Lêkolînek nuh li ser
dîroka Kurd
“Cemîl
Paþazadeyên Dîyarbekirî û Neteweperestîya Kurd”
Berîya
pirtûk çap bibe berêz Malmîsanij ji bo min bi firehî behsa pirtûke
kiribû û piþtî çap bû jî pirtûkek diyarî min kir . Min pirtûk
xwend û ne bes xwend herweha bi çavên yeki wek oponenet xwend jibo ku
ez bikaribim bi objektîv di derheqê pirtûkê de çi difikirim jê re
bêjim.
Kurd
yek ji miletên rojhilatê yên herî mezin tên hesêb û yek
ji miletên rojhilatê yê herî dîroka wî kem li ser lêkolîn
bûye, bê guman lazime li ser dîroka kurda bi gelek awayî lêkolînên
zanistî bên kirin (ji destpêka formulasyona kurdan wek etnogenez u heta
roja me).Tunebûna dewletek kurd bû sebebên ku kurd nikaribin bi azadî
kultura xwe pêþde bibin, zanebûna zanyarî xurt bikin û her weha
dîroka xwe nas bike. Dewletên Kurdistan parve kirine ne dihîþtin kurd
dîroka xwe nas bike, an jî dîroka kurdan wek dixwestin falsîfkatsya
dikirin ta kurd ji dîroka xwe þerm bikin, gelek caran jî hebuna kurd a
wek netewe înkar dikirin. Tiþtekî paradoksal ,lê tê fêmkirin hinek
ji dîroka kurdan ku di sedsala dawîde
hatîye nivîsandin li dervi welatên ku kurdîstan perçe kirine
hatine çap kirin, pêþi Rûsya-Sovyet
van salên dawî jî li welatên rojava û Emerîka gelek tiþtên
nuh ku kurd Karin hinek tiþtan
ji dîroka xwe nas bikin hatine çap kirin.Bê guman van dewletên ku
lêkolînên zanistî li ser dîroka kurdan çap kirine di çarçova
menfietên xwe li pirsa kurd nerîne ew jî gelek caran ji rastîye bi
durketine.lê tevi wê jî gelek lêkolînê zanyarî baþ kirine
hatine çap kirin.
Dem
hatîye êdî lazime li ser dîroka Kurdan bi awayekî sîstematîk û
zanyarî lêkolînên pir alî u berfireh bibin, ev ne kemayî bes bo
kurdan e her weha ji bo rojhilatnasîyên dinyê jî kêmasiyeke. Ji ber
ku ne ronîbûna dîroka kurdan gelek caran li ber karên rojhilatnasa jî
astengîya çêdike. Bê
guman karekî weha berfireh bi alîkarîya gelek alimên rojhilatnas
ji gelek welat û milletên cihe wê bi serkeve. Karekî weha demek
dirêj dixwaze lê gotinek Çîniya heye dibên “rîya herî dûr ji
gava pêþi dest pê dike” ew gava pêþi lazime nuha bê avêtin,
lazime pêþi konseptsîyek tevayî jibo dîroka Kurdan bê avakirin.
Lazime li ser perîodên dîrokî, konaxên grîng û li ser kronologîya
lazime konsensusek be avakirin. Bê guman karekî weha wê li ser document
u çavderên nuh ku heta nuha hin nehatine kiþif kirin we be kirin.
Lêkolînvan
Malmîsanij bi xebata xweyî Cemil Paþazadeyên
Diyarbekirî û Neteweperestîya Kurd perçakî girîng ku heta
nuha ne ronî ji dîroka
kurda ronî dike û pêþkeþî xwendavana dike.Bi vî karê granbuha
Malmîsanij yek ji wan lêkolînevanane ku dixwaze êdi ji nuha pêve bi
wan prensîb û medoden zanistî karê
rojhilatnasîye u Kurdnasîyê pêþve bibi. Di vî karê xwede
Malmîsanij xebatek gelek mezin kirîye u gelek pêre westîyaye ji ber ku
karê lêkolîni ne wek Karên serbest nivîsandinê ye lêkolînvan her
cumlak xwe gelek caran dixwîne heta karibe bi kar bîne, ji ber ku
lekolînevan dîrokê
dinivîsin ew ji lazime objektivbe ku ne objektivbe we ne karekî îlmî
be.
