Îro 1ê Gulanê
ye, lê nivîsa min ne di derheqê wê de ye. Bi tenê ez vê roja karkiran
pîroz dikim. Min nivîsa
xwe ya vê carê, li ser "vegera welêt" nivîsandibû. Ya rastî, piþtî ku
"efû" ket rojeva tirk û kurdan, min ew nivîs nivîsandibû û min xwest ku ez
di vê quncikê de biweþînim. Yek carna ji ber hin sedemên cûda, piþtî ew
nivîs ji naveroka xwe bi dûr dikeve, êdî pêwîstiya ku mirov careke din wê
çap bike nabîne. Lê bi baweriya min ew nivîsa ku ez bahs dikim, dê her gav
aktuel be. Ji ber ku ji salên heyþtê û vir de, her gav ev mijar hatiye
minaqaþe
kirin. Ez do çûm serdana dostekî xwe yê dikandar û piþtî ev meseleya ku
bûye mijara vê nivîsê hate peyivandin, min biryara xwe guhert ku ez li ser
vê meseleyê binivîsînim.
Dive yek ji wan sedeman jî ew be ku wefata Aslanê rehmetî bû sebeb ku ez
teþwîqî nivîseke weha bibim. Min ew manzereya li ser mezelê rehmetî dît û
min hewil da ku ez bi hin hisên xwe, wî risimê wê bîstika li ser mezel, bi
awayekî nîþan
bidim. Min di vê deheqê de, qederê rûpelekî jî nivîsand, lê paþê min
hasasiyeta hin tiþtan hesab kir û min dev jê berda. Di eslê xwe de ne
meseleyeke ku mirov pê biêþe bû, lê vî welatî û vê rewþa xerîbiyê însan
anîne dereceyeke weha ku tu çi bibêje dikare þaþ bê fahm kirin. Car heye
ku hin însan xwe ji te dixeyidîne, tu dike û nake, mirov nikare fahm bike
bê sebeb çi ye. Car heye ku mirov ji eynî bajarî nin û mimkune ku
eqrebayên hevdu bin jî û derî di derî de nin; lê ji þeþ mehan an ji salê
carekê hevdu nabînin. Ji xwe ne mijara meseleya me ye ku em li ser rewþa
mihaciriyê û halê ruhiyeta însanan binivîsînin.
Ger em vegerin ser meseleya xwe; bi wasiteya wî dostê min, silavên
hevalekî gihaþtin min. Ew hevala, em bi salan di eynî koma siyasî de
xebitînin, lê me ji nêzîk de hevdu nas nekirî ye. Di sala 1995an
de ez du rojan li mala wî bûbûm mêvan. Camêr di mala xwe de mazûbaniyeke
bêqusûr ji min re kiribû. Min ew bi nasnameya wî ya siyasî nas kiriye û bi
qasî ez nas dikim û tiþtên ku di derheqê wî de tên gotin, mirovekî
xebatkar û fedakar e. Ew yek ji wan kesane ku bi derengî hatiya Awrûpayê.
Pêwîst nake ku ez "xisûsiyetê" camêr rêz bikim. Ji ber ku hin kes dikarin
ji bo vê yekê jî xwe aciz bikin.
Ya ku min
eleqedar dike ew e ku, gava wî dostî jê pirsiye, "Ma ez bibêjim kê silav
li te kiriye". Wî gotiye, "Hema bibêje, ew ê ku 'bahcanan' difiroþe". Gava
wî dostî ji min re got, ji wî hebû ku wî hevalî
xwestiye îlegalîteyê lê bike û ji ber wê yekê navê xwe jê re negotî ye.
Heta, dostê min xwe piçekî aciz jî kir. Wî li cem xwe digot, "Yaho, ma
vana yê heta kengî vî hawayê xwe bidomînin?". Wî zor da min, da ku ez jê
re qal bikim, bê ew çi kes e. Min jî bi kinayî qala hin tiþtên wî hevalî
kirin. Dostê min sekinî, fikirî û got, "Ne xwe ji ber wê bû ku wî xwe
ewqasî bîhnteng dikir?"
Ev camêr ji
çend salan û vir de hatiye Swêdê û têkiliyên xwe ji piraniya hevalên xwe
qut kirîye. Pir kêm caran derdikeve nav civata kurd. Ger ne rojeke ku pir
bi teybetî be, kes wî nabîne. Gava li rojên weha jî tê xuya kirin, ew zû
zû û bi xwe ber, ber bi kesî ve naçe û silavê li însanan nake. Min heta
nuha ew di tu cîvîn û
þêwreke
siyasî de neditî ye. Ez ji dûr ve lê sewal dikim ku xweþikî
têkiliyên wî bi tu kesî re tune ye.
A nuha, dikare ev ne ew camêra lê,
yekî din be jî, ferq nake. Ev camêr emrê wî di ser pêncî re ye û ji tune
de, wî sîh salên xwe (çi çê û çi xirab) daye karê kurdayetiyê û siyaseta
wê. Wî û gelek kesên din bi caran hewil danin ku tiþtên baþ bikin, lê di
netîcê de bi ser neketinin.
