ekremonen@hotmail.com

Konfîdîtsîal (Dizî) *
Rojhilata Navîn eþkere û dizî (Nivê qirnê XX û destpêka qirnê XXI)
Nivîskar: Yevgenî Prîmakov
Werger ji Rûsî: Dr.Ekrem Önen
Li Moskowayê di sala 2006 a de ”Rasîskaya Gazeta” pirtuka Yevgenî Prîmakov a bi navê, ”Konfîdîtsîal (dizî) Rojhilata Navîn eþkere u dizî. (Nivê qirnê XX û destpêka qirnê XXI)”çap kir. Pirtûkêk gelek balkêþ e û gelek listikên sîyasî ên li rojhilata nave çebûne têde tên behs kirin. Di vê Pirtûkê de qismek jê behsa Kurdan dike, ji ber ku primakov yek patriarxê sîyaseta Sovyet û Rûsyayê a derveye u bi teybetî jî rojhilata navîn her weha yek ji siyasetvanê Sovyet-Rusyayê ên pirsporê pirsa kurdî ye jî..Ew qismê li ser pirsa Kurdî di pirtûkê de, behsa hevditinên xwe bi Mustefa Barzanî re,bi serokatîya Kurd a we demê re, tekilîyên Kurdan ên hundir u derve, tekiliyen Kurda bi iraqe re u pirsa kerkûkê, ew qismê li ser pirsa Kurda ji bo ku ji alî Kurda bê zanîn min ev ji zimanê Rusî vergerand kurdî hevîdarim we balkêþ be ji bo xwendevanan
Yevgenî Prîmakov Ki ye? Di pirtuka xwe de ew xwe dide naskirin.
”Min ji zude dixwest li ser rojhilata navin pitukekê binivîsim û teqrîben niv qirnî ez pê mijûl bûm.Wek rojnamevanê Pravda, alim, sîyasetvan, serokê du Înstîtûtên lêkolînê wek Înstîtuta rojhilatnasîyê u Înstîtûta têkilîyen navnetewî û ekonomîya cihanê, Serokê Istixbarata li hember Derve a Rusyayê, Wezîrê derve,s erok wezîrê Rusyayê u endamê Parlemento. ”
Beþê XVI I
Epopeya (destana) Kurda
Ne raste ku mirov bihesibîne wekî ku Yekitîya Sovyete dixwest tekilîyen xwe bi iraqê re bes piþtî înqlaba eskerî a temuza 1968 ku li vî welatî çêbû xweþ bike. Pîstî guhertina seroke vî welatî Ebdulselam Arif e ku biraye wi hatibû sûna wî, tevî kuþtin û lêdana hêzên çep ne bûbû (Dosya wî paqij bû. werger). Ji gringîya Iraqê a li mintiqe Komara Sosyalîst a Yekîtîya Sovyetê hinek gavên ku nêzîkaya iraqê bikin, avet.Gelek ji van gavan ew bû ku Begdade û tevgera Kurdî a ku bi tevayî kontrola bakurê welat dikir nêzî hev bikin.Mosko terefdar bu ku pirsa kurdî bi aþîtî bi careserkirin.
Hevdîtina pêþî a ku bi Melle Mustefa Barzanî re
Teybetmendîya rewþa hebu u tekilîyên dostanî yên kevn bi seroke tevgera netewi a kurd Melle Mustefa Barzani re ji bo yekitiya sovyete rewsek bas ava kiribu.
Diroka vî mirovi gelekî interesant e.Hîn dema zarokbû 1905 de bi dîya xwe re ketîye hepse, wê demê birayê wî yê mezin serokatîya serhidana li dijî hukmê Turkiye dikir. Di sala 1914-1916 de hîn xortê nuhatî tevî þer dibe. Di sala 1931 de bi brayê xwe yê mezin Þex Ehmedre tevî þer dibe û leþkerên hukmê Begdadê ji devera eþîra Barzan derdixin, bes piþtî ku hêzên ezmanî ên Ingliz bi teyaran tên alîkarîya leþkerên Begdadê tevgera Kurd têgdibin.Melle mustefa tê girtin û 11 sala li surgûnê derbas dike. Di sala 1943 de bi dizê vedigeri herema xwe û ji nuhde dest bi xebatê dike. Ew bi ser dikeve û Nuri Seid serokwezire Iraqê yê wê demê þertên Kurda qebûl dikke.Lê piþtê 2 salan bi alikarêya Inglêzan hucûmî ser hêzên kurdan dike.
Dema þere cîhanê yê duemîn li ser terîtorîya Îrane cumhûrîyeta kurdî a mahabad hat avakirin-Melle Mustefa bu wezîrê Eskeri (parastinê werger). Piþtî dawîhatina þer ordîya Sovyetê ji axa Îrane derket û cumhûrîyeta Mahabad jî ji ortê rabû. Barzanî bi 500 þervana ve ku piranîya wan ji eþîra Barzan bûn ji hudûdê Îranê derbasî Sovyetê bûn. Þervanê kurda sîlehên xwe danîn û hinek ji wan li Azerbeycanê bi cîh bûn ên mayî li Asya navîn.Barzanî li Yekîtîya Sovyetê di bin bernavê Mamedov de jiya. Hatina Barzanî û þervanên pêre ne hat pir eþkerekirin. Ne Barzanî û ne ên pêre hatibûn tu kesek ji wan tu carî li ordîya Sovyetê bi tu awayî eskerî nekirine. Ji bo ew gotinên kû bela dibin ku Barzanî Generalê Ordîya Sovyet bû ji serî heta dawî derewin.Ev gotina bi epîzodekê (serpêhatîyek.werger) ve grêdayîye di netîcê de Barzanî bi xwe ji min re got deme kê kû li Mosko bu ji Vayentorg (dikana ku cil û caw û tistên eskerî ên din difrose) Kincê generalê Sovyetê kiribu (wê demme mirov dikaribû ji vayentorgê bikirîya) û resme kî xwe pe kiþandibû ew resim ketibû deste îstixbarata Inglîz.
