Ýbrahim Küreken 

Arþiv

 

 

Keko Bira, Hevalê Ezîz; Mehmed Uzun

 

Keko bira, dema min televizyon vekir xebera koçbûna te ket ber çavê min. Demeke dirêj ez di cîyê xwe de qerisîm. Gelek zû te dest jý me berda. Tu bi bedena xwe ji me veqetyayî lê bi berhemên xwe, ketî nav jîyana me. Heta Kurd hebe tu yê bi gelê Kurd re bijî..Te zimanê me Kurdan ji gornê rakir. Te bi zimanê me evîn bi me da nasîn Te xemgînî, dolavanî, kêfxweþî bi zimanê dayika me bi me da nasîn. Bi pêþberîya te em bi zimanê dayika xwe girîyan, kenîyan, gerîyan, ev kêfxweþîya, bi salan bû ji bîra me derketibû. Te em ji ser mirinê vegerand lê tu çû ser mirinê.

 

Kekê min, hevalê min, dostê min te pir berxweda.Te got ji bo gelek projeyan pênc sal bivêt. Biborîne keko. Ji dest me tu tiþtek nehat. Hemî Kurdan piþtgirî dan te, lê têrî nekir. Her Kurdekî bo saxîya te, çi ji destê wan dehat texsîr nekirin. Ên av anîn, ên pincarê serê çîya, ku li te bibe þîfa. Lê me nikarî bû te ji ber destê nexweþîya bê bext derxista.

Biborîne.

 

Te dît ko gelê Kurd li te xwedî derket. Te dît bi hezaran Kurd bi tere ev êþa kêþand.

Va ye ez li pê te hêsira dibarînim.Va ye pirtûkên te li pê te hêsira dibarînin.Heval û hogirên te, xwendevanên te hêsira li pê te dibarînin. Mîr Bedirxan, Memduh Selim, Biroyê Dengbêj, Yezdanþêr û qehremanên romanên te hêsira dibarînin.

Bira qawxîya te nemîne.Te rê vekir, xort û qîzên kurda ên þopa te vala nehêlin.

Oxir be, xweþ oxir be kekê min, birayê min, hevalê min, MEHEMEDÊ min Oxir be.

 

 

Kanê Mehemedê min kanê

 

Hawar tu kesek li gazîya min nayê.

Erd û ezman tarî bû, þewq nema.li dinyayê

Mehemedê min firya, axîn xist dilê dosta

Di nav hezaran de diherike li ser desta

 

Gotin piþik nemaye, çav çûye xwarê

Tu hêvî nemaye, xwe nagihîne baharê

Av di çema de hat birîn, gewrîya me zuha bû

Kekê min helîya li ber çava, mala me xera bû

 

Hêvî lý me vegerand, êdî roj lý me hiltê

Þevên tarî þûnda man, rê vebû li cennetê

Dest bidin hev birano, bo neyar þa nebin

Kurdistanek me heye, hêvî dikim zêde bin.

 

Ez ramîsim wa çavan, bira hesret nemîne.

Kekê min bi dûr ketî, dil li min dihelîne

Mehemed xatir xwestî, Îro þîna mezin e

Hawar dayikno werin, li ser me bilîrîne.

12.10.2007

 

Ýbrahim Küreken