Îlana ku bi minasebeta 25 saliya wefata
ronakbîr û siyasetmedarê kurd Edîp Karahan, di çend kovar, rojname û
malperên kurdan de hate weþandin. Ji derveyî wê jî Radyoya Dengê Emerîkayê
Beþê
Kurdî û Radyoya Aþîtiyê li ser wefata
wî mulaqatek bi min re çê kirin. Divê meriv berî her tiþtî, ji bo wan kesên
ku navên xwe li bin wê îlanê nivîsandibûn û paþê jî ji bo çapemeniya kurdên
ku cîh û qîmet dan vê meseleyê careke din jî minetariya xwe ya di vî warî de
diyar bike. Mala wan ava be! Ji rojnameya Dema Nû bigirin heta bi Nûdemê, ji
Kurdinfo.comê bigrin heta bi Kurdinfo.dk, Nefel.com û Mehnameyê qîmet û
cîhên girîng dan vê îlanê û yekê jî ji vana daweya heqê weþanê li me nekir.
i organîzekirin û berhevkirina navên ku dê
îmzeyên wan li bin vê îlanê de hebûna, helbet hin kêmaniyên me çêbûn. Ji ber
eceleya me ya ku em wê bighînin roja (15ê Gulanê) wefata wî, mixabin me hin
kesên ku divîyabû navên wan di îlanê de hebûna ji bîr kirin û hin kes jî em
negîhaþtin wan. Di esnaya serastkirina nav û paþnavan ya li gor elfabeyê de
jî, du nav kêm hatibûn nivîsandin. Yek ji wan navan, piþtî ku
îlan di Nefelê û Kurdinfoyê de hate weþandin û bala me hate kiþandin, me ji
wan cîhên ku îlan jê re hatibû þandin rica kir û wan jî ev daxwaza me qebûl
kir û þaþî ji ortê rakir. Yê din jî birêz Ziya Avcî bû ku piþtî îlan di
Nûdemê de hate weþandin, em lê hay bûn. Berî wê ne em lê hay bûbûn û
ne jî wî ji me re qala tiþtekî kiribû. Piþtî ku di Nûdemê û Dema Nû de, li
ser kaxetê hate belav kirin, êdî tiþtekî ku me bikarîbûya bikira tune bû.
Hew tiþtek di destê me de heye ku em li vir izra xwe ji kekê Ziya Awci
bixwazin.
Kurdan piþtî 25 salan bi weþandina îlaneke
weha nîþan da ku hêjayiyên xwe (bi derengî be jî) ji bîr nekirine. Bi
vê îlanê re him kekê Edîp û him jî wan kesên ku li ber jibîrakirinê
bûn, hîn bêtir aktuel bûn û ev dikare bibe sedema ku meriv bi awayekî
xurttir li mîrasên xwe bixwedî derkeve. Di vê navberê de, gelek nas û dostan
gazindên biheq kirin ku navên wan di vê îlanê de tune bûn. Hin kesan ne bi
deng be jî di ber xwe de got ku; di vê meseleyê de qest heye. Heta ku
ji destê me hat, me ew dostên xwe li ber xist ku li ser navê kesî tu
taadît tune bû, da di vê îlanê de çap nebe. Ger þaþiyek çêbûbe, ew ji
ber wê sedemê ye ku min li jor îzah kir. Helbet meriv dixwest ku bi
qasî van navên bijarte, ew qas navên din jî hebûna. Lê, em ew qasî
pê
re gîhaþtin.
