Fuat Önen

Arþiv

Grûba Xebata Demokaratîk a Netewî a Kurd (*)

 

Navê grûba me gava ku ji tirkî tercumeyî kurdî dibe tê guherandin. Grûba me ne grûba xebata netewî û demokratîk e. Navê grûba me Grûba Xebata Demokratîk a Netewî a Kurdî ye (GXDNK). Hinek heval dikarin bêjin ev ne tiþtekî grîng e, ji bo çi tu li ser netewî û demokratîk an demokratîka netewî disekine. Di eslê xwe de ne wer grîng e. Di derheqê demokratî u demokrasîyê de gelekî tê axaftin. Me demokrasi ji nêzîk de nediye û dengê wê ji dûr ve xweþ tê.

 

Têkiliya kurdan û demokrasiyê jî weke têkiliyê lawikê Dêrikî û helawê ye. Dibên yekî Dêrikî bi hevalê xwe re dipeyivî û gotiye "helaw pir xweþ e" û hevalê wî jê pirsiye, "gelo te helaw xwariye?" Hevalê wî jî gotiye "na welle min nexwariye, lê pismamê min li Amedê dîtiye ku yekî li ser nanê xwe kiriye u xwariye. Lewra ez dibêjim helaw xweþ e." Hevalê wî jî gotiye "rast e, helaw pir xweþ e."

 

Demokrasî çi ye?

 

Li her çar perçeyên Kürdîstanê tu carî kurdan demokrasî nedîtinin û ne jî jîyanin. Demokrasî rewþeke dewletê ye. Halek an þiklekî dewletê ye. Heger li welatekî neteweyek çareya xwe bi destê xwe nenivîsîne, qedera xwe bi xwe tayîn neke, li wê derê behsa hebûna demokrasiyê nayê kirin. Têkiliyên demokratik jî di nav civata kurd de ne xurt e, ji me re tê gotin ku demokrasî jî weke helawê tiþtekî xweþ e, baþ e. Dinya dibêje û hevalên me jî dibêjin, me dîtiye li rojava xelk bi demokrasiyê kêf dikin û divê li cem me jî ev demokrasiî hebe.

 

Îjar divê em hebek ji nêzîk de li demokrasiyê binêrin. Grûba me jî di eslê xwe de, grûba demokratiya netewî ye. Bi gelek babetan demokratî hene. Demokratiya ekolojîk heye. Demokratiya ekonomîk heye, a civakî heye. Demokratiya grûba me ne ew in. Demokratiya grûba me, demokratiya netewî ye.

 

Demokrasî di eslê xwede þiklekî devletê ye. Heger devletek hebe û hevwelatiyên wê li hember zagonan wek hev bên qebûlkirin, em dikarin bêjin þiklê vê dewletê þiklekî demokratîk e.

 

Di vir de problem ew e ku demokrasi însanan wek hev nake. Wan weke hevûdu qebûl dike. Li hember qanûnan hevwelatiyên wê dewletê wek hev têne qebûlkirin. Wekhevkirina însanan, ne problema demokrasiyê ye. Ji ber sedema ku li Kurdistanê demokrasî tune, em nikanin ji Kurdistanê numûne bidin.

 

Wek numûne li Stenbulê Qoç, Sabanci û karkir, gundî, memur, bêkarên Stenbul li hember qanunê wekhev têne qebûlkirin. Di helbijartinan de her yek xwedî rayekê ne, mafê teva heye ku bigerin, rojnameya derxînin, TVyan avabikin hwd. Ne ku wek hev in û di eslê xwe de ne wek hevin, demokrasî li wekhevkirina însanan nanêre. Pirsgirêka demokrasiyê ew e, ku însan li hember qanûnan wek hev bêne qebûlkirin.

 

Baþe di warê netewî de demokrasî çiye? Çawa ku dewlet li hember qanûnan, hevwelatîyên xwe wek hev qebûl dikin, di warê netewî de jî divê çend netewe li dinyê hebin, di hebûna mafê çarenûsî de hemû wekhev bên qebûlkirin. Ji ber vê yekê demokratiya grûba me demokratiya netewî ye. Em talep dikin ku netewa kurd li ser xaka Kurdistanê, divê qedera xwe bi destê xwe tayîn bike. Çarenûsiya xwe bi destê xwe binivîsîne. Ev talep talebeke demokratîk e. Gelek caran li Kurdistana Bakur tê fahmkirin ku mafê çarenûsî prensîbeke sosyalîst e. Ev ne rast e. Mafê çarenûsî ne prensîbeke sosyalîst e, ne prensîbeke komunîst e, mafê çarenûsî prensîbeke demokratîk e. Ji ber ku bi vê prensîbê em talep dikin ku neteweyê kurd jî weke neteweyên dinyê bê qebûlkirin. Weke numûne, Luxemburg bi nufûsa xwe 450.000 e. Em nabêjin bila netewa Kurd û a Luxemburg wekhev bin. Ev nemumkun e. Li vê derê 40 milyon însan, li wê derê 450 hezar însan dijîn. Þiklê civat, raman û aboriya wan ne wek hev e. Îmkana em wan neteweyan wek hev bikin tune.