Guhertin di jîyana Barzanî û hevalên wî de pîþtî mirina Stalîn çêbû. Ji gotinên Barzanî ên li cem min qeyd kîrî (Barzani bi Rûsî dipeyivî lê ne Rûsîyek gelek baþ, min gotinên wî kiriye zimankî literatûrî) ” Ez hatim ber deryê Spaskî ( navê derîkî Kreml) ê Kreml û min li derî xist Ofîtserekî (esker) ciwan li hev hatî pirsi: çîye tu li derî dixe? Min bersîv da ”ev ne Barzanî ye li deryê kreml dixe a þoreþa Kurdî ye”. Li ser gotina Barzanî paþê ew ji alîyê G.M.Melnikov de hate qebûl kirin û piþtî dîtina wan bi hevre Barzanî þandin dibistana partî a bilind (Dibistana partîya komunîst a Yekitîya Sovyet a bilind) û hevalên wî sandin dibistanên navîn. Hemû li Yekitîya Sovyetê 12 sala man. Piþtê serketina þoreþa Iraq ê a sala 1958 Barzanî vegerîya Iraq û li wir ji ber gringîya Barzanî a ji bo Kasim û ji bo paraztina yekîtîya navbera hukme nuh û kurda Barzanî bu wekîle reîsêcumhûrê cumhûrîyeta Iraqê. Lê piþtre têkilîyên wan dîsa xera bûn û Barzanî çû bakurê Iraq Kurdîstanê, û ji nuh de þer di navbera Kurda û hukmê Begdadê de destpê kir.
Þerê gelekî xurt di dema Arif de bû û heta dema destpêka ku birê Arif bû reisêcumhûr.Di temûza 1966 reisêcumhûri nuh Arif û Barzanî ji bo aþîtîyê li hev kirin. Þerê mezin sekinî lê cih cih pevþûn çê dibû.Di vê demêde ji redaksîyona Pravda (ji Mosko werger)ji min re emir hat buroya pravda a Qahîrê (paytextê Misir werger) ku ez biçim bakure Iraqê.
Barzanî nehatibû îzole kirin.Mirov dikarîbû Barzanî bidîta, her weha rojnamevana ji dikaribu Barzanî bidîta,lê hemû dihatin bakurê Iraq di rîya Îranê de.Wek rojnamevanekî yekemîn ê Sovyetê ku dixwest Barzanî bivîne, min nikarîbû haya hukumeta iraqê jê cênekim, ji berku hevdîtinek bê kû haya hukûmeta Iraqê ji heba çêbûba wê ne maqûl ba ji ber ku me dixwest Hukûmeta Iraqê û Barzanî nezî hev bikin.
16 desember 1966 reiscimhur Arif ez qebûl kirim berya we min bersivê pirsên xwe bi nîvîski ji wî wergirti bu. Hevpeyvina min bi Arif re ji bo ku di Pravda bê belav kirin. Arif di hevpeyvinê de got ku yek ji pirsên girng ewe ku li bakurê Iraqe aramî çêbibe.Li ser ve bersiva Arif min got tu ci difikire ku rojnamevanekî sovyetî be ku rîya Îranê bi kar bîne karibe biçe Kurdîstana Iraqe, ji ber ku em dihesibînin Kurdistana Iraq perçak ji Iraqe ye, wer diyar bu argumentê min tesir li Arif kir u wî emir da wezire parastinê ê Iraqe ji bo ku min bighine Kurdan, teferute ve çûnê gelek in li bi 2 serbaze ordiya iraqe re u bi makînanak eskeri bi esker ve em çûn bakur. Yek ji serbazê bi min re bun hin berya biçim li ambasada sovyete a li Begdê ji min re gotin biraye wezire parastinê ye u ye duda min bi xwe fem kir dema em di çûn bi rev de min u Saþa Zatovî tercumane sefaretê bu piþtre bu sefire Sûriyê, me nukte digotin (henek dikirin werger) em gelekî di kenyan we demê yek ji serbaza ji xwe ne girt bi mere kenya we demê min fêm kir ku ew ji bi rusî di zani.Dema wê vegeryana ez u wi bi tenê di erbê de man u min jêre got bese çi tu xwe li ehmeqi datine.
Bi kurda re di riya lasilki (telsiz) de têkilî kirin, bersiva Kurdan gotin Makîna (seyare) eskerî ji wir bibin, le her du serbaz berdan û em çûn zivistangeha Barzanî, heta we demê hîn tu berpirsên hukûmeta begdaye ne hatibun we derê.