Gava Radyoya Dengê Emerîkayê dê hevpeyvîn bi
min re çêbikira, tiþtekî pir balkêþ hebû. Berî ku wî ciwanmêrê dê bi min re
mulaqat bikira li min bigere, birêz Emer Dîzayî li min geriya û diyar
kir ku ew îlan gihaþtiye wan û ew dixwazin bi min re li ser vê
meseleyê hevpeyvînekê bikin. Piþtî birêz Emer Dîzayî bi seetekê jî
ciwanmêrekî din li min geriya. Ew kesê ku dê hevpeyvîn bi min re
bikira, bi xwe bû. Berî ku ew qala hevpeyvînê bike, li min pirsî û
piþtî fahm kir ku ez birayê rehmetî mim, wî bi edayeke ku însanê bi
salan li pê tiþtekî ku nikaribe bi dest bixe û ji niþka ve ew peyde kiribe,
bi min re peyivî. Wî her digot, "Tu dizanî birawo, ev bîst û pênc sal
in ku ez li vî ciwanmêrê hanê dipirsim û min tu salix jê hilneaniye. Ji ber
ku min navê wî yê birastî nizanîbû, min her bi naznavê wî yê li Çomanê li wî
sewal dikir. Min kîjan kurdên Tirkiyeyê bidîta, min pirsa "Mam Azad"
ji wan dikir û tu kesî ew bi wî navê wî nas nedikir. Piþtî ku ev îlana
we û rismê wî ketin destên me, min fahm kir, bê Mam Azad kî ye û wî
kengî wefat kiriye. Em li çomanê cîranên hevdu bûn û piþtî ku ew vegeriya
Kurdistana Tirkiyeyê, min careke din salixên wî hilneanîn. Lê ez anuha
bi xemgîniya piþtî 25 salan bi te re dipeyivim û ez dizanim ku wî zatê
hanê wefat kiriye." Ev ciwanmêrê hanê brêz Xelef Zêbarî bû ku ew di
Radyoya Dengê Emerîkayê Beþê Kurdî de, kar dike.
Piþtî wê îlanê bi mehekê, kitêbeke kekê Edîp
ya çîrokan derket. Ev kitêb jî berdewamiya wê xebata me ya di çerçeweya
kampayaya lêbixwedîderketina kekê Edîp de bû. Mexsed ew bû ku em Edîp
Karahan bi awayekî di bîra kurdan de bînin û ev hewildayin bi
derxistina Dicle-Firatê (sala 1997an) ya ji nuh de, dest pê kir û nuha jî bi
kitêbeke ku rismê Edîp Karahan î bibere li ser e, ji nuh de hafizeya
kurdan teze dike.
Me ev heft çîrokên ku kekê Edîp di sala 1962an
de di Dicl-Firatê de, bi nîv tirkî û nîv kurdî nivîsandibûn, bi
wergêrê jêhatî, birêz Mustafa Aydogan dan wergerandin û ew bûn malên dîroka
edebiyata kurdî ya nivîskî. Min bi xwe, ew çîrok çend caran di Dicle û
Firatê de xwendibûn û ez baþ li ser hûr bûbûm. Min her hewil dabû ku ez
tê bigihêjim, bê wî xwestiye çi bike. Mirov tahmek jê distend û tiþtin jê
derdixistin, lê piþtî ku ew bi zimanekî rewan li kurmancî hatin rast kirin,
tahma wan bû tiþtekî dinê. Gava ku mirov wan dixwîne, meriv vê re dehere
Dêrikê, Qosarê, Xursê û Þêbê û ji wir dipengize Sîpanê Xelatê. Meriv
di wan lat û birekan de, li wê deþta bêser û bin dibe perwane û li pê
evîna Þêxo û Edûlê, Simeîlê Eyo û Fatê doþ
dibe, li belengaziya xaltîka Talê, Seyro û Fersê hay dibe û mirov zahmetî û
hejariya kurdan ya li hemberî qedexeyên dewletê tê de dibîne.
Her çi qas di rûpelên Dicle-Firatê de,
hêlên kekê Edip yên fikirî û siyasî bi pêþ de derketibin jî hêlên wî yên
edebî û hinerî jî balkêþ in. Wî bi navê Reþo, ji xêndî hejmara pêþî,
di her hejmara Dicle-Firatê de, çîrokek nivîsandiye. Li ser hev, heft
çîrok nivîsandinin. Bi tenê çîroka di hejmara dawiyê (hejmara heyþtan) de ya
navê wê “Heydo û Ferho” xwerû bi kurdî ye . Her þeþ çîrokên din bi
”tirkî” nin. Ji bo mirov bibêje bi tirkî nin, sed þahid lazim in. Bi
gotina kekê Edip, ”Her ku em di warê xweîfadekirina zimanê tirkî
de, zehmetiyê bikiþînin, em ê dest bi kurdî bikin. Ger zatekî nola min, di
warê xweîfadekirina tirkî de, zehmetiyê bikiþîne, xelkê reben dê çi
bike!” Û bi rastî jî weha kiriye. Ew hertim li firsetekê geriyaye ku
di çîrokên xwe de, kurdî bi kar bîne.
