Kevokên ji êgir
Di salên heftêyî
de, ji dest pêka meha Adarê û pêve, heyecana Newrozê li me peydar dibû. Me
ji nêviyê salê de tekelên kevin di axur û embaran de
vediþartin.
Wexta ku nêzîkî
roja Newrozê dibû û me tekel
peyde nekiribûna,
em di ber dikana Birê Arkoyê(zînker, serrac) fileh re diçûn û dihatin.
Kirîvê Biro
jî ji vê rewþa
me derdixist ku em li dora tekelên wî deherin û tên, wî dikir
camêrtiya xwe û
çend tekelên
kevin derdixist li ber deriyê dikanê datanîn.
Bi vî awayî, ger hin kes bihatan girtin jî mesûliyeta kirîvê Biro di vê
bûyerê de
tune bû. Me jî ji rojek du roj berê de, ew tekel li histuyê xwe dikirin û
me bi
zahmetiyeke mezin ew dibirin li serê Garê Bamiyê, Textê Qîza Qirêl, Êrge
Baba
û Tûrcelê datanîn.
Teva ku dewletê di
roja Newrozê de tedbîrên mezin jî disten, dîsa jî nikarîbû
pêþî
li agirvêxistina wê rojê bigirta. Gava bi taribûna êvarê re li serê wan
gar
û zinaran ronkahiya êgir xuya dikir, her kesî bi awayekî,
þahiya xwe dida diyar
kirin. Di salên pêþî
de, gelek kesan bi vêketina êgir re sîleh berdidan, pîrekan
dilîrand û ji her kesî re dibû wek serkeftineke bidizî hatibe bidest
xistin. Di
wan salan de tu kesî Newroz di salonan û li cihê ku kelbalixî li hebûya
pîroz
nedikir û ji xwe qedexebû jî. Lê milet bi vî awayê pîrozkirinê jî
kêf xweþ
dibûn.
Di Newroza pêþî
ya piþtî
donzde yê Îlonê de, me nikarîbû bi awayê salên berê
pîroz bikira. Êdî hemû kontrol di destê dewletê de bûn, îmkanên ku mirov
bikaribe tekelan bibe serê
çiyayan tune bû.
Roja Newroza wê salê, em çen
heval li hev vehewiyan û me li ser vêxistina
agirê Newrozê minaqaþe
kir. Di wê
minaqaþeya
me de, du hevalên ku di hemû
jiyana min de, ew kesên ku li ba dilê min herî pir biqîmet bûn û hezar
mixabin
ku divê ez anuha ji wan re bibêjim
rehmetî û wan bi hurmeteke mezin bibîrbînim
jî hazir bûn. Yek jê
Þêxmûs Yapýþturan
û yê din jî Seydoþ
Ayebe bû. Ev herdu
heval jî
çûn ser
diovaniya xwe. Ez li vir, dixwazim careke din jî wan herdu
hevalan, wan herdu birayan, wan herdu sembolên azadiyê bi bîr bînim û
hezar
rehmetî li gora wan bibarînim. Ji xwe ev civîna me jî li mala
Þêxmûs
Yapýþtýranê
rehmetî bû.
Di netîceya vê
minaqaþeyê
de, em gihaþtin
encama ku bi
çi awayî dibe bila
bibe, lê
divê em agirê Newrozê vêxinê. Li ser
þeklê
vêxistina êgir fikreke ecêb
derket. Anuha nayê bîra min bê ew fikir ji kîjan hevalî derket, lê ew
fikir ji
terefê me hemûyan hate ecibandin.
Dewletê tedbîrên mezin sitendibûn û li wan lat û zinaran esker, wek pezê
bizinî
pahn bûbûn. Kesek wê
þevê
newêrîbû ji mala xwe derbiketa. Heta azana eþa
jî ji tu derê ronahiya êgir xuya nebû. Bi xwendina azana eþa
re, ji
þeþ qolan
komên êgir li ser bajêr vêketin. Ji
þeþ qolan
kevokên ji êgir di ser bajêr re
difiriyan. Li ezmên agirê Newrozê vêketibû. Her kes
þaþ û heyirî
mabûn. Milet
dikira bifiriyan, lê dewlet
þaþ mabû.
Hemû tedbîrên dewletê "çûbûn
li ser
boþê."
Ew kovokna heta bi nîvê
þevê li ser
bajêr firiyan. Yek hebên kevokan, ji ber
ku ên teqle bûn, birîndar bûn. Gava ku wan di wê
þevê de
teqle davêtin, ew
têlika wek dezî zirav ku bi fitîlê û bi nigên wan ve girêdaybû, bi teqleyê
re li
wan digeriya û wexta ku agirê fitîlê digîhaþt
perikên wan, ew dikizirîn. Yek
tenê ji wan kevokan bi temamî
þewitî û
mir, lê yên din hemûyan bi serkeftin
wazîfeyên xwe bicîh anîbûn.