 

Em dawa wî tiþtî dikin ku li Luxemburgê mafê neteweyên wan çibe, li Kurdistanê jî divê ew be. Ango qedera xwe bi destê xwe tayîn bikin. Ji mafê çarenûsî jî tiþtê gruba me fahm dike eve: Mafê çarenûsî mafekî sîyasî ye, doza desthilatdarya sîyasî dike. Divê li Kurdistanê desthilatdarîya sîyasî hebe û netewa kurd biryarê li vê desthilatdarîyê bide. Netewa kurd biryar bide ku desthilatdariyeke siyasî a çawa dixwaze û temama dinyê û ev dewletên dagirker li Kurdistanê li hember îradeya kurdan rêzbigrin. Ev netewe li welatê xwe desthilatdarîyeke çawa bixwaze, bila ew bimeþe. Esasa demokratiya me ev e, demokratiyeke netewî ye.

Îjar, dema ku em dibêjin netewî û demokratîk tê fahmkirin ku ev grûb, grûbeke netewî ye û bi riyên demokratîk kardike. Ne Werê ye. Serhildana 1925an, serhildana 1927-29an, a 1938 an , a 1921-23an, serhildanên demokratîk in. Li Kurdistana Baþûr 130 salan bênavbir þerê çekdarî hatiye dayin. Ji bo mafê çarenûsî bi çi wasitan þer bê dayin, þerekî demokratîk e. Ew þerên bi destên pêþmergeyên qehreman bi çekdarî hatiye dayin jî þerekî demokratîk e. Ji ber ku talep demokratîk e.

 

Bila werê neyê fahmkirin ku ji bo em demokratîk bin, divê em riyên qanûnî bikar bînin. Na, naveroka þerê me grîng e. Em çi dixwazin? Em dibêjin bila netewa me jî weke neteweyên dinyê xwediyê mafê çarenûsî be. Em dibêjin netewa kurd li ser xaka Kurdistanê divê xwedî desthilatdariya siyasî be. Ev daxwazeke demokratîk e. Demokratiya me ji naveroka daxwaza me tê. Ez hêvîdarim ku navê gruba me bi vî awayî bê wergerandin u demokratiya me jî wenî bê fahmkirin.

 

Jibo bidestxistina mafê çarenûsî yekîteyeke demokratik pêwîst e

Weke kek Sebahattîn jî got 'þer'a grûba me ew e ku, mafê netewa kurd heye li ser xaka xwe çarenûsiya xwe bi destê xwe tayin bike. Em bi vê þerîeta gruba xwe li dinyê, dewlet u civakan dinêrin. Tiþtê li 'þer'a me tê, ji bona me meþrû ye û tiþtê ji derveyî 'þer'a me be ji bona me gayrîmeþrû ye.

 

Em bi vê 'þer'ê çi dixwazin? Em bi vê 'þer'ê dixwazin ku hêzên demokratîk ên netewî yekbin. Gava li pêþiya me gaveke demokratîk a netewî hebe, ji bo ev gav bê avêtin û ev kar bi serkeve yekîtiya hêzên netewî ferz e. Li tu derê dinyê tenê sosyalîstan, an tenê demokratan, an tenê oldaran, neteweyên bindest azad nekirine.

Li dîroka neteweyên bindest binêrin, ji bo rizgariya netewî pêkanîna yekîtiya hêzên netewî pêwîst e. Ji ber vê yekê gruba me yekîtiya hêzên netewî, yekîtiya hêzên welatperwer weke vezîfeyekê daniye ber xwe. Ew hêzên Kurdistanî ên ku 'þer'a vê grûbê qebûl dikin (mafê netewa kurd bi mafê çarenûsî binav dikin) dixwazin yekîtiyeke demokratîk di nav xwe de damezirînin.

 

Pêwist e çend pirs bên bersîvandin. Yekem ew e ku yekîtî peyvek xweþ e û kes bi rihetî nikare li hember vê peyvê derkeve. Lazim e bê bersîvandin, "gelo em yekîtiyeke çawa dixwazin?" Ev yekîtî wê çawa lihev bêragirtin? Þiklê rêxistina yekîtiya hêzên demokratîk divê çawa be? Ger em bikaribin bersîva van pirsan bi hev re bidin û li ser bersîvên van pirsan bigêjin hev û du, jibo yekîtiya hêzên netewî li Kurdistana Bakur ava nebe tu sebeb tune. Berovacî ji bo ev yekîtî çêbibe gelek sebeb hene.

