Kurdên mixalif careke din jî li pê wê rojeva
ku PKKê û dewletê bi hev re ava kiriye deherin. Ev adeta ku li pê rojeva
xelkê çûyin, ne adeteke nû ye. Ji destpêka þerê PKKê û heta roja îro, kurdên
li derveyî wan, nikarîbûye ji xwe re rojevek tespît bikira û weke benê li dû
þûjinê, hemû kurdên din li dû wan û rojeva ku wan tespît kiriye diçin.
Mimkun e ku hin kurd vê yeka hanê bi xwe tahde bînin, lê ev baweriya min e û
ez bawer dikim, her kurdekî ku piçekî bêteref li meseleyê binêre, dê weha
bifikire.
Ji ber ku li gora demê, þerê
çekdarî minasib hate dîtin, piraniya rêxistinên kurdan çûn li Kurdistana Baþûr
meqer ava kirin. Li gora demê bayê "aþtiyê" hate gûrkirin, piraniya kurdan,
bi lotik çûn bi A. Öcalan re, lý ser maseyê rûniþtin û ji wan hebû ku dewlet
dike gavan biavêje û ew ê jî jê bimînin.
Ev nayê wê maneyê ku kurdên mixalif hewil
nedaye ku rojevekê li gora xwe çêbikin. Û nayê wê maneyê ku kurdên din
tiþtên baþ nekirinin. Lê, kîjan gava ku gaveke ji derveyî wan hatiye avêtin,
wan bi awayekî astengî li hember wê derxistiye û ew seheya gevçilandiye.
Mexseda min ew e ku; kîjan cara wan çi xwestiye, li gora dilê xwe ew rewþ û
ew mexsed bi rê ve birinin.
Berî girtina Abdullah Öcalan, mimkun bû ku
gelek kurdan ev dizanîbû jî lê dîsa bi xwe zor ne dianî. Mirov digot, ' çawa
be ew jî kurd in', lê îro her gaveke ku li dûv wan tê avêtin, mirov li cem
xwe dikeve þûna ahmeqan û bi mirov zor tê. Bi mirov berovacî û tahde tê. Her
pûaneke ku li xaneya wan tê nivîsandin, ev bi awayekî otomatîk li ya dewletê
jî tê nivîsandin. Hewcedariya wê tune ye ku mirov di vî warî de têkeve nav
devjengiyeke bêmane. Mirov dikare bi sedan nimûneyên berbiçav bijmêrin. Ji
xwe ew hevdîtinên ku Abdullah Öcalan bi ebûqatên xwe re dike û protokolên
(piþtî redakte kirina dewletê jî) wan derdixin derve, bi îbretan ve hilmiþtî
nin.
Di destpêka ku Abdullah Öcalan hate girtin û
piþtî þêla wî ya li heberî dewletê diyar bû, þansa kurdên mixalif hebû ku
midaxeleyî rojeve kurdan bike. Kurdên ku li ser hev bûn, hemûyan ev tespît
kir, lê mixabin ew ê ku þansa wan hebû ku bikaribin rol û dewrekê bilîzin,
ew nexweþiyên xwe yên kironîk careke din jî derxistin pêþ
û got, "Ê me ecûrê tal e, hûn dixwin jî hûn dizanin û hûn naxwin jî hûn
dizanin".