Di eslê xwe de ji
vê serpêhatiyê
çîrokeke baþ
derdikeve, lê mebesta bilêv
kirina vê bibîranînê ew e ku hin kes û der û dor, dixwazin Newrozê ji
naveroka
wê bi dûr bixin. Ew dewleta ku nedihiþt
xelk tekelan vêxin, êdî li salon û
meydanan bi hin dorhêlên kurdan re, bi navê ”Nevroz” ê, ji naveroka wê
bidûr
û bi mexsedên xirab dixwazin pîroz dikin. Ew ê îsal li Tirkiyeyê û li
Kurdistanê bi
çi awayî bê
pîroz kirin em nizanin, lê divê bi tu awayî bi dewletê re û cîhê ku
tiliya wê tê de hebe, miletê kurd nêzîkî wê pîrozkirinê nebe.
Di vê pêvajoya ku
hemû dinya li ser navê kurdan û li ser qedera wan dixwaze
bibin xwedî biryar û Tirkiye jî bi wasiteya hin kurdan dixwaze hemû
hebûna
kurdan têk bibe, kurd ne li ber tiþtekî
ye û nikare li gora dilê xwe roja xwe ya
milî jî pîroz bike. Divê kurd di Newroza îsal de, ji her salên din bêtir
li derveyî
sîstemê û ji daxwazên wê bi dûr ketî pîroz bikin.
Li derveyî
Kurdistanê jî îsal, Newrozê bi maneyeke hîn mezintir bê
pîrozkirin.
Ev him ji bo ku kurd di siyaseta navneteweyî de bikaribe bibin mijara
minaqaþeyên
bidestxistina mafên xwe yên neteweyî û demokratik û him
jî ji bo
pêþeroja
qedera xwe ya miletî girîng e, û di vê çerçeweyê de
wazîfeyên dîvê
bên kirin pir mezinin. Bi baweriya min, ev wazîfe ji bo hemû kurdên ku li
Ewrûpayê nin muhîm e, lê nemaze jî ji bo kurdên ku li Swêdê nin, muhîmtir
e.
Ji ber ku îsal
dewleta Swêdê serokatiya YEyê dike û di roja ku kurdên li
Swêdê dê Newrozê pîroz bikin (24ê Adarê), ew ê civîna Konseya Wezîrên
Yekîtiya Ewrûpayê (KWYE) li bajarê Stocholmê
çêbibe.
Kurdên li Swêdê di wê
rojê de, bi hemû hêzên xwe yê siyasî, demokratîk û sivîl dê li dijî
siyaseta
Tirkiyeyê û YEyê ya di mesela ber endametiya Tirkiyeyê û siyaseta wê ya di
derbarê kurdan de, xwe pêþandanekê
li dar bixe. Ew ê bixwazin ku careke din
dengê kurdan di guhê ewrûpiyan keve. Ji xêndî wê jî gelek dayin û
sitendinên
li gel swêdiyan û temsîlkarên ewrûpiyan (Di warê dîplomatîk de) dê bê
kirin.
Di vê pêvajoyê de,
di vê hemû kurdên li Ewrûpayê aktîf bibin û wazîfeyên xwe
yên milî û demokratîk bi cîh bînin. Ji xêndî kurdên li Swêdê jî qasî ku
min ji
nivîsa dostê xwe Sîrac Kýrýcý
derxistibû,
kurdên li Almanyayê jî Newroza îsal bi
beþdariya
bîst hêzên Kurdîstanî pîroz dikin û hin têkiliyên dîplomatîk bi rê ve
tên birin. Ev yeka hanê jî hêviyeke xurt dide mirov ku hêzên kurdan
bikaribin bi
hev re xebatên milî û demokratîk bikin û ji bo pêþerojê
xwedî projeyeke
neteweyî û dîplomatîk bin.
Ger mirov li gor
berjewendiyên milî nikaribe xwedî helwesteke xurt be û nikaribe
li gor mexseda dilê xwe rojên ku ji bo wan miqades in pîroz bikin, qe nebe
wan
nexe bin lingan jî baþ
e.
Ji dêvla ku
kurdên bi awayekî ku Newrozeke ji mane û naveroka xwe bi
dûrketî pîroz bikin, bila herin li serê zinaran tekelan fêxinînin, ji bo
me bimanetir
û miqedestir e. Ger hûn nikaribin tekelan bivin serê zinaran; kevokên ji
êgir
bera ezmên bidin û bi vî awayî ji bo Newrozê agirekî azadiyê vêxin. Ev ji
bo me,
ji wî awayê din miqedestir e. Lê ji bîr nekin, bila mesafeya fitîlê û
kevokê hebekî
hebe. Mesafeya fitîlê û kevokê hebekî dirêj bihêlin! Ger hûh kevokan
biþewitînin,
dostên heywanan destên xwe ji pêxîla we berna din, ha!…
15-03-2001