|
ferzanser@hotmail.com
Gelî birano rabin!
‘'Gelî birano rabin cahþ ji me re nabin.'' Ev gotin bi taybetî, bi stranên Þivan Perwer ketibû dilê min û rêya xwe a jiyanê di nav Kurdistanê de girtî bû. Ez pirr dixwazim hînbim çima di cihanê de, termên xususî bi navê ‘'Brakujî, cahþ, korîcî..hwd''di nav lîteratûra kurdî de cîh girtiye. Çima rewþenbîrno, rêberno, hevalno, xwiþkno...ê bi bawer in Xwedê, Zerdeþt an ji Yezdan rahma xwe lêke,ê ku ne bawer in bila ‘'das kapîtal'' rêya wan ronî bike, bila wî pirsê bersivînin.Min zehf pay wan pirsan çû lê min tiþtek nedît.Henek millet hene qewetê xwe bi teyra diþibinin, henek bi þêra, gelo em çima xwe diþibinin qewa.Çima, Çima, Çima....
Di 13 û 14yê rêbendanê de rewþenbîrên kurd û tirk konferansek li ser pirsgirêka kurd û aþitiyê lidarxistin.Di vî konferansê de û piþtî konferansê henek gotinên balkeþ hebû. Bi taybetî ez dixwazim li ser axaftina mebûsên êlihê nebirêz M.Nezir Nasiroglu bisekinim.Ev mirov (ji ber ku naxwazim nava hilnim zimanê kurdî) axaftina Yaþar Kemal þirove dike.Yaþar Kemal digot:''Gerilla bi me wek sawker (terorîst) dane nasandin.''Dûre ev mirov dibêje:''Ez gotinê Yaþar Kemal napejirinim, sawker, sawker e.Ez ê meselekî li ser vî mebûsê de bêjim ku di nav gel de tê axaftin.Dema ev mebûs tê sûka êlihê bi gel re diaxife û dibêje:''tirkiya min qediya'' û dest bi axaftina kurdî dike.Çima ye nizanim ev mirovên tirkî nezan îro parastina ideolojiya fermî dike.Ka em ji vî mebûsê bipirsin ka wateya gerila çi ye, ê teorîst çi ye.Ez bawer dikim ku xwendina wî têr nake. Lê belê ku ez xwedî materiyalên laboratûar bûma û di laboratûarê min de profesorên taybet û pispor hebûna ; min ê ji wan bixwesta lêkolinek li ser mirovên ku dijminê gelê xwe ne bikin.Bila birênin ka çiqas trombosit, lokösit an ji çikas hêmanên xerib di nav de hene.
Ez pirr pirr, zahf zahf, zor zor dixwazim ku hînbim, ji kereme xwe re kî vî nivisê bixwîne bila bersivîne; em çima qew,ew çima cahþ....
‘' Dibêjin ,dema mirov dimre, diçe dinya din. Piþti hesabê, gunê kî ji baþiyên wî zêde bin davêjin nav kazanekî û agirê binî pêdixin. Li ser her neteweyê parêzgerek heye, tenê li ser kurdan tûneye, ji ber ku kî bixwaze derkeve jor ê kurd wan bibin jêr.
Ez bist salî me û dixwazim zarokên min dema herin mektebê hevalên wan bi van pêkenoka kenê xwe pê nekin.Wan nekin qew a dinan jî cahþ, bila ixanet nav me de rabe, heta ku raya kurda bigihije ‘'dijminên gel'' ev pirsgirêk çareser nabe.
Têbinî :
*Ez li zaningehê di beþa Timara Fîzîkî de dixebitim. Armanca min ew e ku ez wan mirovan timarkim.
*Min behsa Deniz Baykal nekir, ji xwe ne hewce ye.Li fêqîfroþê jî behsa pivaza xirabûyî nakin.
18.01.2007
|
|