tiþtek hebû ku bala mirovî dikiþand, ew jî tunebûna birêvebirên KÎPê yên destpêkê bû ku teva gelak ji wan li Ewrûpayê rûdinin jî li civînê ne hazir bûn. Ji bilî du kesan, (kesek jî roja dawiyê beþdar bû) tu kesên ku di serokatiya KÎPê de cîh sitendibû, beþdarî civînê nebûbûn.
***
Bi kinayî, tiþtên ku mirov li ser vê civînê binivîse pir in, li tiþtek bi yekdengî eþkere bû ku divê ev potansiyela hanê xwe ji nuh ve birêxistin bike û bi aktîvî beþdarî pêvajoya bidestxistina çarenûsa mafê gelê kurd bibe û ji bona wê jî pêwîstiya bersivdayina pêþerojê heye ku ew bi awayekî aktîv bi cîh bînin; bi vê his û baweriyê, beþdarên civînê ji bona sirûda DDKDyê bi yekdengî qêriyan…
Ala rengîn
Ta bê kengî
Tê li ser sînga me bî
Lê dibê em serbilind bin
Serserayê berze bin
Serxwebûn doza me ye
Pêþveçûn bo dibê
Hernepêþ, hernepêþ
Ey xortên kurdan
Hernepêþ, hernepêþ
Ey keçên kurdan
Ey xortên kurdan
Wa gîhaþtin
Xortên te yên
Þoreþger û demokrat
Komela wan bi nav û deng e
Welatparêzên cînan
Serxwebûn doza me ye
Pêþveçûn bo dibê
Hernepêþ, hernepêþ
Ey xortên kurdan
Hernepêþ, hernepêþ
Ey keçên kurdan
Ey xortên kurdan
31ê gulana 2006an
enwerkarahan@hotmail.com
|