Malmîsanij
karê xwe yî ku bi nav Cemil Paþazadeyên Diyarbekirî û
Neteweperestîya Kurd, wek min jê fem kir, kirîye sê beþan, beþê pêþî
Koka malbata Cemil paþa u ferehbûna wan, beþe duda Malbata Cemîl
Paþa u Neteweperestîya Kurd, beþê sisya biyografîya hinek kes ji
malbata Cemîl Paþa.
Di
beþê peþî de Malmîsanij bi frehî û dûr û drêj li ser koka
malbata Cemîl Paþa lêkolîn kirîye û ev malbat ji ku hatîye pêþkeþî
xwendevana dike di lêkolînê de çend alternatîve li ser koka malbata
Cemîl Paþa heye lê alternatîve herî nezîkî rastîye hatina wana ji
Sîlopîye, di lêkolîna Malmîsanij wek min jê fêm kir malbata Cemîl
Paþa ji Sîlopî hatine diyarbekir bi cîh bûne bê guman di lêkolîna
Malmîsanij hatîye ronî kirin ji ber çi malbata Cemîl Paþa
ji Sîlopî hatine diyarbekir bi frehî hetîye nivisandin.Tistekî
balkêþ di beþê peþîde bala min kiþand ewe ku diyare malbata Cemîl
Paþa ne bes di sedsala dawîde li dijî osmanîya bûn ew wek te fem
kirin hîn di salên 1638 da osmanîyan ev ji xwere tehlûke dîtine û
yek ji peþîyên malbata Cemîl Paþa Hafiz Paþa ji teref
Mûradê çaran ên osmanîya di sala 1638-1639 de pêþî Þêx
Ezîz Mehmûd ku Þêxekî nexþibendîye, di we demêde li devera
Diyarbekir û cihên din en Kurdîstanê dor çel hezar mirîdên wî
hebûne û mûradê çaran
wî ji xwere wek tehlûke dibîne û Þêx Eziz Mehmûd bi
kuþtin dide, her cuqas berê dema Mûradê çara dihat Diyarbekir
li qesra Hafiz Paþa dima jî
lê jibo hafiz Paþa jî mirîdê Þêx Eziz Mehmud ê
xwedî otorîte û dewlemend bû Mûradê caran ew jî bi
kuþtin da.
Di
beþê duda de Berêz Malmîsanij lêkolîn li ser Neteweperestîya
malbata Cemîl Paþa lêkolin kirîye û xebatek giran buha ji xwendevana
re pêþkêþ dike.Di vî beþî de Berêz Malmîsanij bi teybetî li ser
têkilîyên malbata Cemîl Paþa bi Kurd Talebe Hevi Cemiyeti,bi Kurd
Tealî Cemîyetî û tekilîyên wan bi Cemîyeta Xoybûn re, ya herî
balkêþ tekilîyên wan bi Mustefa Kemal re ye berêz Malmisanij bi vî
karê xwe karekî gelek heja kirîye ku nuha lazime her Kurd bi teybeti ji
Kurdên Kurdîstana bakur vêya bi dîqat bixwinin û netîca jê derxin
ji ber ku nuha Turk dixwazin ji nuhde kemalîzmê di nav Kurdan de xurt
bikin mirov dikarin gelek tiþtên heja ji ve lêkolînê fêr bibe ku
îroj carek din nekevin þaþîtîya. Di vî beþî de herweha karekî
hêja hatîye kirin li ser surgûnen ku li Kurdîstana bakur bûne ji
terefên tirkan de ku Kurdên kurdîstana bakur di derheqa van
surgûnanade gelek kêm malûmatin Berêz Malmîsanij bi frehi u
dokumental ev serpehatîya Kurda ronî dike û pêþkêþî xwendevana
dike.Her weha têkîlîyên malbata Cemîl Paþa bi cumhûriyeta
Mahabadêre û bi Barzanîyan re roni kirîye.Tiþtekî ji minre balkêþ
di vî beþî de ew bû ku dema Qedrî Cemîl Paþa hin 16,17 salîye
diçe Îstenbul bixwîne behsa kurdîtya xwe dike û çawa bi ronakbirên
kurd re di civin û kêfa xwe ji wan re tîne dema behsa wê demê dike
dibêje rojekê Seidê Nûrsi tê bi þal û þapik û kum û kolzê li
serê wî ,dibê wê demê gelek kêfa min hat û min îftîxar kir ku ez
kurdim,jibo çi evê bala min kiþand_,ji ber ku nesle van demên dawî di
derheqê Seidê Nûrsî de negatifin û sebebên evêya kemalîzme Seîdê
Nûrsî bi awayekî din bi me dan nas kirin û em di bin tesîra
kemalîzmêde man û bi cavên kemalîstan li seidê nurisî hat nerîn ji
berku kemalîstan hew aliyên Seidî Nurisî en dînî dan pêþ alîyên
wî yên millî weþartin .Her çuqas berêz Malmîsanij di xebata xwe ya
li ser Seîdê Nurisi ya berê gelek tiþt ronî kirîye lê dîsa hêjaye
ku neslê nuha ji nuhde lê
vegerin û wi bi dîqat bixwînin û nas bikin.
