Ferzan Şêr

Arþiv

ferzanser@hotmail.com

Kî berx e, kî beran e

Di dîroka me Kurdan de gelekî Mistefa hene, hinekî nivîskarin hinekî helbestavan e, karker in, cotkar in û hwd, tiþtek in. Lê du heb Mistefa hene ku di dîrokê me xwedê cîhek in. Ka em binerin cîhê van Mistefeya di kijan astê dîrokê de ye û çawa tê nasîn.

 

Yek ji van mirovan; General Mistefa Barzaniyê Nemir e. M.Barzaniyê nemir piþtî Ehmedê Xaniyê ye feylosa kurd û xwedî manifestoya daxwaza netwebûyina kurdan, bavê ideolojiya netwebûna kurda ê dûyemîn e. Di qada polîtîkayê û di rêveberitiya kurdan de jî Serokê yekemîn e. Li çar perçê kurdistanê têkoþîna M.Barzaniyê Nemir bûye rêberê kurdan ku bi xwe bihesin, bibîn neteweyek misteqîl û taybetî. Di vî warê de gelek zehmetî kiþandiye, salan li ser çiya, carna jî di zindana de maye.Lê her tim di qada þer de hebûye. Ev gotine: ”Em kurd, sêwiyê gerdûnê ne.”ku Nemir Barzanî ji sistema dinyayê sîtemkar e. Piþtî têkoþîna wî me dît ku îro em nesêwî ne. Neha çawa ku Seyit Riza yê Dersîmê dibêje: “ Di bin her darê biyê de, Seyit Rizoyekî heye”, neha jî bi taybetî li baþûr û perçê din de li ser her kevir, dar û avahiyên kurdan de keda Mele Mistefa yê Nemir heye û her tim dê li ber çav be. Ew bi xwe bi Kurdistanê baþûr têr nebûye û demekî di 1945 de çûye alîkariyê kurdên rojhilat ê di bindest û zordariya rejîma îranî de ne. Piþtî serketina þoreþa Qazî Mihemed di rêberiya qada Komarê (komara Mehabad) de xebatê xwe domandiye. Dema Sovyetîstan piþtgriya xwe li ser komarê dikþîne, Komara Mehabad têk diçe û Mele Mistefa ji bo pêþeroja kurdan dest bi meþa xwe ya navûdeng a bi navê “Meþa Mezin” dike.   

 

Mistefayê din jî M.Kemal e; ê ku navê vî bizorê dibistanan, lîseyan û zaningehan yanî bi sistema perwerdehiyên îdeolojîya fermî bi me dane danasîn,ê ku ji dersa mûzîkê heta matematîkê di tevan de hewce bû em “sîruda îstîkalé” û “Sonda me” jîber bikiran, ê ku di her cejna neteweyê tirkî de meyê ser navê vî helbestan bixwenda. Ev helwestên hana tev ji bo riya piþaftinê bû. Lê kî bû ev mêrik, çawa hati bû vê astê, çîma hewqas mezin bû. Neha em binerin ka wek gotina kurdên kemalist hewqas mezine an na.

  

Di þerê parvekirinê cîhanê ya yekemîn de li car alîyê tirkan de serhildan, raperîn hebû.Yek ji wan bi Balkaniyan re bû ku li rojava ya anatolîya û li trakya bû, a dinê ji li rojhilata anatoliya, bi Ermeniyan re bû. Di vê demê de hewcedariyek bi kurdan re hebû, ku M.Kemal wî bikaranî û kurdan kire dostê xwe. Sal 1916 an dest pê kir û li Amasya, Erzirom ji têkiliya xwe û kurdan xurt kir. Tê gotin ku di vê demê de mebûsa Bilîsê Yusuf Ziya Beg li TBMM (turkiye buyuk millet meclisi-civata gelê mezin a Tirkiye) dibêje: “ Ez kurd kurê kurda me.”. Heta ku M.kemal jî dibêje: “Ev welat hemwelatiya kurd û tirkan e.”Ev têkilyên kurd û M.kemal gelekî kûr, dûr û dirêj e. Piþtre ku kurd vî eleqedariyê dibinin û tên lîstêka M.Kemal. Da ku kurd nebin xwedî erd, bi neftên Mûsil û Kerkûk nebin dewlemend û Kurdistan Bakûr haydarê dewletbûnê nekin peyamekî bi Înglîstanê re çêkir. Dûre bi “Peyamana Lozanê” hem welatê kurd û tirkan kir welatekî tirkan. Ji kurdan re çi ma; xwîn, axin û talan. Bi serhildanan kurdên bakûr wê rewþê xwestin biguherinîn.Bi þêx saîd,bi agirî, dersîm,hwd .bi dehan serhildanan li ber artêþa M.Kemal rabûn. Lê kurd bi serneketin û bi hezaran kurdên bakûr þehît ketin, hatin kuþtin.Di nav van mirinan de gelekî jî mirovên bêsûc (tenê sûcê wan:kurdbûn) bûn.Bi taybetî di serhildan Dersîmê de bi hezar mirov hatin nefî kirin, bi sedan gund hatin bombebarandin û gundiyên bêsuc hatin kuþtin.

  

Sal 2007 hê ji kevneþopiya kemalizmê dixwaze kurdan birizine û asîmîle bike. Hê jî rojname tên kom kirin, qedexe kirin(Azadiya Welat), kovar tên girtin, kom kirin(Roja Kurd) û di derheqê rewþenbîran da bi dehan car lêpirsin tên vekirin. Dîsa xwîn, kuþtin, talan û gund þewitandin.Çên bû dixwazin têkevin baþûr pro-dewleta kurd ji holê rakin. Îro ger mirovên ku van kiryaran li kurdan dikin endamên kevneþopiyê kemalîzmê bin; divê em bin kemalîzmê rast xêz bikin. Erkên kurdan ê pêþîn ew e ku vê îdeolojiyê baþ binirxinîn. Henek kurd radibin ji gelekî mîna kurd re behsa baþ bûna kemalîzmê dikin.

 

Neha hûn biryar bidin KÎ BERX E, KÎ BERAN E

9.06.2007

 

*Jêrenot

*Ev nivîs bi taybetî li ser xalên jêrîn hatiye amadekirin.

Evdille Ocalan; M.Kemal azadîparêz e.

Neteweperestiya wî de tu carê neteweperstiya etnîkî tune ye, her dem ew neteweperestiya çandî parastiye.

Kevaneþopiya kemalizmê dest dirêjî feodalên kurda nake.