Divê hûn bi vê gotina ku bûye sernivîsa vê maqaleyê þaþ
nebin. Belê, careke din jî, haho li me bêkesan! Li mintîqeya Dêrikê
eþîreke bi navê Metînan heye û ev eþîr sîh û sê gundên wê henin; yek caran
ku di navbera wan û hin kesên din de þer derdiket, nîv dîhnekî wan îbi navê O'to hebû,di meydana þer de disekinî û dikir gazî û digot ” Haho li me
bêkesan!” Ji ber bêtifaqî û hesûdiya navxwehî, her ev gotin di devê wî de
bû. Kesî zêde guhvê peyva wînedidalê wî zanîbû ku
çi dibêje.
Hin xwendevan dikarin bibêjin 'ma çi eleqeya wê bi vî tiþtê ku tu dikî
binivîsînî heye'. Belê gelî birayan, eleqeya wê pê heye. Hin kes jî
dikarin bibêjin, 'ma çi eleqeya dîhnan bi vî tiþtî heye', belê eleqa wê jî
pê heye. Ji ber ku ev tradîsyona em jê tên, ev rewþa îro em tê de nin heq
nekiriye û sedemên vê rewþê bi awayekî biaqilî nehatiye minaqeþekirin û
nayê minaqeþekirin. Ji ber wê jî min bi gotina vî dîhînî dest pê kir.
Gelek caran gotinên dîhnan ji yên biaqilan bitesîrtir e. Di vî 20-30salên
ku ev tradisyona me jê tê, helbet gelek sedemên ku em bi awayekî bixurtî
bi ser neketinin heye, lê bi baweriya min sedema esasî ew e ku; ew rewþa
me ya ku me, heta nuha di nav xwe de ”mezinek” dernexistiye, an gotina
”dernexistiye” dibe ku ne di cîh de be, derneketiye. Ger mirov ji dema
KÎPê û vir de bihesibîne; yên ku ez dizanim pênc serokên vê tiradîsyonê çê
bûne. Ew ê minaqeþeya li ser dewir û rolên
van camêran nerast be ku mirov têkeve nav. Lê ger mirov li ser hev du
bihesibîne, yek jî ji wan nebûye xwedî mîsyoneke ku dikaribe vî barî
hilbigire û ew dezgehê ku dê bibûya cîhê baweriyê û berdewamiya wî ya ku
li daweyê xwedî derkeve, ava nekirinin û mirov nikare biserbilindî qala wî
bike.
Di mesela
serokatiyê de gelek baweriyên ji hev cûda henin. Lê realîteya welatê me û
rewþa gelê me pir eþkere daye diyarkirin ku ew rêxistin û partiyên Kurdan,
ên di nav xwe de ”mezinek” dernexistin, di encamê de bi sedemên cûda ji
hev ketin. Jihevketin û belavbûna wan ne ji meseleyên îdeolojîk û ji þeklê
têgihiþtina wan bû. Wan hemûyan jî di derbasbûyina xwe de, li gora
baweriyên xwe tiþtên baþ kirin û potansiyeleke kadroyan ya qerase li dûv
xwe hiþtin. Ew kadro û endamanan ne mirovên bêkêr û kasax bûn, her yek ji
wan - yên ku hûn pê qayil nedibûn - ku gihaþtin PKKê, bûn fêriz û pêþî
berê xwe dan tradisyonên xwe yên kevin. Hin ji wan bûn gerîlla û di nav
refên gerîlla de bûn qumandanên mezin; gelek ji wan qahremanan di zindanan
de li hember zilmê liberxwe dan û þehîd ketin û hin ji wan hîn jî di
zindanan de nin. Bi sedan yên mayî jî li ”mala xwe rûniþtinin”, lê teva vî
awayî jî þexsiyeta xwe parastinin û li cîhê ku yên di civatê de herî bi
þûn de li îqtidarê nin, mafê wan ê mixalefetkirinê jî tune ye.
Gelek ji van kadro û endaman hîn jî li hêviya ku dê rojekê ev tedisyon
tiþtekî bike û ew ê, ew baweriya ku di demekê de xwediyê wê bûn, dê dîsa
bi paþ de vegere, de nin.
