Piþtî heyþt mehan, di civîna xwe ya sisiyan de ÎKS (Însiyatîfa Kurdên li
Swêdê) wek avahiyeke siyasî hate avakirin. Di meseleya yekitiya kurdan de ev
ne gava pêþiye ku tê avêtin. Berî vê gavê jî gelek hewildayinên hevkarî û
yekîtiyan hatibûn dayin, lê di encamê de bi ser neketibûn.
Di nav vê însiyatîfê de, bi pirayî ew kesên ku ji koka siyaseta rêxistinên
Kurd tên û kadroyên siyasî yên xwedî tecrube nin. Gelekan ji wan salên xwe
danin siyasetê. Ger ev kesan di karê ku danin ber xwe cidî bin, dikarin
tesîreke baþ li vê pêvajoyê bikin û dikare di sahneya siyaseta Kurd de bibin
giraniyekê. Ger mirov li derbasbûyina wan binêre, gelekan ji wan di
derbasbûyina xwe ya siyasî de pir kirinin, lê hindik afirandinin. Ev yeka
han jî di siyasetê de hêviyeke xurt na de mirov.
Ger ev gav di peyvê de nemîne û di emel de gavên ber bi çav bên avêtin,
þansa wê ya ku bikaribe bibe hêzeke bitesîr, heye. Ger di peyvê de û di
çerçeweya civînan de bimîne û di van civînan de hin kes vê zemînê ji xwe re
bikin sehaya xwe deþarzkirinê, ew ê ev gav jî wek wan gavên berê nîvqurmiçî
bimîne û Kurd careke din jî di warê yekîtî û hevkariyan de, dê di sinifê de
dimînin. Heta civîneke din, -ger hin kes ne bi dilê mirov be jî- komîteyeke
bi minet û rica hate hilbijartin. Ger di civîna pêþ de ev kes û endamên vê
însiyatîfê xwe ji hin tiþtan re amade bikin û xwe ji hin qaliban xelas bikin
dê bikaribin hêviyê bide. Divê endam û rêvebirên vê însiyatîfê ji bo xatir û
ricayê Wezîfeyê wernegirin. Ger di civînên pêþ de jî ev awayê ku bi zixt û
zordayina hin kesan, an jî ji bo xatirê hin kesan Wezîfe bê wergirtin, ew ê
ev mesele negêje derekê.
Biserketin û nebiserketina karên siyasî di pêvajoya civîn û hibijartina
organan de diyar dibe. Mirov di jiyana xwe ya siyasî de bûye þahidê van
tiþtan. Ger civîneke siyasî an rêxistinî çê dibe, ji serî heta binî rexne,
kêmanî, û tewanbarî yên bêqiyas tên kirin. Bi seetan li ser meseleyan tê
rawestandin û bi dehan pêþniyar tên kirin. Gelek caran ji ber hin kesan
mirov mejbûr dibe ku ji wan civînan bireve. Gava civîn tê ser xala rojevê ya
hilbijartina organan, wê gavê her tiþt eþkere dibe. Ew kesên ku mirov ji ber
wan paçan dike guhên xwe, ew xwe li tiþtekî nakin xwedî û nabin talibê tu
Wezîfeyan. Hin ji wan di minaqaþeyên li ser vê xalê de, ji civînan
difiskirînin.
Di civînên ku heta nuha min dîtinin de, ji xêndî îstisnayan, min nedîtiye ku
kes bûye talibê Wezîfeyê. Kesî xwe pêþniyarî komîteyan nekiriye. Her gav hin
kes ji bo hin kesên din pêþniyaran dikin û di encamê de jî ew ê tên pêþniyar
kirin bi minet û rica wazifeyan qebûl dikin. Gava di wê Wezîfeya ku
wergirtiye de bi ser nakevin, dibêjin, "Ji xwe min nedixwest ez vî karî
bikim. Min ji ber filan kes an bêvan kes nekir der". Ji ber vê rewþê jî
gelekan ji xwe re kirinin adet û qilifê ku di pêþ de bisernekevin hazir
dikin û gava tên pêþniyar kirin, teva ku dilê wan heye jî, bi zaneyî xwe
delalî dikin. Ji ber ku wan rêya xwe fahm kirinin. Çawa be hin kes dê wan
pêþniyar bikin û ew ê li ber wan bigerin.
Karê siyasî ji bo xatir û minetê nayê kirin. Ew kesên ku ew karên pê
re radibin, divê ji riza dilê xwe bikin û ew bi xwe bibe talibê Wezîfeyan
da ku bikaribe ji xelkê jî Wezîfeyan bixwazin. Bê diyar kirin ku ew karê pê
re rabûye, ew bi xwe çiqasî baweriyê pê tîne. Ger mirov ji wî karê ku dike
ne bawer û ne îqna be, mirov çawa dikare hin kesên din îqna bike? Ger di
civîneke din de li gorî îhtiyacên komîteya dê bê hibijartin, însanên ji
rizaye dilê xwe, xwe li wazifeyê rakiþanînin, wê gavê hêvî û baweriyên mirov
dikare xurttir bibe. Mirov dikare bibe yek ji wan kesên aqtîf ê vê prosesê.