 

Grûba me dixwaze yekîtiyêke çawa damezirîne?

 

Esasê programê, rizgariya demokratîk a netewî ye. Weke berî 1980an temama grûbên Kurdistana Bakur bi nav dikirin "Ulusal Demokratîk Devrîm". Yanî "Þoreþa Demokratik ya Netewî." Gava li pêþiya neteweya me gaveke demokratîk a netewî be, divê programa grubê li ser vê prensîbê ava bibe: Þoreþa Demokratîk a netewî.

 

Ev yekîtî wê çawa bê avakirin? Heta nuha gelek caran hatiye ceribandin ku yekîtî tenê ji jor ber bi jêr ve bê avakirin. Rêvebirên gruban hatine cem hev, biryara yekîtiyê danin û derketine hember gel û ji wan re gotine "li pê vê yekîtiyê bimeþin." Dema em li dîroka bizava azadiyê dinêrin, em dibînin ku ev uslûba yekîtiyê bi ser neketiye. Biryarên yekîtiyê ji ser masê derbasî nava gel nebûye. Grûba me hewl dide ku vê carê karê yekîtiyê ne tenê ji jor ber bi jêr ve bike, ji alîkî din de, ji jêr ber bi jor jî kar bike.

 

Nuha di karê grûba me de aliyekî merkezî heye. Komîteya rêvebiriya grûbê heye û ew merkezî kar dike. Ji jor ber bi jêr kar dike. Komîteya rêvebir biryar dide divê gerek civînên herêmî çêbibin û van biryarên xwe bi awakî merkezî bi cîh tîne. Bes grûba me li gel vêya dixwaze, ji jêr ber bi jor jî tevgerekê li hev ragire.

 

Ev civînên li herêmê dibin, rê li karekî wer veke dê baþ be. Ev hevalên ku vê roja yekþembê dev ji kar u îstereheta xwe berdane û hatine vir,jibo ku bi me re alîkarbin; fikrê xwe di derheqa grubê de bêjin; rexneyan li kar bigrin û li kar xwedî derkevin da ku ev kar ne tenê ji jor ber bi jêr, le ji jêr ber bi jor jî bimeþe.

 

Li ser modelên rêxistinî di grûpa me de gelek gengeþî hene. Hin heval kongra netewî, hin heval meclîsa netewî, hin heval partîya kongrewî pêþniyar dikin û hin heval jî dibêjin bila grûba xebatê heta demeke din weke însiyatîf karê xwe devam bike. Di van civînên herêmî de em dixwazin hun di derheqê van pirsgirêkan jî fikir u pêþnîyarên xwe ji me re bêjin. Bergiyê li me vekin. Da ku em bizanibin ku wa ye hevalên herêma Mêrdîn di yekîtiya netewî de xesas in u yekîtiyeke netewî bi filan modelê dixwazin.

 

Ev modela yekîtîyê divê çibe?

 

Bi raya min Kurdistan di dinyê de welatekî ne normal e. Welatekî xwedî hin taybetiyan e ku li tu deverên dinyê tune. Dixwazim çi bêjim?130 sal berê li dinyê 24-25 dewlet hebûn. Îro bûne 207 dewlet. Çend roj berê Qeradaxiyan referandûm çêkirin. Bawerim nufûsa wan li dor 500-600 hezarî ye. Di vê referandumê de biryar dan ku dewletek Qeradaxa serbixwe dixwazin.

 

Luxemburg dewleteke serbixwe ye u nufûsa wê 450 hezar e. Ev dewlet, endamên Neteweyên Yekgirtî (NY) ne. Dema ku pirsgirêka Kurdistanê li NYê tê minaqeþekirin, ew Luxemburg a 450 hezar nufûsa wê heye, dikane di derheqê qedera Kurdistanê de ray bikarbîne. Berpirsiyarên 450 hezar kesan dikane di derheqê 40 milyon kurd de raya xwe bêje, lê berpirsiyarên vî 40 mîlyonî di NYê de bê ray in.

 

Kurdîstan welatekî perçebûyî ye. Li dinyê neteweyekî nufûsa wî 40 milyon, çar perçe kirî û bê dewlet ji xêndî kurdan tune. Vana ji bo vî tiþtî dibêjim: li Efrîqa Baþûr Qongreya Netewî heye û bi vê rêxistinê reþikan þerê xwe birin serî û bi vê modelê bi serketin. Divê em vê modelê bivînin, li berçavan bigirin û dersa ji bo xwe jê bistînin. Gelek cepheyên Fîlîstîniyan hebûn û li ser wan cephe u rêxistinên xwe Rêxistina Rizgariya Fîlîstîn danîn (RRF). Divê em RRF jî binirxînin û ji bo modela yekîtiya hêzên netewî li Kurdistana Bakur dersan jê bistînin. Li Hîndîstanê partiya qongrewî jî modeleke dinyê ye.

