Azad BISENG

Arþiv

Azadbiseng@hotmail.com

 

Linçkirdina Keça Kurd ‘ DOA'

Gotin sar dibin wexta pesnê te bidim,

gotin þaþ dibin wexta wesfê te bidim.

çavê xwe kil neke, lêven xwe sor neke,

tu ne muhtacî, lê cemala xwe xera neke.

Ez dimirim nav pêlên behran da,

ez wenda dibûm nav pelê daran da,

tu rindî tu bedewî, w'ez hêsîrê nave te bûm.

Tu gulî tu sosinî, her tim ber behna te bûm.

Ez xort bûm ciwan bûm, li ser xwe bûm

tu durî min bû wexta ez muhtacî te bûm' Ciwan Haco

 

 

 

Wekî Ciwan dibejî ‘gotin sar dibe, þaþ dibe'

wextê ku min dit tu wusa hovane tê kustin.

Ez ji wek te dimrim, wenda dibim

nav ol'an, yezîdîyan û mûslimanan.

Gul yek bi yek tên kustin nav asîretan, kevnsop û edatan.

Ez bi ber û keviran têm kustin dîsan

nav Kurdan, ereb, ecem, turan û kevnperestan.

Li Kurdistan bê xwedîme, hedî ji xwe, ji ditirsim,

ji bêhna hovîtî, barbarîzim, nezanî, feqîrî, hejarî,

dagirkerr, ewle-leskerr û linçkerran.

Gûl hêdi bê xwedîye, bêbave û bêbraye.

Gûla sor bê Meme, Kerem û Ferhad'e.

Gula sor ‘Doaya' hedî parçe parçeye,

JinaKurd bê xwedî, tenê bi serê xwe

wek Leyla, Zekiye, Rewsen, Biseng û Beritan

dijî barbar û hovan.

 

 

Girs û koma ku naxwazi çîrokê fêhm bike, ji bo hinek sedeman, bi kîn û rika xwe wek lawîrên hov dikari meriv ji bo linçkirdinê bike hedefa xwe. Lînçkirdin, pêgotîyek di 1780'de berpê bûye û ji navê William Lynch ku bin rêberîya wî komek hêrshatî, qehirî û hêwilnak bi şiklek hovîtî destpê kûstina mirovan dikin. Bi vê lînçkirdinê, merivan ceza dikin, bi hevre lê dixin û pasê cangorî tê hilawistin, daleqandin û dardekirin. Li gora W. Lynch qanûna lînçkirdinê ceza kirina sûçdar bêproses û bêguhdarkirina çîroka sûcoyî, ji ber kêmasîya strûktûr, qayde, binyad û bêdozîya sistemê ye.

 

Gello sistemên ku bi navê dewlet, asîret, ol, organîzasyon û sazgeh li ser erdnîgara ku xwedî bandor, qayde û qanûna kû libat û tevgera civakê bi sînor dike hebe, wê ev hovîtîya lînçkirinê tûnebe? Gello hewceyî û pedîvîya merivan bi van sazgehên sîsteman heye? Heger pevîstî bi van sîstema hebe, ji ber çi?

 

Xuyaye ku, têgihîstina mirov pergelek giring ya berdewamîya jîyanê ye. Ji ber ku mirov bêagahî, bêzanîn û bêsalox tev bigere, hedi meriv nikari libat û tevgera xwe kontrol bike. Heqê jiyana mirov ya herî giring ew car binpêl dibe. Pergela dûyem ya berdewamkirina jîyanê xwe, ku mirov azad bikari be bifikire û ji bo nêrîn, îzan û tevgera xwe îdrak, rûbwar û têgihise.

 

Ev nayê wê watê ku, mirov bes bi xweve mijûle, an ji giravek bêmirov ya herî îdeale, ji bo pedîvî û pevîstîyen meriv yên herî taybetî. Bêgûman mirov dikari pêwendî û têkîlî hinekin din re, pir jê sûde û îstîfade bike. Hawir û dorhelek sosyal dikari kêrdar û feydeyek biqewet û hêz bi de berdewamîya jîyana mirov. Ji bo vîyan ji derveyê misilmantî, alevîtî, sûnne û ezidîyatî pedîvî, pevîstî û hewcedarîya jîyanek sosyal heye. Ev jîyana sosyal ji li ser dû hêjayîyan bilind dibe. Têgihistin û libat/ tevger.

