Ferzan Şêr

Arþiv

ferzanser@hotmail.com

Kî ne em

‘'Heta ku daxwaza hemû însanan xwestina jiyana bi hev re nebe, dê qirejî xwe ji kolanên me dûr nexin''

 

Sê meh berê ji serê salê heþtdeh roj derbas bûbû, rojekî sar û dilxerab bû, dîsa kolanên Stenbolê wek her dem dêlik bû. Rojê dêlik, tîbûna xwe ya xwînê bi kuþtina rojnamevan Hrant Dink derbas kiribû. Pîþt re pêlavek qul û dilek germ li ser kolanê raketî ma. Qêrîn, hawar...Sê meh derbas bû nebû, ew roj dîsa xwe li Meletî nîþan da, bi xwîn, bi hawar û bi axîn. Dîsa kuþtin, dîsa sar e, jahrî û dilxerabî ye. Pêþî em hemu ermenî, pîþtre Xirîstiyan, xwedê neke em bibin kurd an tiþtekî din.

 

Þînî ji me re tiþtekî ne xerib bû, ji xwe em fêrî van kuþtinan bibûn. Em Di 1970'yan de, 80'yan de,90'an de, li her aliyê kurdistanê kuþtin, mirin, bêbavî, di jiyanê de tiþtekî ji rêzê bû. Di dema zarokatiyê me de,dayika me em bi lorikên kuþtinan û qetliaman mezin dikirin. Digot in: ''De lorî, lorî kurê min lorî bavê te kuþtin dayik bigorî.'' Ji bo kuþtina yekî, parastina ramanên azadiyê, dirêj kirina poran, þiklê simbêlan, an axaftinek kurdî, guhdarkirina stranên kurdî bes bû. Di nav rojê de insan dihatin kuþtin û kes nikaribû xwedî li miriyê xwe jî derkeve.Rojê dehan kes dihatin kuþtin. Navbera sê çar sala de pênc hezar kurd,rewþenbîr hatin qetil kirin. Di wan dema tiþtekî ji rêze hebe ew jî mirin bû.

 

Di nav wan kuþtinan de lîstikek heye ku dibêjin kiryara wan kujaran ‘'dewleta kûr e, hêzên tarî ne .''Ez bawerim,ev hêz li ber çavan e, ne di nav tarî û quncikan de ne. Dewlet jî ne kûr e, li ser avê ye.Kujera rojnamevan û edîtora rojnamê Agosê Hrant Dink, Ogun Samast pîþtî çalakiya xwe radibe diçe qerekolê teslim dibe.Ji polis û leþkerê payebilind ve mîna lehengek tê dîtin û dêrindêzek ava dikin jê re.Wêneyan dikþinin ji bo vî serpêhatiyê xweþ û bi ala xwe ya neteweyî jî dixemlinin.Dûre cîhê ku Samast razê tê derman kirin,paqij kirin.Ka kûr bûna dewlet aha ji we re her tiþt li ber çav e,ka hêzên tarî?Wa tev li ber lambê beriqandî wêneyan dikþinin. Divê em van ferasetan baþ û bicîh bikar bînin, ji bo,heta em bêjin hêzên veþartî dê ew hêz veþartî bimînin.

 

