Ev
gotina ku bûye serninîsa vê maqaleyê, ji devê Cemal Saygili (Hecî) hatiye
wergirtin. Ew kesên ku li Stockholmê dijîn, Kekê Hecî ji
nêzîk de nas dikin. Ev gotina gelek caran li qahwexaneya Hecî hatiye gotin
û tê gotin. Dereceya rastiya wê çi qasî heye an tuneye, divê mirov li ser
wê raweste. Lê ji bo ku ev gotin bûye mijara nivîsandina maqaleyekê, ez ê
çend tiştan dest nîşan bikim.
DDKD naqde!.. Belê, DDKD naqede.
Gotina van her çar herfan ji
bo ew kesêk ku di wê pêvajoya salên heftêyî de jiya bin, maneya
wan
herfan îfadekirina gelek tiştan e. Ji ber ku ev bîst û sê salin ku
ji kîsê wan her çar herfan tên xwerin û hînajî neqediya ye. Feqet ji
bo xortekî ku di wan salan de hatibe dinyayê û nêzîkahiyê li hereketa
Kurd û li dîroka ku herketên Kurd jê hatiye bike, mimkun e ku ji bo
wan tiştekî
xerîb be û bala wan bikişîne.
DDKD,
Komeleyeke ku di salên heftêyî de di çerçeweya mafên demokratîk û
kulturî de, şerekî meşrû û legal dikir. Navê vê komeleyê yê
dirêj; (Devrîmcî Demokratik Kultur Dernegi) bû. Li dor pêncî-şêst hezar endamên wê,38
komele û 10 broyên (Xortên şoreşgerên Demokrat)
hebûn. Wê li gor îdareya merkezî karê xwe bi rê ve dibir. Ew tiştên ku
merkeza vê komeleyê dabûn ber xwe, li gor wê demê, ne karekî weha bêqîmet bû.
Gelek hereket û partiyên kurdan yên wê demê ku ev kar û kirinên vê
komeleyê bi erzanî dihesibandin, piştî çend salên bitofan û
bifirtone,
daxwaz û xwestinên wan -teva ku patî nin jî- ji yên vê komeleyê bi paşdetir
in.
Di ser damezirandina vê komeleyê de bîst û sê sal derbas
bûn, lê hîn jî ev nav û potansiyela ku li ser vî navî aqidî bû tê minaqaşe
kirin û tê hesb kirin. Berî nuha bi çen rojan, nêzîkî bêncî
kadroyên ku ji vê kevneşopiyê û ji pêvajoya ku vê tradisyonê di derbarê
hevkarî û yekitiya kurdan de, rolê ku lîstiye û di encama vê hewil dayinê de ew kesên ku li der û dora vê baweriyê fehewiyanin
civînekli dar xistin. Armanc û mexsedên vê civînê çi dibe bila bibe,
ya girîngew e ku piştî bîst û sê sal di ser vê meseleyê re derbas
bûye û hînajî li ser wî navî an li derdora wî navî lihevvehwandinek
çê dibe.Wek
gelek hereketên din, ew hereketa ku li paş vê komeleyê bû jî bi tu awayê
xwe nebû xedînavekî ku ji
komeleyên xwe mestir be. Weke tê zanîn di salên hefêyî de, gelek
hereketên Kurd bi awayakî dizî li paş komeleyên demokratîk bûn û ev
seheya wek bergiya hereket û partiyên xwe bi kar tianîn. Feqet di ser vê
meseleyê de ewqas sal derbasbûn, hîna jî ew hereket û partîna bi navê
wan komeleyên ku wan xwe di paş de fedişartin, tên bi bîranîn.
Ew partiya
siyasî ya ku li paş vê komeleyê bû, hîna jî bi navê wê tê
nas kirin.
Ev yeka han jî nîşan dide ku wan hereket û partiyên siyasî, bi tu hawe û
finksiyonên xwe, nikarîbûn ew rolê ku komeleyên wan wergiribû ser milên xwe, werbigire. Ji ber wê ye ku hîna jî hin ji
wan kesan bi navên komeleyên
xwe tên bi nav kirin. Ew jî nişan dide
ku van komeleyan di dema xwe de
rolekî çawa lîstiye.
Li ser
bingehên wan komeleyên salên hefêyî de-nemaze jî DDKDê- ewqas rêxistin
û partî çê bûn, lê di encamê de, yek jî ji wan hewil dayina negihaşt
mertebeya wan komeleyan.
