Azad BISENG

Arživ

bisengewrokurd@hotmail.com

Grūba xebatź ū hewildanźn Kurdźn Bakur

Cīvīna Gruba Xebatź ya Kurd a Neteweyī ya Demokratīk ya roja 16-17ź Ēileya Pźžīn 2006 li bajarź Almanya li Bliefeld, li ser minasebeta ‘biryar dayīna program, destūr, avahīya rźxistīnī ū awayź xebatź' ya Gruba Xebatź pźkhatī bin motoya ‘ Emź rojek li ser axa xwe, ji alī hiquqī, desthilatdarī ū siyasī qedera xwe bi destź xwe tayin bikin' bi besdarīya endam, nūner u berpirsyarźn rexistin, komele, sazgeh u kesayetźn serbixwe, ronakbīr u rewženbīran cihźn cuda cuda ji seranserź bajarźn ewropa bi cos u heycan destpźkiri hedī hedī bala kesayet, akademīsyen, pirspor, ronakbīr, rewženbīr, hereket, bizav, rexistin, parti, grub u platformźn Kurdź bakur dikžīne.


Serhildan u raperīnźn ku bin serokatīya aristokrat, oldar, rexistin u partīyźn Kurd bi salan dijī dakirkerīya Tirk li Kurdistanź u asīmilasyonź tūnd ya salan, binpźlkirina maf u ēarenīvīsa Kurd, k edexekirina li ser zimanź Kurdī, k edexekirina dibistan, kovar, rojname, pirtūk, wesan, kelepor u rexistinźn Kurdi u dijī polītīkaya hovane, girtin, iskencekirin, kustin, talankirin, bombekirin, ketilkirin u hilwesandina armanē, hevī, xewn u dūhatīyan Kurd u Kurdistan dom dikir, bi mes, civīn, konferans, bizav, xwenūdeorganīzekirin, hewldanźn cuda cuda u daxwazźn Kurdan yź salźn dawī hedī hedī sźve u awayź tekosīna Kurd ber bi legalītīve, siklek vekirī u eskere daxwaza rizgari u xwebixwe idare kirin mesru u rewa dibīnive diēe.


Her parēź Kurdistan bi konteksta netewbūyīnź ber bi de polītīkayek hevgirtī u lihevkirī diēe. Mejū u tegīhīstbūnek kolektīf, xwedi ēand, xwedī nasname, xwedī dīrok, xwedī welat, xwedī al, xak, symbool, hest u dilsozīve xwe renk dide tekosīne gellź bakur.


Kurd hedi xwe netewek u xwedī nasname dibine u wekī hemū milletźn Cīhanź, mesrūtīyet u rewaya selfdeterminasyon an ji qedera xwe bi destź xwe tayin kirin, xwedīyź mafź xwe yźn neteweyī ū Demokratīk ū xwedīyź mafź xwe yźn xwebixwe īdarekirinź dixwaze u kesayet, rexistin, grub, bizav u platformź Kurd vī mafź ji xwe dipirse, tevdigere u zuturīn xwe nūde organīze dike weki netewek mezintīrīn li cīhanź'de bźwelat, bźdewlet u bźsistem.


Kurd hźdi sedemźn pīsīkolojīk, yź ku xwe nezī nasname u netewa Kurd dibinī u sedemźn bihevre girźdana wek netew ji xwe dipirse u lihevkirin, regezperwerī u awayźn bihevre karkirin u sźweyź xebata xwe gora dūndan, nesl, news, asīret, dahatī, ziman, dīrok, ol, ēand u konjukturek nūjen xwe nikas dike.


Kurd hedi dūndanek mūsterek, hevpar u berhem u prodūkten mejūyźk kolektīf an ji mīllī dixwazi. Mafź Ēarenivīsa Milletan ya ku di Peymanźn Navneteweyī de hatīye nivīsandin, Kurd hedī wek netewek dixwazi ev mav ji bo milletź kurd jī derbas bibe.


Kesayet, komele, bizav, grub, rexistin, partī, u platformen Kurd, derhem u prodūkten deraw, dergel, rews u wezīyeta xwe u netewe Kurd ber bi ēav dike.


Gellź Kurd ēarenivīsa xwe bi nav sistema bźdemokratīk ya Tirkīye bi kźmanī fedaralīzm heta alternatīfźn xwebixwe idarekirin an ji veqetandin u cūda buyīnī ber bi ēav dike.


Kurdistan wekī xwedi coxrafīyek terītorīyal(heremī), deraw u dergelźn objektīf (dundan, nesl, sulale, mervatī, berjevendīyźn mūsterek, ziman, ol) u subjektīfīzma(welatparezī, pistivanī, pistgirī, hevgirtin, bihevre karkirin) kesayet, komele, rexistin, partī u grubźn netewa Kurd bi awayek, grub an ji platforma ‘ Xebatź ya Kurd a Neteweyī ya Demokratīkde' dikari hźl, rź u rota ēarenīvīsa Kurd kźmanī federalīzm, xwebixwe idarekirin hate serxwebuna xwe, nav gel de u qada navnetewi xwe nudeorganize u kordīne bike.


Em wek netewek terītorīyal dikarin, hemwelatībūn u hemwelatīyek terītoryal bi vź platform an ji grubźn xebatan de pistgirī, hevgirti u hestźn bratī pźsde bibi, her ēikes ser, arbede, lihevxistin u konfilikta salan nav Kurdan de dirūv, terh u terz dide.


Em Kurd gere xwedi akademīsyen, pirspor, ronakbīr, rewsenbīr, hereket, bizav, rexistin, parti, grub, meclis u platformźn netewperest u regezperwer an ji organīzasyonźn ku karibin daxwaza selfdetermīnasyon an jī mafź xwe yen neteweyī, demokratīk ū mafź xwe yźn xwebixwe īdarekirinź formule bike, xwedī derkeve, organize bike u bi tźkose.


Ji bo wź gellź Kurd gere xwedi terītoryomek mūsterek, hevgirti, blok, bere u enī be. Netewa Kurd gere xwedi sīstemakomīnīkasyonek modern ya mūsterek, hevpar, hevgirtī u lihevgirtīne be(weki medya, tv, teknoloji u i nternet)?


Her ēiqes xeleti, kil u kemasī, qelsbūn, naīfī u zaifīyeta me hebe ji gere gellź Kurd xwedi mekanīzmaparezī u pistgirīya entellektūel, akademīsyen, rewsenbīr u ronakbīrīnź xwe be.


Li hember kelem u astengīyen mobīlīsekirina gel u girseyan polītīkaya Kurd, komele, wekf, rexistin u organīzasyonźn Kurd, bi pirsgirźkźn ciwakī, sosyal, tendūristī, pīsīkolojīk, politik, perwerdekirin, aborī, refah u gesdarīya wī welatī de gere xwedī organīzasyon be.

17-12-2006