Ji salên heyþtêyî û vir de, her gav
vegera kadroyên siyasî yên li derveyî welêt bûye mijara minaqaþeyan. Û
nemaze jî wan însanên ku li welêt û li dewsa hevalên xwe mabûn, ew her di
wê hêviyê de bûn ku ew ê hevalên wan yên ji ber darbeya eskerî derketibûn
derveyî welêt, dê dîsa rojekê vegerin û li cîhê ku lê mabûn dîsa bi hev re
bidomînin. Ev çavlirêmayina, bi salan dewam kir û çavên wan li rêyan
qarixî bûn. Bi vê hêviyê, meh, þeþmeh, sal derbas bûn, hêvî û bawerî dest
veguherîn û gelek însanan sofa xwe ji vê vegerê kir. Lê hin kes hebûn ku
ev hêvî û baweriyên xwe wenda nekirin û hîna jî wenda nekirine.
Weke ku tê zanîn, piþtî darbeya donzdeyê Îlonê, bi sedan kadro û pêþengên
hereketa kurd xwe bera Binya Xetê dan. Di gava pêþî de pir kêm (îstisna ne
tê de) însan derketin Ewrûpayê. Ev prosesa li Binya Xetê, proseseke ku di
warê midaxelekirina nava welêt de, pêvajoyeke biryardayinê û xwe ji nuh de
vejîniyê bû. Hin hereket û partiyan li gor îmkanên xwe hewildayinên di vî
warî de kirin. Lê di netîceyê de gelek ji van partî û hereketan bi hev
ketin û ji hev belav bûn. Ev prosesa li Binya Xetê (bi tevahî), di dawiya
salên heyþtêyî
de wexta xwe dagirt û ew kesên ku li wan deran mabûn jî berê xwe dan
Ewrûpayê. Ew dama li Sûryeyê bi hezar xêr û gunehên xwe bi þwîn de ma û ji
bona wan kesan li Ewrûpayê destpêka jiyaneke nuh dest pê kir.
Gelekan ji wan kesan piþtî ku hatin Ewrûpayê kufletên xwe anîn û hin kesan
ji wan, hîn dema ku li Sûryeyê bûn, zarokên xwe birin ba xwe û piþtî hemû
enerjiya xwe ya bi îdeayên ku ew ê vegerin welêt qedandin, teva zaro û
malbatên xwe derketin derveyî welêt.
Gelek ji van kesan bi salan ew xeyalên xwe yê ku ew ê dîsa vegerin welêt
li welatên Ewrûpayê jî domandin. Hin kes hîna jî bi wan xeyalên xwe dijîn.
Lê hin kesan ji wan, di serî de rastiya xwe fahm kirin û ji destpêka ku
hatin van welatan, li gor þertên Ewrûpayê xwe îstîhdam kirin û li gor
nîzama van welatanþekil dan
jiyana xwe. Vî beþê civata kurd, li Ewrûpayê bi pêþ de ketin û di civata
Ewrûpiyan de rol û dewrek (çi pozitîf û çi negatîf) lîstin û hîna jî
dilîzin. Gelek ji wan di partî û dezgehên Ewrûpiyan de bi cîh bûn û heta
hin ji wan kesan di parlamentoyên Ewrûpiyan de bûn parlementer jî.
Bi tevahî, piþtî demekê rewþa kurdên li Ewrûpayê hate fahm kirin ku vegera
ji van welatan ne weha hêsan e. Ger wan bixwesta jî êdî rewþ ji kontrola
wan derketibû. Her kes li gora xwe ketibû hundirê sîstemekê û ji hundirê
vê sîstemê xelasbûn ne weha h»san bû. Hin kesan di hin deman de xwe
ceribandin û hîna jî diceribînin, lê netîce fiyasqo bûn.