 

Divê em van modelan tevan bivînin binirxînin, le divê em bizanibin ku modela ji me re lazim e ewê modeleke Kurdistanî be. Weke numûne em çend ji wan modelên din ders bigrin jî divê em modela xwe bi destê xwe çêbikin.

 

Grûba me ne partî ye û karê damezirandina partiyekê jî daneniye ber xwe. Lê di van þertanan de divê him ne partî be û him weke partî karbike. Grûba me ne cepheyek e. Ji bo cepheyekê divê gelek aliyên netewî yên bi hêz hebin û werin cem hev, da ku cepheyeke netewî ava bikin. Bi vê manê grûba me ne cephe ye, lê grûba me divê weke cepheyekê jî kar bike.

 

Bawer im piþtî van civînên herêmi, heta dawiya salê, li Amedê wê civîna berfireh a sêyemîn bicive. Di wê civînê de emê bigêjin modelekê u programekê. Axir hun jî hewl bidin, ji me re alîkar bin, fikir û rexneyên xwe bêjin da ku rêya me zelaltir bibe.

 

Çima Kurd li ser xaka xwe nebûne xwedî dewlet?

 

Di mesela yekîtiyê de dixwazim tiþtekî din jî bêjim. Nuha min got hejmara dewletan di 130 salan de ji 25 an gîhaye 207 an û kurd nebûne dewlet. Baþ e, çi sebebê vê yekê heye? Ev tiþtekî gelekî xerîb e ku 170 dewletên nuh ava bivin û 40 milyon kurd nebin xwedî dewlet. Gelek sebebê vê yekê hene, le ezê tenê di du nuqteyan de sebebên vê pirsê binirxînim.

 

Sebeba herî girîng ku kurd li ser axa xwe nebûne xwedî dewlet ew e ku; gelek hêz u teref li ser Kurdîstanê yekgirtî ne, lê kurd ji bo azadiyê, li Kurdistanê ne yekgirtî ne. Kî li hemberî Kurdistanê yekgirtî ye? 1916 an de peymana Sykkes-Pîccot çêbûye. Ev peyman di navbêna Frensa u Britanya de pêkhatiye û Rûsya jî beþdar bûye. Van her sê dewletan axa Kurdistanê li hev parvekirine. 1917 an de, piþtî Þoreþa Oktobrê, Rûsya bûye Sovyet û ji vê peymanê vekiþiyaye. Brîtanya û Frensa ew peyman meþandine. Di 1923 an de bi peymana Lozanê ev sînorê anuha li Kurdistanê heye bi cîh kirine. Frensa u Britanya ji bo perçekirina Kurdistanê li hember kurdan yekgirtine.

 

Di 1926an de sê peyman çêbune (çend roj berê bawerim di Dema Nû de jî derket). Peymanek di navbêna Tirkiye û Îranê de çêbûye. Yek di navbêna Tirkiye û Iraqê de li ser destê Brîtanya çêbûye. Di eynî salê de peymanek jî di navbêna Tirkîye û Suriyê de çêbûye li ser destê Frensa. Bi navê peymanên ewlekarî û hevkariyê ev her sê peyman çêbûne û nuqteya herî balkêþ ew e ku hedefa van peymanan kurd u Kurdistan e û bêdewlet hiþtina kurdan e.

 

Di van her sê peymanan de biryar dane, ku heger li ser sînoran hinek eþîr nerihetiyan derxin, ewê van dewletên bi hev re peyman çêkirine, dê bi hev re mudaxale bikin. Dixwazim hun li vê nuqteyê temaþe bikin; li alîkî dewletên rojava Brîtanya û Frensa ku weke ol jî îsewî (xirîstiyan) ne, li aliyê din jî Tirkiye, Îran, Iraq û Suriye hene û ew jî weke ol muhamedî ne. Îsewî û muhamediyan, rojavayî û rojhilatiyan di sala 1926an de peyman çêkirine û biryar dane ku divê li Kürdîstanê dewlet ava nebe. Her perçeyê ku wan ji Kurdistanê wergirtiye dê di destê wan de bimîne. Biryara wan jî ev e.

 

Kekê Sebahattîn bîska din got ku "ji ereban re 22 dewlet hatiye damezirandin", rast e û ev jî projeya rojavayiya ye. Ji ereban re 22 dewlet danîne, ne ku qencî bi ereban kirine, lê bawer im xerabî bi wan kirine. Rojavayiyan Kuweyt veqetandine u gotine bila ew dewleteke cihê be.