Û nuha em li Kurdistanê ne.Ji alîyê Lirik (edeb) de min xwe negirt.Li vî cihê xwþikbuna wek di çîroka de 2500 sal e miletê ser bilind u azadixwaz Kurd dijin wek carna ji wanre dibêjin ”Rîtsarên rojhilat”.Tiþtên ew pê serbilindbin hene, yek jê Selhedin (Selhedinê Eyubi werger) ewê ku xaçparza nikari bun wî biþkînin,lê ji aliyê din ve Kurd buna Nuri seid bi wan geleki ne xwoþ bu. Lê çi tabîet. Ev çîyayên ku dighên asimana, gum guma dengê ava paqij distirê, gulên reng a rengi ku li hevkirî, berfa sipî ku li serên çîya, qiþên di rengê bronz de, gihaya ku rengê þîn ê tarî erd wek xlîçê xemilandîye,mirov dibêje qey ev Tehtên mezin xususî ji bo parastina vê xaliça ji gihayê ye ku nehêle ba bi ber xwe ve bibe.Ev giha ciwan ku ku ji jorde ji serê qiþ de heta ku digheje erdê mirov dive çawa ew giha weha li ser qîþ di kare xwe bigre, Tiþtên balkþ ev darên rast ku wek hevin.wer ciwane Kurdistana Iraq.
Makîna me di rêyek pir teng de dihere em di Kevin gelîkî pir teng kû dirêjaya wê 12 km (kêlometre) ye jê re dibêjin geliyê Elê Beg. Rêya çar alî: aliyê rastê Rewanduz, aliyê çepê Diana, u rast (direk) Hecî Umran, heta hudûdê Îrane.Em rast (direkt).qerekola ordiya Iraqe a dawi erebe berda.Ji vir peve tu esker an kardestên hukumeta Iraqê nîne.Ve heremê hêzên Kurdi ên Melle mustefa Barzanî kontrol dikin.
Makênak Wilis bi 3 çekdaran em pêþewazi kirin:endamê komita navendî partî Demokratî Kurdistan Sami, yek ji li ser nave barzanî u þufêrê makînê. Me silav li hev kir u makêna wilyes da pêþîyê ji bo rêbertîye.Piþtre di rêya xaçrêkande û di nav teht u qiþan de, bi rêv de Sami ji minre got li vê derê çend pêþmerga (Þervanên Kurd vî navî li xwe dikin) ”Berê xwe dan mirinê” u li hember Alayek iraqî þer krin u ew dan sekinandin.
Barzanî pêþewaziya min bi du Kurên xwe - Idris u Mesud ve kir. Mesude 17 salî wê demê berpirsê radio bu. Min bi xwe re ji bo zarokên Barzanî du seetên me yên destan Palot wek diyari biribû , le dema min di destê wan de seetên rolex dit ez hinki þaþ bum. Melle Mustefa Barzanî ez bi gelek kêfxweþî pêþewazî kirim. Derhal em dewetî xaniki ji axê kirin, li wir sobak ku li ser tekeran ku ezing tede diþewitîn u paçek bi tawana xani ve li ser pehnaye giredabun ji ber ku xani dilop dikirin, li derve ji berf u baran bi hevre dibariyan,di nav re carna ]iva xwe li wî paçî di xist ji bo ku ava dilopan tekeve bidone danubun bin paç.
Li erdê Xalîçe hebû u xwarin danibû.Bi mere herdu serbazen Iraqi ji runiþtibûn,yekî ji wan li min u Barzanî guhdar dikir sohbeta me bi zimanê Rusî bu .Lê min ji Samî re gotibû ku ji Barzanî re beje yek ji van serbazana bi Rusi dizani, ji bo wê jî sohbeta me bi zaneyî bu. Barzanî ji min re got 'Li Bagdade tev diz u pêxwas in (eyn weha got), lê yek mirove baþ u rast heye ew ji wezêre parastinê ye”. Bê guman ev gotin hemû ji bo birê wezîrê parastinê ê ku li cem me runiþtibu.
Hevdîtina me ya esasî dema nivê þevê, du kesên çekdar ku ez ji xew rakirim u birim xanî kî din. Barzanî ez hembêz kirim u got ”Yekîtîya Sovyet- Bavê min e”. Barzanî got, ew bi pêþneyara îtîfaqê a Yekîtîya Sovyetê a aþîtîyê re ye, lê bawerîyê bi Bagdadê nine, li Bagdadê extrîmîst bi xurtî li hember îtîfaqa li hevhatinê a ku hukûmetê bi kurdan re kîrîye disekinin.Her weha berdewam kir u got; Her dem tirsa me a ji þer nahêle em bala xwe bidin ser xweþkirina jiyana xelkê (Min bi xwe dit çawa Kurd dijîn ,malê wan behtir li ber çîyanin,xanîyê wan ji herîyê u keviranin , herdem ser xanî gundor digerînin ji bo xanî dilopa neke.Elektrîk tuneye di malê de lampak gazê u hesirek li ser erdê ax heye)a Begdad naxwaze alikarîyê bike,tevî ku Begdadê soz dabun alîkarîye bikin.
