Azad BISENG

Arþiv

bisengewrokurd@hotmail.com

 

Mîkro bifikire û Makro bike!

Mîkro bifikirin, makro bikin, an jî biçûk, hêsanî, birehetî bifikirin mezintir, baþtir, berfirehtir û çalaktir bikin. Bêguman fikrandina mikro û kirina makro, bi felsefîk nakokîyek bi xwe re tîne, li hember çanda ku ‘ Em ' tê de dijîn.

 

Ev çanda ‘Em' ku tê de dijîn, çandek maskûlen, mêr, nêr maçho ye. Berê berjewendiyên kesatî, ferdî an jî mîkro, berjewendîyên makro wekî civakî, grûpî, hemwelatî, etnîk, ol û mezhebî, urf û adet, berjewendîyen wekî sistem, idelojî, polîtîk, partî û serokati, axatî, wekî marka, pere, patronî, mudiretî, nav û nî þ an, etiket, hesûdî, hirs, hest, his, motivasyon û hewldanên ji bo karîyarîzm, dîplomeyan, pûan, poxan û skoran, betîrîn bandora xwe li ser jîyana piskolojî, sosyal, civakî, aborî û polîtîk dike.

 

Wekî mînak, uniforma û gumlekê spî hêzek mezin dide polîsan, parezdar, doktor û hem þ îran. Marka, markafiro þ, etiket, mersedes, BMV, Ferarî, ritbe, paye û pere dikare bondara xwe bi tundî jiyana meriv bike. Tu car meriv nexwedi perspektîfa ku, ew xwe bi xwe rizgar an ji azad bike. Bi çîrokên xwe þ, hevî û co þ dikevin û hertim hevîya pexamber, serok, axa û rexistinan ku wan rizgar û azad bike.

 

Ji mînaka bêtir, bêgûman ez ji parçeyek ji vê çandê bi xwe difikirim, ji bo çi makrofikrandina me ya di warê civakî û Kurdîyatî de, mikro berhemên xwe nedaye an jî ev fikr, nêrîn, regez û ramanên germ ên kollektif, neketîye xizmeta Kurd û merivahîya Rojhilatanavîn. Ka ji xwe zêdetir, em internasyonalist û ummedî difikirîn? Yek yekîtîyek sosyalist an ji islami, ji bo berjewendîyên Kurda dibînîn?. Ka berî herti þ tî em Kurd in û welatê xwe difikirin? Yekîtî, sazgeh û kollektifiteyta ji bo Kurdiyatî û Kurdewarî de jî kirin, amel, çalakî, xêr û berê me mikro dimînin.

 

Ez, wek çanda ‘em' dikarin bêjin, mezin difikirin û dipeyîvîn, lê mixabin berhemên piçûk diafirînin, an ji ti þ tek naçinin û qet xêr û ber tuneye.

 

Ew Ewropa ku individualist, kesanî, þexsi , xweperest û femînen, çawa yekîtî û kollektivizma ku em difikirîn, Ewropeyî jiyana xwe ya rojane de, nav gund û bajarên xwe de, sazgeh û politika xwe de, aborî, ol û civaka xwe de, ûrf, edet û normên xwe de, bi zindî û pe þketî dijîn û herweha heralîde ber bi yekîtîyan û sistema kollektivist diçin. Wek mînak; Yekîtîya Ewropa (EU), yekîtîya peran ( Euro), arte þ, çand û weki din. Ka çanda wan sar bû, ya me germ bû, ka dilê me merivahîyeve bêtir di þ ewiti, yê wan na. Ka ew çanda ‘ez û ez' û xwe tenê difikiri, dikarin milyonan pere alikarî bidin ji bo tofan û zelzelan, lê ew zêdabûna fakir û parsekên li Kurdistan û Rojhilatanavîna xwedî rehm, ummedî û biratî bivê nevê meriv dike nav fikaran.

 

Ji bo wî yan gerek tu hêz, deshilatî û qewet pe þ ê xwe gihi þ tandin û pe þ vebirina kesatî, ferdî û berjewendîyên xwe yî xwezayi bandora xwe lê neke. Meriv, grûp û netew gerek xwe mikro bifikirin û bijîn. Bijîn ku derdorê xwer e, bikaribin li ser berjewendîyên xwe yê piskolojik, sosyal, civakî, ol, polîtîk, aborî û navnetewî, yekîtîyek makro biafirînin.

 

Bandora rola jorîn wekî sistem, civak, ol û polîtîk, þ exsîyet, karakter û pe þketina meriv diperçikîne. Meriv piçûk dike. Berhem û çalakîyên milyonan Kurd qels dike.