Di vira de, mirov xwe mecbûr his dike ku
çend gotinan li ser helwesta Dicle-Firatê û nifþê nû bibêje; gelek kesên ku
bi siyasetê û edebiyatê ve mijûl dibin, dibêjin, ”Em bi kurdî nikarin
xwe baþ îfade bikin, ji ber wê, em bi tirkî dinivîsînin û bi tirkî
dipeyivin”. Perspektîfên Dicle-Firatê yên wê demê, di warê bikaranîna zimanê
kurdî de, ji yên bi vê mentiqê hereket dikin, pêþdetir in.
Ji hêlekê de, ji bo þikenandina wê qedexeya
li ser zimanê kurdî heye, di nav re gotinên kurdî bi kar anine, ji
hêla din de jî ew çîrok bi zimanekî hêsan û ji devê hin qehremanên çîrokan
ew gotin danin gotin. Lê ji wergera kurdî de, bi ber bi tirkî ve, hin
gotin an navên tiþtan wernegerandine û di îzahkirinê de jî gotiye,
“Ez navên wan yên bi tirkî
nizanim”.
Di çîrokên wî de jî mirov hêla wî ya fikrî
pir eþkere ferq dike. Bi tevahî, qehremanên çîrokên wî mirovên feqîr û hejar
in. Ger di çîrokekê de, du þexsiyetên cûda hebin, yek jê zaroyêkî axa û
began, an ji malbateke dewlemend be û yê din jî zaroyê feqîran be, hemû
xisûsiyetên, bedewî, mêrxasî, merdî û qehremaniyê yên zaroyên feqîr û
fuqareyan in. Mirov ji hêsanbûna zimanê çîrokan têderdixîne ku Edîp Karahan
ev metoda ha, ji bo teþwîqkirin û bikaranîna zimanê kurdî hilbijartiye. Ew
tiþtên ku mirov di tarîfkirin û helwestên qehremanên çîrokên wî de
dibîne, di jiyana wî ya rastî de jî dibîne.
Dibêjin ku wexta ew dihat Dêrikê, teva ku ji maleke malmezin bû jî ew
nediçû li ba zaroyên axa û began rûnediniþt. Wî tercîha xwe, her li cem
zaroyên feqîran dikir. Ger biçûya qehwexaneyê û xwe mecbûr his bikira, da ku
li cem hin merivên xwe rûne, wê gavê ew li ba yên di eþîrê de, herî mexdûr
bûn rûdiniþt. Û wî ji der û dora xwe re digot,
”Ger hûn çûn mêvandariya malên feqîr û xwarin anîn ber we, tu carî wê
xwarina li ser sifreyê neqedînin! Divê hûn bizanibin ku risqê zarokên wan jî
di wê xarinê de ye!”
Di çîrokên xwe de, li ser hin adetên ku di
civata kurdan ya rojane û dîrokî de, xwedî roleke mezin in, disekine. Bi
tevahî çîrokên loqal in, lê mirov dikare torên kurdan di vê neynikê de
bibîne.
Birêz Mistefa Aydogan, ev çîrok bi zimanekî
þêrîn û herka wî xweþ, wegerandinin. Wî bi vê xebata xwe, li xebatên xwe yên
di vî warî de, ji bo xwendevanên kurd zêdahiyeke din jî kir. Ji bo xebatên
wî yên di vî warî de û nemazê vê xebata wî ya pîroz; ez sipasî wî dikim.
Weke min li jor jî gotibû, ev kitêb bi
minasebeta 25 saliya wefata kekê Edîp hatiye derxistin û qismekî fînansmana
wê ji terefê pênc kesên ku xwestinin piþtgiriya vê projeyê bikin, (Silêman
Akkoyun, Eyib
Alacabeg, Mistafa Aydogan, Nedîm Dagdeviren, Enwer Karahan) hatiye
kirin. Kitêb ji terefê weþanxaneya Nûdemê ve hatiye.