 

Ji bo kurdan tersê wê kirine. Ji bona neteweyê ereb 22 dewlet sazkirine, ew perçe kirine û îdare kirine. Ji bo kurdan biryar dane ku Kurdistan perçe bive û li tu perçeyên Kurdistanê jî dewleta kurdan tunebe. Brîtanya u Frensa Kurdistan bê dewlet û perçekirî hiþtine. Ji bona ku nexþeya wan li herêmê xêzandine xera nebe, binêrin îsewî, muhamedî, rojhilatî û rojavayiyan bi hev re yekgirtine û li ser Kurdîstanê plan çêkirine, Kurdistan perçe kirine.

 

Dijmin yekgirtî ye û kurd neyekgirtî ne

Em dikin nakin ev 80-90 sal e ku li tu perçeyê Kurdistanê em nikanin yekîtiya hêzên netewî pêk bînin. Temaþe bikin li Kurdistana Baþûr, tevî ku ber bi dewletbûnê diherin, hîna yekîtiya hêzên netewî qasî ku lazim e, qasî ku dil dixwaze pêk nehatiye. Du tiþt heye; dijmin yekgirtî ye û kurd neyekgirtî ne.

 

Ev bûye sebeb ku neteweyên nufûsa wan 500-600 hezar in, bûne dewlet û li Kurdistanê 30-40 milyon însan li ser xaka xwe bêdewlet mane. Ji ber vê yekê karê grûbê karekî gelek pîroz dibînim. Ev programa demokratîk a netewî sazkirina yekîtiya hêzên netewî weke hedef daniye ber xwe. Ev hedefên pîroz in. Aniha hun dikanin ji me hin kesan nerazî bin. Ev tiþtekî xwezayî ye. Ev kar ne li ser tu kesan e, karê vê grûbê ne karê kesan e. Tu kes ne serokê vê grubê ye. Kesekî ku hegemonya wî li ser vê grubê jî tune. Hegemonya tu grûba jî li ser vê grûbê tune. Hun dikanin ji min nerazîbin, werin vê projeyê xurt bikin û hun bimeþînin.

Hun ji hin grûban ne razî ne, dibe, tabîî ye. Li hundirê Kurdistanê gelek grûben welatperwer hen in û em di gellek nuqtan de ji hev ne razî ne, tabîî ye. Bes ev kar ne karê grûbekê ye. Ev kar, taleb dike ku li Kurdistana Bakur yekîtiya hêzên netewî çebikê û bi ya min ev kar karekî gelek pîroz e û ji ber vê yekê jî ji roja ewil de, qasî ku ji min tê ez bi vê grubê re dimeþim.

 

Em xwe ne li hember grûban, li hember dewleta dagirker tarîf dikin

Di vir de dixwazim çend nuqtên din jî ji were bêjim. Nuqteya ku di nav grûbê de jî tê munaqeþekirin, divê ev grûb çawa xwe tarîf bike ye. Yekem tarîfa grubê dîyar e. Ev grub grubek Kurdistanî ye, ne grubeke Tirkiyewî ye.

 

Duyem, ev grûb xwe li hember tu grûbê din tarîf nake. Ji roja ku hewildana vê grubê çêbûye, ji civîna ku li Enqerê destpêkir, medya tirkan nûçe derxistin û gotin hinek kurd têne ba hev jibo ku li hember DEHAPê partiyeke nuh çêbikin. Hin rojnaman gotin li hemberî PKKê cepheyeke nuh vedibe. Ev nûçe ne rastbûn. Wê çaxê jî me tekzîp ji Mîllîyetê re jî û ji Ozgür Gundem re jî þand û me got ev kar karekî welatperwerî ye, dawa yekîtiya hêzên netewî dike. Ev kar, karê vê grûbê xwe li hember PKKê tarîf nake. Xwe li hember dewleta dagirker tarîf dike. Prensîba vê grubê ne antî PKK ye. Prensîba vê grubê antî-koloniyalîst e. Di welatê me de dewleteke dagirker heye û bi salan e vê dewletê temama mafên me yên netewî û însanî ji dest me girtiye. Ev dewlet nahêle em mafê xwe yên netewî u însanî bikar bînin. Ger ku emê xwe tarîf bikin, emê xwe li hember vê dewletê tarîf bikin.

 

Cihêtiyên me û DTPyê

Di seha vekirî de muhatabê me DTP ye. Projeya ku DTPyî diparêzin ne li gor 'þer'a grûba me ye. Em dibêjin "em Kurdistanî ne", hevalanê DTPyî dibêjin "em Tirkiyewî ne." "Em dibêjin em dewleta unîter red dikin. Dewleta unîter li vê cografyayê ji mere nabe çareserî." Hevalanê DTPyî dibêjin "em dewleta unîter dipejirînin." Em dibêjin "alaya tirkan ne ala me teva ye. Em xwedî al in û tu kêmaniya me ji alaya me tune." Ew hevalana dibêjin "na ala tirkan ala me teva ye." Projeya ku ew bi navê demokratîka ekolojîk, demokratîka cumhuriya Trkiyê, konfederalîzma demokratîk diparêzin, Kurdistanê ji bin kurda dikþîne, Ev proje ne tenê bi destê van hevalana derdikeve pêþ. Ji Baskin Oran heta bi Taha Akyol, gelek rewþenbîr u siyasetmedarên tirkan ji dewleta xwe re dibêjin "hun nema kanin kurdan weke berê birêvebivin. Divê hun wersîyoneke projeya TC ya nuh li darxin." Hevalanê DTPyî jî wersîyoneke projeya TC ya nuh bi navê kurdayetiyê datînin pêþiya gelê me. Em li hember vê projeyê ne. Siyaseten çi projeyên ku Kurdistanê ji bin kurda bikþînin, wê me li hemberî xwe bibînin û em ê bi tundî rexne bikin.

