Azad BISENG

Arþiv

bisengewrokurd@hotmail.com

Xwejinûve organîzakirina DDKDê
û civîna Bielefeldê

Qonaxa ku DDKD hat vê radeyê ne bi xwe bû. Ji ber ku yên xwe berdewamiya DDKDê didîtin û rêxistina siyasî avakiribûn, karekî zêde di pratikê de nekirin û di warê çalakiyan de qels man û ev di nav hevalan de bû munaqeþe û ji aliyê din ve jî li welêt gelek heval xwe di nav vê rêxistinê de nedîtin yan jî dudil bûn.

 

Gelek hevalên vê tradisyonê di nav grub, partî, platform û rêxistinên sivîl yên cuda cuda de karê xwe dimeþandin û nerazîbûna xwe dianîn zimên û digotin çima em weha bela wela ne.

 

Mixabin ji bilî PADEKê yên din, raste rast xwedî li tradisyona xwe derneketin û xwe eþkere nekirin û performansa ku ji wan dihat xwestin, ji ber belavbûyinê, ji bê nasname û felsefeya tradisyona xwe negihîþtîn wê.

 

Yanî em her derî hebûn, û tu deran jî tunebûn. Gelek caran di çalakîyên partî û rexistinên din de me hev didît. Wekî hevalêkî digot, ”ez qet fêm nakim, pirê caran tu tevli cîvînên me nabi, lê ez te her derî dibînim”. Mixabin ev rastiya me gelek kesan bû. Li ser vêya pir gengeþî çebû û gîhaþtin wê baweriyê, an emê wek rexîstinî her derî hebin, an ji emê qet tûnebin. An em ê bênasnameyî û politikayên bukalemûna bin, an jî serbilindî xwediyê perspektif û polîtîkayek bin ji bo çarenûsa kurd û Kurdistanê. Hingê me vê nerazîbûna xwe û rewþa ku li welat ji tê de, bi avayêkî ji tradisyona Dr. Þivan heta pêvajoya ku em tê de bixin raya gîþtî.

 

Li ser van gengeþîyan di civîna Bielefeldê de biryar hate dayîn, DDKDyî dê li ser rayên nasnama xwe serbilindî û eþkere bitêko þe û bi felsefa xwe ya trasparant û vekirî rêxistina xwe ava bike û bibe pergelek ji bo têkoþîna gelê Kurd.

 

DDKDyî di cîvîna Bielefeldê, li ser rewþ û pozisyona xwe, armanc, sîstem, pergel û hedefa xwe þiklê kar û çalakîyên xwe axaftin, hêzên xwe yê veþartî bi teorî û perspektîvek ilmî a empirîk organîzasyonek nû polîtîkayek sosyal afirand.

 

DDKDyî xwenûve rêxistin dike li hember kaos, erozyona pîsîkolojîk, civakî, çandî û polîtîk li Kurdistanê.

 

DDKDyî hêza xweya belavbûyî bi navendek de kordine kir û bi vê yêkenerjîya xwe wê biteko þe ji bo þehîdan, girtîyan, ji bo zarokên li ser sergûya koçbertîyî û zarokên qolanan de mezin dibin, ji bo gund û bajarên hatin xirakirin û þewitandin, û ji bo gelê me yê ku ji nasname, doz û çanda xwe bêpar hatiye hiþtin.

 

DDKDyî bi armancek zelal, konkret, bi xîret û motivasyonek xurt û bi bawer, rexnegîr û bi pergelên nûjen, bi r astîyên rasyonel û tecrûbên empirîk, gav bi gav ber bi armanc û hedefa xwe ve herin.

 

DDKDyî dê bi perspektîvên cûda, pirrengî û pluralîst kar bike û bêyî ku bikeve bin bandora bûrokrasî û aktoran, bi erk, stratejî û çalakîyên polîtîk bi grûbên din yên hevdem re ji bo çarenûsa kurd û Kurdistanê dê bikeve nav bizavan.

 

9.06. 2006