Ger heta nuha
di derhêqê vî hevalî de rismekî piçûk di serê me de çebûbe ez dixazim
vegerim ser roja mezelê rehmetî. Min di serî de xwestibû ku ez qala wê
roja cenazeyê Aslanê rehmetî bikim. Roja cenaze jî manzarayeke ku bi dehan
ji însanên weha pêk dihat hebû. Ji sedî heyþtê însanên ku li ser mezel
bûn, ji dil digiriyan û gelek ji wan dûrî hevdu sekinî bûn. Nemaze jî
wexta Fexrîyê birayê rehmetiyê Aslan, nameya ku ji terefê "Nedîm" ve
hatibû þandin dixwend, kela însên bilindtir bûbû. Gelak kesan digot qey
birayekî wan ê bi navê Nedîm heye. Pir kêm kesan dizanîbû ku qesta ji navê
Nedîm, qesta navê Fûat
Önen e.
Ew ê ku eþkere ne digiriyan jî ya kelo girî bûbûn ya jî di hundirê xwe de
digiriyan. Ya jî ji ber ku wan digot "Zilam nagirîn" û xwe zevt dikirin.
Di eslê xwe de, wê nivîsa ku min xwestibû li ser roja cenaze binivîsînim
jî min navê wê kiribû "Zilam nagirîn". Ew ê ku temenê wan bi ser pêncî
ketibûn û serê bîst-bîst û pênc salan e neçûnin welêt û ji wê çaxê û vir
de neçûnin ser mezelan, êdî ew hisa parvekirina bi dengê gaziya (Kê ku
kesî nedikir gazî, feqet ew jinika ku kurda Baþûr
bû û berî bi çend rojan kurê wê yê hîjdeh salî hatibû kuþtin,
li ser mezelê lawê xwe bû, bi dengê xwe yê biþewat
re, agir bi hundirê mirov dixist)
pîrekan re bigirî, ji bîr kiribûn û bi xêra Aslanê rehmetî ew tiþt ji nuh
de tahm kirin. Gelekan xwe vala kirin
û têra xwe giriyan.
Piþtî
ku min
û wî dostê xwe, bi tevahî li ser rewþa
kurdên li Swêdê sohbet kir, mesele hat ser
dem û baweriyên berê.
Me yekî rê nedida yekî. Me herduyan jî qala qahremaniyên di esasê
baweriyên di dema xwe de dikir. Em herdu jî di ser xwe re çûbûn. Min digot,
"Donzdehê îlonê çêbûbû û agir bi erdê ketibû, lê me di war û axuran de, li
qahwexaneyan, di qulûbên sporê de, li gûndan, li mekteban, xebatên xwe yê
siyasî berdewam dikirin. Em her gav li bende hevalên xwe yê berpirsiyar
bûn ku ew biþînin pê me, da ku em dakevin Binya Xetê. Hereket û partiyên
me ji hev de ketibûn, lê me li cem xwe xebatên xwe didomandin". Baweriyeke
xurt û qudreteke bêqiyas hebû. Wî jî digot, "Ma ew çi ruh bû, birao? Me bi
wî halê xwe, herroj duroj sîleh û roket li piþta xwe dikirin û me ji wê
mahserê dibir wî xirbeyî û ji wî xirbeyî dibir wê
þikeftê.
Me digot, îro sibeh em ê dest bi
þer
bikin. A nuha jî em qaseyên firingî û bahcanan li piþta xwe dikin! Em
ketinin tatola van gend û gûyên zarokan û malê..."
Ew camêr çima ji civatê dilgiran bûye û sedemên wî yên biheq û ne biheq li
hêlekê. Lê her tiþt mesela îdea û baweriyê ye. Bi baweriya min, gazin û
dilmayina wî camêrî jî ji ber wê ye. Heta ku mirov bi îdea be û baweriyên
mirov xurt bin, mirov dikare her tiþtî
bike. Lê wexta îdea û hêviyên mirov têk biçe, taqeta mirov jî li gora wê
þekil
distîne. Ji xwe ya bi zora mirov jî diçe ew e. Tu bi wan hêjayî û îdeayên
mezin rabe, bixwaze bibe zilamê daweya mezin û paþê
bê nixteyeke weha kanbax, helbet mirov ê nexwaze navê xwe bibêje û ew ê ji
xwe re bibêje, "Bahcanfiroþ".
Ev sîtem, sîtema ji xwe ye, ya ji hevalên xwe ye, ya ji însanetiyê ye!...
Ger ne meseleyên siyasî û kurdayetiyê be, çî kê di ber kê de heye. Her kes dikare
pariyeke nan bixwe. Ew ê ku tercîha xwe li hêla siyaseta kudayetiyê kirin,
dizanîbûn ku ev rojên xirab dê rojekê bê pêþiya wan(Ya bi vî awayî û ya jî
bi awayekî dinê). Ew ê bi îdeayên mezin rabûn û her tiþtên xwe dan bin
lingên xwe û dive ku îro ne li ber tiþtekî bin û ne xwedî peyivê bin jî lê
tu carî baþî û xirabî naye ji bîr kirin. Nimûneya wê, di þîna Aslanê
rehmetî de diyar bû.
Baþ
e. Em
ji bo vê rewþa
kanbax
berê xwe bidin kê? Em kê sûcdar bikin? Ger herkes xwe li cem xwe
bipingurîne, dê netîce çawa bibe? Tu sehayeke din heye ku mirov berê xwe
bidê? Ger bi rastî mirov naxwazin keda wan bi erdê de biteqe û bêdeng
xatirê xwe ji vê dinyayê bi(ne)xwazin; wê gavê, divê herkes kumê xwe têxe
nav çavên xwe û bifikire! Û ji xwe re bibêje, gelo, me ev rewþa
hanê heq kiriye? Ya jî me "bahcan firotin " heq kiriye?