ferzanser@hotmail.com
Xanima Kemalîst
“Em kurd in ser hiþk û hesin” dibêje seydayê mezin, nemirê kurd Cegerxwîn. Rast e qey em ser hiþk in û ser hiþkiya me ji diþibe hesin? Belê ez rast dibinim nema em tiþtekî negrin qet em pey bernadin. Nezîkê hefteyek berê Xanima Aysel Tugluk a kemalîst nivîsarek daye rojnameya tirka ya bi navê ‘'Radikal''. Di vê nivîsê de behsa ‘'mîsakk-i mîllî'' dike û dibêje sînora kurdistanê baþûr ji di nav vê çarçovê de ye. Dûre hê jî fedî nake û dibêje “Mistefa Kemal nemirek e û kesyatekî dîrokî ye û ê her bijî”.
Dema mîn ev nivîsarê xwend bi mejiyê min ve xwîn neherikî, ez kasek sekinîm û ez fikirîm ku divê em çi bikin. Dûre min bi henek hevala xwe re mijar mineqeþe kir û min vê biryarê da; ka em binêrin dê kurd çi bikin, partiya kurdan çi bikin. Îro dem hat ku ez vê nivîsarê ji bo vegotina xwe diyar bikim min nivîsand. Îro hin welatparêzên kurdan û saziyên welatparêz ên muhalîf vê xanimê þermezar kirin û hin rewþenbîr ji helwesta xwe ya neyînî destnîþan kirin. Lê ew hejmar bi tilîkan tê hejmartin û ji destê me pênc pêçikan ji derbas nake.
Nêzika sed salane kevnaþopiya ‘'îttîhat terakkî(ÎT) li ser siyaseta tirkiye de xwedî birayaran e. Li her astê dewletê de xwedî gotin in û pêdivê ku her dem gotinan wan wek zagonek werin dîtin. M.Kemal jî yek endama vê kevneþopiyê bû. Heta þiyandariya xwe di vê endametiyê de ma û piþtî ku dibe þiyandara tirkiyê dike ku ÎT'an bibîn bindestiyê wî û erkên wî bicîh bikin.Wisa ji dibe û kevneþopiya ÎT'an dibe kevneþopiya Kemalîzmê, kemalîzm jî dibe îdeolojiya fermiya tirkiyê, Ji vê demê heta neha ev mijar ji bo herkesî dibe warê jiyanê a di siyaseta tirkiyê de. Kîjan partî li vî welatê antî-demokratîk bixwaze bibe partiyekî tirkiyê pêwiste ku bibe kemalist. Kîjan partî nebe kemalist nehewceye ku siyaseta xwe bimeþine, loma jî partiyên li dijî kemalîzmê pirraniya wan hatine girtin. Heta vê dawiyê giþ partiyên tev bûne kemalîst û di vê pêþbaziyê de ji tev dixwazin bibîm kemlistên sereke.
Aysel Tugluk ê hevserokê DTP'yê bi nivîsê (27'ê gulanê de di rojnamê Radîkal de weþiyaye) xwe destnîþan kiriye xetên ku li jor me bikar aniye ji bo vê jî raste. Xanimê, welle min pirr dixwest ku ji bo te jî birêz Tugluk binivîsîm, ji ber ku terbiya min a entellektûel ji bo herkesî dibêje divê ez rêz bigrim, lê ez ji bo te birêz nanivîsim.
Ne ew îdeolojî bû ku ji stûyê we girtîn û we xistin nav girtîgeha (behsa DEP'iyan dikim), ne ew îdeolojî bû hezar salane li kurda tade û zilm dikin, ne ew bûn ku zimanê me qedexe kirin, zarokên me bêwelat hiþtin. Ne ew kiryar bûn ku li geliyê zilan, li newalê qesaba, li newalê quto, li sî û sê gule li zindana Amedê sedan kurd kuþtin.Ne endamên partiyên we bûn ku bi sonda xwe ya kurdî bi bi salan di girtîgehê de man. Mirov çawa dikare “da ku difikre” were girtin û piþtre sond bixwe ku ezê nefikrim. Bi rastî xweziya ew girtî ji bo te hebûna ku tu nefikriyayî. Bi van fikra te ya jahrî bixwazî dîsa bifikre ew mafê te ye lê ne li partiyekî wek bi navê kurdan, ne li ser navê kurdan. Xanimê tu di her hevokê xwe de behsa peymana Sevrê wek travma nîþan didî û wisa dinivîsî ezê jî ji bo te “Xanimê” bikar bînim. Ew peymana ku tu wek travma nîþan didî qezenca kurda yê herî mezin ê sedsala 20'emîn bû lê sed mixabin ku bikarneanîn. Ku ji bo kurda Mistefayek dîrokî hebe ew ji Mele Mistefayê nemîr e. Dibe ku ji bo te M. Kemal mirovek baþ be, dîrokî be. Nexwe tu jî navê partiya xwe bike ‘'Demokratîk Turkiye Partisî (partiya demokratik a tirkiye)'' an Demokratik Kemalist Partî (partiya demokratik a kemalist). Ha ger tu xelefa kurda bî divê tu bibî xulama kurdan.
Ji alî din, dema em li rewþa vê Xanima kemalîst dinêrin divê em ji aliyê mafên azadiya ramanê ji bifikrin. Dibe ku ew wisa bifikre û di her li ku derê çapemeniyê bixwaze çapbike. Lê qet di nava gelê de ê ku pîþtgrîyê lê dikin kes nabêje ew ne wisa, ev gotina te ixanet e,ev gotina li dijî kurda ye. Ê ku wan gotina biparêze dijminên kurda ne. An ji aliyê partiyê qet dernayê nabêje ew gotin aîdî Xanimê ye û em vê þermezar dikin. Gelê me parikî nezane tiþt nabe dibe ku ne xwendibin (bese gelê min ê bindest êdî bixwînin ku kemalistan bi mejiyê ve nelêzin), an tiþtekî ne dîti bin, lê çi ji we. Ger hûn helwestek nîþan nedin ew e ku hûn jî wisa difikrin.hûn jî kemalzmê diparêzin.
Di wan rojan de ew kes bi baþî xwe eþkere kirin, ka emê bibînin dirûþmeya wan ya ''Turkiyeye sozumuz var (gotinekî me ji bo tirkiye heye) dê çi bîne ji wan re. Ka bila bêjin ku çi gotinên wan heye ji tirkan re, ez hêvî dikim (ku lê ne bawerim) bibêjin em kurd in, welatê me kurdistan e,hûn sedan salane welatê me dagirkirine ne, we xwîn xistiye nava bera me, we zilmî li me kiriye. An ê bêjin em li dijî AKP'yê em bi cuntayê re bibin hevpeyman, em bi denîz baykal re bikevin pêþbaziya kemalizmê,em bi dogu perîncek re biratiyê kemalizmê ava bikin, emê ji henekan re bêjin sayin paþam (birêz paþayê min), em derkevin ser dîkê em ê bêjin ne mutlu turkum diyene (Xweziya min bi dilê wan kesê ku bibêjin ez tirk im). Ez bawer im piþtê hilbijartinê bêtir emê wan gotinan seh bikin û niqaþ bikin.
5.06.2007
|
|