Di
beþê dawîde berêz Malmîsanij bîografi
ya ji gelek kesên ji malabata Cemîl Paþa peþkêþî xwendevana dike û
di van bîografi yan de mirov
gelek tiþten nuh fêr dibe û nas dike.
Her
weha gelek wêne yên
di pirtûkêde îlîstratsîyonek gelek baþ dide pirtûkê .
Xebata
Berêz Malmîsanij bi serê xwe xebatek orîgînal û bi hemû alûyên
xwe ve karekî Ilmîye.Di xebata xwe de berêz malmîsanij hemu norm û
krîterîyên karê îlmî bi
kar anîye û ji bo wê ji ez dihesibînim ev karekî îlmîye.
Aktuelbûna
Xebatê:
Ev xebatek îlmîye ku di naveroka vê xebatê de gelek tiþtên ku berya
nêzîkî sed Sal berê hatibun serê gelê kurd ku îroj jî nuh de ew tiþtana
dixwazin bên tekerur kirin û ji bo zana û sîyasetmedarên Kurd dîsan
nekevin þaþîya gelek tiþtên ku nuh dikarin ji vê xebatê fêr bibin
heye.
Nujentîya
xebatê di varê îlmîde:
Nujentîya xebatê ji alî îlmî de ewe ku di vê xebatê de cara pêþîn
ku Berêz malmîsanij gelek faktên nuh li ser esasên dokumentên ku
cara pêþin tên çap kirin analîz çêkirîye û ji xwendevana
re pêþkêþ kirîye.
Teorîk
qîmetê vê xebatê:
Ev xebata berêz Malmîsanij ji alî teorî k li gor normê xebatek îlmî
hatîye kirin berêz malmîsanij di xebata xwede berê xwe daye gelek
dîrok nas, polîtolog û filolog, ji gelek welatên cuda û gelek caran
ji wan wek cavkanîya bi kar tîne û bi awayekî kompleks li ser tema ku
konkret li ser lêkolîn dike kar kirîye.
Pratîk
qîmetê vê xebatê:
Analîz û netîcê ku di vê xebatê de berêz malmîsanij gihayê wê
gelek bal kêþbe ji bo gelek alim,mamoste û xwendevanên
unîversîte û dîroknasan her weha ev xebat dikare ji bo dersên
dîrokê li dibistan û
unîversîta bi kar bê.
Netîca
Xebatê:
Ev
xebatek ji hemu alîyan ve li gor norm û metodek îlmî hatîye
nivisandin û perçak ji dîroka Kurdan ne diyar roni dike û pêþkêþî
xwendevana dike.
Min
lêkolînên berêz Malmîsanij yên berê hatine çap kirin jî xwendine
wek” Di Despêka Sedsala Me de Neteweperestîya
Kurd û Doktor Abdulah Cewdet”, “Seidî Nursî û Pirsa Kurd”,”
Kemal Fewzî Bitlîsî û Cihe Wî di Nav Rexistinen Kurdî de”,”
Bedirxanyên Cizîra Botan û protokolên Komela malbata bedirxanîyan.”
Lê
vê Lêkolîna dawî karê berêz Malmîsanij yê herî baþe û
lazime weha be jî û her weha yek ji baþtirîn xebatên ku van 10
salên dawi ku di warê Kurdnasîyêde hatiye çap kirin. Her cuqas cend
tebînîyên min ên bi çuk henin jî (ji xwe yek jiwan ne bi lêkolînê
ve grêdeyîye bi cape ve yanî
alîyên teknîkîye) lê ew qîmet û buhayê vê lêkolînê kêm nake.
Berêz Malmîsanij karekî gelek mezin kirîye ez hew dikarim bêjim bra
dost u hevale Ezîz Malmîsanij gelek spas û
destê te sax be ji bo vê xebata te ya giranbuha. Hevidarim karên
te yên pêþde hîn baþtirbin.
Ev
nivis di rojnama EVRO di hejmarên 72-73 li kurdistana Baþûr
bi herfên erebi hatîye çapkirin.