Ferzan Şêr

Arþiv

ferzanser@hotmail.com

Kûçikên Pavlov û zimanê kurdî

 

Hînbûn çî ye? Divê pêþiya her tiþtê ev feraset bê nasandin. Hînbûn di lêkera

mirovan de guhertinek e.Divê ev guhertin demekî dirêj bidome ji bo ku bibe

hînbûn.Wek mînak dema mirovek dest bi cixarê yan bi araqê dike, pêþî xwe li ber

wan bi qewet dibîne ku bi wan re ne girêdayî ye, piþtî demekê direj û

domkirina kiþandina cixarê û vexwarina araqê ev mirov dibin girêdayiyê wan

quzulqurta.Ew lêker bi guhertinê dest pê kiriye û demekî dirêj berdevam

kiriye, bûye hînbûn.

 

Ziman ji wek lêkeran hînbûnek e û ji ber dê, bav û derdor ve tê fêr

kirin. Dema zarok jî tê dinê bi rêzeyekê mezin dibe. Pêþi zarok li ber

kiþandina erdê serê xwe dilaptîne, di meha çaremîn de hê serê xwe kontrol

dike, piþtî heþt meha dikare serbixwe rûnê, di meha neh û dehemîn de bi dest û

çokên xwe dikare birêkeve. Ev rêzeyê jorîn li her mirovan xususîyetên hevpar

e. Taliya wan pêþvehatina, fêrbûna zimên dest pê dike, zarok dixwaze tiþtên

li derdorê xwe bibîne û zarve bike. Di vî dema taybet de ziman ava dibe û

pêþve diçe. Ku di wê demê de bi paqijî,zelalî zimanê fêr bibe zîrekîya mejîyê

jî pêþ ve diçe.

 

Di qada zanistiyê de feylozofê Rûs Pavlov rêya me ronî dike. Pavlov di

serên sedsala bîstemîn de dest bi xebatê li ser mejîyên mirovan û têkîlîyên

hînkirinê kiriye. Di xebeta xwe ya labaratûarê de kûçikan ceribandiye. Di vî xebatê de pêþi goþtek xistiye devê kûçikê û ditiye ku devê wî de kepûr

çê bûye. Cara duyemîn li zengilê daye û paþî goþt xistîye devê kûçikê û

wî bûyerê domandiye.Ceribandinê dawî de li zengilê daye lê belê goþt

nedaye kûçikê, dîsa jî devê kûçikê bi kepûr bûye. Bi wî xebatê de Pavlov

daniye ber çavan ku hînbûn bi refleksa guhertinê û dirêjbûna wê guhertinê

ye. Em dikarin wan mînakan bi alî gelemperi jî zêde bikin.Wexta zarokên pênc

þeþ salî diçin dibistana pêþîn hinek ji wan neynûkên xwe dixwin(mîna min).Li

ber vê rewþa ne baþ mamosteyê wan madeyên tûj li ser neynûken wan dixin.Dema

ku zarok destê xwe dibe devê xwe zimanê wî diþewite û destê xwe dikîþine. Bi

dirêjbûna wî guhertinê zarok devjêberdide, nexwarina neynûkê hîn dibe. Hûn ê

bipirsin ka ez van mînakan çima dibêjim.Çî hatiye ser zimanê me, çi

astengî danîne ber pêþveçunê zimanê, têsîra wî li ser me çi ye ji bo wan

pirsa ez bersivinim min bi wan mînakan dest pê kir.

 

 

Em baþ zanin ku zimanê me heya serê sedsala bîst û yekemîn qadaxe bû, hê ji

têsira qedexe kirina zimanê me di mejiyê me de bi cîh girtîye. Dema borî de ji

alî desthilatdaran de zimanê kurdî hatiye qedexekirin, kurdî her zilmê ji bo

kuþtina zimanê dîtiye. Wek mînak demekê ji bo her peyvê kurdî pere standine, yê

kurdî axifine çavên xwe di girtîgeha de vekirine. Nêzikê sedsalê di

çapemeniyê de bi cîh nebûye , pirtûka li axa xwe de bidilxweþî neweþandiye û

xebetan li ser pêþveçûnê zimanê nekiriye. Bi wan astengî, qedexeyî û kuþtina

zimanê kurdî bi me çikiriye, divê em çi bikin. Ev rewþê nexweþ jî dê û bavên

me re bûye mînak û ew jî li ber zimanê xwe nakevîn. Ew têsîra xwe li ser

jiyanê me dimeþîne. Dema em li bajarên rojava a Tirkiyê di nav otobosa de bi dê û bavê xwe re diaxifin, bi me re napeyvin û dibêjin dema ji otobosê paya bin em hê biaxifin. Li ber me dikevîn ku bi axaftina me ya kurdî tirk

reaksiyon nîþan nedin. Ew ji malbate me re bûye oto-asteng. Bi wan mînakan em karin zêde bikin.Lê ev mînak bi hebûna xwe di mejiyê me de rêya oto-asimilasyonê çêkiriye.

 

Bi wan pêrgala oto-asimilasyonê dê û bav zarokê xwe bi tirkî mezin dikin. Divê dê û bavê me bi zarokê xwe re di nav jiyanê de kurdî biaxifin, divê

xortên me di navbera xwe de kurdî biaxifin, behsa wêjeyê.þanoyê, helbest hwd

bi kurdî kar bînin.Ez hêvîdar im bi vî awayî dê zimanê me bigihîje nav

zimanên cîhanê. Çanda me çandeka rûmetê cîhanê ye her weki çandên dinê ya

rojhilata navîn divê em wê biparêzin. Deng bidin gazî ya me

hevalnoooooooo....

 

6.03.2007