 

Meriv nifsek yekeme ku, xezîneya xweya zanînê derbazî generasyonên duhatû bike û xwe pêsde bibe. Potansîyela ku mirov karibi bikar bîni û ji zanînê îstîfade bike mezintire, ji jîyana ku mirov dixwazi dest bixe. Begûman hemûkes pêtir bi zanîna ku hinekedin kefs û vedîtî dilxwestir dibe. Ji ber wê zanîna civak û koman pêtir xwedî bandore li ser kesayetan. Bi xwe dinirxînin ku civakek çawanin, xwedî kîjan hejayanin û çi nifs insanin.

 

Civakên ku, berhem, ked, zehmet û xwêhdana meriv an ji kesayetan bidize, bidîl û kole bistînî an ji azadîya mejûyê wan qedexe û bisînor bike, an ji keseyatan bi zorê ji derveyê nêrîn û îdraka wan tev bidin gerandin, civakek dijî pedîvî û pevîstîya xwezaya mirovahî serdest dibe û hedi ew ne civake, lê belê komek ya çetevanîyê û înstûtyonên terûrêne. Civakên wusa, hemû hejahîyên mirovahîyê dikûje û hilwesînî. Edalet û wekhevî her diçe wenda dibe û jîyana mirovan binpêl dibe, erzan dibe û civakek wusa dibe xeter ji bo duhatûya xwe. Ew dem jîyan, giravên bêinsan ewletir, yekta, jêçetirdîtin û mukedestire, ji jiyanek bin dojeha çand û sîstem extremist, dîktator, ol, serokan, nezan, asosyal û linçkerran.

 

Heger mirov bixwaze bihevre asîtyane, berhamder,bi ked, medenî, sareza û civakek rasyonel'de bijî û beranberê hev bi feydê hev tev bigerin, ewcar mirov mecbûre prensîp, hêman û rêgezên asas, binyad û sereke ya mirovahîyê ‘ prînsîba mavê ferd û kesayet' kebûlbike û bi tûndî çanda lînçkerran redbike û dijî jîyanek primitief û hovjîyan derkeve. Kebûlkirina prînsîba mavê îndîvîdû û kesayetan, tê wê watê kû kebûlkirina jîyana mirov bi hemû xwezaya xweve.

 

Mavê kesê tûneye ku bi sîdeta fîzîkî kesayetan biperçiqîni. Kar anîna sîdeta fîzîkî mirov dikûje, bi dîl û kole distîni û jîyana kesayet diperçikîne.

 

Prensîb û sertên yekem û sereke ya civakek medenî û şareza derxistin û qedexekirina hercûrrê sîdeta fîzîkî tekîlî, peyvendî û jîyanek sosyal de. Tekîlî, peyvendî û libata bihev re bes bi awa û sîweyek aqlî, gengesî, nîkaskirin, îqna û qane kirin, bi dil, xwezyar û lihevkirinek bêzor tev bê gerandin.

 

Pevîstîya tesîr û bandora heq û mavê ku mirov jîyana xwe biparêze civakên sarezar û medenî de sîdet bes wek tedbîr û bergirîya liberrabûn û lidijrabûn kar tê anîn.

Hemû sedemên ku mirov fît û teswîqa sîdeta fîzîkî û bed, bêbext, hêrs û xirab dike ji nezanî, tirs û ji hovîtî û ji prîmîtî têt.

 

Heger berpirsyarên sîstema Kurdistana serokan, bixwazin sîdeta fîzîki ji peyvendî, tekîli û tevgerande derbixînîn û civakek sosyal, sarezar û medeni biavirini gere xwedî sîstemek ya mav û haqê mirovan û hemwelatîyên xwe bi rêwerz, rê û rêbazên objektîf biparêze. Ev delamet, erk, fonksîyon û wezîfa xwedî sîsteman, organîzasyon, sazgeh, hikûmat û dewletan ewe ku pevîstî û hewcedarîya mirovan li wan heye ku wekhevî, edalet, hiqûq û parastina mavên jiyana mirov pêk were.