Li ser pirsa min a ku têkilîyên we bi Îranê re hene-li cem me ispat hebu ku Barzanî bi dizî çûbû cem þah- bê teredut u vekirî bersîv da ”Ez naxwazim veþêrim ma ez çi bikim dema yek derî tenê ji min re heye kû ez karibim bi dinyayêre bidim u bistînim ew jî deryê Îranê ye ?” Ji bo min a herî grîng bersîva Barzanî a li ser pirsa min ”Hûn çawa duwahatina Kurd dibînin, hun dizanin ku gotin hene ku Kurd dixwazin ji Iraqê veqetin ”
- Evêya dujminê aþîtîyê en li ser axa Iraq di derheqê me de wer difikirin.Heta hukûmeta Iraqê bi xwe ji me re bê veqetin em venaqetin.Ev welatê me ye.Lê Kurd dive xwedî hemû maf bin, wek Ereban.Hemu þer li ser vêya ye.
Di sohbeta min u Samî de min fêm kir ku berya em bên wir bi çend rojan pêþmergeyek kiribûn hepsa partîzanî- xanîkî ku deryê we girti ku çekdar diparêzin. Wî gotinên dijê Ereban gotibu – Samî got. – digot na wî de (pêþmergê girti werger) tiþtên rasîzmê hebun.Em rê nadin tu kesî ku cewherê tekoþîna me biguhere.

Kurê Barzanî Îdrîs ji min re got hêzên ordiya Serhiladanê esas ji Kurdan pek te li di nav me de Asurî u Ermenî jî hene.Yek ji Amirhêzeê þoreþê Ereb e amir hêzê batalyona Komunîsta ye.Ev batalyon ji endamên partîya Komunîst a Iraqe ji Kurd u Ereban pek hatîye di sala 1963 de ew ji ber hukumeta Iraqe hatibûn Baþur.
Karê min Dewam Dike
Çûna min a duda bakurê Iraqê piþtî guhertina hukum li Begdad ê di wextek kinde çêbu.Hevditina min a bi Barzanî re dida redan ku hêviyek pir bi çûk bi Barzanî re çêbûye, ku berpirsên hukumeta Iraqe yê nuh we bala xwe ji ê kevn bêtir bidin çaresrîya pirsa Kurd- ji ber ku pisti îtifaqa bi Arif re cih cih ser berdewam bu.Duwarojê çawa be? Ev pirs di hevditinê min a bi serokê Kurd re pirsek grîng bu.Barzanî û hevalên wi ji rewþa heyî a tevayî u rewþa hundirê tevgera Kurdî ne rehet (qeleq) bun. Di vê demê de hêzên pêþmerge ne tenê þerê ordîya Iraqe dikirin, her weha þerkî berfireh bi hêzên çekdar ên Celal Talabani re ji dikirin.Barzanî bi nefret ew bi cehþ (di zimanê Kurdî de yanî Ker) nav dikirin.Begdadê bi zanebun Perçebûna di tevgera Kurdi de bi kar di anî, gelek caran bi destên xerîb bi kar dianî.
Mosko biryar da ku çûna rojnamevanê Pravda a kurdistana Iraqê divê berdewam be.Di dema kin a peþîya me de we rewþa Iraq ê bi Ereb u Kurdê ve we çawa be?- ji bo pirsek weha ne rehet cara duda ez çûm bakurê Iraq herema Kurd.We care Makînê Eskort (qesda wî makînê hukumeta Iraqê ne. Werger) bi min re tunebun, makînak bi þuforekî-Kurd hat devê otela ez lê bum u ji wir me berê xwe da bakur.Di rê de min bala xwe da der dorê, hertiþt hatibu guhertin li gor dawîya 1966. Edî mirov dikare bêje zivistan nemaye, tavê dabu serê çîyan u qîþan u ji we mirov rengî þînekî vekirî u zerê vekirî di dît.Tiþtê zivistan di anî bira mirov bes ava wek buzê cemidî ku di geliyan de di herikî de bu.Makîna me Landrover di wextek kinda ji alîkî çem derbasî alîye din bu, sureeta makîne bes di viraca u li ser piren dirêj kem dikir. Þofêr geleki aram (sakin) bu, di destpeka gelî de em berdan,mena we ji hember makîne nayên.
Þufêr – xortekî dirêj li hev, Kurd bû porî wî reþ bu le çavên wi þîn bu-makîne baþ dajot.Wî dirksonê makîne baþ girtibu u ji alîkî din de jî pêre çekek (silehek) bi jarjora ve hebu.E em birin bakur pêþmerge –þervane ji hêzên Mele Mustefa Barzanî bu.
Min hefteyek gelek xwoþ derbas kir.Min hev ditin bi Bazanî u zarokên wî her weha bi endamen komîta nawendî a PDK u bi gelek pêþmerga re kir. Hema bi yek dengî li ser riyen careserîya pirsa Kurd disekinin u dixwestin pirsa ku bû ye sebebê hezaran kustin û periþanî ya xelkên Iraqê çareser bibe.Heger her du çûnê min ê pêþî bes ji bo naskirin u rojnamevanî bu lê çûne min ê paþê êdî wek ji bo navbençîtîyê bu.