 

Nuqteya ewil a ku gruba me li hember hevalanê DTPyî derxîne pêþ, bi ya min divê ev be. Nuqteya duduyan jî ew e ku DTP yî birayên me ne. Birayên me, li ser þaþiyê ne û li ciyekî þaþ in. Qesta min ji ciyekî þaþ ew e, ku divê ew Kurdistanî bin, lê ew dibêjin em Tirkiyewî ne. Ew ciyê wan þaþ e. Li ser þaþiyê ne. Divê li hember dewleta unîter derkevin, li hember kemalîzmê derkevin, ji bo neteweyê kurd ji tune de mafê çarenûsî bixwazin.

 

Tarîfa mafê çarenûsî em deynin alîkî, ango jibo mafê çarenûsî federasyon, Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe, Kurdistaneke konfederal kane bê xwestin.Van hevalên ku ger ewê li ser navê kurdayetiyê sîyasetê bikin, ji tune de divê ji bo neteweyê Kurd mafê çarenûsî bixwazin. Ew li ser þaþiyên e û li ciyekî þaþ in. Divê grûba me ji bo siyasetek Kurdistanî, bêwestan wan vexwîne û wan davet bike.

 

Divê gruba me weke DTPyî li me dinêrin, li wan nenêrin.Weke tê zanîn, ev xet ji kevn de dibêje; "yên ne bi xeta me re bin xayin in, hevalê dewletê ne." Madem ev tarza sîyasetê xelit e, heqê grûba me tuneye bi vê tarza sîyasetê li wan binêre. Ew dikarin bi çavên dijminan li me binêrin, lê em bi çavê dijminatiyê li wan nanêrin.

 

Em li wan bi çavekî ku ew birayên me yên li ciyekî þaþ û li ser riya þaþ in dinêrin. Projeyên li ber wan ne projeyên Kurdistanî ne. Projeyên li ber wan, Kurdistanê ji bin kurdan dikþîne. Lewra jî em bi xurtî û bi tundî li hember projeyên wan in. Bi sebeba ku grûba me dixwaze yekîtiya hêzên netewî durust bike, divê em bêwestan wan dawetî sîyaseteke Kurdistanî bikin.

 

Ez dixwazim ev hevalanê beþdarî vê civîna me bune bi xurtî li grûbê xwedî derkevin. Ev grûb ne grûba min û kekê Sebahattîn û filankes û bêvankes e. Hun kî ji ciyê xwe rabin û bêjin ev karê we karekî serast e û ez jî dixwazim tev li vî karî bivim, aniha çi heqê min di hundur vê grubê de heye, hun jî xwedîyê wan heqan in. Ez ji we hêvî dikim, hun bi xurtî li armancên grubê xwedî derkevin; li projeyên li ber grubê xwedî derkevin. Ji we tevare spas, bimînin di xweþîyê de.

 

Prensîba me ya sereke doza çarenûsiyê ye

Ez ji rexneyan ne acizim û pêwîst e rexne hebe. Muþterekên rexneyên ku ji min re tê ew in ku ez barê giran datînim ber hevalan û ev bar nayê rakirin. Di civîna Enqerê de jî rexneyên wer hatin û gotin "daxwaza mafê çarenûsî îlana cengê ye", lewra jî belavoka dawiya civînê li ser navê civînê nehate belavkirin, lê li ser navê grûba ku di wê civînê de hate hilbijartin hate belavkirin. Rexneyek jî tê bilêvkirin ku ez di siyasetê de toptancî me û nizanim gavê biçuk ên siyasî binirxînim. Em toptancî li sîyasetê nanêrin."

Di siyasetê de aliyê toptan jî heye aliyê perakende jî heye. Lê bi raya min siyaseta herî rast siyaseta bi prensîb e. Em weke kurd, weke siyasetmedarên kurdan ji kurdan re çi dixwazin? Prensîb ev e: Mafê çarenûsî ye. Divê ev prensîb serast bibe, çita xwestekê netewî, danekeve binya vê prensîbê.

 

Bi def û zurnan qursên Kurdî vekirin, bê def û bêdeng girtin.