Tiþtê herî balkeþ jî bertekê (reaksiyonên) pîþtî van kujeran ne. Ew bertek li Tirkiye dibe trajedî û sosretiya xwe tîne ber çav datîne.Yek ji van bertekan gelekî watedar e, xwezayî ye. Navê wê ‘'pîþtgiriya gelan e.''Yek dertê kujtinek wisa dike ku êdi jiyan disekine, hêvî dimrin, lambê kolanên dilê me vedimrin û em dibêjin ‘' Em hemû ermenî ne.'' A din jî li dijî vê piþtgiriyê bertekek sunî ye, propogandayek anti-hevgirtinê ye, da ku em bi destê hev negrin bibêjin ‘'Em hemû Ogun Samast'' in. Trajedî û sosretî, yanî nexweþî di vê hevgirtinê de heye. Ev nexweþî çî ye? Nexweþî ev e ku çawa komek insan dicivin û kuþtinên mirovekî wek lehengî dipejirinin û navê vî nexweþiyê jî datînîn neteweperestî. Ew neteweperestî nîne,ew nijadperestî ye.Neteweperestî nav li ser parastina neteweyê ye. Du cureyê neteweperestiyê hene;yek neteweperestiya gelên bindest e,a din jî neteweperestiya gelên serdest e. Ê bindest maþrû ye, ji bo parastina hebûna xwe ye, parastina ziman, çand, huner û axê ye. Ev cureyê neteweperestiyê xwe wek her miletê li ser cîhanê dibîne û dibêje ez jî wek we me. Lê ji alî din ve, neteweperestiya gelên serdest, zordarî ye,ji bo piþaftina gelên bin destê xwe zilmiyek mezin, þerek qirêj didomîne.Ew dibe þovenizm,nijadperestî.Yanî dibêje ez ji hemû nijadan mezintir im,hun tev xulamên min in û ji bo vê mebestê ji hin kiryaran bikar tînin. Mînak zagonan li dijî pêþveçûnên gelên bindest derdixin, ziman qedexe dikin, stran, pirtûk hwd. çi hebe di jiyana mirovan de tev qedexe dikin.Lê berevajî wan henek insan derdikevin dibêjin ew kiryar çewt in,rastî ne ev e. Wê carê ji bi ramanan nikaribin mirova bînin ser rêya xwe dixwazin wan bi tevahî, bi fîzîkî anjiyan bikin,ramanên wan rawestînin. Ev pergal bi xwe rêbaza faþîzmê ye û ji Îtîhat Terakî (ÎT) vir ve bi vî avayê bikartînin. Pîþtî buyera 31ê Adarê ev rêbaz wek politikayek esasî tê dîtin. Bi ermeniyan re, bi kurdan re û ê li dijî wan difikrin re þerê herî mezin bi kuþtinên ‘'qesas nediyar (Failî Mechul) ve didome. Da ko faþîzma wan pêþ bikevin û ji nifþên nu re jî bibîn sembol, mirovên nexweþ mîna Ogun Samast, M.Elî Agca dikin leheng û wisa dest nîþan dikin.

 

Bi nexweþiya wek nijadperestî re divê þer çawa bê? Têkoþin çawa be? Dermana wan nexweþiyan, piþtgiriya gelên bindest û çîniyê kedkarê li welatê gelên serdest,e. Li dijî kuþtina Hrant Dink biratî bi ermeniyan re û bi kuþtinê Xirîstiyanan re jî em bêjin:'' Em hemû Xirîstîyan in ''Ev tev nimuneyek in. Lê rastî jî bi alikariya gelan, bi biratiya gelên bindest nijadperestî tê kuþtin. Divê çîniya kedkaran, karkeran tim bi hev re bin.Li dijî nijadperestî ala biratî hilînin, lê di nav þertên wekhevî de. Ne biratiyek sûnî be, biratiyek jidil û xwezayî be.

Neha em bipirsin;

  

Kî ne em;

 

Em hemû bira ne

Mala me ‘'dêr û mizgeftan'' e

Mezinê me ‘'Þêx Adî'' ye

Apê me ‘'Musa'' ye

Nijadê me ‘'însan'' e

Bajarê me ‘'Helebçe'' ye

Warê me ‘'Hemû Cîhan'' e

Ala me ‘'Ala sor'' e

Nîþana me ‘'stêrka sor'' e

Zarokên me ‘'Ugur Kaymaz'' in

Roja me 77'an de ‘'Yekê Gulanê'' ye

Cîhê me ‘'Zîndana Amedê'' ye

Çiyayên me ‘'Agirî,Cudî,Sîpan'' in

Rojnamê me ‘'Metîn Goktepe'' ye

Pênûsa me ‘'Hrant Dink'' e

Roniya çavên me li ser çiyan e

Ka bêjin em kî ne?

Seyidê me ‘'Riza'' ye

Þêxê me ‘'Seîdê Pîran'' e

Roniya çavên me ‘'Vedat'' e

Rengê me reþ e, zikê me birçî ye

Em zarokên Afrîkayê ne

Kî ne em

Kî ne

Insan in, insan...!!!

 

13.05.2007