Helbet midaxelekirina rojeva kurdan bi vî
awayî nedibû û nabe. Ji xwe, heger bi vî awayî bibûya, PKKyê bi salan hal
kiribûya. Ji gotin û kirinên wan cûda bûnyin, ji wan bi ferqtir bûyin, bi
awayekî mitewazî, bi tehamul û bi minasibî, lihevragirtina kurdan e û fiîlî
midaxelekirina seheya siyasetê ye û anuha jî þansa midaxelakirinê heye. Di
cihê ku wan dev ji gotina serxwebûnê berdan de, divê kurd bi hemû hêz û
qaweta xwe li vêya bixwedî derkevin. Li cihê ku wan dev ji ax û ava xwe
berdan, divê kurd bi hemû qaweta xwe li vana xwedî derkevin. Li cihê ku wan
dev ji þerkirina bi dewletê re berdan, divê kurd bi hemû dînamîkên xwe bi
dewletê re þer bikin. Û bikin, bikin û her bikin... Dawiya ku tiþtên divê
kurd bikin, nayê. Dawî nayê lê kurd jî ne li wan deveran e. Hîna jî bi
hezaran xelk li erdê pahn dibin. Gelek caran mirov vê rewþa hanê fahm nake,
lê wexta ku mirov li bêalternatîfbûyin û neçaretiya kurdan difikire, mirov
dikare wan bi rehetî fahm bike.
Helbet kes daweya ku kurd di van þertan û bi
vê bêmecaliyê þerê çekdarî bi dewletê re bike, nake. Lê li însanan wer
hatiye ku ew tiþtên divê bikin napeyivin, tiþtên ku dê nekin dipeyivin. Min
li tu derê û di tu wextê de nedîtiye ku tu komik, tu komele, tu partî, tu
eþîr, tu kes, ew tiþtên ku dê nekin, di devên xwe de bikin benîþt. Xelk
tiþtên ku hewcedarî û pêþengî bi kirinên wan henin, dikin rojeva xwe û ji bo
wan þer
dikin. Gelek ji me kurdan bi nexweþiya tiþtên dê neyên kirin ketinin. Nemaze
jî di warê legalê de ev nexweþî baþ bi pêþ de ketiye. Mirov belavok û
daxuyaniyên wan dixwîne, tu ferqiya wan û hefadên "cimhûriyeta demokratîk"
ê, tune ye. Ew her rêz dikin; em ê filan tiþtî nekin, em ê bêvan tiþtî
nekin,nekin... Her nekin. Min
bi xwe fahm nekiriye, bê ev hewil dayin û komikên li pêþiya lê gerînekê de
nin, dê çi bikin. Ji xwe, heta ku ew hilatî bikin, xelk ê þikeva bikin jî.
Gelek caran û li gelek deveran pirîskeke piçûk jî dikare bibe agirekî wek
bobelatekî. Min di nivîsa xwe ya pêþî ya vê quncikê de jî gotibû û ez îro jî
di wê baweriyê de mim ku kurd, di warê legal de midaxeleyeke radîkal bikin,
ew ê hemû lîstik û pilanên dewletê û hevalbendên wê xera bike. Rêya
xerakirina van lîstik û pilanan jî di avakirina partiyeke bi nav û nasnameya
kurdî û rojnameyeke rojane, bi kurdî re derbas dibe. Avakirin, an
hewildayina partiyeke weha, midaxelekirina rojeva sîyaseta Tirkiye û dinyayê
ye. Ji derveyî vêya þansa tu kesî tune ye ku bi doxa tu kevçiyan bigire.
Bi gotinên tirkiyeyî bûyinê û di warê
derxistina rojnameyên bi tirkî de, þansa tu kesî bi qandî a PKKê û HADEPê
tune ye. Heqê kesî jî bi qandî ê wan tune ye. Ji xwe taximê ku ji wan kêm bû
jî lê zêde bû û ew hemû li hev binbarek bin. Divê kurdên mixalif dev ji
xwexapandinê berdin û gotina ku avakirina partî û rojnameyên kurdî
"xeyalperestî " ye, berdin. Ger îmkanên avakirina partiyeke weha tune be,
nimûneya Þerafettîn Elçî heye. Ew demeke dûr û dirêj bi navê KDPê wek
platform man. Ger bi rastî mexsed gavavêtin be, ne þert e ku bi awayekî
resmî partî ava bibe, wek pilatformeke siwîl dikare rol û dewrekê bilîze.