Em reforman înkar nakin, red nakin. Bes dema ku em li reforman dinêrin em bi 'þer'a xwe li reforman dinêrin. 'Þer'a me ev e; tiþtê kêmî vê 'þer'ê ne Kurdistanî ye. Ger karekî sîyasî bête kirin divê 'þer'a wê ne kêmî mafê çarenûsî be. Di 'þer'a wê de Kurdistan tunebe ev kar ne karekî Kurdistanî ye. Divê çita danekeve bin mafê çarenûsî. Weke talep, dema ku prensîba te ne serast be, wê talebên te jî ne serast bin. Hin hevalan weke reform gotin ku "qursê kurmancî dixwazin." Bi def u zurnan qursên kurmancî vekirin.

 

Baþ e li tu derê dinyê tu netewe li ser xaka xwe bi qursan fêrî zimanê xwe bûn in? Li Kurdistanê pêwîstî bi qursên kurdî heye. Ji bo kurdistaniyên ku ne kurd in pêwîstî bi qursan heye, ne jibo kurdan. Weke numûne: Li Qosarê qursên kurdî vebin û tirkên li Qosarê herin di van qursan de bielimin kurdî. Lê ew hevalên ku qurs weke reform qebûl kirin ku kurd herin qursan û fêrî zimanê xwe bibin, ev ne daxwazeke welatperwerî ye, ne daxwazeke netewî ye.

 

Di warê ziman de talebeke reformê hebe, divê em bixwazin kurdî li Kurdistanê bibe zimanê fermî. Talebên netewî divê danekeve kerta dew. Dewlet ji bo ku tevgera azadî rawestîne, dikane hin gavan bavêje, an hin reforman pêk bîne. Em dê vana bivînin û li gor sîyaseta netewî binirxînin. Lê mafê kesî tuneye li ser navê kurdayetiyê, bêjin "bila kurd herin li qursan fêrî zimanê xwe bibin." Talebên me jî li gor prensîbên me ne. Ew qursên ku bi def û zurnan vekirin, bê def û bêdeng girtin. Weke talebek din jî bêjim, serokê wan jî wê talebê dike.

 

Lêborîna Tevayî (Genel Af) an mafê siyaseta azad?

Hevalanê DTP lêborîneke tevayî dixwazin (genel af). Baþ e hevalno ef ji kêre tê xwestin? Ef ji mucrîman re tê xwestin. Efû ji wan kesên sucdar re tê xwestin. Em têkoþerên azadiyê wek mucrîman nabînin û mafê kesî tuneye ji siyasetmedarên Kurdan re efûyê talep bikin.

 

Li civîna Ýzmîrê jî min got, jibo temama hevwelatiyên Kurdistanê re em mafê siyasetê yê azad talep dikin. Nuha bi hezaran hevalên me ji ber zilma Kemalîstan reviyane çûne derveyî welêt. Baþ e emê ji wan re efûyê bixwazin, ma vana mucrim in? Na, vana têkoþer in, welatperwer in. Em ê ji wan re mafê sîyaseta azad û serbest bixwazin. Ji ber ku prensîba wan Tirkîyewî ne, ew di hundur Tirkîyê de efûya tevayî dixwazin. Prensîba me Kurdistanî ye. Em ji bona temama Kurdistaniyan siyaseta azad u serbest dixwazin. Ango em ne toptancîn e. Em jî dikanin reforma talep bikin. Lê formulasyona talebên me li gor 'þer'a me ye.

 

Li derveyî 'þer'a xwe em tu taleba naxwazin. Weke numûne: Birêz Kemal Burkay ev 20-30 salên wî ye li derve ye û dixwaze were welêt, siyasetê bike. Heqê kê heye talep bike ku dewlet Kemal Burkay efû bike? Ýbrahîm Güçlü, kek Zeynî û kek Sedat nuha di zindana kemalîstan de ne. Wîcdanê we qebûl dike em bêjin van hevalana efû bikin? Gelo van hevalên me mucrim in? Na, Hevalên me welatperwer in ,têkoþer in, þoreþger in, li hember zilma dewletê derketine. Emê talep bikin hevalên me berdin; bila li Kurdistanê bi serbestî siyasetê bikin.Talebên me û wan hevalana ne wek hev in, bi sebeb ku 'þer'a me ne wek hev e. Talebên gel li ser 'þer'ê tê formule kirin. 'Þer'a te Kurdistanî be, dê talebên te jî Kurdistanî be; 'þer'a te Tirkiyewî be, dê talebên te jî Tirkiyewî be. Divê ev nuqteyan baþ bê fahm kirin.