Meseleya vegera welêt, gelek caran bûye mijara minaqaþeyên cidî û ev
mesele, car caran di nav partî û rêxistinên kurdan de serêþiyên mezin
çêkiriye. Heta hin caran bûye sedema ku ew kesên li Ewrûpayê dijîn,
nikaribin têkeve komiteyên partiyên xwe yên birêvebir. Heta, hin caran ew
kesên ku li Ewrûpayê diman ji terefê hin hevalên xwe ve, bi "îxanetê"
dihatin îtham kirin û dibe ku li ba hin kesan hîna jî weha be.
Di van demên dawiyê de, nemaze jî piþtî "efûyê", dîsa meseleya vegerê
pêçekî aktuel bûye. Her çiqas minaqaþeyeke ber bi çav tune be jî di bin
re, kizkizek heye. Ne bi gelenperî be jî çend kes vegeriyanin. Ger mirov
di netîceyê de binav bike ku kî dikare vegere an nikare vegere, divê li
gor vê rastiya ku kurdên li Ewrûpayê dijîn û realîteya wan bê katagorîze
kirin. Li gor baweriya min, ger efûyeke bigiþtî jî derkeve, ew ê ku
bikaribin vegerin welêt, ya jî Tirkiyeyê, hejmareke pir hindik e. Ji ber
ku li gora gelekan vegereke weha, yanî vegereke li ser efûya dewletê, nayê
hezim kirin. Ger mexsed û armanceke siyasî hebe, mirov ji bo wan baweriyên
xwe dikare hin rîskan bide ber çavên xwe, ger ew tune be, kî kê efû dike!
Piþtî
ewqas tiþt
û bi netîceyeke wehe ku ew bibêjin "Min tu efû kir, were!" Û mirov jî
destê xwe kil bike û here bibêje "Va ez hatim û ji kerema xwe re min efû
bike, ya jî min "þaþî"
kir û ez li ber gunehê xwe sekinî mim." Ev rewþeke prensîbî ye, her kesek
dê li gora xwe binêrxîne.
Lê esas, ew ê ku bikaribin vegerin;
1-Ew
kesên ku azib bin û tu girêdaneke wan a xurt li Ewrûpayê tune be.
2- Ew kesên ku problema wan a eskeriyê tune be. (Ev mesele, bi serê xwe
minaqaþeyeke dine.)
3- Ew kesên ku rewþa wan a aborî baþ be û di vegerê de li xwe ne heyirin
4-Ew kesên ku li Ewrûpayê teqawît bûbin. Û beþekî din jî heye ji xwe meriv
nikare wan di nav vê qategorîzekirinê de bijmêre, ew jî; 5-
Ew kesên ku wefat bikin û cenazeyên wan vegere welêt.
Li gora vê tabloya li jor, beþekî mezin yê civata kurd ku li Ewrûpayê nin,
nikarin vegere welêt. Divê êdî meriv vî beîþê civatê bi vî awayî qebûl
bike û hêvî û daxwazên xwe li gora vê rastiyê ji wan bike. Her çiqas di
hin deman de li hemberî vî beþê civatê acizî çêbûbe û li heberî wî gilî û
gazinên biheq hatibin kirin jî di netîceyê de rola vî beþî ya li ser
hereketa kurd nayê înkar kirin. Divê meriv rola vî beþê civatê piçûk
nebîne û ji bo pêþeroja miletê kurd wê bikarbîne. Lê divê dînamîzma
hereketa kurd ji hundirê xwe dînamîkên xwe der bixe. Li vî beþê civatê wek
beþê esasî bê nêrîn dê di netîceyê de dîsa bêbawerî û qudûm þikestî bûn
çêbibe.
Di netîceyê de, çawa ku kurdên Lubnan û Ermenîstanê henin, kurdên Ewrûpayê
jî henin. Divê ev rewþa hanê bi vî awayî bê qebûlkirin. Hewcedariya ku
kurdên li welêt hêviya xelasî ya jî pêþengiyê ji kurdên li Ewrûpayê bikin
tune ye. Esil hûn in û divê hêviya we jî bi we hebe.