bisengewrokurd@hotmail.com
Kil û kêmasîyên etîka lîberal
Bêgûman Azadî hêjahîya civaka lîberal ya herî bilinde. Azadîya ferdî ya ku jîyana xwe bi dilê xwe sêwe û ava dike. Ev azadî bi hiqûqî ji tête formûlekirin.
Mixabin carnan ev azadî bizanebûn bi neyînî ji dikare terh u drûv bide. Wekî binavê azadîyê, ji meriv re bikaribe bêje, tuyê azadîya xwe çawa bisînor û formûle bikî.
Wextê ku meriv bixwaze mengî û îdealên xwe bi hinek din re levparî û parve bike, jixweber zorlêkirin dest pê dike. Pêsî û dîrok ji, dibe cangorîyê vê azadîya xwe lîberal binav dike, bêku ev azadî û îdealan ji bo avakirina civakek modern û sosyal bêt karanîn û bide jîyan din.
Fikr û ramanên civakek îdeal bê nîrx û hêjahîyên kolektîf û hevbes nemimkun û gengaz e. Ji bo ku sîvîlîzasyona netewetî ya Kurdan bi têra xwe nejîyaye, hîn jî hêjar û hewcedarên hejahîyên netewetî û îdealên kolektîf yên ciwakek modern, sosyal û adil, ava û organize dike.
Civakek adil, bi hemû hêjahîyên ferdî, grupî, kolektîf û netewetî bi kêmanî azadîyek bê zor lê kirin û bandor. Azadîya ku azadîyên din bi binbarîyên neyînî bi sînor û mecbûr dike, ji azadi zêdetir dibe egoîsma bêsînor.
Dibe ku meriv hinek tiþtan nebihîstîbe, dibe ku meriv ji hinek tiþtan ji hez neke, di beku hinek tiþt bi fermî an ji hiqûqî neyêt ispat kirin, dibe ku her teorî û profîle serê meriv de, bi pratîkê de li hev neyê. Pîskolojîyek bi tirs, dudil û pragmatîk nayê wê watê ku azadîya bi bandora egoîzmê de, zorê li azadî û ramanên hinek din bike.
Civakek plûral, bi raman û fikrên cûda û hêldar bi kêmanî erk û fonksîyon dikeve.
Etîka ku ji bo jîyanek xêrxwaz û baþtir mûjil dibe, bi dudilan, pragmatist, tirs û egoîzmê li hev nake. Avakirina bajêr, bi sedan ton beton li ser serê meriv etîkek pir xurt, bi hêz û bawerî ji endezyar û mûhendisan tê xwestin. Bi dudilî, pragmatizm, tirs, bê etîk û egoîsmê, bajêr dikevi bin bondora zerzele û erdhêjê.
Civak ji bêetîk, dudilî, tirs û egoîzma sîyasetmedar, polîtîkolog, civakzan û azadîxwestan ava û organize nabe. Etîk, dudilî, tirs û egoîzm bûyê sedema kuþtina Dr. Þivan, bû sedemê ardhêja civaka netewi ya Bakurê Kurdistanê. Etîk, dudilî, tirs u pragmatîzma xwedî ne liderketina Dr. Þivan li Bakurê Kurdistan bû sedemê demotîvasyon, demoralîzasyon, dejenerasyon, deorganîzasyona hevalbendên wî û denasyonalîzma Kurdîyatî.
Ev etîk naxwazi hedî li ser hêjahîyên naverok û înteraksîya mirovatî bi hevre girêde biaxivi, lê mixabin hingî diçe etîka ku xwe liberal, modern û sosyal binav dike berbi têkîlîyên beranberî û berdêl diçe.
Ev averêbûn û jirêketina etîka makroyîstan, civak devalûe, sersar û xemsar bû. Ji armanca serekeyî ya çarenûsa Kurdistan, civak bû kelas û kadavra.
Civakek nîv doktorê xwe, mûhendîs, ciwaknas, polîtokolok û bi etîkek sosyal -pîsîkolojîk û jeografîk(erdnîgar) organîzekirî ji labaratora telesî û dinyasanîya monopolîyabuhatîyê ji firotinê xwe rizgar dike.
29 Cotmeh 06
|