 

Wesiyeta Qadî Mihemed: "Bi Dijmin bawernebin, lê bi Îraniyan re qet bawernebin"

 

Ji bo yekîtiyê ji hevalan re pêþnîyar dikim ku wasiyeta Qadî Mihemed bixwînin. Berî ku Qadi Mihemmed bê daliqandin kaxez u qelem danê û jê re gotinin "wasiyeta xwe binivîsîne." Du nuqtên esas hene di wasiyeta Qadî Mihemmed de. Yek, ew e ku dibêje "bi dijmin bawernebin û bi Ýraniyan re qet bawer nebin. Bi sebeb ku ew li perçeyê rojhelat in û ew perçe di bin zilma Ýraniyan de ye." Dibêje "bi dijmin bawer nebin u bi Ýraniyan re qet bawer nebin."

 

Di xala duduyan jî de dibêje ku "Kurd ji hev aciz nebin. Ger ji bona tevgera azadiyê kî derkeve pêþ ji wan aciz nebin û piþgiriya hev bikin." Du xalên esasi ne, di wesiyeta Qadî mihemed de. Divê em jî, ya yekem bi dijmin bawernebin û bi dijminê TC qet bawer nebin. Çawa ku Qadî mihemmed dibê bi dijmin bawer nebin û bi ê Ýranî qet bawer nebin. Divê em jî bêjin bi dijmin bawer nebin û bi ê tirkîyê qet bawer nebin.

 

Xala duduyan, em ji hev re tahammul bikin. Ez û birêz Sebahattîn an birêz Ezîz Mahmud, di gelek nuqtan de weke hev nafikirin. Lê divê em tahamula hev bikin. Em ji cudayiyên hev re bi rêz bin. Pirsgirêkek me Kurdan jî ew e ku em ji dijmin re tahamul dikin, lê ji hev re tahamul nakin. Em derdikevin kolanan; esker, polîs û memurên Tirkan hene, baþ e vana ne dagirkerin? Bi tirkî vana ne 'îþgalcî' ne? Belê, îþgalcî ne. Em hemû tahamula wan dikin. Em diharin dibin memurê vê dewletê jî. Bi wî qasî em tahamula dijmin dikin.

Baþ e em ewqas tahamula dijmin dikin, çima em tahamula hevûdu nakin? Di çend xalan de ez û ev hevalana em wek hev nafikirin. Çi manî heye? Ez dizanim ku ev hevalana, ji tune de bi qasî min welatperwer in. Divê em ji hev re tahamul bikin û yekîtiyê li ser wî esasî deynin.

 

Tiþtê kekê Aziz Mahmud di derheqê kultura yekîtiyê de got, rast in û ez tev li wan dibim. Karê yekîtiyê, bi çanda yekîtiyê dê bi ser keve. Divê em ji hev re tahamul bikin û ji cudahiyên hev re bi rêz bin.

Ez ne bi wî usluba Medenî re me, ku dema qala hevalên MESOP an ê HAKPARê dike dibêje ‘bu adamlar' (van kesan). Belkî ew peyv ji devê wî reviya, lê bi vê ûslubê karê yekîtiyê nameþe. Divê em ehlaqekî yekîtiyê jî di nav xwe de durust bikin û karê xwe bi vî ehlaqî bimeþînin.

 

Nuqteyek dawiyê jî ez bibêjim. Di hundur grûbê de ez nabêm tereftarên DYEyî hene, lê yên ku sîyaseta amerîkanî di herêmê de rast dibînin henin. Di hundur grûbê de ên sîyaseta ewrûpiyan rast dibînin henin. Ez di hundir grubê de, li yên sîyaseta awrasyayî diparêzin, rast nehatime. Lê dibe ku di rojên pêþ de ew jî hebin. Vaya ewê hebe. Bes grub ne emerîkanî ye, grub ne ewrûpî ye û grub ne awrasyayî ye. Grub Kurdistanî ye. Di grubê de ên sîyaseta DYE, Ewrupa an Awrasyayê rast dibînin dê hebin. Lê divê kesek wan sîyasetên xwe yî ewrupî an emerîkanî li ser grûbê ferz nekin.

 

Em nabêjin ku ew hevalanê tereftarê Ewrûpa, an ew hevalên YEyê wek projeya þaristaniyê dibînin bila dev ji fikrên xwe berdin. Em ne hatine vira ku fikrên xwe li ser hev ferz bikin. Em hatine, welew ku kesek siyaseta emerîkanî, ewrupî, awrasyayî rast bibîne jî, ger ku 'þer'a grubê dipejirîne, bila wer in, em li ser xetek Kurdistanî yekîtiya hêzên netewî durust bikin. Grûp Kurdistanî ye û li ser vî asasî dê hêzên dinyê jî binirxîne. Bang a me ev e û spas ji bo we tevan.

(*) Axaftina Fuad Onen ya li Qosarê (Kýzýltepe-Mardin) ya di civîna Grûba Xebata Demokaratîk a Netewî a Kurd de, 4-10-2006