Ji
donzdehê îlonê û vir de, piraniya ew kadroyên ku di warê demokratîk û
kulturî û di derbarê xebatên partiyên legal de dixebitin, ji koka vê
tiradisyona ku em qala wê dikin tên. Ev komeleya ku mijara minqaşeya me
ye,
deryaya kadro û entelektuelan e. Ev, him li ewrûpayê û him jî li welêt
weha ye. Ger di pêşeroja dîroka rêxistin û partiyên kurdan de,
lêkolîneke esasî çê bibê, divê bi pesindayineke mezin qala rolê DDKDê
bibe.
Di warê
ziman û edebiyata kurdî de jî DDKDê rolekî berbiçav lîstiye. Ger îro di
warê zimên de bipêş de ketineke berbiçav hebe, divê mirov rolê Tîrêjê
(Li Kurdistana Bakur kovara yekem a xurî bikurdî ye) ji bîr
neke.
Di warê
siyasî de jî ew kesên ku ji vê tradîsyonê tên, ger îro ne hakimê
sehaya siyasetê ne jî, tesîra wan û giraniya wan î mezin li ser vê
sehayê heye. Dive ku wek rêxistin di siyaseta Kurd de, bi awayekî berbiçav
rolê xwe nalîze, lê di van rojên ku kes nema dikare qala serxwebûn û
azadiyê bike de, yên ku xwediyê wê xeta sexwebûnxwaziyê ne, dîsa jî ew
xeta DDKDê û ew der û dora ji vê kokê tên û hevalbandên wê nin. (Helbet hin der û dorên din jî vê baweriyê
diparêzin)
DDKD
naqede!.. Çima naqede?
Ji ber ku ev bîst û sê salin
ji vî kîsî tê xwarin û hîn jî dawiya vê mîrasê nayê. Kadroyên ku ji
vê kevneşopiyê tên, xwediyê baweriyeke
xurt û têgîhiştineke
entelektuel e. Piraniya wan însanan xwediyê fikreke hempar in. Kadroyên xwende û bifêm in. Her çiqas
di warê siyasî de ji hev qetandin û perçebûn jî di nav wan de çêbûn,
lê dîsajî
xwedî mîraseke biqawet in. Ger mirov bîst sal berê kadroyekî/e vê
tradîsiyonê li dereke danî be û piştî bîst salî gava mirov wî/wê
bibîne,
dê wek
hev bifikirin. Ev şeklekî perwerde kirinê û têgihîştinê ye. Ew
berxê
koza xwe nin, ne li ser êm û alifên tu kesî nin. Ger bimrin jî dê di koza
xwe de, li ser a xwe bimirin.
Îsal bîst û sê saliya
damezirandina wê bû û min xwest ku ez di bîst
û sê saliya wê de nivîsekê li ser wê binivîsînim. Nivîseke ku qala rol
û fonksiyona vê komeleya ku di civata Kurd de lîstiye bike, binivîsinim.
Di roja damezirandina bîst û sê salêya wê de,(28.09.1977) hevalekî
telefonî min kir û wî ew roja min pîroz kir. Li ser wê telefona wî, ez
li xwe haybûm da ku ez li ser DDKDê binivîsînim. Paşê ez piçekî li
xwe
û li der û dora xwe fikirîm û di wê gavê de min dev ji nivîsandinê
berda. Ez bixwe tu carî nebûmim endamê komeleyeke DDKDê û li der û dora
ku ez tê de radibim û rûdinim, bi dehan rêvebir û kadroyên sereke yên
DDKDê henin. Ji serokê wê bigire heta bi sekreter û saymanê wê. Min
li ba xwe digot ku heta dor bighêje ser min da ku li ser vê meseleyê
binivîsînim, ew ê rojê here ava. Feqet min bala xwe dayê ku tu roja here ava tuneye. Heger yekî ji wan hevalên di serokatiya vê camîayê
de kar kirinên li ser wê binivîsanda, bê şik ew ê ji min baştir û
bitesîrtir binivîsanda. Ji xwe yek jî ji wan meseleyên esasî yên kurdan
ew e ku,
ew kesên erbabên karê xwe nin li karê xwe xwedî dernakevin û hin
kesên din li xwe diqewimînin, wî karî dikin. Wê gavê jî tiştên bi
dilê
mirov dernakevê meydanê.