Ferzan Şêr

Arþiv

ferzanser@hotmail.com

Xwekuþtin ê xwe bikuje

‘'Þarmendî bi azadiya jinan tê pîvan''

 

“Ji destpêka meha gulanê û vir de li Kurdistana azad 12 jinan jiyana xwe ji dest daye ku piraniya wan ji aliyê kesûkarên wan ve hatine kuþtin.

 

Li gor nûçeya heftenameya Medyayê; duduya ji wan xwe xeniqandiye, dudu ji wan hatine þewitandin, xortekî ji ber kêþeya pareyan diya xwe kuþtiye û xweha xwe birîndar kiriye û yên din jî yan ji aliyê mirê xwe yan jî ji aliyê merivên xwe ve hatine kuþtin. Li gor rojnameyê keçeka 20 salî jî ji aliyê xortekî ji bakurê Kurdistanê hatiye kuþtin.”(Nûçe:Netkurd)

 

Xwekuþtin rûyekî reþ ê mirinê ye, xwekuþtina jinan du heb rûreþiyê mirovantiyê ye.Jinên bi hêst wek kûlîlka taze û dilfireh in.Ew dibistanên mirovantiyê, parezgerên rewiþtiyê ne.Çima mirovek xwe dikuje? Çima jin xwe dikujin? Xwekuþtin nexweþiyek ê cîvakî ye. Li Kurdistanê sedema xwekuþtinê ji alî pisporên cîvaknasiyê ve wisa tê vegotin ; hejarî, paþverûtî, tore.

 

1-Hejarî -Ji tûnebûnê mêrên malê ji aliyê derûniyê ve nexweþ dibe.Ew nexweþî bandora xwe li ser malbatê,bi taybetî li ser jinan nîþan dide.Mînak;mêrek ku nikaribe du heb nan û lîstokek bibe mala xwe dikeve tengasiyekê derûnî.Jý ali nexweþê ve tê dîtin ku xilasbûna wê êþê,bi lêdanê,çewtiyê ku li dijî jinan bikar tinin,dibe.Dema azadiya aboriya jinan tûne be,mecbûr diminin ku vê tundiyê bikiþinin.

 

2-Paþverûtî- Ji sedemên xwekuþtinê yek jî paþverûtî ye.Di nav gelên Rojhilata Navîn de ev feraset gellek pêþketî ye.Li gor ramamên paþverû divê dernekeve derva,nekeve nav civatê,neçe dibistanê,ê here dîbîstanê,zaningehê dibe dêhlîk,ê hevalê vê ya cîvakî hebe dêhlîk e.Le belê gorî fikrê min dêhlikî ne di nav herdû çîpa de,di nav mêji de ye.Ê ku bi fikrên paþverû dibin kujera jinan,bi mejî ve dêhlîk in.

 

3-Tore -Tore ne sedema xwekuþtinê ye,ji ber ku ew mirova nakuje,dike ku mirov di nav aþitî û biratiyê,hezkirin û rêzdariyê de bijî.Mesela,dibêje di cejna de bila kes xeyîdî nemîne,herkes bila cejna hev pîroz ke.Dibêje bila her biçuk here destê mezînên xwe.Bi taybetî destê dijminan ve ev feraset tê kîrîn ku tore kujera jinan e.Ev wek þerekê derûniyê asîmîlasyonê ye û dixwazin ku têkîliya me ya kevneþopî bibirin.Toreya kurdan mirovantî ye,mêranî ye,mêvanperwerî ye.alîkarî ye.Komara tirk nîþan dide ku zarokên biçûk li dijî biryara wan didin mêran,berdêl tê kîrîn,dema keçek li dijî wan zagona derkeve,van kevneþopa bi kar neyne tê kuþtin.Ev rast in û rûreþiyekê me kurda ye.Lê ez bawerim ku ev ne kevneþopa me ye,ev kujar e.

 

Çareseriya xwekuþtina jinan, an kuþtina jinan(li hinek herema kurdistanê jin tên kuþtin,wek ku xwekuþtibin nîþan dikin) ê bi destê jinan bê çareser kirin,bi daxwaza wan,bi têkoþîna wan.Lê erkên mêra ji heye ji ber ku di xwekuþtina jinan de sedem ev in.Divê alîkarî bi jina bikin,jinan têxin nav hawêra cîvakî,ji her alî civata kurda bi hev re rêkûpêk bikin.Em bi destên hev bigrin li ser pirgirêka civatê xwe bixebitin.

 

  • Îstatîstîka xwekuþtinê mehekî(2006) ;

3 rêbendan-16 salî M.B ji sedema tundiya ji nav malbata xwe,xwe bi benikê dalaqandî ye.

8 rêbendan-li Xarpêtê G.G.(18) xwe bi benikê daleqand

8 rêbendan-Lî Rojhilata Kurdistan keçek xwe li dijî tundiya nav malbata xwe,xwe xeniqand.

15 rêb.-Li Êlihê N.Þ.(14) xwe bi benikê daleqand

16 rêb.-Li Xarpêt jinekê ku bi mêrê xwe re berhevdabu,xwe ji qata þeþemîn dakir.

18 rêb.-Li wanê jinek bi navê L.F. ku sedeme xwekuþtina vê nayê zanîn xwe ji qata seyemîn

dakir.

25 rêb.-Li Êlihê B.S. (14) bi temençê xwe kuþt.

29 rêb.-Li bajarê Rojhilata Kurdistan,Serdeþt,Cemile Ehmedî(16) li dijî zewackirina zordarî xwe daleqand

 

 

  • Lêkolînek balkêþ

Li gorî lêkolîne SELÎS(Navenda þewirmediya jinan);jinên ku li Êlihê dijîn ji sedî 54 xwekuþtinê difikrin,ji sedî 15 ji bipeyiya ne xwekuþtinê.

 

-Li Êlihê ji 100 jinan 6 heb bin 14 salî zewici ye.

-Jinên Êlihê ji sedî 62 bi xwazginî,15 jî bi berdêl zewici ye.

-Ji sedî 50.91 jinan hay ji rêbaza sehêta zayînê tune ye.

-ji 5 jinan 1î ne kêmê 7 zaroka ye.

  • Lî gorî cîvaknasê SELÎSê,di sedema xwekuþtinan de tiþtên herî balkeþ;koç,ol,etnîk e.Dema mirovên dev ji gunda xwe berdidin û koc dikin bajarên mezin dikevin tengasiyê nasnameya kesayatî.Ev sedem ji rêya wan dibe xwekuþtinê.

    17.05.2007