Berya çuna xwe ya sisyan li Begdadê min hevditin bi Sedam Husên re kir, ewe ku di hukûmeta Iraqê de bûbû berpirsyarê têkilîyen bi Kurda re. Hin berî ku mewqifê xwe diyar bike Sedam pirsa Kurdi wek derencakê ji bo karibe di hukumde bilnd bibe didît. Evêya rewþeke ne xerab ava dikir ji bo ku Kurd bi karibin atonomiya kamil di hundirê Iraq de bi dest xin.Ev her weha fikra sefîre Sovyetê e begdayê F.N. Fedotov jî bu. Di hevdîtinê de Sadam mewqifê ku kare bi Kurda re li hev bike diyar kir u ji min re got tu dikare ji Barzanî re bêjî ez amade me gelek tiþtan bikim ji bo kû tekilîyên Ereban û Kurdan bighêje dereca li hevhatinê.
Di hevditina min a bi Sedam Husen re a ku 23 .01.1970 de, Sedam behsa lazimbuna dan u stendinê bi ”brayen ku di bin serokatîya Barzani dene”,”ji bo garantiya atonomî ya heqîqî ji Kurdan re”. Lê bê bawerî ya çêbuye dikare bibe asteng li peþîya vê prosesê. Lê Sedam got, tiþten di demên derbasbûyîde çêbun berpirsîyarê we bi temamî ne partîya Bees u ne jî Barzanî ye. Lê belê xwîn hate rijandin, ji bo em bi karibin bawerîyê di navbêna xwe de ava bikin, dive nêta baþ u em karibin þexs u grûpên xwedî mewqifê exstrîmîstin bi sekinînin, ev þexs u grûp di herdu alîyan de jî hene.Ev tiþtanê han hêvî didan u ji alîkî din dihîþt ku li hember Sedam mewqifekî pozîtîf be stendin, her weha Sedam got ez dixwazim tu dem dem karibe biçe Kurdîstan.
Mirov dikareê bêje ji 1966 heta 1970 yekemîn berpirsyarê Soyetê bûm ku min Barzanî dem dem didît. Havîna ez li holika dijîyam u zivistana ez li xaniyen ji kevir û axê dijîyam.Her weha Viktor Viktorovîç Pasûvalyûk û Oleg Gerasîmovîç Peresîpkîn jî li gel min bun,lê berpirsyarî li ser milê rojnamevanê Pravda bu. Me hemû tiþt dikirin ku em Hukûmeta Iraqê u Kurda nêzî hev bikin, ji bo em karibin tesîrê li Barzanî bikin Samî (navê eslî Mihemd Mehmud Evdirehman)û Mehmûd Osman ku bi navê Doktor Mehmud tê nas kirin gelek bun alikar Mehmud Osman bi rastî doktor bu xwendina tip xelas kiribu u di bu alikar ji nexweþa re, henek dikir di got iþareta min a rojçêbûnê derzî u tifing e.
Yek ji wan kesê ku di nezîkbuna herdu terefan de rolek pozîtîf lîst,mirovê mutewazî, zana u sempatik ,xwedîye xelata Lenîn a aþîtîyê Ezîz Þerîf bû. Di vê demê de ew ji mihacirtiyê vegeryabû u bûbû endamê Hukûmetê. Ez difikirm bi insîyatîva Sedam dawîya sala 1969 Ezîz Serîf Kurdistan ziyaret kir. Piþtî wî bi demek hindik ez dîsa çûm Kurdîstanê. Ev dem tam dema ku êdî qedera itfaqê li ber îmzekirinê bu. Breya çûna me bi tiþtekî hindik delgasyonek ji Begdadê hatibû Kurdîstanê u li ser hinek nuqte li hev kiribûn. A herî muhîm wek prensîp li ser Otonomî li hev kribun, lê hin wê Kurd çawa di hukêmeta Begdadê, di Ordîya Iraqê de, cîh bigrin hin ne gihêþtibûn îtîfaqekê, pirsa duwaroja Kerkûkê, Pêþmerga û tarîxa ilana Otonmî vekirî hîþtibûn. Barzanî, Ezîz Þerîf û ez me navroj dixwar u me hersîya þûþak konyaka Îranî vexwar, Barzanî gelek rehet u vekirî di peyivî u qedehek konyak hilda ji bo xelkê Rusî û yekitîya Sovyet vexwar. Vekirê digot li ser Tawsîye (gotina) Yekitîya Sovyet min bi Begdadê re dest bi dan û stendina kir, yek ji wan tawsîyan wî digot eve ”qebulkirina dan u sten din bi xwe we mewqifê Kurda u PDK xurt bike”.
Piþtî navrojê sohbeta min bi Doktor Mehmud re ji ber ku doktor Mehmud serokê delegasyona Kurda ji bo dan u stendin bi Begdaye re bû,û bi Ezîz Þerîf re ji ber ku ez û wi di xanîkî de diman û bi gelek Kurdên e dî min ew baþ nas dikirin re mi fem kir ku ev kar ne weha rehet e. Ez û Ezîz Þerîf wek hev difikirîn, me digot lazime kurd nuha di pirsen hin ne hatine helkirinde israre nekin a muhîm dan u stendin dewam bikin u ji bo veya jî delegasyonek xwe biþînin Begdad, ev pêþneyara me hate qebul kirin u li Begdadê min delegasyona Kurda li sefareta me (sefareta Sovyet.werger) peþewazî kir. Pir xerîb bu ku dema min Îdrîs, Mesud, Doktor Mehmud u Samî bi takimî kinca u kravat dit(qesda wî eve kû wî herdem ew bi kincên pêþmerga ve ditibû.werger) ev di 6 sibatê sala 1970. de. 14 mehê me dîsa hev du li sefareta Sovyetî a begdadî dit. Di vê nabenê de di dan û stendinan de li ser hinek xalan îtîfaq hatibû kirin, bê guman di îtifaqê de tesîra me li ser herdu alîya jî hebû. Li ser pirsa Kerkûkê Kurda kompremisek weha qebûl kirin ku Kerkûkê we bi ser herema Kurdistanê vebe lê petrola we we di destê hukûmeta merkezî debe.