 

Wek mînak Amed, civak û pirsgirêkên xweyî sosyal, civakî, aborî û polîtîk hedî hedî bin kontrola desthilatdaran derdikeve. Çiqas desthilatdaran bi þ arederî, sazgeh û rexistinên xwe yi sivil û civakî, wekî polîtîk û çanda makroist bandorek hebin ji li ser Amedîyan, disan ji, jêr de, ji mikropêlek ya pirsgirîkan xwe nî þ an dide. Wekî pirsgirêka dizîya ji binî heta serî, fekîrî, xizantî û bêkarî, berbiyantîya nasnama weki þ exsiyet, karakter, ziman û çand, sedan zarokên li kolanan de dijîn û sedan keçên piçûk yê bin malên tarî de bi Qûranê perwerde dibe, mizgeftên ji bo jinan hatîye vekirin, hezaran helahulên Filistinê, an ji me þ ên ji bo serokên ku wan rizgar û azad bike.

 

Gund û bajar ro bi ro ji paytexa xwe dûrdikevin û naxwazin hedî riya xwe Ameda paytext bide. Ji bo dizan, pexasan, kriminel û zarokên bi sîstematîk hatîn terorîze kirin. Ji bilî me þên belawela ên aþtî, biratî û polîtîkaya jorîn û semîner û festîvalên çand, mûzik û reklaman, qet tu kes, tu rexistin, sazgeh û waqfên civakî, ji pirsgirêkên piskolojik, sosyal, tendûrîstî, ciakî, huqûqî û hemwelatîya welat dengê xwe dernaxin, nameþin, protest nakin û gel ji xwe organize nake.

 

Tiþtek ecêb, tu car Amed wek nuha nebîye xwedî rexistin, weqf, komelên projeyan, çandê, jinan, civakî û weki din. Tu car Amed wisa seranser nebûye xwedî fond û alikariya fonda Brûkselê. Hemû þaredarîyên bajêr û gellek sazgehên fermî jî nûha destê Kurdan de ye. Lê mixabin, ji enterese û evîna me ye polîtîkaya makro, tucar Amed weki hizbilþeytan, wisa xwe teslîmê pirsgirêkên bênasnametî, sosyopisko, civakî, ol û lîstikên polîtîk nebûye. Meriv dikare, wek çarenûsîya ku, me nav polîtîkaya makro digerîya, dîsan sedemên van pirsgirêkan di nav polîtîkayên makro (sistem, þer, heq û edelet) bigerîn û tawenbar bikin.

 

Ez bawer dikim li vir ji, gerek meriv mikro bifikire, ji xwe dest pê bike. Heq û hûqûqa hemwelatî û hemwelatîbûnî ya xwe karibe kar bîne, rexnegir be, rîlex be, mûdaxelekar be, azad be, þoresger û demokrat be, xwedi etîk û nasname be.

 

Wek mînak, bi hevalek re em di nav dar û daristanan de, di bezîyan. Merivek gir, ber çemek bin sîha darê rûnî þtî û bîraya xwe vedixwar. Wî merivî, ni þkave bala keçek ya li ser biskilêt diajot kiþand. Yekser keçik sekinî û ber bi wi zilamê ve çû. Ew zilam bi tûndi hiþyar kir u got; nebî tu þûþa bîra xwe bavêjî çem ..........û berdewam kir.

 

Bawer dikim em ji wek kesanî, ferd, wek individ û wek merivek azad, bi tûndî û yekser dikarin dijî dizan, bêehleq û bêetikan, dikarin hemberî bênasnametî, dejenerasyon û berbiyantîya civak, sazgeh, rexistin û pozbîlîndîya makropolîtîk a siyasetmedar, hunermend, akademisyen û zimanzanên, bêy ku guhertin, dejenerasyon, desivilizasyon û realiteyên civak bibînîn û zanîn û zanyarîyê wek erk, hêz, zor, xurtî û qewet, bi tawenbarî diji kes û merîvahîyê, bi zanebûn bi kar tînin.