Ez îdia dikim ku sedema herî mezin ya
biserneketina vê tiradisyonê û ev rewþa xerab a îrotê de nin, ji
vê sedemaku ew kes nikarîbûn bibin ”mezinê” tiradisyona xwe ye. Di
tercubeyên eþîran de jî ev pir eþkere diyar e. Heger serok an mezinên
eþîrekê bimira an bihata kuþtin, cîh dagirtina wan zahmet bû. Ger ew eþîr
di dujminatiyê de ba, cîh dagirtina wî serokeþîrî ne zahmet bû. Lê yanana,
di wê eþîrê de pir sermiyantî çê dibe û ger pir sermiyantî jî çê bû, ji
xwe bi awayekî otomatîk ew ji ber hev dikeve. Eynî tiþt
ji bo partiyên siyasî jî derbas dibe. Partiyên herî bi pêþ
ketî û modern jî bi þexsiyetên karîzmatîk û xwedî wasifên serokatiyê bi
pêþ de dikevin. Gava mirov vêya bi awayekî muþexxestir bifikire û rewþa
partiyên siyasî yên Tirkiyeyê bide ber çavê xwe, rewþa CHPê diþibe ya me.
Di rêxistin û partiyên Kurdan de jî weha bûye. Ew ê ku di parastin û
lêbixwedîderketina serok û dezgehên seokatiyê de îstikrar nîþan dan, mirov
xeta wan û fikrên wan biecbîn-neecibîne, îro li ser piya nin. Û ew ê ku
nikerîbûn ev wazîfe pêk bianîna, bi navê demokrasiyê ketin gafleta bê
însiyatîfiyê û bêserûberiyê. Hin ji wan, ji ber kaprîs û kompleksên xwe,
bi navê "kolektîfiyê" xwestin dezgehê serokatiyê bi rê ve bibin û di
encamê de bûn wek mala pirsermiyan. Kesî nema otorîteya kesî qebûl kir û
kesî nema li kesî guhdarî û ji hev fedîkir. Merkez an
navnîþaneke ku kes lê guhdarî bike ya jî jê fedî bike nama. Ji wê tesîra
biserneketinê û car caran jî têkçûyinê, ew ê ku xelk dikaribe qedrê wan
bigrin û di bêtifaqiyekê de mirov lê guhdarî bike, di nav vê kevneþopiyê
de, heme hema neman. Ma li kîjanerdê Xwedê hatiye dîtin ku di nav
þêniyekê de ku kesekî di rewþên xirab de dikaribin bibin xwediyê sulhê,
nemîne? Di demên herî kevnare de jî, di ya dawiyê de hin kesan li xwe
diqewmand in û da'wa maqûlî an sulhê dikirin. Di van partî û rêxistinên bê
sermiyan man de, tu kesekî bi rolekî weha ve rabe derneket. Hemû bûn wek
noka ku tu li kevir bixe.
Helbet hemû sûc ne yê wan kesan e, lê para
herî mezin a wan e. Her yek ji wan bi dehan kadroyên serokatiyê jî bi wan
re hebûn. Sûcê wankesên di
dezgehê serokatiyê de wazîfe kirinin, ne kêmî yê wan e. Her yek ji wan,
-vê gavê- temenê wan ne di bin çelî re ye. Hemûyan jî nêviyê emrê xwe
baþ-xerab di tekoþîna neteweyî ya demokratîk de derbaskirinin û îro wek
tiþtek nebûye yek sûc dixe hustê yekî (wek ku nuha ez dikim) û di encamê
de, kesek tiþtekî li xwe heq nakin.
Wek gelek kesên din min jî, - teva her tiþtî jî - hîna hêviya xwe ji van
hevalan nekiriye û ez, di wê hêviya ku rojekê ev ”sûcdaranan” hemû li hev
vehewin û hemû girr û kaprîsên xwe li hêlekê dînin û destê xwe bidin ser ”
rîhsipiyekî ”, da bibêjin ” me tu bi mezinatî qebûl kir!” de, mim.
Qet nebe di dawiya emrên xwe de wazîfeya xwe ya dîrokî, ji bo careke din;
ji qirnên li dûv wan were re, tiþtekî ku pê rû sipî bin û ew kesên ku li
pê wan were pê serbilind bin, bihêlin. Ew kesên ku bawerî û hêvîya wan di
siyasetê de nema nin, ji xwe ji bo wan kesan tiþtekî zêde mirov dikaribe
bibêje tune ye, lê ew ê ku hêvî û îdea yên wan di siyasetê û nemaze ji di
kevneþopî û tiradîsyona wan heye, ji bo careke din be jî, ez pêþniyar
dikim ku herkes li cem xwe efûyekê, di hindurê xwe de valahiyekê çê bikin
da em nebêjin, em bêkes in!