11 adarê 1970 de reîscumhûrê Iraqe Bekir di radîo û televîzyona Begdayê de deklerasyone (beyana) aþîtîyê a ku mafê Kurda ê otonomîya netewî di çarçewa Iraqê de nas dike, xwend. Miletê Kurd wek Ereban bun yek ji milletê Iraqê yî esasî, wekîle reîscumhûr dive Kurd be, di hukumeta Begdayê de 5 wezîr we Kurd bin.Ev hemu cara pêþin di dîroke de dibin.
Dokûmenta kû navê we programa 11 adarê 1970 li tevaya Iraqe bi kêfxweþî hate qebul kirin, bi hezaran Kurd li dora Kerkûkê agir dadidan û kef dikirin.Roja îlana sekinandina þer li ji bakure iraqe bi Kurdan re, di mitinga li meydana El tehrir li Begdayê ji însana te ax bavêta erdê li erdê ne diket.Li kêleka reîscumhûrê Iraqe A.Bekir, zarên Barzanî Îdrîs, Mesûd û Doktor Mehmud hebûn.
Lê pir heyf pîþtî demekê têkilî bi Begdayê re disa xera bûn û dîsa ji nuhde þer dest pe kir.
Xatir ji Kurdistanê xwestin
Di rewþek weha de seferk min a Bakurê Iraqe din jî çêbû. Berya we 22.01.1973 li Begdadê min Sedam Husên dit û wî bi israr di xwest ez Barzanî bivînim. Sedam digot ew dikare xelet te bighe ku tu 3 sale li Begdayê ye û naçe wir, em naxwazin Barzanî þaþ te bighe ku Yekitiya Sovyet edî wi muhim nabine, em gelek qîmet didin vî kare Yekitîya Sovyetê ku tesîrek pozîtîf li ser Barzanî dike. Sadam got, ez nuha emir didim ku teyarek te bibe heta Kerkukê û helîkopterek ji te ji Kerkûkê bibe heta Rewandûzê.
Ez vegerim dokumentê xwe .Li Rewandûzê berf heta çongê ye. Makînak ku þofêrê wê Kurd hate heta orta Alayek ordiya Iraqe em ji wir sar kirin , ev naye wê mehnê ku orta kurda û hukumeta Begdaye xweþ e, bileks. Em hatin qereqola pêþî a pêþmerga , wek demen berê dema orta wan ne xweþ bu kontrol dikirin.Em gihan cihekî ne pir mezin çûn mala Îdrîs û mesûd.Mirov his dikir ku Îdrîs qeleqe(acize.werger)bi teybetî dema Barzanî hat ev bêtir eþkere bû ez û Barzanî çend seeta bi Rusî bi hevre di peyivîn Îdrîs Rusî tê ne digihîþt , dema Îdrîs got,” tu îspat tuneye kû hukumeta Iraqê nîyeta wê ya itîfaqe pek bine heye” ji minre ev gotin ne pir xerîb bû ji ber kû cihetekî emîn ji min re got ku hemû tekilîyên bi Îranê re di rîya Îdrîs de tê kirin.
Bi ya min du tiþtên ku di navbera Barzanî û Sedam Husên de ku Barzanî sexsî aciz dikir hebun. Ya pêþî Melle Mustefa bi xwe ji min re got. Grupek Þêx hatin cem wî, wî pêþewazîya wan li bin kon kir, yek ji wan þêxan rica kir ku gotininê wan li teypek portatîf qeyd bike ew teyp dor çend kîlogram bû di we teypê de bombe hebu, þufêre otobusê ku muxaberatê Iraqe bu di otubose de rûniþtibû û dema ê þêx teyp derxist wî ji otobusê ew teyp bi taqandin da di we demê de yek ji pêþmergan xwe nizm kiribû ku kehwe bide barzanî di esnayê teqandine de ew ji Barzanî re bu sîper u hat kuþtin. Barzanî dewam kir u got ehmeqê parêzgerê min hemû þêx u þofêrê otobusê kuþtin.me nikaribu êdî tehqîqa ve buyerê bikin, lê ez bawer im Sedam Husên ev kir.