 

Heger civak bixwaze azad be, ev sîstem, sazgeh, organîzasyon û hikûmata wanan ji gere bin teftîs, peristî, venihartin û kontrol kirinê de be. Parastina mavên ferd û kesayet gere armanc û prensîba asas û ewil ya sîsteman be. Hemû mijarên zagon û qanûnan gere li gora parastina mavên ferd û kesayetan û objektîf sekl û form bigre. Serkanî û çavkanîya bandor, erk û desthilatdarîya van sîstema bin xizmeta gellê xwe be. Sîstem, zagon, qanûn, qayde û parastina mavê mirovan ji bo insanên xwe, jin, zarok, seqet, qal, nexwes, civak, sirûst û xweza xwe gere bêt sîrove û amaje kirin.

 

Civakên modern, medenî û pêsketî bi pergela zagon û qanûnen sivil û karanîna kontratan bi civakek asîtyane de diji. Jîyana mirov gere ne li ser keys, neyekser, moment, tirs, xof, gef, kemîn, daf, fen û feqan awa be.

 

Mirov gere kari be kiryarên xwe berbiçav bike û planên ji bo duhatûya jîyana xwe kari be bike. Çikes meriv xwedî mantiq be, ewkes mirov dikare bi zanîna xwe gav bi gaf planên xwe bixe jîyanê de. Civakek azad bi eletexmînî, seroberî an ji daxwaz û gotinên serokan ji ava na be.

Kurt û kurmancî Kurdistan'a nîvazad gere bi sîstemek qanûnî ya têkel, li ser prensîbên objektîf yên meqbûl û derbasdar civaka xwe azad bike û azad bêhêle. Sîstema qanûnî gere ne girêdayî tu ajo û meyger, an ji bin bandora heza ku dibe sedemê lebatê. Sîstema qanûnî gere ne bi gora ol, ûrf û edatan sikl bistîne û nekevi bin bandora karaktera morel, arise, ehlaq û gotarên serkês û serokan. Zanîn û azadîya raman, îdrak, rûbwar û têgihisa nêrîn, îzan û tevgera xwe pergelen berdewamîya jîyanêk sosyale. Jina Kurd, ciwan û zarokên Kurd beyî ku bikeve bin bandora zanîna kollektîfîst, hinek din, serok, ol û civak, potansîyala zanîna xwe pês bibe, bi ked biberhemîne, xwe rexistin bike û tevbigere ji bo nêrîn û îdraka xwe dijî jiyanek bin dojeha çand û sîstemên extremist, dîktator, ol, nezan, asosyal û linçkerran.

 

Sîstema hûkûmeta nîvazad pevîste prensîp, hêman û rêgezên asas, binyad û sereke ya mirovahîyê ‘ prînsîba mavê ferd û kesayet' bi hemû xwezaya xweve kebûlbike. Hemû mijarên zagon û qanûnan gere li gora parastina van mavên ferd û kesayetan û objektîf sekl û form bigre. Serkanî û çavkanîya bandor, erk û desthilatdarîya van sîstema bin xizmeta gellê xwe be.

 

Sîstema hûkûmeta nîvazad weki her prensîb û sertên yekem û sereke yên civakên medenî û sareza, hercûrrê sîdeta fîzîkî tekîlî, peyvendî û jîyanek sosyal'de qedexe bike.

 

Sîstema hûkûmeta nîvazad gere bi sîstemek ya mav û haqê mirovan û hemwelatîyên xwe bi rêwerz, rê û rêbazên objektîf biparêze ku wekhevî, edalet, hiqûq û parastina mavên jiyana mirov pêk were.

 

Jina Kurd, Ciwan û hemwelatîyê Kurd gere sîstem, sazgeh, organîzasyon û hikûmata xwe karibin teftîs û kontrol bike. Jîyana Kurd û Kurdistan wekî civakên modern, medenî û pêsketî bi pergela zagon û qanûnen sivil bi asîtyane bijî û jîyana Kurd qet nekeve bin bandora eletexmînî, serobero, keys, neyekser, xumar, tirs, xof, gef, kemîn, fen û feqan nemîne.

 

7 Gulan 2007