 

Dijî vê çanda makropolitik, kaos û drama ku Kurd tê de dijîn, hinek mînakên mikroyî ji hene. Wekî Mûzyen sociolwork kar dike, dixwest hêsanî, piçûk û mikro bifikire û ber bi kiryarê berhemên makrove biçe. Çî ye ew fikra piçûk, hêsan û mîkro; ew jinên koçber ji gund û bajarên þ ewitî û hatine hilwe þ andin û xirakirin, wê çawa vê xizantîya xwe, bêkari û fekîrya Benûsena ku lê dijîn, ‘cilên' xwe bi þ on? Bawer dikim, vir bi alîkarîya þ aredarîyê û fonda cil þ oyek, çar an ji penç cil þ okên mezin tê da, tê damerazandin. Bi vê cil þ okê dehan jin, ewil cilên xwe hani vir û cilên xwe vir da þ û þ tin. Pi þ ti ku ev jinên koçber, bi zarokên piçûk ve hatin, ji bo zarokên wanên piçûk ji, kre þ ek bi karmendê xwe hate demizirandin. Wexta zarok li vir dilehîstîn û perwerde dibîn, cil dihatin þ o þ tin , jinan bi dilek rihet televizyon dinerî, an ji bi karmenda ra rûdini þ tin, çay vedixan û li ser pirsgirêkên xwe dipeyivin . Ji bo zarokên mezin ji hew þ eka fûtbol û sportê hebû. Sociowork Mûzyen, her diçû ber bi kiryarê makroyê ve diçû. Dehan jin, bû sed jin bi malbata xwe. Ji bo wan, li ser perwerderkirinê, tendurîstî û pirsgirêkên jinan, zilaman, malbatî, zarokan û dibistanên wan, pirsgirêkên piskoljik, sosyal, emansipatsi, civakî, huqûqî, agahdarî û informasyon sedan semîner aynî cil þ oyê hate damezirandin. Gellek pispor, piskolog, doktor, mamoste û profesiyonel jî tevlî van semîneran bûn. Gellek telebê weki antropolojî û yên din hate vir staj dîtin. Sosyoworka salan vir bê sigorte kar dikir li vir interaksi, bîr û bawerîya profesîyonel tekîlîyen xwe ji dehan gihand hezaran, zarok, jin, zilam, dayîk, qal û pîran. Bi hevalên xweyê dilsozre, amadekarîya grûbên þ ano û mûzik hate kirin. Dehan zarok bi dibistanan, hate keytkirin û gellek caran finansman hate dîtîn ji bo pirsgirêkên wanên aborî. Pirs bersiva geran, bersiv hinek pirsgirêkên din xwere hanî. Hedî hedî, xwe ji xwelîya, xwenûde afirandin, sazkirin û ber bi kaosa rexistinên mezinfikr û makropolitika wan, bi mikrofikrê xwe, li ber xwe didin.

 

Bikurtî em çandek maskûlen, konvensiyonel, tradisyonel, maçho, patriya þal, familiyal, desthilatdar, totaliter, newekhevi, bertîlxwerî, marka, melbendi, hîyerar þîk, patron, nezanî, ol, zordest, arbede, bêtoleransî, pozberî, þîdet, kaos û serokan dijîn. Civaka ku, jin, zilam, zarok, komele, rexistin û poltîkaya azadîya xwe, bi perspektîva makro dinêrîn û difikirin. Civaka ku, berî hertiþtî Kurd, internasyonal, umedî, kollektivist, namûsdar, xweymorel, germ û mêr, jiyana xweya mikro û rojanede ji hertiþtî bêpar maye, dilbêgûman, bêyekîtî, bi stres, fekîr, bin gef, silek, destavêj, êrîþ , tirs û pêneeweletî maye.

 

Ji bo wîyan fikr, raman, zîret, weraset, ol, netew, tercîh û jêçêtirdîtina makropolîtîk, sazgeh, komele û partî, çi bibe bila bibe, gere meriv mîkro bifikire, pewistiû pedîvîya welatîbûn û hemwelatîya xwe bi makro kar û geþ bike, berhem, xêr û ber bide jiyan û tekîlîya xweya piskolojik, sosyal, ciwaki, polîtîk û aborîde ji bo, xwe, malbata xwe, eþîr û merivê xwere, hemwelatîye xwere, kuçe, qolane, park û sûka xwe, gund û bajarên xwe, sazgeh, komele û þaredarîyên xwere, dar, daristan, zinar, çem, newal, ro, hawîr, dorhêl û asoya Kurdistan.

 

Li ser van hest û nêrînan bawer dikim, DDKD jî wê cîvîna xweya êylûlê de Mikrobifikiri û Makrobike; ji bo durîstîya Azadî, Wekhevî û Giramîyê ji bo peþketin, toleransa ferd, individ û, grûp û civaka vekirî, piþgirt û piþtivan, aram, dilþad û bextewar, geþdar û xweshal ji bo mavên mirovahi û gerdûnî, xweza û sirûþtî, û ji bo Netewa KURD û KURDISTAN.

 

31 Tebax 2006