Tiþtê duda bi kurê wî yê mezin Ubeydulah ve grêdayî ye. Hin di hevditina min ya pêþî bi Barzanî re Barzanî ji min re got ku wî Ubeydulah girtîye u difikire wî bikujin, ji ber ku wî rê ya meyî ku em alikariya madî jê werdigrin ji dujmin re vekirîye. Min jê re got, belkî Ubedulah ev ne ji dujmunatîyeke kiriye ji þaþîtî kiriye .Nizanim gotina min tesîr li barzanî kir, le Ubedulah ne hat kuþtin u ji ber nexweþîya wî ya apenditsîte îzin danê ku biçe Begdadê û Ubedulah ji Begdadê venegerîya, her çuqas çend caran ji Begdadê ew xwestin jî lê hemu caran tu bersîv ji Begdadê nehat. Min di derheqê Ubedulah ji Tarikq Ezîz pirsî ,wî ji min re got ” me gelek caran ji Barzanî soza ku wê Ubedulah ne kuje xwest le Barzanî ev soz tu caran neda me .Min fêm kir ku lazime em mesella Ubedulah nekin bazar e, Ubedulah kurê wî ye u ew ji serok eþîre”.
Di vê demê de tiþtê herî Begdad û heta vê dawîyê yên me jî ne rehet dikir xurt buna tekilîyên Barzanî u Þahê Îranê ku Emerîkî li piþt wî bun. Me informasîyon ji cihê emin girt kû hin kes li ser navê Barzanî çûne Tel ebîb (Îsraîl.werger).Îsraîl dixwest problema Kurdî li dijî dujminê xwe Iraqê bi kar bîne, hinek pere dan Kurdan, le ne gelek pere bû. Pirsa min ya raste rast ji Barzanî re a ku li ser tekilîyên wan bi Þahê Îranê re, wî bersîv da min ji bo nan min li derîkî xist nan nedan min (qesada Barzanî Iraqe.Y.P) ma ez ji birçîna bimrama?, min li derîkî din xist. Ma kî gunehkar e- ez ya ê kû nan ne da min?. Barzanî înkar ne ikir kû sîlehan ji Îranê verdigre, digot em dest bi þer nakin lê lazime em amade bin ji paraztine re.
We roje bi Barzanî re heta derngê þevê em rûniþtin. Piþtre ew bi çend makîna ve ku paraztina wî dikirin çû , û ez û Doktor Mehmûd gihan hev û wî (Doktor Mehmûd.werger) ji minre rica kir ku em tesîrê li Barzanî bikin ji bo disa nezî Iraqe bibe, em bi du parêzgehan re digerîyan, lingê me di berfê de wenda dibû.Em vegerîyan razên, yek ji parêzgeha sobe dadida, jibo ku me ne pir germ be carna pace vedikir.le her gav ez ji serma ji xew þîyar dibûm, tevi ez bi kincen hirî en sporte ve radizam.
Dewleta yekgirtî a Emerîka dikare hesaba li ser bikaranîna faktora kurda bike?
Di sala 1975 de disa þer di navbera Kurda û hukûmeta Iraqê de dest pê kir. Berya vê bi salekê di 1974 de Begdadê kanûna numra 33 a ku avakirina otonomîya Kurda qebul kir. Ev qanûn bi Barzanî ne xweþ bû ji ber ku heta ve demê ji li Kerkûkê Kurd mecbr dikirin ji kerkûkê derkevin û þûna wan ereb dianîn.Ev þerê dest pê kir ne þerekî ku Kurda di xwestin ji Iraqê veqetin.Hêvîya kû hin bi karibin bi Kurda re li hev bikin mabû, ji ber kû Kurda tu xebateke ku ji Iraqê veketin ne dikirin, heta di þerê Iraq û Îranê de ku tevî ji alî Hukumeta Iraqê ve silehê kîmyawî jî li wan hat xistin nêtek wana ku ji Iraqê veqetin çênebû.
Kudên Iraqê tu carî ji Iraqê veqetandin ji xwere nekirin kar, heta di demên ku hukumeta Iraqê pir zeîf bu ku nikarî bû serê kurdan bikijî kurdan pirsek weha ku ji Iraqê veqetin neanîn rojewê. Ev di demen þerê Kendavê de dema Iraq bi ser neket an dema Iraqê hêzên xwe bi Baþurê Iraq ku li diji serhildana þîîa bi kar anîn. Kurda di we demê de kontrol li ser hemû heremên ku lê dijin kirin, wek Mûsil, Erbîl, Sulêmanî u heta demekî Kerkûk jî. Pirsa veqetandinê piþtî 1991 ji ne hat rojewê, dema ku Konseya Ewlekarîyê ya yekîtîya miletan a biryara ”herema ewlekarîyê”a di paralela 36 a bakur –ji vê heremê hemû ordîya iraqê vekþîya.Piþti van tiþtan hilbijartin ji meclîsa netewî çêbû u Hukûmet ava bû. Ev tiþt hemu di bin þîara ku Kurd ji Iraqe venaqtin û ji ”Kurdistanêre otonom'ya kamil”. Ve xeta weha a tevgera Kurdî him ji alî Yekîtîya Sovyetî piþtgirî didît û him jî ji alî Federasyona Rusyayê jî. Ji ber ku ew texmin dikin kû wêhilweþandina Iraqê çi tiþten negatîv ji bo rojhilata navîn bi xwe ra bîne.
Lê piþtî þerê Amerîka li dijî Iraqe ê sala 2003 di tevgera Kurdî de fikrên cuda bûnê xurt bûn. Waþîngton bi du tiþtên zehmet re hat beramberî hev. ya we piþtgirîya cuda bûna Kurdan bike, Iraqê bine rayê u perçe bike. An ji wek ku Emerîka nuha we dixwaze Kurdistana Iraqê di nav Iraqê de bihêle û bi piþtgiriya Kurdan interesên xwe bi parêze. Ji ber ku Piþtgiriya avakirina dewletk Kurdî dikare bibe nakokîyek cidî di navbera Emerîka u hevalbendê we yî NATO Turkiyeyê de.
Piþtî salên 1965 di tevgera Kurdî de pêþî xîlaf paþê jî perçebûn çêbû. Hîn dema hevdîtina min ya pêþî li Kurdistana, sekretarê PDK Hebîb ji min re got Celal Talabanî (reîscumhûrê Iraqe yê nuha) u hevalîn wî ji partîye hatine avêtin, ji ber karên wan yên xerab”. Piþtî ” programa 11 adarê 1970”, Talabanî rêxistina xwe fesix kir û vegeriya nav PDK.
Serhildana Kurda a li dijî kanûna Numra 33 ji alîyê Begdadê ve hatê rûxandin.Barzanî çû Îran piþtre çu Dewletên Yekgirtî ên Emrîka u di sala 1979 de li Emerîka vefat kir.Û Talabanî ji nuh de disa ji PDK veqetîya.
Piþtî salên 1975 Li Kurdîstanê du Hêz hebun- PDK bi serokatîya Kurê Barzanî Mesud û Yekîtîya Niþtimanî Kurdîstan a ku Celal Talabanî avakiribû. Heta salên 1995 tu nêzîkayî di navbera van herdu hêzan de çênebû, tevî ku mirov digot wê Þerê Iraq û Îrane wê herdu hêza nezî hev bike. Hîn di destpêka salên 1980 de di navbera Hêzên PDK a Barzanî û YNK a Talabanî þerên xurt hebû . Bes piþtî zeîfbuna wan a li hember ordîya Iraqe herdu hêzan dest bi dan û stendinê kirin u di sala 1992 de palementok ku 50+50 li hev payê kirin û hukûmetek koalîsyon avakirin, lê vêya dijberîya herdu alîyan nesekinand.
Heta Dewetîya Emerîkaye a ku di sala 1998 de ji Mesud Barzanî u Celal Talabanîre sandin u li Emerîkayê itifaqek di navbera herdu hêzan de avkirin ji nebu alikar ji dijberîya herdu hêzan. Emerîka di xwest ku Kurdistan xurt be ji bo balansa li hember Begdadê. Heta sala 2002 fiilî li Kurdistanê du hukûmet hebûn,Bes di dawîya 2002 de berya ku hêzên Emerîkî dest bi operayona li diji Iraqê bike, hukûmetek yekgirtî ava bu.Tevî ku Kurda di operasyona Emerkayê a li dijî Iraqe piþtgiriya Emerîkayê kirin jî lê Mesud jî û Talabanî jî di beyanê xwe de ê di derheqê operasyonêde bi hezir bûn.
Pêþmeraga cîh cîh bi hêzên Emerîkîre tevî operasyonên li dijî ordîya Iraqe dibûn.Di adara 2004 de li bajarê Selhedîn herdu hêzen Kurd konferansek li hevhatinê li dar xistin.Kurd bûn hêza esasî ji bo Emerîka ku bikaribin hukûmeta muweqet li Begdadê ava bikin û avakirina yasa ya Iraqê pêkbînin. Di dawî de li hev kirin ku Celal Talabanî bû reîscumhûrê Iraqê û Mesûd Barzanî bû serokê herema Kurdîstan.Lê ev hemu hîn ne dîyare ku we pirsa Kurd li Iraqê u siyaseta ku Emerîkîya kurd ji xwe re kirine esas li iraqe wê çawa be. Bi teybetî piþtî ku Emerîkî hêzên xwe ji Iraqê vekþîne. Barzanî hin wek berê kontrola heremên çîya-bajarê Erbîl û Dihok dikin û Talabanî kontrola deþtê- Sulêmanîyê dikin. Hîn di rastî de yekîtîya hêzên cekdarên Kurd çênebûye, di konrola Barzanî de dor 15 hezar þervan û dor 30 hezar jî çekdarên ji Eþîren Kurd pêk tê, Ê Talabanî hinek kêmtir e. Di hilbijartinên parlemento ya Iraqê a sala 2005 de Yekîtîya Demokratîk a niþtimanîya Kurdîstan betir taktîkî bû ji bo bikaribin di parlementoya Iraqê de 76 cih vergrin. Nuha gelek Erebên ku di dema rejîma berêde anîbun Kerkûkê gelek ji wan ya wan derdixin an ji ew bi xwe ji Kerkûkê derdiçin. Heta nuha hin kesekî ji wan (Kurda.werger) ku Kerkûk paytextê Kurdistana Iraqêye ji bîr nekirine.
Di destpêka sala 2004 de Kurda referandûmek çêkirin ji bo serxwebûna Kurdistan û milyonu hefsedhezar imze topkirin û ji neteweyen yekgirtîre þandin. Rola kurda a di rejîma Iraqê yî îroj de bi Ereban ne xwoþ e u ya paþî , bawer nakim ku di demek nêzîk de tu kes bi karibe problemên ku xwedî tarixek direj ê hundur Kurdistane û problemn Kurdistanê ên bi merkeza Iraqê re hel bike.